Hunera erebî a hemdem: Ji Charybdeya parêzvanîya dewletî ber bi Scyllaya bazarê ve

Translator

Di gotarekê de ku di hezîrana 2010ê de di rojnameya lubnanî Al-Safir de hat weşandin, nitarê sûriyeyî Youssef Abdelki, rûyekî naskirî yê hunera erebî a hemdem, bi gotinên êrîşkar bela xwe di Khaled Samawi, xwediyê galerîya pêşangehan a Damasê Al-Ayyam, dida -tevî ku wî pê re kar jî kiribû. Hunermend, rexnegir û rojnamevan bi dorê gelek caran ketin nav guftûgoyê, bi giştî ji bo parastina wî yê ku bi saya peymanên bijarte bûye alîkarê veguhertina rewşa afirînerên ciwan. Bi wan peymanan, ciwanên afirîner dikarin xwe bi temamî bidin berhema xwe û ji bo cara yekê an diduyê, bibînin ku berhema wan li derveyî sînorên welatê wan tê pêşandan.

Digel alîyê wê yê bivênevê şexsî, vê polemîkê heq kir ku mîna li cihên din ên herêmê, li ser xwemalîkirina bilez a bazara hunerê ya li Suriyeyê, bi awayekî aşkere pirs bên kirin. Bi saya peydabûna tîpekî nû yê navbeynkaran, gelek hunermendan karî xwe berdin nav cazîbeya feydeyan. Feydeyên aborî jî tê de, wan di qada navneteweyî de teqdîreke mezin jî bi dest dixist. Lê yên din, di mînaka Youssef Abdelki de, bi qasî ku ji rexneyan xuya dibe, di nav demê de bêhtir pirsan ji xwe dikin û dibêjin gelo êdî pêşangehên weha, komserên pêşangehan û bi taybetî jî sazîyên mezin ên biyanî yên mezadê çi îfade dikin. Îcar, aniha ku di pergala fireh a spekulatîf a bazara cîhanê de jê re beşek hatiye veqetandin, gelo hunera erebî nakeve wê talûkeya ku dev ji kokên xwe berde û taybetmendîya xwe, ango nasnameya xwe winda bike?

Resimandina li ser sêpêyê ya "bi terzê ewropî", ku bi Nahda re derketiye holê, her tim cihekî cuda di cîhana hilberandina çandî de girtiye. Nahda tê hemwateya Ronesansa ereb a sedsala 19ê. Wextê ku mirovên wêjeyê di warekî pir teqdîrkirî de, ango di warê ziman de kar dikir, wextê ku mirovên dîmenê an jî muzîsyenan xîtabî girseyeke pir fireh dikir, hunermendên şêwekar jî, ku pir caran hilgirên formên estetîk ên kevneşopî bûn, li cem bijarteyên bajarî yên ku herî hesas bûn ji bandorên biyanî re, hema hema qet deng venedidan. Ji ber nebûna bazarekê ku karibe xweserîyeke biçûk di xebata wan de dabîn bike, îcar ew bi temamî bûn mecbûrî alîkariyan. Alîkarî jî bi giştî pir hindik bûn û ji alîyê sazîyên gel ve dihatin belav kirin. Ha ji ber vê yekê, an ew ê di nav terzê klasîk ê qure yê xeta fermî de bimana, ku bi saya wê, piçek be jî, karibin debara xwe bikin, an jî ew ê li gor pêdivîya herî mezin a artîstîk tevbigeriyana, ku ev jî dihat wateya marjînalîyê an jî sirgûna ber bi asoyên din ve. Ji xeynî van, li ber wan tu rê tunebûn. Heta van çaxan jî, di derdorên artîstîk ên dinyaya ereb de, mirov dikaribû rastî fîgurên dijber – lê di encamê de temamkerên hev – bihatana; fîgurên resamê karmend û yên hunermendê naletkirî. Li cem hunermendê naletkirî, yanî sou’louk, xetên bohem ên parnasî û bîranînên dûr ên êşqiyan -helbestvanê marjînal ku her tim çolên berê yên Erebistanê bi bîr tîne, têkilî hev dibûn.

Xwemalîkirina çandê, eger rê li ber mudaxaleyeke biçûk a desthilata gel negire –ku ev jî tê wateyeke pir cuda ji ber ku ew ê êdî ne di rewşa yekdestîyê de be–, di encamê de bi guhêrîn û demdemîtiyên li gor rewş û mercan parvekirineke nû afirand. Wek mînak, veguherînên sehneya çandî ya li Misira infitahê gelek sal beriya veguherînên li Sûriyeya Beşar El-Esed pêk tên. Infitah, ango "derîyê vekirî" ji veberhênana şexsî re, bi daxwaza Sedat di nîvçeya salên 1970yê de pêk hatibû. Hatina El-Esed a ser desthilatê, çarêk sedsal pişt re û ligel lezandineke mezin a teşebusên vebûna aborî, pêk hat. Di 1989ê de li Qehîreyê, rêxistina "Salona yekê ya ciwantîyê" ji bo pisporên mijarê heyameke artîstîk dest nîşan dikir, lê olanên sûriyeyî bi awayekî fermî di 2008ê de, bi saya pêşangeha "nifşê nû yê resamên sûriyeyî" bersiva xwe dît. Ev pêşangeh di nav çarçoveya "Damas, paytextê çanda ereb" de hatibû li dar xistin.

Tevî vê yekê jî, ev cudatîyên rîtmê bi tu awayî nihêrîna gişti naguherînin: Derketina holê ya pratîkên nû yên artîstîk bû sedema şkestineke misoger. Bi vî rengî, guftûgoyên li ser "huner ji bo hunerê ye?" an "huner ji bo gel e?" ji dema bihurî re hatin terikandin, bêyî ku sazîyên fermî yên ji dabînkirina qada çandê berpirs karibin gotinekê jî bibêjin. Guftûgoyên li ser van pirsan ji salên 1950yê ve her tim piştgirên razberîyê û piştgirên realîzmeke kêm zêde angaje û kêm zêde mîratgira kevneşopên cîgayî hejandibûn. Herweha li Misirê jî, ku Faruq Husnî ji 1987ê ve berpirsê wezareta çandê ye û herweha resam e, bi saya bandora pêkhênerên nedewletî, îfadeyeke nû ya plastîk xwe da der. Ev îfadeya nû bi awayekî wêrek zimanekî hemdem pejirandibû (hunera rêmanî, bikeyskirin, hunera vîdeo...). Bi pêşangehên nû wek El-Eyyam û Art House, li Sûriyeyê rewş bi heman awayî ye, heta hê zêdetir aşkere ye. Ev herdu pêşangeh di 2006ê de bi dildarî û navgînên heta niha nedîtî ji bo welêt hatibûn ava kirin.

Di nav salan de, nifşekî nû yê hunermend hem xwe, hem jî tevî xwe, lûgateke estetîk a durehî, melez jî bi zorê da pejirandin. Ev lûgat, li gor modela gelek formên cur bi cur ên artîstîk û hemdem, bi taybetî di warê muzîkê de, ji hemû çandên dinyayê peyvan digire, bêyî ku ji nasnameya xwe ya ereb zêde tawîzê bide –tenê dijraber ne di wê nihêrînê de ne–.

Hindik mabû ku em, ji ber marjînalkirina nihêrîna "azadker" a ku di wextê Nahdayê de hatiye pêş xistin, bawer bikin ku însiyatîva gel êdî bi temamî ji holê rabûye, lê qet ne wisa ye. Berevajî, ew her ku awayê sekna xwe ya herêmî û armancên xwe tecrûbe dike, ango her ku guherîneke dualî pêk tîne, pê re jî ji nû ve dizê û balê dikişîne ser dînamîka guherînê ya di warê artîstîk de. Mîrnişînên Kendavê alê ji destên ciwanên komarparêz ên di serxwebûnan de hilberandî, digirin û êdî şûna polîtîkayên çandî yên berê planên pêşvexistinê bi cih dikin. Ev planên pêşxistinê xwedî armanceke civakî û perwerdeyî ne, lê ev bi armancên din jî -belkî yên sereke- tên kirin: amadekirina aborîyên xwecih ji bo piştî-petrolê, di riya pêşxistina xebatên girêdayî tûrîzm û bazara luksê de ji bo curbicurîyeke pêwist a çavkanîyên xwe.

Emîrata "biçûk" Sharjah a ku di warê çandî de bi wêrekîya xwe, qet nebe li herêmê, tê naskirin, di 1993ê de bi çêkirina pêşangeha xwe ya dusalane ya hunera hemdem, di vî warî de rê vekir. Lê belê du cîranên wê, Abu Dhabî û Dubaî ne, yên ku ev bûyer berfireh kir. Van bi dehan salan pişt re, bi serfkirina bi sedan milyaran dolar, projeyên muhteşem ên çandî dan dest pê kirin. Di wan projeyan de, huner hem bi formên bavûkalan hem jî bi formên hemdem cihekî bingehîn digre.

Bes li ser girava Saadiyatê, li Abu Dhabîyê, tevî parkeke pêşanê û salonek ji bo hunerên xwepêşanê, ji mîmarên hemdem ên herî binavûdeng pênc muze hatin sparîş kirin. Îcar Dubaî, ya ku di 2007ê de yekemîn Fûara xwe ya Hunerê ya Kendavê (Gulf Art Fair) vekir, di bin vê de nema û alîyê bingehîn ê vê dînamîka nû ya çandî aşkere kir: dawetkirina dezgehên mezin ên şexsî yên bazara hunerê ya navneteweyî. Li gor armancên xwe, paytextê aborî yê Emîratan ji bo gavên teşwîqkirina milkfiroşên mezin ên navneteweyî, di serî de dezgeha Christie’s qebûl kir ser axa xwe û vê dezgehê jî di 2005ê de şaxekî xwecih li wê derê vekir. Ev armanca Dubaîyê ji ya reqîba wê Abu Dhabî hê zêdetir darayî û siyasî bû. Salek bi dû ketina wê ya nav xebatan, vê dezgeha mezadê ya ku navenda wê li Londrayê ye, cîroyeke nelibendê pêk anî: 138 milyon euro. Ev reqam çar-pênc qat zêdetirî texmînan bû.

Piştî vê, Emîratan komek bispor, bazirgan, pêşangehvan, berpirsên hunerê, rojnamevanên ku ji bo kovarên mîna Bidoun an jî Canvas dixebitîn, ber bi xwe ve kişandin (di 2005ê de ji dema sîteya medyayan a Dubaîyê) û bûn pireke bazara navneteweyî ya hunerê. Di gava yekê de, ev tevger bi kêrî hunermendên hindî û îranî û hêjayên hoste yên wênesazîya erebî a hemdem hat: Di nîsana 2010ê de, di dema mezadeke Christies de, tabloyeke Mahmoud Saîd, hunermendê misirî yê di 1964ê de rehmetî bûyî, nêzîkî bi 2,5 milyon dolaran hat firotin. Ev meblaxeke rekor bû.

Lê helbet ji Maxrebê heta Maşriqê, tevahîya afirînerên ereb ên hemdem ji elaqeya berhevkar, bisporên bijartinê û veberdêrên mezin îstifade dikin. Wek pêşangeha bi navê "Unveiled: New Art from the Middle East" jî şahidîya wê dike, ku di sibata 2009ê de li pêşangeha bi navûdeng Saatchi ya li Londrayê hatibû li dar xistin, "berhemeke" nû ya di bin etîketên bi têkildarîya îslam û çanda erebî de tê firotin, êdî hem bala muşteriyên xwecih hem jî yên navneteweyî (herî zêde jî bikirên asyayî) ber bi xwe ve dikişîne. Îcar navbeynkarên xwecih bi hosteyî dest avêt vê modeyê û ev jî bû sedema ku fiyata berheman hilfire. Mesela li Sûriyeyê, bazareke ku demeke dirêj dûrî guherînên sehneya artîstîk a herêmî mabû, di van salên dawîn de, fiyatên berheman %300 heta %400 bilind bûn: berhemên ku berê çend sed dolar fiyat di wan dihatin dayîn, îro bi giştî di navbera 5 000 û 10 000 dolaran de tên firotin.

Ji bo hunermendan, bi taybetî ji bo yên ku wext û tecrûbeyên din dîtine, guherînên weha endîşeyeke mezin li ser siberoja pratîkekê peyda dikin ku, ji ber şertûmercên tertîpkirina wê ya di çaxa hemdem de, li dor sazîyên serbixwe yên wek dibistan an jî muzeyan pir kêm hatiye plan kirin. Esas encamên vê rewşê ji niha ve xwe didin hîs kirin. Berhemên zêde curetkar –wek mînak, berhemên tazî– hêdî hêdî di dîwarên pêşangehan de dimirin. Pêşangeh bi fikar in ku zêde muşteriyên dewlemend ên xwecih şok nekin. Lê esas divê mirov bikeve nav fikaran ku di nav bazara dinyaya ku ji aliyê dewlemendên Emîratên Kendavê ve hat fetih kirin, ketina bihayê, li ser hunera erebî a hemdem zêde nebe mal. Bi guncîna rihê cihên ku jê re îmkan dane, derkeve ser sehneya navneteweyî, belkî hunera erebî a hemdem, bi devjêberdana hemû erkên rexneyî, wê mecbûr bimîne destê xwe ji polîtîkayê bişo da ku bibe tiştekî ji rêzê yê luksê. Piştî Charybdeya parêzvanîya siyasî, bi awayekî, Scyllaya bazarê jî...

Çavkanî

Yves Gonzalez-Quijano:
Mamosteyê wêjeya erebî a nûjen li zanîngeha Lyon 2, lêkolîner di Koma Lêgerîn û Lêkolînên li ser Behra Spî û Rojhilata Navîn (Gremmo) de, nivîskarê bloga Çand û Polîtîkaya Erebî
(http://cpa.hypotheses.org).

    Wergera ji fransî: Aynur Bozkurt