Îdeolojiya serxwebûna bindestan

Ji ber vê yekê ezê jî di vê lêkolînê de, him paradîgmayên sereke, him jî yên li dijî van binirxînim. Mînak; Gelek caran di lêkolînan de şer weke “pirsgirêka gelên bindest“ tê binavkirin. Gelo çima weke “pirsgirêka gelên serdest” nayê binavkirin? Yan jî daxwazên gelên bindest wek xetereke mezin tê pejirandin. Lê pişgiriya mafê gelên bindest weke pirsgirêk nayê hesibandin. Ji ber vê yekê zelalkirina teoriyan, metod û binavkirinan pir girîng in.

Ji dema ku dewletên netewî hatine damezrandin ve di navbera gelên bindest û serdest de şer sar nebûye. Bi taybetî jî sedsala 19 û 20’an (Deutsch 1972) weke termekî bi ser gel û netewên bindest de hat. Qirkirina yahûdî, ermenî, asûrî û kurdan hîn ji bîra mirovahiyê neçûye. Berî deh panzdeh salan li Ruanda, li Balkanan yan jî îro li Srî Lankayê bi hezaran, bi milyonan mirov hatin kuştin. Encama şer gelek giran e; şerê bi çekan ji aliyekî ve telefbûna mirovan, zirara aborî ji aliyên din ve xirabûna qeydên mirovatiyê bi xwe re tîne. Pirs ew e ku sedem û çareseriyên şer çi ne? Mirov dikare ji bo sedemên şer sê teoriyên mezin bîne ziman. Li gorî teorîsyenên modernîzmê şerê netewî/gel û komên bindest bi piranî bi paşvemayîna civak û aboriyê ve girêdayî ye. Teorîsyenên demokrasiyê şer wek pirsgirêka siyaset û demokrasiyê dibînin. Grûbeke din jî heye, ku wek “teoriya çand”, ew jî dibêjin ku çi gav çandên ji hev cuda bêne cem hev, bêşik şer çêdibe. Ji ber ku di dîrokê de mînakên li ser aştiya çandan ji mînakên şerê çandan zêdetir e. Di nav tezên min de ew teorî cih nagire.

Weke dîtina sedemên şer, çareseriya şer li gor teoriyan cuda cuda tê şîrovekirin. Lê dîsa jî mirov dikare van teoriyan di nava du kategoriyên mezin de kom bike: Teorîsyenên lîberal bi piranî çareseriya vî şerî di nava mafên mirovan ên şexsî de dibînin. Lê teorîsyenên ku piştgiriya plûralîsmê dikin çareseriyê di nava mafên (group) komelî de dibînin. Armanca min di vê nivîsê de ne kûrkirina van tez û mijaran e. Lêbelê, ez dikarim bêjim ku ji van teoriyan tiştekî hevbeş derdikeve holê: sedem civakî bin, aborî, siyasî û dîrokî bin, her tim sedema şer niheqî ye. Daxwaza min di vê nivîse de ev e ku sedemên dîrokî weke konseptên “etnîsîte”, “netewî” û konseptên “kesayetî” şîrove bikim. Di gelek beşên zanistiyê de ji bo kifşkirina qeydên giştî pirê caran metoda ‘’li hemberî hev girtin’’ tê bikaranîn. Ez jî li vir du dewletên ku pirsgerekên wan weke hev in, didim ber hev û dixwazin ku bibînim ferq di kuderê de ne û çima ev ferq hene?

Lêbelê çima Spanya/Bask (Euskadi) û Tirkiye/Kurdistan wek mînak hatin hilbijartin. Ji ber ku di aliyekî de dîroka Osmaniyan û Kastil/Aragonîan, damezrandina netew/ dewletên tirk û spaniyan, pêşketina civakî û aborî di aliyê din de jî parvekirina baskî û kurdan di nava dewletan de, şerê bask û kurdan û partiya bask wek ETA/PKK û Herri Batasuna/ DTP nêzikî hev in.

Etnîsîte: Li Yûnanistana kevin komên biyanî wek “ethnos” dihatin binavkirin. Li Îm- paratoriya Romayê jî bi peyva “ethnos” kesên li dervayê paytaxt Romê rûdiniştin, dihatin tarîfkirin. Ji wê demê heta îro “ethnos” dichtomiyek wek “em û hun” yan jî bi gotineke din “em û biyanî” tîne ziman. Di çavkaniyan de gelek binavkirinên “etnîsîte” hene, lê di şûna binavkirinan de ez dixwazim li ser konseptan rawestim. Gelek konsept hene. Mirov dikare wan di nav du beşan de berhev bike. Konseptên objektîf wek konseptên “prîmordalîst”, “trîbalîst” yan jî “sosyo-biyolojîk” bi piranî bala xwe dikêşin ser kokên mirovan. Ji ber ku konseptên sosyo-biyolojîk ber bi rasîsmê (nîjadperestî) ve diçin, ez bi guman li rastiya wan dinêrim. Ew konsept li vir nehate bikaranîn. Di konseptên objektîf de (primordal û tribal) taybetmendiyên wek ziman, malbat, eşîret û merlixî roleke mezin dilîzin. Li gor Barth (1969) û Geertz (1963) ‘’etnîsîte’’ fenomeneke îrrasyonel û psîkolojîk e.

Di konseptên sûbjektîf de xwemalî fenomeneke polîtîk û îdeolojîk e û bi daxwazî û berjewendiyê ve hatiye girêdan. Yanî kokên mirovan rolên mezin nalîzin. Konsepta objektîf bê dînamîk e û guherandina etnîsîteyê yan jî ya kesan nikare zelal bike. Di aliyê din de jî kêmasiya konseptên sûbjektîf ev e ku ew xwemaliyê bes di berjewendiya aborî û stratejiya entelektuel de dibînin. Ev jî ji sedî sed nerast e. Ji herdu konseptan diyar dibe ku du aspektên girîng yê “etnîsîteyê” hene: Kesayetî û berjewendî. Bi rastî jî eger mirov li dînamîkên tevger û palpiştiyê binêre, him kesayetî him jî berjewendiyê di nava van de dibîne. Weke McDonald jî gotiye li gorî fikra min, rola kesayetiyê ji ya berjewendiyê zêdetir e. Eger ne wisa bûya gelek komên berjewendiparêz hene, mirov çima hewceyî komên etnîk e? Epstein dibêje ku endamiya komên etnîk baweriyek e yan jî rizayeke dildarî ye. Ji ber ku hevaltiya salan, merlixî, cîranî yanî têkîliyên civakî dewlemendiyeke civakî ye û bi salan ava dibe. Yan jî ziman, dîrok û çand hemû şayayên taybet in ku tenê di nava wê kome de bi qîmet in. Ew şayan sermayeyên dîrokî û çandî ne. Kom di van nirxên xwe de parastina xwe û berdewamiya xwe dibînin. Herwiha komên etnîk li rêxistinên xwe yên siyasî jî wek sermayeya siyasî dinêrin.
Etnisîteya baskan

Çi wext baskî hatine ciyên xwe yên îro yan jî ji kîjan wextê de li wir bûn? Gelek dîrokzan li ser dîroka baska (Euskadi) kevin ne hemfikir in. Lêbelê gelek antropolog û etnologên baskî nivîsên li ser dîwarên Înan yên ku ne îndogermanî ne, mîna ‘’şopên baskî’’ nîşan didin. Ji ber ku zimanê baskî jî ne îndo-germanî ye, dozeke pêşda dajon ku baskî berî hemû ewrûpiyan li wir bûn. Di kesayetiya etnîk a baskiyan de dîrok û mîtolojî roleke mezin dilîzin. Berî her tiştî ji “fueros” yanî “komên asîl” weke dokumentan têne bikaranîn. Ji sala 711’an vir ve asturî, kanturî, galîçî û baskî xwe ji îslamê parastine. Gelên ku li dijî Fransa û Ereban, Spanyayê diparastin xeleta “asaletê’’ ji hikumdarî digirtin (Greenwood 1977). Ew gel ne mecbûr bûn bac bidin, ne jî mecbûr bûn leşkerî bikin. Bes li hemberî dijminên Spanya sînoran diparastin. Hinek dîrokzanên (wek Juan Matinez de Zaldibias 1564) baskî “komên asîl” weke “xwîna asîl” (Limpieza de sangre) şîrove dikin, dibêjin ‘’baskî qet tu caran ne li ereban ne jî yahûdiyan qelivîne.’’ Ji ber vê yekê baskî xwe ji spaniyan bilindtir dibînin û xwe weke xwediyê asîl yê Spanyayê dihesibînin. Du îdeologên netewiya Baskê, Peter Larramendî (1754) û Sabîno Arana jî di nivîsên xwe de gelek bala xwe dikêşin ser dîrok, kok û paqijiya nijada baskê. Arana bi berdedojo ku zimanê baskiyan yên ne indo-germanî yan jî bi piranî xwîna baskên Rhesus negatîf ji bo cûdahiya baskiyan peytên girîng in. Arana dibêje, ‘’Bask ji dîroka kevn ve heta îro her hebûne.’’ Larremendî jî dibêje ‘’Baskî gelekî matriarch bûn û ji ber vê yekê her tim demokrasî û wekheviyê diparastin. Ji ber vê baskî ji spaniyan bilindtir in.’’ (Röhmhild 1994, Heiberg 1989; Greenwood 1977). Ew konseptên objektîf îro zêde bandora xwe tune ye. Ji netewperestên çep yan radîkal heta netewperestên lîberal, “kesên li welatên Bask dijî û kar dike yan jî ji bo pirsgirêka netewa Baskê xebat dike” weke Bask tê binavkirin (Heiberg 1989).
Etnîsîteya kurdan

Di etnîsîteya kurdan de jî weke ya Baskê dîrok, mîtolojî û bi piranî jî ziman roleke gelek mezin dilîze. Li ser koka kurdan du teorî hene. Li gorî teoriya Mînorskî û Nikitîn kurd şopînerên Kassît û Karduhka ne. Weke aryenên din, paşê hatine Mezopotamyayê û zimanên van indo-german (indo-european) e. Nöldeke û Mar vê tezê napejirînin û dibêjin; ‘’Kurd xwediyê Mezopotamyaya kevnar in. Zimanê indo-german jî paşê ketiye nav zimanên wan. Lê gelek dîrokzan li ser vê hemfikir in ku kurd ji medan tên. Gelek etnolog û dîrokzan nivîsên asûrî, sûmer, akadiyan bi taybetî jî nivîsa Ksenefon û Şerefxanê Betlîsî ji bo koka kurdan wek delîl tilmînin. Li gorî Franz, Mezopotamyaya kevin mozayikeke gelan bû û wisa tevlihev bû ku mirov nikare bejê ku bav û kalên kê kiye! Li gorî fikra Mehrad Izady û Şerefxan Cîzîrî, kurd sentezeke indo-germanî û ne indo-germanî ne. Cizîrî dibêje, ‘’Çima mirov li dê û bav û mîletên din nagere bes li yên kurdan digere. Ew lêgerîna bav û kalên gelan ên biyolojîk tiştekî xelet e.’’ Franz dibêje, ‘’Kurd weke etnîsîte bi îslamê re derketin.’’ Îro kurd bi çi awayî tên binavkirin an jî kurd kî ne? Dr. Nebez jî wiha bi nav dike: (binavkirina Izady jî nêzikî wî ye) “Kesên li hemberî gelên din xwe wek endameke gelê kurd dibînin, xwe kurd dihesîbînin an jî ji aliyê gelê kurd ve weke kurd têne dîtin, kurd in.”

Konsepta etnîsîte ya baskî û kurdan bi konsepteke objektîf dest pê dikin û îro bi piranî hatine ser konseptên sûbjektîf. Lê dîsa jî pîvanên objektîf bi taybetî jî ziman li gel baskiyan û kurdan roleke gelek mezin dilîze. Mirov dikare bêje ziman bûye kesayetî. Ziman weke çek ji bo parastinê yan jî weke protest tê bikaranîn. Ji sedî sed ne diyar e. Parastina kesayetiyê yan jî ya ‘’etnîk’’ pi piranî ji ber zorê ye, yan jî ji ber xwenaskirina xezayî ye? Lê tiştê diyar ew e ku di tevgerên herduyan de etnîsîte roleke mezin dilîze.
Neteweperweriya etnîk: “Îdeolojiya serxwebûnê”

Şerê etnîk bi gotineke din berxwedana netewçêkirinê ye. Îdeolojiya wê jî netewperwerî ye. Wateya netew (nation) ji “nasci” ji latînî tê. Wateya wê ‘’zabûn’’ e. Lêbelê netew û neteweperweriya modern bi şoreşa Fransî dest pê dike. Netew jî weke ‘’etnîsîte’’ cuda cuda tê binavkirin. Ji bo Anderson (1996) û Gellner (1991) netew, ‘’civakiya siyasî’’ ye. Lê Connor (1994) û Smîth (1995) netewê di katagoriya gel û etnîsîteyê de dibînin. Yanî konsepta Anderson û Gellner konsepteke sûbjektîf e. Li gorî wan netew tiştekî bi hîs û daxwaziya şexsan ve hatiye girêdan. Konsepta objektîf a Connor, Smîth û Şenghaas bingeha netew di etnîsîte, dîrok û pîvanên objektîf de dibînin. Ji bo wan netew ne fenomeneke sentetîk e, netew bi salan di pêvajoya xwezayî de ava bûye. Pirs ew e kurd û baskî netew in yan na? Li gorî Deutsch, ‘’Eger gelek bi piranî ji bo etnîsîteya xwe yan jî ji bo zimanê xwe di nava tevgerê de be, ew netewek e; eger gelek doza dewletê bi destê xwe bixe, ew neteweyek e. Binavkirina Hroch jî nêzikî ya Deutsch e lê Hroch zêdetir ji bo binavkirina netewê balê dikşîne ser têkîliyên navbera komekê de, wek yên dîrokî, aborî, çandî, siyasî û ziman.

Herçiqas me bahsa konseptên netew yên objektiv û subjektiv kirîbe jî, ferqeke mezin di navbera ‘’netewperweriyê’’ de jî heye. Netewperweriya berî îndustriyê û piştî îndustriyê ji hevûdû cûda ne. Netewperweriya destpekêr yanê ya berî dema îndustriyê li welatên wek Fransa û Îngiltereyê îdeolojiya eriş û întegratione bûn. Ji ve netewperweriyê re ‘‘netewperweriya navendî’’ te gotin. Ji ber ve yekê netewperweriya gelên sereke bi piranî ya navendê ye. Piştî dema îndustriyê li dijî netewperweriya navendî gelen bindest yani yên kêleka navandê (dardor) netewperweriya kêleke peydakirin. Ew netewperwerî ne îdeoljiya êrişkariyê ye, îdeolojiya parastin û serxwebûn e. Netewperweriya bask û kurdan (etnonationalism) di vê grûbe de tê dîtin.
Netewperweriya kurd

Gelek nivîskar û dîrokzanên kurd dibêjin fikra netewî bi Ehmedê Xanî dest pê kiriye. Her çiqas mîrên kurd ji sala 1806’an heta 1880’an li hemberî osmaniyan şer kiribin jî, Bruinessen (1989) û Kutschera (2001) tevgera Şêx Ubeydullah ya sala 1880’an weke destpêka şerê netewî şîrove dikin. Di nava împaratoriya osmanî de li gorî sîstema “milet” ji mîrnîişînên kurd re digotin “Hikûmetên Kurd.” Ew hikûmet serbixwe yanî otonom bûn, ne hesab ne jî bac nedidan hikûmdarên osmanî (Cengiz 1997). Lêbelê Hikûmeta Osmanî, Kurdistan di nava gelek mîran de parve dikir. Ji ber vê jî gelek caran di nava wan de şer derdiket. Bruinessen li ser mijara netewperweriya kurd qala du qonaxan dike: ‘’Netewperweriya herêmî û ya tevahiya Kurdistanê.’’ Hroch berfirehbûna netewperweriyê li ser sê dewran dabeş dike: ‘’Di dewra yekem, yanê di dewra ro-mantîk de tenê kesên navdar xebatên wek edebiyata netewî dikin. Di dewra duyem de kom weke komal têne rêxistin. Di dewra sêyem de gel bi tevahî dikeve nava tevgera netewî.’’ Ez jî li gorî vê modelê bask û kurdan dinirxînim. Qonaxa netewperweriya kurd ji sala 1880’an dest pê dike û heta 1910/1920’an berdewam dike. Rewşenbîrên kurd, oldar û şaxsiyetên navdar bi piranî li Stenbolê li ser zimanê kurdî, wêjeya kurdî dinivîsin. Di despêka wê dewrê de netewperestên kurd yên mîna İshak Sükuti û Abdullah Cevdet bi Jontirkan re bi rê ketin; lêbelê piştî eşkerebûna zordestiya Jontirkan, rewşenbîrên kurd riya xwe ji wan veqetandin. Tesîrên neteweperes- tiya tirk li ser ya kurdan du ne. A yekemîn kurdan jî di nava metropolên osmanî de ji netewperestiya tirk mînak girtin. A duyem piştî geşbûna pantirkîzmê weke reaktion (acizbûn) hate holê.

Qonaxa duyem ji salên 1910/1920’an hetanî 1960’an berdewam dike. Di vê dewrê de jî gelek komal, rojname tevgerên mezin hatin avakirin. Rêberên tevgeran bi piranî oldar, nivîskar, paşa û serokê eşîran bûn. Tevger herêmî man, li tevahiya Kurdistanê belav nebûn. Her çiqas Kemalîstan ji bo komareke kurd û tirkan soz dabe jî piştî damazrandina Komara Tirk hemû soz hatin jibîrkirin. Kemalîstên rêçika Îttihat Terrakiyê şopandin zordestiyeke reştir bi ser kurdan de birin û kurd bi tevahî înkar kirin. Di vê demê de kurdan jî gelek caran heta sala 1940’î serî hildan. Lê kurd bi ser neketin û hatin qirkirin. Ji sala 1940’an heta 1960’an tevgerên kurd rawestiyan û kurdan gelek car hêviya xwe wenda kir. Di nava kurdan de asîmîlasyona reş û gewr bi hev re hatin meşandin.

Qonaxa sêyem di sala 1960’an de dest pê dike. Weke li cîhanê xwendekarên kurd jî tevgerên şoreşger ava kirin. Encamên van tevgeran rêxistinên wek PDK-T û DDKO damezirandin. Daxwaza wan partiyan Kurdistaneke otonom, serbestiya çanda kurdî û mafên civakî yên kurdan bû. Bi hezaran kes tevli meşên wan dibûn. Ew dema hişyarbûna kurdan ji bo neteweya xwe bû. Lêbelê cuntayên (1960/1971/1980) wek şevên tarî bi ser kurdan de hat. Kurdan jî li hemberî vê siyasetê di sala 1984’an de (PKK) dest bi şerê çekdarî kirin. Aktorên vê dewrê bi piranî jî tebeqeya navîn û ya jêr in; yanî bi piranî xwendekar, rewşenbîr, karker û cotkar bûn. Her çiqas Kurdistan paşvemayî be jî koçberên kurd yên ku li bajarên Tirkiyeyê ji aliyekê ve krîzeke kesayetiyê bi xwe re derxist holê û li aliyekî din de jî di zanîngeh û dibistanan de ji bo xwedîderketina li kesayetî û neteweya xwe hişyar bûn. Ji ber ku kapîtalîzm li Tirkiyeyê pêş ve diçû şerê tebeqeyan jî derdiketin holê, wî şerî bi veşartî şerê netewî hin zêdetir geş dikir. Wekî din jî bi saya pêşveçûna kapîtalîzmê ve medya li gelek deveran belav bûbû. Ji ber vê yekê tevgera netewî herêmî nema, li hemû derên Kurdistanê belav bû. Weke Deutsch jî anîbû ziman, rola xwendin, pêşveçûna civakî-aborî, avakirina bajêran, bi taybetî jî rola medyayê li vir careke din diyar bû. Ji ber ku kesên xwenda hindik bûn yan jî têkîlî kêm û dereng bû, xeber dereng digîştin qonaxa yekem û duyem, gelek dirêj dajot û netewperwerî herêmî dima.
Netewperweriya baskan

Dewleta Baskan a dawî di sala 905’an de ava bû. Mîr Navarra hingê herdu parçeyê welatê Baskan (ya Fransa û Spanya) di bin hikmê xwe de kiribûn yek. Lê di sala 1512’an de dîsa baskî ketin bin hikmê împaratoriya Kastil-Aragon. Bask teqrîben bi sînorê îro di nava Fransa û Spanya de hatin parvekirin. Her çiqas baskî bindest bûn jî weke min li jorê anî zimên di saya “Fueros” de ew otonom bûn. Baskî ji bac û leşkerdayînê azad bûn. Lewma mirov dikare bêje ‘’serbixwe‘’ bûn. Otonomiya baskiyan heta dewra Xanedana Bourbon ya sala 1812’an berdewam kir. Armanca Zanedanê Bourbon dewleteke lîberal und navendî bû. Piştî van li hemberî Karlisten dewlet bi dest xwe xistin (1876) ji tevda otonomiyê rakirin. Hikûmeta Spanya bazara Baskê ji hemû Spanyayê re vekir. Ji aliyê din de jî hikûmeta nawendî sazî, dibistan û karên fermî hemû bi zimanê Kastilan (spanî) meşandin. Piştî vekirina bazara welatên Baska ya ku gelek dewlemend bû, bi hezaran Spanî hatin welatê Baskê.

Piştî hatina Spaniyan, baskî di welatê xwe de bûn muhacir. Wendakirina çand û ziman, ji bo wan bû sedema tirseke mezin. Di encama van bûyer û tirsan de krîzeke kesayetiyê li gel baskiyan çêbû. Du derbeyên cûnta 1923 (Primo de Rivera) û 1937 (Franco) zordestiyeke giran li ser gelê Baskê kir.

Puhle jî modela Hroch ji bo netewperestiya baskê bi kar aniye. Li gorî wî qonaxa yekem yanî netewperestiya romantîk di sala 1870’an de dest pê dike û heta 1890’an berdewam dike. Rêberên vê dewrê nivîskar û rewşenbîr in. Qonaxa duyem ji 1890’an heta 1931’an berdewam dike. Di vê qonaxê de gelek navendên çand, komalên siyasî hatine sazkirin. Sabina Arena di vê demê de bingeha îdeolojiya netewperestiya baskiyan dagirt. Sabina yên ku di bin bandora netewperestiya Katalanan de maye Partiya Netewî ya Baska (PNV) bi ser lingan xist. Di vê dewrê de aktorên (rêber) tevgera netewî weke qonaxa yekem oldar, rewşenbîr û nivîskar in.

Tevgera netewî di sala 1931’an de berfireh dibe. Di hilbijartina 1931’an de diyar dibe ku Bask bi piranî bi hêstên netewî hisiyane û ji ber vê yekê piştgirî dan PNV’ê. Piştgirî bi piranî ji tebeqeya bingeh û navend in. Yanî ji hunermend, xwendekar, rewşenbîr, keşeyan heta karker û rêncberan gelek kes di tevgera netewî de cih girt. Netewperestiya baskiyan a nûjen xizmeta azadiya baskiyan dike. Netewperestiya wan bi piranî li ser faktorên etnîk yên wek ziman, dîrok û terîtoryûmê rûniştiye. Puhle û Waldman bi piranî netewperweriya baskiyan wek reaksiyoneke li hemberî zorê, li hemberî pergala navendî û bandora îndusriyalîzmê dibînin. Her çiqas bandora van tiştan jî hebe weke Röhmhilde jî dibêje, prosesên dîrokî û prosesên xwezayî weke hişyarbûnê rola xwe zêdetir in.
Hevberî

Her çiqas wek tabloyeke li jêr hevberî hatiye kirin jî şîrovekirina nivîskî, bi taybetî jî qonaxa sêyem balkeştir dike.

Di îdeolojiya netewperestiya baskiyan de du xet hene: Yek xeta lîberal-nûjen û xeta kevneperest. Li gel ya baskiyan, di ya kurdan de xeta lîberal û çepên radîkal derdikeve holê.

Oldar di nava tevgerên baskiyan de roleke gelek mezin dilîzin; di nava tevgerên kurdan de di qonaxa yekem û duyem de xwedî roleke balkeş in, lê di qonaxa sêyem de xwe dûrî tevgerê digrin. Netewperestên herdu gelan nêzikî hev dest pê dikin, lê netewebûna baskiyan pir zû dimeşe. Ji ber ku baskî di aliyê îndustrî, civakî û bajaran de zû bi pêş ve çûbûn. Xwendin û nivîsîn, medya jî di nava baskiyan de gelek belav bûbû.

Di qonaxa sêyem de wekhevbûnek heye; di tevgera netewî ya baskî û kurdan de armancên siyasî berî armancên çandî dimeşin.

Çavkanî

Li gor teorîsyenan şerên rûxênî karê komên etnîk e. Bi rastî jî ev dîtin bi fêl û fikrên lêkolînvanan ve gelek hatine girêdan. (Sigrist 1995) Gava mirov li ser fonksiyona legîtîmasyonê ya zanistiyê bifikre, mirov dibîne ku rê, teorî û heta peyvên ku lêkolînvan hildibijêrin, di lekolînê de roleke mezin dilizîn.

Çavkanî

  • Anderson, Benedict. Die Erfindung der Nation. 2. Auflage Frankfurt/Main, 1996, S. 15.
  • Barth, Fredrik. Introduction in: Barth, F. Ethnic Groups and Boundaries, Bergen/ Oslo, 1969 S, 9ff.
  • Bruinessen, Martin. Origins and Development of Kurdish Nationalism in Turkey, Berlin, 1981.
  • Celil, Celilê. Kürt Aydınlanması(Kurdische Renaisance), İstanbul, 2001
  • Cengiz, Canan. Die Entwicklung des kurdischen Nationalismus in der Türkei von den Anfängen bis 1945, Oldenburg, 1997.
  • Clark, Robert. P. The Basques: The Franco Years and Beyond. Basque Study Program, Reno. Univ. of Nevada Press, 1979.
  • Connor, Walker. Ethnonationalism: the quest for understanding. Princeton, 1994.
  • Deutsch, Karl. W. Nationenbildung- Nationalstaat- Integration, Düsseldorf, 1972, S. 204.
  • De Silva, M. M. The Basque nationalist movement. Massachusetts, 1972.
  • Epstein, Arnold L. Ethos and Identity: Three Studies in: Ethnicity, London. Tawistock Publication, 1978.
  • Franz, Erhard . Kurden und Kurdentum. Mitteilungen Hamburg, 1986.
  • Greenwood, Davydd. Continuity in Change: Spanish Basque Ethnicity as a Historical Process, 1977, S. 81-103.
  • Heiberg, Marianne. The Making of the Basque Nation. Cambridge, Cambridge Univ. Press, 1989.
  • Hroch, Miroslav. Das Erwachen kleiner Nationen als Problem der komparativen sozialgeschichtlichen Forschung ,1985, S. 155ff.
  • Izady, Mehrdad. Kürtler (Die Kurden) İstanbul, 2004
  • Kutschera, Chris. Kürt Ulusal Hareketi (Le Mouvement National Kurde), Paris, 1979.
  • Lazarev, M.S/ Mihoyan, S. X. Kürdistan Tarihi (Istoriya Kurdistana), İstanbul, 2001.
  • Mc Dowall, David. The Kurds: A Nation Denied, London, 1992.
  • Nebez, Jemal. Kurdische Zugehörigkeit: Wer ist Kurde? Stockholm 1987, S. 7.
  • Nikitin, Bazil. Kürtler Cilt 1 (Kurden Bd. 1). İstanabul, 1976.
  • Puhle, Hans. J. Baskischer Nationalismus im spanischen Kontext 1982, S. 51ff.
  • Röhmhildt, Kerstin. Nationalismus und ethnische Identität im `spanischen` Baskenland. Münster/Hamburg, 1994.
  • Smith, Anthony. The Ethnic Origins of Nation. Oxford 1986.
  • Valandro, Franz. Das Baskenland und Nordirland. Innsbruck/Wien, 2001.
  • Waldmann, Peter. Militanter Nationalismus im Baskenland. Frankfurt/Main. 1990.
  • Zulaika, Joseba. Basque Violence. Reno, Nevada. Univ. of Nevada Press. 1988.