Hunerê birêvebirina ‘‘pirsgirêka penaberiyê”

Nicolas Sarkozy’ê ku wê demê serokê rêbaza Yekîtîya ji bo Tevgera Gelî (YTG) ya di derheqê penaberîyê de bû, 9’ê Hezîrana 2005’an, xwest peyveke nû ya polîtîk bicerribîne ku serkeftineke mezin bi dest xist: ”Ez dixwazim ji penaberîya ku li me bûye bar derbasî penaberîya hilbijartî bibim.” Bê guman, penaberîya ji bo kar berî vê axaftinê jî hebû, lê belê bi vî awayî hate nûkirin: biryar di destê dewletê de ye, ne di destê penaberan de- yanî, vegera ku jê re dibêjin”bi dilê xwe” û dersînorkirina pejirandî ya bi pereyan, wê bi dû vê re were. Birêz Sarkozy bi dû re daxuyand: "Kî çi bêje jî, heqê Fransayê yê bingehîn e ku biryarê bide bê mafê kê heye ku were û li ser axa wê bi cih bibe û bê mafê kê tuneye.” Alternatîfa wê bi vî awayî hate pêşniyarkirin, weke bersiveke maqûl ya li ser pirsgirêkeke weha ku him aborî ye û him jî siyasî ye.

Ji hêlekê ve, ev têgihiştin nayê wateya ku penaberî ji binî ve tê redkirin (dijberê wê, bi dengekî bilind tê gotin ku Fransa divê tim weke axa melezîyê bimîne). Ev têgihiştin, beyî heyecana ku jê difûre, awayekî têkelkirina bêgavîyên pragmatîzma aborî û israra xeta polîtîk e. Bi awayekî din jî, ew wê derfetê dide ku xwe bi temamî ji piştgirên vekirina sînoran û herweha ji piştgirên sifir-penaberîyê safî bikin, yanî çepên çep û rastên rast. Derfeta din jî ew e ku, çepên sosyalîst bi vî awayî ji warê xwe yê polîtîk bêpar têne hiştin, yanî xwe li nava herdu hêlên tûndrew dide bicihkirin.

Dîsa jî, dabeşkirina di navbera penaberîya ”bar” û ya ”hilbijartî” de bi nakokîyeke bingehîn ve dikeve nava xetereyekê: Ev sazkirina polîtîk hevdu nagire û li ser bingehê zanînekê jî nehatiye sazkirin . Ya rastîn, penaberîya”hilbijartî” penaberîyeke weha ye ku bi kar ve têkildar e; ya”bar” jî bi taybetî behsa penaberîya malbatî dike. Lê belê, gava ku mirov li rastîya pirsê binere, herdu penaberî ne dijberên hev in. Ji hêlekê ve karker wê bê guman bibin xwedî malbat: ew bi tenê ji bo pereyan nayên. Ji hêla din ve, malbat bi pirranî li kar jî digerrin: peywendîyên mirovan ne li dijî hişmendîya aborî ne. Yanî, ev mijar him mijara mirovahîyê û him jî mijara hişmendîya rastîn e: Fikra ku dibêje ‘qey malbat û kar di nava du cîhanên paralel de dijîn û tu peywendîya wan tuneye’, fikreke bêserûber e. Bi kirtî, yanî çareserîya ku Birêz Sarkozy pêşniyar kiriye, ne çareya vê pirsê ye: mirov nikare him rêyê li ber penaberîya”hilbijartî” veke û him jî rêyê li ber penaberîya”bar” bigire.

Bê guman, hikumeta fransî hewl dide ku di nava herduyan de dengeyekê çêbike: ma penaberîya malbatî (hema hema) neh qatan ji penaberîya karî ne zêdetir e? Nameya kar ya ku roja 9’ê Tîrmeha 2007’an ji Brice Hertefeux’ê wezîrê penaberan re hatibû şandin eşkere dibêje: ”Armanca te ew e ku penaberîya aborî bibe % 50’ê hejmara hemû penaberên ku hatine.” Yanî, bi kêmkirina penaberîya malbatî û bi zêdekirina penaberîya karî, weke ku ji rapora salane ya Komîteya Navwezîrî ya Kontrola Penaberîyê jî diyar dibe . Herçend di sala 2007’an de, rajeya beşê penaberîyê ya ku bi karî ve têkildar e li gora sala 2006’an zêde bûye jî (ji % 11.3 bûye % 14.1), ev yek bi ”xêra” kêmkirina destûra mayinê ya ji ber sedemên malbatî ve hatiye bidestxistin. Digel diyarkirina sed û heyştê karên ku ”ji ber nebûna daxwaza van karan” ji penaberan re hatine vekirin, rastîya hejmaran gellekî dûrî daxuyanîyên fermî ye: Heta dawîya 2008’an jî bi tenê 160 kesan destûra mayinê ya bi sedema ”zanîn û zîrekî” wergirtiye!

Devjêberdana penaberîya ”hilbijartî” ne ji ber bandora qeyranê ye. Rewşa nuha bi tenê derfetê dide ku encama ku ji hejmaran derdiket bihataya piştrastkirin. Gava ku mirov nameya ku 31’ê Adara 2009’an ji Eric Besson’ê wezîrê penaberîyê re hatiye şandin dixwîne, divê ev agahî jî di bîra mirov de be. Êdî ”karê bingehîn ew e ku kesên ku li Fransayê bêkar in bikarin kar bi dest bixin.” Gellekî balkêş e ku piştî ku ev name di çapemenîyê de belav bû, dewama vê hevokê ku digot ”yanî, ji ber ku warê desthilatdarîya te ye, divê tu berê xwe bidî karên ku biyanî bi qaçaxî tê de dixebitin” kes nizane çawa, lê ji belgeya fermî hat derxistin . Gelo êdî ev têgihiştin nabe biryara ”tercîha Netewî”?

Hilbijartî be jî, ne hilbijartî be jî, penaberî tim û daîm weke pirsgirêkekê tê şirovekirin. Heger ne weha be, çima mirov carê qanûnên tûndtir li pey hev derxe? Piştî qanûnên Sarkozy yên 2003 û 2006’an, û qanûna Hortefeux ya 2007’an, nuha jî bê şik wê qanûna Besson jî derkeve. Bi awayekî eşkere xuya dibe ku têgihiştina Birêz Sarkozy ne li ser çareserkirina pirsgirêkê ye, bi tenê birêvebirina wê ye.

Danberheva daxuyanîyên wî yên 9’ê Hezîrana 2005’an û axaftina li ser siyaseta giştî ku Dominique de Villepin’ê serokwezîrê nû û raqîbê wî yê sereke roja berî wê li parlamentoyê kiribû, wê rewşê zelaltir bike. Herçend Birêz de Villepin behsa penaberîya ”hilbijartî” (lê, ne ya”bar”) dikir jî, wî bi dijberîya penaberîya îllegal û qaçax behsa wê dikir; wî li gora raqîbê xwe peyveke nû ava nedikir (an jî bê kompleks bû), wî êrîşî penaberîya ji ber sedemên malbatî nedikir. Lê belê, Birêz Sarkozy bi xêra hilbijartina xwe ya peyvan du kar bi hev re dikirin. Heta wê çaxê, gava ku behsa penaberîya ”bar” dihat kirin, behsa penaberîya qanûnî û heqî dibû. Êdî ya ku diviya siyasetê rê li ber bigirtaya ew bû; yanî, şerrê li dijî penaberîya bi qaçaxî têrê nedikir.

Bi vî awayî, dersînorkirina penaberên ku bi qaçaxî li wira ne, di nava daxuyanîyên hikumetî de cihekî keyfî digirin. Xem nake: Hejmara kesên bêkaxez li Fransayê ne ewqasî zêde ye ku mirov rewşa wan bike pirsgirêkeke sereke. Li gora Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku duwazde milyon penaberên qaçax nikarîbûn tev li hilbijartinên serokkomarîyê bibûna, li Fransayê, ji bo amadekirina nîqaşên civakî yên li ser çend sed hezar penaberên qaçax û di nava xelkekî de ku nifûsa wî ji şêst milyonî zêdetir e, lazim e ku xebateke polîtîk ya mezin bê kirin. Pirsgirêka penaberîyê bi tena serê xwe nayê kirin; mirov çiqas behs bike, ev pirs ewqasî heye, û ji ber ku tim xwe nû dike jî ev pirs her dewam dike.

Birêz Sarkozy sala 2005’an weha behsa pirsê dikir: ”Ji hêlekê rêzgirtina li jiyana malbatî yek ji nirxên me yên bingehîn e û merceke tevlêbûyina civakî ye. Ji hêla din ve jî, anîna xelkê ya ji ber sedem û peywendîyên malbatî di nava penaberîyê de cihekî gellekî giring digire û dibe sedema gellek zexelîyan (zewaca sexte an jî ya bi zorê, zexelîyên li ser nifûsê…).” Gelo hebûna zexelîyan dibe sedema ku hikumet bixwaze dengeyekê di nava wan de çêbike? Piştî wê jî encamên wê hene: ”Divê mirov biwêre û nîqaşê bi awayekî din bike. Hatina bi peywendîyên malbatî, bê guman mafek e, lê belê ne mafekî weha ye ku mirov bikare zagonan li gora xwe bi kar bîne.” Yanî, ez jî dizanim, lê dîsa jî…

Ji têkoşîna li dijî zexelîyan, em di cih de derbasî şiroveyeke nû ya hiqûqê bûn: ”Divê berî anîna wan bi awayekî ciddîtir li ser nirxandina rewşa kesên ku dizewicin ya aborî û cihê wan yê mayinê û tevlêbûyina civakî were rawestîn.” Jiyana malbatî êdî ne bes e ji bo tevlêbûyina civakî; jê bêtir, tevlêbûyina civakî êdî dibe şertên berî hatinê.

Gelo bi vî awayî behs dibe ku mafê jiyana malbatî li Fransayê xwedî nirxeke destûrî ye û Rêbaza Ewrûpî ya mafên mirovan jî, di xala 8’an de, diyar dike ku mafê her kesî ye ku”rêz li jiyana wî ya taybetî û ya malbatî were girtin? ” Rapora komîsyona Mazeaud ya li ser çarçoweya destûrî ya vê polîkaya penaberîya ya nû di tîrmeha 2008’an de weha diyar kir: ”Herçend rêzgirtina li jiyana taybetî û malbatî mafek be jî, kontroleke xurttir dikare li ser bicîhanîna şert û mercên pêkanîna vî mafî were kirin” û awayê vê kontrolê jî ”ji alîyê Komîsyona Destûrê an jî Dadgeha Yekîtîya Ewrûpa ve hatiye erêkirin.”

Li ser temamê bernameya têkoşîna li dijî penaberîya ”bar” jî: ”Ji bo anîna kesên zewicî, divê rastîya zewacê û berdewamîya jiyana wan ya bi hev re bi awayekî ciddîtir were kontrolkirin; divê mercên wan yên aborî û cihê mayina zarokan were saxkirin; berî mafê mayinê ya li gora zarokên wan yên ku li Fransayê ne, an jî hemwelatîya wan a fransî hebe, divê li ser peywendîya wê û bavan û peywendîya wan ya bi perwerdehîya zarokan re bi awayekî pirhêl lêkolîn were kirin; divê belgeyên wan yên nifûsê baş werin saxkirin û li wan were pirsîn; divê beyî îstîsna zewacên pirjinî werin redkirin; ”Ceseda” [Kanûna hatin û mayina biyanîyan û penaberên polîtîk] civandina malbatî ya li welatê nû bi mafê rêzgirtina li jiyana taybetî û malbatî ve girêdide, divê binpêkirina vî mafî ku ji adetê zêdetir bilind bûye tim were kontrolkirin.” Komîsyonekê jî, digel ku li dijî zextên serokkomarîyê yên li ser kotayê li ber xwe daye û ji ber wê navdar bûye, herweha ev siyaseta nû pejirand û penaberîya malbatî weke pirsgirêkeke ku divê kêm bibe nirxand.

Qanûnên 2006 û 2007’an yên li ser penaberîyê û qanûna 2006’an ya li ser kontrolkirina zewacan, pişta herdu sedemên ku bi kêmanî ji sala 2003’an ve mafê jiyana malbatî kêm dikir xurttir kir: gumana li ser zexelîyên qanûnî û şert û mercên dijwartir ku berî civandinê divê bên pêkanîn. Di encama wê de, hejmarên li ser civandina malbatên ji zewaca duNetewî bi awayekî xurt kêm bûne: di navbera 2006 û 2007’an de, hejmara destûrên mayinê yên ji bo civandina malbatî hatine dayin % 10.6 kêm bûne. Rapora navwezîrî ku li jorê behsa wê hate kirin ji vê ketina hejmaran dilxweş e û dibêje ku ev kêmbûyin”bi awayekî weha ye ku mirov dikare wê weke destpêka demeke nû jî binirxîne.”

Gelo çima ”pirsgirêka penaberîyê” bi xêra îcadkirina ”penaberîya bar” ji nû ve kete rojevê û çima di hezîrana 2005’an de? Hikumeta nû roja piştî redkirina bi referandûmê ya Peymana destûrî ya Ewrûpî dest bi karê xwe kir. Bi xema lêbixwedîderketina ”wateya raya ku Fransîyan di 29’ê gulanê de eşkere kir”, serokê YTG’ê di wê bawerîyê de bû ku bersiveke duhêl dida”naparêzan.” Nîşan dida ku yê din ku li wan bûye bar, bi awayekî kulturî û aborî, ji rewşa “tamîrvanê polonî” bêtir, di rewşa penaberê ku nemaze ji Afrîkayê tê de xuya dibe; ji hêla din ve jî, di demeke weha de ku gellek rayedaran red dikir ku derfetên wan ji destê wan bên girtin, hikumetê polîtîkayeke ji dil nîşan dida û cudabendîya di navbera penaberîya ”hilbijartî” û ya”bar” jî ji vira dihat.

Hingê, li hember ”desthilatdarîya antî-Ewrûpî”, Birêz Sarkozy ”desthilatdarîya Ewrûpî” diyar dikir. Ji dêleva siyaseteke penaberîyê ku wê Parîs ji Ewrûpayê bi dûr bixistaya, ev siyaseta nû wê bikiraya ku Paris bibe xwedî roleke bingehîn: ”Ez dixwazim ku Fransa êdî li Ewrûpayê bi awayekî sîstematîk bibe yekem welatê ku stratejîyeke penaberîyê ya li gora rewşa cîhana hemdem pêşnîyar dike û ava dike.” Hevpeymana Ewrûpî ya li ser penaberan ku di dema serokatîya fransî de, 16’ê çirîya pêşîna 2008’an, ji aliyê Konseya Ewrûpî ve hate pejirandin, bû xala dawîn ya nîqaşên ku ji zû ve dest pê kiribû: ne bi tenê”pirsgirêka penaberîyê” di çarçowa Yekîtîya Ewrûpayê de tê nirxandin, lê herweha ev pirsgirêk êdî dibe navenda nasnameya Ewrûpî jî.

Ev serkevtina dîplomatîk bêguman ji xurtîya hilbijartînî ya stratejîyeke weha tê ku penaberîyê weke pirsgirêk bi nav dike, da ku pirsgirêkên din baştir di ser guhê xwe re biavêje, an jî, bi awayekî zelaltir, da ku awayên din yê nirxandina nerazîbûna ku di dema referandûmê re derket di ser guhê xwe re biavêje û bi vî awayî ji bersiva wan bireve.

Çavkanî
  1. Navê vê partîya polîtîk ya fransî Union pour un mouvement populaire (UMP) e. Di sala 2002’an de ji aliyê Jacques Chirac ve hate damezirandin. Ev partî, niha li Fransayê desthilatdar e û weke partîyeke rastgir û muxafazakar tê naskirin.
  2. Binerin: Cette France-là, 06.05.2007 / 30.06.2008, weşanên La Découverte, Paris, 2009, bi taybetî r. 389-394.
  3. Di sala 2006’an de, di nava 183 hezar û 200 kesên ku ji bo demeke dirêj hatine Fransayê de, bi tenê 10 hezar û 700 kes ji bo kar hatine. Yanî hema hema bi qasî penaberên polîtîk ku hejmara wan 10 hezar û 200 e. Lê belê, kesên ku dikevin nava penaberîya malbatî 98 000 kes in.
  4. Secrétariat général du comité interministériel de contrôle de l'immigration, Les orientations de la politique de l’immigration. Cinquième rapport – décembre 2008, La Documentation française, Paris, 2009.
  5. Mirov dikare vê agahîyê li ser malpera Office français de l’immigration et de l’intégration piştrast bike. Lewre, vê malperê ji bo wersîyona ku mirov dikare daxe ser komputera xwe dawîya hevokê jê avêtiye, lê belê di wersîyona orjînal ya kopyaya wê nameyê de ew hevok weke eslê xwe hatiye jibîrkirin.