Hrant Dînk û Komkujiya li Tirkiye’yê

Translator

Mêrkuj çar mîtroyan dûrî min runiştiye. Ez li wî dinihêrim, ew jî li min û ez difikirim ka ji bo çi ez li nav çavên mirovekî, yê ku mirovekî din kuştiye, mêze dikim. Ez li dilxerabî û dijminatiya wî ya li dij mirovatiyê digerim, le belê bi tenê xortekî cilreş û cavreş ê destgirêdayî û awirên bêwate dibînim. Ew paniya pêlava xwe li erdê dixe. Gelo destgehên tirk dixwazin hemû kartên xwe li ser maseyê birjînin û ji ber kuştina Hrant Dink li hember tawanbaran darizandineke bi dad bimeşînin yan na?

Ez li hêwana dadgeha Stenbol’ê li ser sireyeke darinî ya hişk û qehweyî rûniştîme. Di hêwanê de ew cara 11’emîn e ku rûniştina Hirant Dink wê were berdewamkirin. Rojekê Cotmeha 2009’an a bi tav e.

Em ji serê sibê ve li benda rûniştinê rawestiyane. Nûnerên Komîsyona Tirkiye’yê ya Parlementoya Yekitiya Ewrûpa’yê (YE) û nûnerên Partiya Kesk’an a YE’yê tê de beşdar bûne. Gelek parêzerên fransî jî ku li ser pirsgirêka ermeniyan xebatê dikin û mafên wan diparêzin li vê derê amade ne. Sekreterê giştî yê PEN’a dinyayê Eugene Schoulgin, saziyen mafên mirovan, Komîsyona Lêpirsîna Parlementerî ya Mafên Mirovan û hin parêzerên din jî, ku ji bo azadiya ragihandinê piştgiriyê didin, cihên xwe girtine. Ez jî li ser navê PEN a Norwecê îro li vir im.

Hêwan hetanî qirikê bi mirov, ciwan, pîr û kal, malbata Dink, heval û parêzeran re tijî ye. Ji ber ku hêwan teng e ew qas mirov jî li ser piyan in. Rojnamevanekî bangî min kir û got: beriya du rojan bi hezaran mirov li Taksîm’ê bi hêviya dadê ji bo Hrant û mirovên bêserûşûnkirî yên li Tirkiye’yê meşek li dar xistiye. Piraniya rojnamevanan kaxiz û penûsên xwe amade kirin. Tevahiya rojnamevan ciwan bûn û vê yekê bala min kişand û min ji parêzerê pirs kir. Gelo çima hemû rojnamevan ciwan in? Wê got: „ew, ên ku wêrek in.“

Nezikî 20 kes di vê dadgehê de dihên tewanbar kirin, lê bi tenê 5 kes di rûniştinê de beşdar dibin. Ew 5 kes li ser sireyê ji hev cuda rûniştine. Mêrkujê çavreş hîn 20 saliya xwe tije nekiriye. Ez li ser gotina Hannah Arendt fikirîm ku wê digot ‘Totalitarîzm ji wan destan derdikeve ku bê şik û guman bi ya gotinên kesên din dikin û bi çavgirtî peywirên xwe bi cih dihînin û li ser encamên wan nafikirin. Gelo Ogün Samast lewma Hrant Dink kuşt?

Parêzera Malbata Harnt Dink, Fethiye Çetin, rabû ser piyan û got: ‘’Em pirsyarkirina hemû tewanbarkirî û şahidên veşartî dixwazin, lê belê dadgeh vê yekê girîng nabîne. Pewîst e ku siyaset û hêzên organîze, ku di paş kuştina Hrant Dink de ne, werin eşkerekirin.“

Daxwazên ji bo pirsiyarkirina komîserên polêsên Stenbol û Trabzon’ê û serekê destgeha îstîxbaratê hatin redkirin. Malbata Dink ji destpêka rûniştinê ve daxwazên xwe anî ziman û got tewanbarkirî û parêzerên wan naxwazin ku rastî werin eşkerekirin.

Tiştê nû ku vê carê hatiye holê ew bû ku dabançeya ku Hrant pê hatiye kuştin hat raberkirin. Bersûc dibejê ku nayê bîra wî ka wî kîjan dabançe bi kar aniye, ji ber ku yekî rojek berê di seretiraşxaneyê de dabançeyek di ber doxîna wî re kiriye. Di rûniştinê de dema parêzera Dink digot bersûc derewan dike, di wê navberê de bersûc şûşeya avê avêt serê Parêzerê. Dabançeya ku pê Hrant hat kuştin a polêsan e.

Gava ku toqmaqa dadger li kursiyê ket, em ji hêwana dadgehê derketin. Hin rojnamevan hatin cem parêzera Hrant û wê jî ji wan re fikrên xwe gotin. Digel saziyên navneteweyî jî heypeyvîn hatin kirin.

Serokê PEN’a navneteweyî, Eugene Schoulgin, yê ku li Istanbulê dijî û çavdêriya zêdetirî sed darizandinan kiriye, dibêje hêdî hêdî ev pêvajo vediguhere pêkenîkeke xerab. Schoulgin her weha careke din anî ziman ku di 35 salên dawî de bi tevahî 17 hezar kes hatine kuştin û kiryarên van bûyeran nehatine diyarkirin.

Bi kurtasî û kinasî dikarim bêjim ku vê carê jî di dadgehê de tu tiştekî nû derneket. Gelo destgehên fermî dixwazin xelkê bixapînin an wan aciz bikin? Dîsa jî bersûcê fermî ji ber kuştinê derket pêşiya dadgehê. Bi vî awayî eşkere bû ku berpirsiyarên kuştina Hrant nehatin binavkirin. Bi tenê polêsên Stenbol û Trabzon’ê dihên tawanbarkirin, ji ber ku wan plana kuştinê ji berê ve zanibûn. Lê belê dîsa jî delîl dihên veşartin û ji bo lêkolînê destûr nayê dayîn.

Hrant Dînk, gerînendeyê giştî û nivîskarê rojnameya Agos’ê, li Istanbul’ê bû. Armanca rojnameyê bidengxistina ermeniyên li Tirkiye’yê û avakirina diyaloga navbera tirk û ermeniyan bû. Di xebata parastina mafên mirovan de Hrant kesekî herî li pêş ê singvekirî bû. Hrant û Orhan Pamuk her du jî gelek caran rexne li dewleta tirk digirt ji ber ku dewlet komkujiya ermeniyan ku di sala 1915’an de pêk hatibû red dike û naxwaze ku digel sazgehên navneteweyî hevkariyê bike da ku belgeyên rexnekirî werin eşkerekirin. Her du jî ji ber fikrên xwe hatin xapandin, darizandin û gef li war hat xwarin. Ê dawî Hirant di sala 2007’an de li Stenbol’ê li ber pêşiya nivîsgeha xwe hat kuştin.

Ji 100 hezarî zedetir mirov di merasîma veşartina Hrant de beşdar bûn. Ew meş bû nîşaneya piştgiriya civakî, nerazîbûneke hevpar a li dijî nîjadperestî û netewperestî. Hrant sembola qirkirina ermeniyan e lê belê dewleta tirk dixwaze vê komkujiyê, piştî Holocaustê ku li dinyaye herî zêde dihê gotûbêjkirin, reş bike, bixe binê xaliyan û veşêre.

Mîlyonek an jî 2 mîlyon mirov hatin kuştin. Ji bo çi heta îro qebûlkirina komkujiya ermeniyan ji bo dewlet/saziyên tirk dijwar e û şîrovekirin qedexe ye?

Her çi qas saziyên fermî li Tirkiye’yê qirkirinê red jî bikin, gelek kes li derveyî Tirkiye’yê vê meselê dihînin ziman. PEN a navneteweyî jî pêşniyar kir ku benda (301), ku xeberdana li ser qirkirina Ermerniyan ku ji aliyê tirkan ve hatibû pêkanîn, ceza dike bê rakirin. PEN’a navneteweyî îro darizandinên (ên ji ber 301) 25 nivîskar, rojnamevan û gerînendeyan dişopîne. Kongreya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê kuştina ermeniyan wekî „komkujî“ bi nav kir. Her çi qas li Swêd’ê partiyên lîberal di destpekê de li dijî pejirandina peşniyaza partiyên sor û keskan ji bo qebûlkirina komkujiya ermeniyan bûn jî, parlementoya Swêd’ê jî di 11’ê Adara 2010’an de qirkirina ermenî, asurî/suryanî/keldanî û yewnanên pontus ên ku bi destê dewleta tirk pêk hatibû, wekî komkujî nas kir.

Tirkiye’yê jî bi vekişandina balyozên xwe yên li Swêd û DYA’yê bersiv da û piştî wê jî Recep Tayyîp Erdogan seredana xwe ya bo Swêd’ê betal kir. Serokwezîrê tirk Erdogan gef li wan kesan xwar ku navê komkujiyê dihînin ziman û got ewê 100 hezar ermeniyên li Tirkiye’yê ku ne xwedî hevwelatiya Tirkiye’yê ne dersînor bike.

Di Sibata îsal de gava ku rûniştina 12’emîn pêk dihat, li derve li ser kolona koşê, di nav meşa ji bo mirovên kuştî û Hrant de mirovan bang dikir û digot: ‘Kuştina Hirant biryareke fermî û hevpar e.’ Çavdêrên navneteweyî û parêzerên mafên mirovan him li nav û him jî li derveyî Tirkiye’yê dixwazin ku nîşanî dewleta tirk were dayîn ku têkoşîna li pêkanînên li dijî azadiya ramanê û dadxwaziyê wê her berdewam be.

Wergera ji swêdî
Sharo Brahîm Garip

Çavkanî

Trine Kleven : Seroka PEN’a Norwec’ê

International PEN: www.internationalpen.org