Înstîtutên Kurdî

Înstîtut ji têgeha latînî Instituere, "damezirandin, saz kirin" tê û piranî di nav çarçoveya zanîngeh, akademîyan de cîyê xwe digire. Wek sazîya lêkolîn û zanistê ji bo bêşên cuda yên lêgerînê tê damezirandin.

Peyva înstîtutê wek "enstîtu" ketiye zimanê kurdî û yên Rojhilatê Navîn.Nasîna lêgerînên, lêkolîn û zanistîyên çand û zimanê kurdî bi sazîyên wek înstîtut ne xwedîya demeke dûredirêj e. Li gelek herêmên Kurdistanê xebatên zanistî bi navê "korî zanistî, kom, komik, komele" pêk hatine, peyva akademî jî ji peyva înstîtut hîn bêhtir tê nas kirin.

Ferqa înstîtut ji kom, komele, komik, civîn, ew e ku înstîtut zêdetir di beşên lêkolînî de tên bi kar anîn: Sazîyên bi awayê înstîtut hertim bernameyekê, rojevekê datînin pêş xwe ku li ser wê yekê kûr bibin, zelalîyekê peyda bikin. Ev yek dikare li ser gelek beşên cûr bi cûr be: Lêkolînên siyasî, stratejîk, aştî, ziman, wêje; li ser beşekî civakê mîna "gender", jin, perwerde, dîrok, civak, kevneşopî, derûnî, arkeolojî ûwd. Li ser çi be jî, lêgerîn û lêkolîn tê de heye.

Ev peyv herî zêde di dema vebûna "Institute Kurde de Paris" de ket rojev û zimanê kurdî. Dema Enstîtûya Kurdî ya Parîsê (1983) hat damezirandin, ji bo gelek kurdên akademîsyen (ku wê demê hejmara wan li dervayê welat kêm bû) hêvîyek peyda kir, gelek kesan nasnameya xwe pê re dît, helecan ket nav civakê; di wê demê de sazî, dezgeh û komeleyên kurdan gelek kêm bûn. Piştre gelek kesên siyasî, nivîskar, hunermend û rewşenbîr mecbûr man ku welatê xwe biterikînin û derkevin derva. Vê yekê bingeha gelek sazîyan û xebatên siyasî derxist holê. Enstîtuya Kurdî ya Brukselê (1989) (1) ji nav komeleyeke civakî derket û dest bi karê lêgerîn û amojgarîyê kir.

Lê berfirehbûna nasîna înstîtutê wek têgeh di nav girseya kurd de ma heta dema vebûna Înstîtuya Kurdî ya Stenbolê (1992). Ji wê şûn ve Înstîtuta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist (1994) li bajarê Berlînê hat damezirandin û ev înstîtuta yekem e ku ne li gor navê bajarekî hatiye bi lêv kirin, xwe beşê bi Lêkolîn û Zanistê sînordar kiriye, lê ji hînbûnê ye ku kurd jê re jî dibêjin Enstîtûya Kurd ya Berlînê. Paşê Înstîtuta Kurdî ya Stockholmê (1996) ji alîyê Înstîtuta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist hat damezirandin. Enstîtuya Kurdî ya Amedê (2004) Enstîtuya Kelepûrê Kurdî-Kurdish Heritage Institute, Silêmanî û Duhok, (2003) hatin damezirandin. Institut für Kurdische Studien-Înstîtuta Lêkolînên Kurdî di 1988ê de hatiye ava kirin, lê fermî di 1995ê de hatiye damezirandin.

Hemû înstîtutên kurdî bi helwesta xebatên lêkolîn û zanistî ji bo çand û zimanê kurdî hatine damezirandin û gelek ji wan jî di karên xwe de serkeftî bûne; di vê derbarê de gelek berhem anîne holê. Fêr û têgihîştina girseya kurdan bi gelemperî ferq nexistiye navbera komele û înstîtutan, lê di salên dawîyê de ev yek hatiye guhertin û înstîtutên ku berhemên lêkolîn û zanistî nedane, zêde nehatine pejirandin. Piştî vebûna pergalên medya û ragihandinê bi taybetî jî televîzyon û pêşketina bikaranîna Înternetê rûmetdarîya dezgehên pîşe û beşesaz zêdetir bûye.

Têgihîştina ji çîrok û dîroka devkî ber bi ya nivîsandi, belgekirin û girîngîya alavên hişmendîya netewbûnê rê li ber girîngîpêdana xebatên rewşenbîrîyê vedike û ev yek dide zelal kirin ku bê kar û xebatên raman, lêkolînên civakî û perwerdeya mirovan, pêşketin û serfirazîya gelan çênabe. Ev yek li tenişta sazî û dezgehên din, rola înstîtutan jî ronî dike.

Çavkanî
  1. Di Cotmeha sala 1978ê de, bi navê Têkoşer - Yekîtîya
    Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîkayê û paşê di
    gulana 1989ê de, bi navê Enstituya Kurdî ya Brukselê
    ava bûye û ji alîyê wezaretên çandê ya fransizî (Herêma
    Civaka Fransiz li Belçîkayê) flamanî (Herêma Flaman li
    Belçîkayê) ve di nav çarçewa "perwerdekirina gelem-
    perî ya daîmî" de, bi awayekî fermî hatiye pejirandin û
    alîkarîya madî distîne. (B. Chend agahdarîyên kurt li ser
    Enstituya Kurdî ya Brukselê, 30. Kanûn 2010, http://
    www.kurdishinstitute.be/kurdi/enstitu_kurdi/1785.html)