Îflasa Yekîtîya Ewropayê li Filistînê

Li dijî dagirkerîyê protestoyên bêdil
Translator

Serokkomar François Hollande wê 18 û 19ê çirîya paşîn biçe Tel-Aviv û Ramallahê. Ji nîqaşa li ser hatî lihevkirin û wê de, Fransa wê hevkarîya xwe bi Îsraîlê re dewam bike, weke ku dagirkerî qet nebe. Û erê Yekîtîya Ewropayê di dawîyê de biryar da ku tedbîrên bersivdayînê bigire li dijî kolonîzekirinê, lê belê ew bi şermokîyeke ewqasî zêde vê dike ku jê nayê aştîyeke mayînde li herêmê ferz bike.

Bîst salan piştî Peymanên Osloyê Yekîtîya Ewropayê hîna nû qonaxeke pêşî li pişt xwe hişt ji bo ku bawerîyê bîne bi helwêsta xwe ya fermî ya ji bo dewleteke filistînî ya "serbixwe, demokratîk, bi yek xwedîyî û karibe li ser xwe bimîne". Giştînameyeke tîrmeha 2013an weşîyayî, ya rastî, fînansmana ewropî ji bo tevahîya entîteyên îsraîlî – şirket, zanîngeh, labaratuwarên lêkolînê, komele – yên ji sînorên sala 1967an û wêde û li kolonîyeke li Şerîa Rojava yan jî li rojhilatê Qudsê çalak in, ji 1ê kanûna paşîn a 2014an û pêve, ne mimkin dike.

 

Ev yek divê dawîyê bîne li alîkarîya ji şirketeke wekî Ahavayê re ku xwêya erdê û ya mîneral a Derya Mirî ya ku pîşesazên filistînî mehrûm in ji mafê sûdgirtina jê, dertîne; yan jî li alîkarîya Israeli Antiquities Authority re ya ku pê rayedarên îsraîlî hema hema xwedî yekdestdarîyekê ne li ser kontrol, parastin û pêşandana berhemên arkeolojîk li Filistînê.

 

Meriv ewqasî li benda biryareke bi vî rengî bûn ku Yekîtîyê tu carî nekarî yan jî nexwest daxuyanî û biryarên ji kanûna 2009an ve pêk bîne û hikûmeta Îsraîlê teşwîq dikir ku " di navê de firehkirina xwezayî ya kolonîyan jî, tavilê dawîyê bîne li tevahîya karûbarên xwe yên bicihkirinê li Rojhilatê Qudsê û Şerîa Rojava û tevahîya kolonîyên şên ên bêserûber ên ji adara 2001ê ve hatine bicihkirin ji hev de werin xistin".(1) Heta îro tevî binpêkirinên piştrastbûyî yên biryarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNO) û peymana Cenevreyê, tevî fikra şêwirdarîyê ya Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya li dijî dîwarê parçekirinê (2), tu cezakirin pêk nehat.

 

Tevî ku ev meseleyeke gelekî lezgîn e jî, lewre sîyaseta pêkhatî roj bi roj ji erdên filistînî keritandin û verotin û pê jî çareserîya bi du dewletan xistin bin hîpotekê. Şerîa Rojava êdî bi tenê komeke giravên bajarî ye ji ber dîwarê parçekirinê ku xeta wê de fakto % 10ê erdê filistînî îlhaq dike û % 60ê erdê wê jî dixe bin kontrola bi tevahî ya Îsraîlê – "Devera Cyê" ya navdar. (3) Li vê deverê ji niha ve sê sed û pêncî hezar cihûyên wargehan li sed û sih û pênc kolonîyan hene, li hemberî vê sed û heştê hezar filistînî li wir dimînin. Buroya UNOyê ya koordînasyona karûbarên insanî (Office for the Coordination of Humanitarian Affairs, OCHA) wekî din fikaran dike ku şideta bi destê cihûyên kolonîyan, blokekirina destûrên avakirinê ji bo filistînîyan bi destê birêveberîyên sivîl ên îsraîlî yên wezîfedar in li van erdan, û bi awayekî sîstemî xirakirina avahîyên "bê destûr" avakirî zêde bibe.

 

Ev xirakirina avahîyan projeyên Yekîtîya Ewropayê fînanse dike jî dike ber xwe, a ku dibe ku pereyên ji nû ve avakirina binesazîyên artêşa Îsraîlê xirakirî jî bide. Wekî mînak lîman û balefirgeha Xezzeyê, lê belê her weha avahîyên îdare û ewlekarîya Birêveberîya Filistînî – nexasim li Naplûs û Cenînê li deverên ku Yekîtîya Ewropayê 30 mîlyon ewro pere li jinûveavakirina du mûqatayan xerc kirîye, yên ku divê destpêka sala 2014an temam bibin – yan jî bicihkirina stasyonên bazê [base] li deverên gundewarî. Heta bi ekîpmanên seyar ên ji bo bikaranîna insanî (kon, stargeh, tuwalet...) bi awayekî bi rêkûpêk ji alîyê artêşê yan jî cihûyên wargehan ve tên xirakirin, tevî vê jî hîna tu doza tezmînatê nehatîye kirin. Bi tenê Buroya Insanî ya Civata Ewropî (ECHO) bi awayekî nivîskî sala 2013an doza tezmînatên malî kir. Bersiva dan wê redeke tezmînatê ya hişk û ziwa bû bi bahaneya ku avahîyên behs li ser wan ne bi koordînasyona bi rayedarên îsraîlî re hatine avakirin.

 

Bûyer – ên ku dîplomatên ewropî jî di wan de– pir diqewimin, lê belê pir caran ser wan tê girtin ji alîyê hikûmetên fikaran dikin ji pêkhatina pêlan [ên nerazîbûnê]. Bi vî awayî, desteka ji xurtkirina înstîtûsyonel a birêveberîya filistînî – mijara sereke ya kesên fonan didin ên ku tevî nebûna çareserîya sîyasî pişta xwe bi geşedana aborî qewîn dikin – bêyî dudilî dewam kir. Lê belê bi demê re ew veguherî serûmeke ku destûr da birêveberîya filistînî karibe xwe li ser avê bigire, jixwe Yekîtîya Ewropayê beşeke mezin a mûçeyên karmendên wê dide ango salê 150 milyon ewroyan.

 

Çavkanîyên avê timî kêşeyeke mezin bûn. Dîsan jî parvekirina wan bi piranî li dijî berjewendîyên filistîyan e ku girêdayî Joint Water Councilê ne ku armanca wê palpiştîya bi hev re biryardana herdu alîyan e, lê belê ji alîyê îsraîlî ve bi tenê ji bo blokekirina piranîya projeyên filistînî yên elaqedarî çavkanîyên avê yên bin erdê tê bikaranîn. Filistînî bi tenê dikarin bigihêjin % 20ê çavkanîyên li Şerîa Rojava li hemberî vê para îsraîlîyan % 80 ye (4); filistînî bi navînî serê şexs û rojê çar caran kêmtir avê xerc dikin. Yekîtîya Ewropayê jî di nav de "civata navneteweyî" weha dîyar e zivêr nîne ji ber fînansekirina projeyên miameleya bi avê re yên ku veberhênanên ji bo wan û mesrefên birêvebirina wan ji ber sînordarkirin û qedexeyên ku dagirker ferz dike zêdetir in.

 

Li Qudsê rayedarên îsraîlî bêhtirî ji sê paran pareke bajêr ji milkîyetê derxistin û di cih de wekî "erdê dewletê" ragihandin. Sala 2013an hejmara cîhûyên wargehan ên li taxên filistînîyan bicihbûyî du sed û pêncîh hezar e, hem li bajarê kevin, hewza dîrokî û hem jî kevîyên bajarî yên fireh ên li dora bajêr wekî xelekekê hene. Heta bi çandê, dîrokê û mîrateya çandî, dîrokî jî qadên ku ji nêz ve ji alîyê rayedarên îsraîlî ve tê kontrolkirin: nedana destûra xebitîna wekî rehberekî tûrîstan, desteserkirina berhemên dîrokî û destnivîsan, kontrola kolanên arkeolojîk... Ev yek weha dîyar e li gorî rapora dawî ya serekên mîsyona dîplomatîk a ewropî ên li Qudsê wê vê yekê eşkere bike: ev "hewldaneke armanca wê bikaranîna arkeolojîyê ye ji bo xurtkirina îdîayên dewamîbûneke dîrokî ya cihû ya li Qudsê û bi vî awayî afirandina rewakirinekê ye ji bo wekî paytexta heta hetayê û parçe nabe ya Îsraîlê nîşan bide". (5)

 

Tevî serencamên zelal ên vê rapora ji tevahîya paytextên ewropî re şandîjî Yekîtîya Ewropayê zehmetî kişand tedbîrekê ferz bike li ser rayedarên îsraîlî da ku dest bi ji nû ve vekirina sazîyên fermî yên li Rojhilatê Qudsê bikin, serê pêşî jî Mala Şerqê – cihê Rêxistina Rizgarîya Filistînê (PLO) li Qudsê heta bi sala 2000î – û Odeya Bazirganîyê ya Filistînî.

 

Sala 2010an, ji bilî yên Erezê (gihiştina wê sînordarkirî ye) Îsraîlê tevahîya derî û borên sînor ên ber bi Xezzeyê ve û Kerem Şalom a ku yekane derîyê destûrdayî ye ji bo îtxalkirinên hin mal û metayan asê kirin, ev jî gelekî bi kêra Hemasê hat. Ji bilî çend îstîsnayan îxrackirin her qedexe ne. Li seranserê xeta Xezzeyê ku yek ji deverên dinyayê yên herî teng meriv têde bicihbûyî ye bi nêzî du milyon kesan li ser çar sed kîlometre kareyan (çar hezar û pênc sed kes serê kîlometre kareyekê) rayedarên îsraîlî bi ser de jî devereke tampon (buffer zone) a sed û pêncî metreyî dûrî dîwarê ewlekarîyê ferz dikin ku êdî li xelkê deverê ketina % 17ê erdan qedexe dikin ku nêzî ji sê paran pareke erdên Xezzeyê yên çandinîyê pêk tîne. Sînordarkirinên bi vî rengî ji bo deryayê jî hene, lewre sînorê masîgirîyê – di destpêkê de wekî 20 mîlên deryayî bi peymana Osloyê hatibû dîyarkirin – îro di navbera 3 û 6 mîlên deryayî de û li gorî demê diguhere. (6) Bersiva Yekîtîya Ewropayê: 15 milyon ewroyên zêde ji bo mezinkirina binesazîyên sînor ên li derîyê Kerem Şalom ango veberhênaneke binesazîya ewlekarîya îsraîlî, lewre blokus nehate bidawîkirin ku Yekîtî hîna jî bi awayê fermî doza wê dike.

 

Wekî din, çarenûsa penaberên filistînî xirabtir bû. Filistînîyên ku di dema şerê 1948an û 1967an de ji gundên xwe hatin derxistin bi hejmar nêzîkî pênc milyonan in ên ku Neteweyên Yekbûyî ew li cem xwe qeyd kirine. Ji sê paran pareke wan hîna jî di wargehên "demî" yên li Xezze, li Şerîa Rojava, li Urdun, Libnan û Sûrîyeyê dimînin; 3.5 milyon jî girêdayî Buroya Hewar û Xebatên Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) ne, ji bo xizmetên sereke yên tendirustî û perwerdeyê. Ev rewşa ku bi rengê desteka malî ya UNRWAyê salê nêzî 300 milyon ewro mesref e ji bo Yekîtîya Ewropayê xirabtir bû bi herikîna penaberên ji Sûrîyeyê û ji ber bêîstîqrarîya welatên herêmê.

 

Statûkoya li Rojhilatê Nêzîk a ku ji bilî nav wekî din tu elaqeya wê bi statukoyê re nîne, bêkêrîya Yekîtîya Ewropayê nîşan dide di meseleya ferzkirina şertên aştîyeke mayînde li herêmê. Tevî ku ew ji bo ku vê bike xwedîyê tevahîya derfetan e. (7)

 

Serê pêşî Yekîtîyê dikarî wê gavê ferz bike a ku bi weşandina giştînameya xwe avêt, li şûna ku hewl bide çarçoveya wê teng bike û red bike ku gavê paş ve bavêje li hemberî zextên rayedarên îsraîlî – ên ku li nûnerên wê qedexe kirin bikevin Xezzeyê -  û amerîkî. Wekî din bi hecmeke pevguherînê ya salê nêzî 30 milyar ewroyan, Ewropa yekem  hevkarê bazirganîyê yê Îsraîlê ye û ji çar paran pareke îxracatên Îsraîlê jî diçin Ewropayê. Yekîtîyê dikarî bi vî rengî gefê bixwe li Tel-Avîvê ku ew ê bersivê bide di çarçoveya peymana pevgirêdanê ya sala 2000î mohrkirî de, peymanên taybet ên heyî yan jî hevdîtin li ser wan dimeşin (Îsraîl her ew welat e ku herî zêde  ji bernameyên ji bo Derya Spî sûdê werdigire) bicemidîne û dawîyê lê bîne, li tevahîya hevdîtinên pêş tên dîtin ên ji bo xurtkirina peymana girêdanê.

Bi ser de jî wê dikarî dawîyê li îtxalkirina berhemên li kolonîyên îsraîlî yên li Şerîa Rojava hilberandî yan jî bihevvekirî, bîne. Sala 2012an kolektîfeke ji bîst û du NGOyan pêkhatî wisa hizir dikir ku bihayê van îtxalatan teqabilî 230 milyon ewroyan dike, ango panzdeh caran bêhtir e ji îtxalatên ewropî yên berhemên filistînî. (8) Ev îxracatên ku ne girêdayî fînansmana yekser a ewropî ne, ya rastî, nakevin ber giştînameya dawî ya Yekîtîyê. Û ji ber ku etîketkirineke kite bi kite jî nîne, ev berhemên "made in Israel" ên ku di rastîyê de ji wargehên cihûyan tên, ji miafbûneke ji bacê sûdê werdigirin ... Ji ber fikareke şefafbûnê ya beramber serfkerên ewropî li sêzdeh dewletan miameleyeke etîketkirinê pêk tê. Di heman demê de hin di nav wan de – wekî Îrlandayê – xeman dixwin ji ber ku ev înîsîyatîf heta bi qedexekirina xwerû û besît a van berhemên li bazarên ewropî naçe.

 

Ya rastî, Yekîtî dikarî biketa nava kar û bar li ser bazirganîya sîlehan bi Îsraîlê re ku her diçe zêde dibin tevî ku qaîdeyên helwêstê yên ewropî tevahîya bazirganîya ekîpmanên eskerî bi birêveberîyên "ku zexta navxweyî pêk tînin, êrişkarîya navneteweyî dikin yan jî para wan heye di bêîstîqrarîya herêmî de" qedexe dikin. Ev îtxalkirina ekîpmanan, veberhênanên lêkolîna (qismî bi xêra subvansîyonên ewropî), herweha operasyonên eskerî yên nû yên kujer ên li Xezzeyê – labaratuwareke bi rastî ji bo teknolojîyên herî xurt ên mijara çekdarîbûnê – destûr dan, zêdebûna firotina sîlehên eskerî yên îsraîlî li dinyayê: sala 2012an ew gihiştin asteke rekor a 5.3 milyar ewroyan, bi vî awayî Îsraîlê cihê firoşvanên sîlehan ên serketî yê çaran ji destê Fransayê girt.

 

Berîya bi salekê Yekîtîya Ewropayê xelata aştîyê ya Nobelê stand. Dibe ku êdî wext be vê yekê bîne bîra xwe?

 

 

* Rojnamevan

 

 

(1) Serencamên Konseya Karên Derve ya Yekîtîya Ewropayê, 8ê kanûna pêşîn a 2009an.

 

(2) Sala 2004an Dîwana Edaletê ya Navneteweyî biryarek da û pê xeta dîwêr li hemberî hiqûqa navneteweyî wekî neqanûnî ragihand. Gotara li jêr bixwîne: William Jackson, "Détruire ce mur illégal en Cisjordanie / [Em] vî dîwarê neqanûnî yê li Şerîa Rojava birûxînin", Le Monde diplomatique, çirîya paşîn a 2004an.

 

(3) Bide ber "The Prohibited Zone / Devera qedexekirî", Bimkom, Quds, 2009, http://bimkom.org.il

 

(4) Bide ber Rapora Meclîsa Neteweyî [ya Fransayê] li ser jeopolîtîkaya avê ya ku "apartheida nû" ya Îsraîl pêk tîne di vî warî de lê eşkere dike (kanûna pêşîn a 2011an), www.assemblee-nationale.fr

 

(5) Rapora serekên wezîfeyê ya Yekîtîya Ewropayî li Rojhilatê Qudsê, sibata 2013an.

 

(6) Gotara li jêr bixwîne: Joan Deas, "A Gaza, la mer rétrécit / Li Xezzeyê derya teng dibe", Le Monde diplomatique, tebaxa 2012an.

 

(7)  Bide ber "Failing to make the grade. How the EU can pass its own test and work to improve the lives of Palestinians in Area C / Di dersê de bibinketin. Çawa EU dikare di îmtîhana xwe de bi ser keve û bixebite ji bo jîyana filistînîyên li Devera C baş bike", Association of International Development Agencies (AIDA), 10ê gulana 2013an, www.oxfam.org

 

(8) "Trading Away Peace: How Europe helps to sustain illegal Israeli settlements / Bi bazirganîyê jidestdana aştîyê", Federasyona Navneteweyî ya Lîgên Mafê Insanan, Parîs, çirîya pêşîn a 2012an

 

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê