Înternasyonala Sosyalîst an jî tu tişt nekirina li Amerîkaya Latîn

Çalakîyên bi tehlûke yên rêxistineke kêm tê nasîn
Translator

Sala 1951ê Înternasyonala Sosyalîst (ÎS) çalakîyên xwe ji nû ve bi rêk û pêk kirin da ku "gelan ji girêdanan wan ya bi kesên navgînên hilberandinê di destê xwe de digirin, azad bike". Şêst salan piştre birêveberên wê tercîh dikin ku behsa "birêkûpêkkirina adil a bandorên globalbûnê yên zirarê didin" bikin. Jirêderketine hêdî ya ku helwêsta van "sosyalîstan" li hemberî hempîşeyên wan ên latîno-amerîkî nîşan dide.

Dema axaftina xwe ya destpêkê ya Konseya Înternasyonala Sosyalîst (ÎS), ya ku li avahîya Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî (OECD) ya pir zêde lîberal, 15ê çirîya paşîn a 2010ê pêk hatî, sekreterê yekem ê Partîya Sosyalîst (PS) a fransî Martine Aubry kêfxweşîya xwe venaşêre: "Ez hez dikim nexasim silavê li serokê me Giorgos Papandreou bikim û ji ber encamên di hilbijartinên herêmî yên Yewnanîstanê de pîrozbahîya wî bikim [rêjeya tevlînebûna hilbijartinan rekorek bû, ango % 53]. Di çarçoveyeke zehmet de ev teşwîq û serkevtineke ku wêrekîyeka siyasî ya hêjayî heyranîyê xelat dike." Em dizanin çi hat serê birêveberê Tevgera Sosyalîst a Panhelenî (PASOK) û "siyaseta aborîya tedbîrên hişk a adil" a ku wî qaşo li ser welatê xwe ferz dikir. Em wekî din bi çarenûsa gelek endamên navdar ên vê rêxistina sosyal demokrat jî dizanin ku miletê wan li ser wan ferz kir; li vir navên çend ji wan binivîsin, Laurent Gbagbo, Zeynel Abidîn Bin Elî, Husnî Mubarek.

Bi şaşî û lêkêmkirineke evçend a analîzê û awayekî bi tenê xuyayî yê likarbûnê, gelo bi rastî jî mirov matmayî dimîne ku ev meclîsa bijarte ya "sosyalîst" tevgerên ku Amerîkaya Latîn ji berîya deh salan ve ji binî ve dihejînin û serûbinîhev dikin, bi tevahî nebîne.

7ê kanûna 2010ê li Brukselê, portreyek û navek li ser derîyê "Altierro Spineeli" yê Parlemana Ewropayê hatiye daliqandin, bûye kemer: Ev portre û nav ê Guillermo Fariñas e, sêyem muxalifê kubayî ye ku di nav heşt salan de Xelata Sakharov a ji bo Mafê Mirovan û Demokrasîyê wergirtiye. Li hemberî vê bêyî ku reklam hatibe kirin, bi tenê li amfîteatrekê, nêzî deh parlemanterên Parlemana Ewropayê û asîstanên parlemanteran hatine guh bidin sendîkavan û parazvanên mafê mirovan ên ji Kolombîyayê hatî.

Darbeya werçerx ya eskerî li Şîlîyê

Şahidî û îfadeyên wan dikin ku girîzok bigirin bedena mirovî: Ji dema destpêka berî çar mehan a desthilatdarîya Juan Manuel Santos (kevne-wezîrê bergirîyê yê serokdewletê berîya xwe Alvaro Uribe) ve di navê de sîhûneh sendîkavan û duwanzdeh milîtanên Qutba Demokratîk a Alternatîf (Polo Democrático Alternativo-PDA) jî gelek kes hatine qetil kirin. Sosyal demokratê danîmarkî Ole Christensen agahîyan lê zêde dike: Tîrmeha 2010ê tevî parlemanterê Partîya Karker a Brîtanî Richarg Howitt, ew jî hazir e, ew bi rêxistina Justice for Colombia re çûye cîhekî bi xembarîya xwe navdar, La Macarena. "Em heta bi gorên komî çûn. Bêtirî du hezar kesan [kesên ku artêşê û paramilîteran kuştî] li wir hatine veşartin. Divê em ji Peymana Bazirganîya Serbest [TLC] re ya ku Yekîtîya Ewropî û Kolombîya li ser hevdîtinan pêk tînin, bibêjin na." Bi tenê dengekî wê siyaseta Bogatayê biparasta, dengê nûnerê Partîya Sosyalîst a Karker a Spanyayê (PSOE) Emilio Menéndez del Valle: "Hûn bawer dikin ku hukûmetek bikaribe tevahîya pirsgirêkan di nav sê mehan de çareser bike. Heke tevahîya welatekî bi awayekî girseyî [% 55.59ê hilbijêran neçûne ser sindoqan] dengê xwe dabe Santos, divê mirov rêzê jê re bigire!"

Ev hersê parlemanterên Parlemana Ewropayê yên ku girêdayî rêxistin û partîyên endamên Înternasyonala Sosyalîst in, bi awayekî eşkere dengê saza xwe eyar nekirine û li hev neanîne. Şêwirmendê Çepa Yekbûyî ya Ewropî/Çepa Kesk a Bakurî (GUE/NGL) (1) yê belçîkî Paul-Emile Dupret vê civînê û gelekên din tîne bîra xwe û dibêje: "Di nav koma xwe ya parlemanteran [Partîya Sosyalîst a Ewropî, PSE] de Christensen û Howitt bêtir di tevgera dijber de ne. Ez pê bawer nînim ku piranîyek li dijî mohrkirina TLCekê fikra xwe rabigihîne. Serokê komê yê alman Martin Schulz [Partîya Sosyal- Demokrat- SPD] destekê dide peymanê. Jixwe PSOE bê şert destekê dide!"

Bêyî ku em dakevin kûrahîyên binê dîrokê, dê bê bîra me ku Partîya Sosyalîst a (PS) Şîlîyê ya sala 1933yê ji alîyê Salvador Allende ve hatî damezirandin, wê red bikira bi ISyê re bibe yek û weke sedem jî rexne li "helwestên wê yên konformîst ên di nav sîstema demokratîk a bûrjiwaya kapîtalîst" girtibûn. (2) Di dema şerê sar de ev pirs bi rastî nedihate pirsîn: Dema ku mirov herêmê weke herêma bandora Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê binirxîne, IS nakeve nav serpêhatî û macerayên bi tehlûke. Endamê wê demê yê sekreterîya têkilîyên derve yê Beşa Fransî a Înternasyonala Karker (SFIO) Antoine Blanca lê diponije "li ser deqên ku ji desthilatdarîyê xistina Jacobo Arbenz li Guatemalayê ya sala 1954ê şermezar dikin, tu tişt li bîra min nîne. Deh salan paşê dema ku min mafê axaftinê xwest da ku behsa desttêwerdana deryavanên amerîkî ya li Saint-Dominque bikim, Guy Mollet çavên xwe beloq kirin!"

Di wê navê de şoreşa kubayî (1959) dij-împeryalîzm xistibû navenda nîqaş û guftûgoyan. Lê belê encamên wê yên girîng çênebûn: "ISyê bi awirekî elaqedar nêrî, lê di dawîyê de li zêde dûr nêrî ." Heta 11ê îlona 1973yê. Ji desthilatdarîyê xistin û kuştina Salvador Allende li cem sosyalîstên ewropî bû sedema trawmayeke weke ya şerê navxweyî ya Spanyayê xurt; Blancayê çend rojan piştî derbê li balefireke ISyê şandî suwarbûyî, "piştgirîyeke hestbar û keşifkirina cîhaneke nas nedikirin" tîne bîra xwe. Li Viña del Marê çû serdana gora serok compañero, piştre ew ji welêt kirin der. "Li hemberî Washingtonê ev dozeke hêjayî navê wê bû, Înternasyonaleke ku heta hingê hertişt dikir ku xwe weke ku stratejîya amerîkî û ya NATOyê [Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê] qebûl kiriye, nîşan bide."

Desteka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya ji dîktatoran re ji hingê û şûn ve xala sereke lihevnekirinê ya nifşekî sosyal demokratan –Willy Brandt (Almanya), Olof Palme (Swêd), François Mitterrand (Franse), Bruno Kreisky (Awûsturya), lê belê herweha Mario Soares (Portûgal) yan jî Felipe González (Spanya)– bi Amerîkaya hevgir re bû. Li alîyên xwe partîyên reformîst ên van rejîmên otorîter li nav welatên bipêşketî de li hevgiran digerin. Têkilî zêde dibin. Civîna pêşî ya fermî nîsana 1976ê li ser vexwendina serokdewletê Venezuellayî Carlos Andrés Pérez û partîya wî Çalakîya Demokratîk (AD) li Karakasê pêk hat. "Yekem konferansa herêmî ya ÎSyê ji bo Amerîkaya Latîn û Karaîban" li Saint-Domingueê adara 1980yê pêk hat û wê bibûya nîşana li herêmê xistina dewrê ya vê tevgera siyasî.

Awayê likarbûna "gendelî û bertîlxwurîyê"

Di nav bîstûneh rêxistinên herêmî yên hingê de ji bo Nîkaraguayê Bereya Sandînîst a Azadîya Neteweyî (FSLN), ya ji sala 1978ê ve weke endam qebûlkirî, tevî ku hingê çek li dest ji bo ku dawîyê li desthilatdarîya Anastasio Somoza bînin şer jî dikirin– Fidel Castro weke serokê halêhazir ê Tevgera Welatên Bêalî hat vexwendin. Û ewropî jî "alî digirin": Hebûna partîyên "bira" di nav Bereya Demokratîk a Şoreşger (FDR) a li Salvadorê de, di nav Bereya Demokratîk a li dijî Zilmê (FDCR) a li Guatemalayê de û di nav Bereya Welatparêz (FP) a li Hondurasê de –ku ji bo herduyên pêşî xwedî şaxekî siyasî û baskekî serhildêr bû– dikir ku di rastîyê de ew destekê bidin şerê çekdarî.

Sala 1981ê li Fransayê, Mitterrand tê qesra serokkomarîyê ya li Elysée, gula di mista destî de. Di bin bandora Lionel Jospin, Régis Debray (wezîfedarê erkan li serokkomarîyê) û Blanca (ku wê sala 1982yê weke sefîrê seyar li Amerîka Latîn bihata wezîfedar kirin), Parîs li herêmeke ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pir nazik, nav di xwe dide. 28ê tebaxa 1981ê danezana franko-meksîkî ya li ser nûnertîya muxalefeta salvadorî –baskê wê yê çekdar jî di nav de (3)– tesîreke girîng kir. Mitterrand sempatîya xwe ya ji bo sandînîstan venaşêre; têkilîyên bi Kubayê re xurt û biîstîqrar in. Devê wî ji kêfa ji hev Blanca dibêje "li ser navê ÎSyê û bêyî ku haya Washingtonê jê hebe, ji min hin "derb" hatin, weke pêşîlêgirtina qerqeşûn û alozîyeke di navbera Kostarîka û Nîkaraguayê de!".

Tevî zivêrbûna Ronald Reagan jî, tezên Înternasyonalê, ango çareserîya siyasî ya şerên çekdarî, xwedî giranîya dîyarker bûn. Serokdewletê Kostarîkayê Oskar Arias plana aştîyê ji bo Amerîkaya Navîn pêşnîyaz kir, vê yekê jî kir ku sala 1987ê xelata Nobelê bistîne. Kevne gerîlla Miguel Angel Sandoval ku di vê demê hemûyî de endamê Komîsyona Siyasî Dîplomatîk a ya Yekîtîya Şoreşger a Neteweyî ya Guatemalî (URNG) bû, wan deman weha tîne bîra xwe: "Tevgera me timî di nav ÎSyê de qadeke ku îhtîmal e bi kêrî armancên me were didît: Hevdîtin û lêgerîna aştîyê. Jixwe bi vî rengî hevdîtina me ya pêşî bi hukûmetê re bi saya PSOEyê li Madrîdê pêk hat. Lê belê me timî pê dizanî û em bîrewer bûn der barê cihêtîyên di navbera partîyên hingê de yên weke swêdî, fransî, spanî û yên reformîsttir yan jî bi awayekî zelal rastgirtir."

Ji dema civîna li Saint-Domingueê û vir ve, cihêtîyan xwe da der. Hin endamên "latîn" ên ÎSyê –Partîya Azadîya Neteweyî (PLN, Kostarîka), AD (Venezuella), Partîya Şoreşger a Domînîkî (PRD) û hwd.– xwe ji bandor û mohra ewropîyan rizgar dikin. Neku weke van, hinên din hene ku kok û rîşên xwe yên dûr di nav marksîzmê de nakin, bi ti awayî kapîtalîzmê naxin ber lêpirsînê, di gelek rewşan de jî xwe bi awayekî hişk weke dijkomunîst dîyar dikin. Bi vî rengî birêveberê Çepa Demokratîk a Ekwatorî (ID) Rodrigo Borja diwêrabû bibêje "têgeha çîna civakî bi xwe jî li Amerîkaya Latîn pir cihê nîqaşê ye." (4)

Kêm reformîst in, ew [endamên ÎSyê yên latînî] ÎSyê bi kar tînin, da ku dema ku dîktatorî ketin, li hemberî demokrasîya xirîstîyan xwedî avantaj bin û ji ber ku haydar in ji hêza aborî ya welatên ku hevalên wan ên li alîyê din ê Atlantîkê bi rê ve dibin, yan jî wê di demeke nêzîk de bi rê ve bibin; ew hesabê sûdên dikarin ji vê yekê bi dest bixin, dikin. Sala 1999ê Porfirio Muñoz Ledo yê meksîkî (Ji Partîya Şoreşger a Demokratîk, PRD) gazinên xwe bi dengekî bilind derdibire: "Înternasyonala Sosyalîst bi awayê kişandina mêz û meyla nasan dixebite. Hin partî tên vê deverê ji bo ku yeko yeko diçin ber destê ewropîyan, weke ku bi çîna jor re bidin û bistînin." (5)

Di Komîteya ÎSyê ya ji bo Amerîkaya Latîn û Karaîban (SÎCLAC) ya sala 1980yê damezirandî de hem FSLN, hem jî Yekîtîya Sivîl a Tunrew (UCR) a pir navendparêz a Arjantînê hene; hem PSya Şîlîyê (sala 1996 ji nû ve bû yek) ya ku tevî Xirîstîyanên Demokratîk hukûmet e û hem jî Partîya Şoreşger a Sazûmanî (PRI) a meksîkî, ya ku bi awayekî têra xwe kêm demokratîk ji heftê salan û vir ve desthilatdar e, hene. Di navê de Partîya Lîberal (PL) ya kolombîyayî jî heye ya ku modela neolîberal da dest pê kirin (1990-1994), ya ku di dema hukûmetên wê de rêxistina çepgir Yekîtîya Welatparêz hat tine kirin (1986-1990) û ya ku Uribe heta sala 2002yê endamê wê bû. (6)

Xem nîne. Bi zêdekirina endametîyên Înternasyonalê, sosyalîstên Ewropayê "qada bandora xwe fireh dikin". Bi heman riyê bi birêveberîya herikî nav kadroyên lîberal re û bi hewldana başkirina wê heta mumkin e, ew berjewendîyên derdorên karsaz û sermayeyê yên ewropî teşwîq dikin.

Civîna Konseya ÎSyê ya li 25 û 26ê hezîrana 1999ê li Buenos Airesê; Felipe González dihejije: "Berê sosyalîzm pir hişk û dewletparêz bû, lê belê sosyalîzma demokratîk timî bazar qebûl kiribû, ya ku di rastîyê de tevî demokrasîyê ferên cotekî ne." (7) Tevî ku "newekhevîyên trajîk ên ku dinya ji destê wan dike nalenal" rûreş dike jî, danezana encamê vê pêşnîyazê dike: "sûdgirtina ji globalbûnê" ji bo bidawîkirina bêkarîyê, birçîbûnê û bêderfetîyê. (8) Kurt û kurmancî, Leonel Brizola yê brezîlî (Partîya Demokratîk a Karkeran-PDT) deqê weha şirove dike "ewqasî giştî ye ku hem dikare li piyê çepê were û hem jî li yê rastê." (9) Bi awayekî zêde li ber çavan nekeve (?), paragrafeke kurt behsa mijûlbûna ÎSyê dike beramberî "beridîna pêvajoya siyasî ya li Venezuellayê [û beramberî] siyaseta dijberbûna misêwa ya hukûmetê bi otorîteyên bicihbûyî re". Hingê serokdewlet Hugo Chavez hê nû ... şeş mehan desthilatdar bû.

Merasîmeke bi heman rengî bi qasî li Konseyan (tevahîya partîyan beşdar dibin) serdest e, ewqasî jî li civînên herêmî yên SICLACê serdest e. Kevne alîkara serokê ÎSyê Margarita Zapata (FSLN) bi girnijîn dibêje "divê mirov du rojên ehmeqbûna bi tevahî ya guhdarîkirina çend serokdewletan, yan jî serok partîyan derbas bike, axaftinên ku bi awayekî giştî ji alîyê şêwirmendên wan ve hatine amade kirin û pirî caran dema ku têne ser dika axaftinê pê dihisin, bi zehmetî dixwînin." Blanca vê daxuyanîyê temam dike: "Gurzek ji peyvên pûç û vala, tijî ji niyetên baş, ku ji wan bi tu awayî ti encam dernakeve, tu ber û alîyî li pêşîya mirovan ferz nake; herkes vedigere quncika xwe bêyî ku der barê rewşê de xwedîyê fikreke teqeztir be."

Yekane fêdeya van foruman çi ye: "Hevdîtinên şexsî yên di navbera du kesan de û hevhimbêzkirina bi dostên kevin re hene" (Blanca); "em têkilîyan datînin û berîya hertiştî hevalan dibînin" (Zapata). Jixwe kesê pê nizane, nîne "dijminên dostên min, dijminên min in".

Piştî ku 1ê çileya 1989ê Carlos Andrés Pérez –yê bi navê CAP– ji nû ve bû serokdewletê Venezullayê, Gonzálezê spanî bi kelecan dibêje: "bi dayîna biryarên ku bi bawerîya min wê werin dayîn, welat bi taybetî dikare xwe li ser lingan bigire." Te baş dît "rêhevalo"! CAP ji riya xwe gerîya, çû ser xeta lîberalîzmê û bi Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) re li ser sererastkirinên bunyewî hevdîtin kirin, CAPî bi vî awayî kir ku miletê wî bi carekê birçî bimîne. Gelê Venezuellayê 27ê sibatê serî hilda, vê serhildanê di dîrokê de navê xwe bi Caracazo girt.

Bi hovîtîyeke berê nedîtî, bersiv û êrişa desthilatdarîyê bû sedema mirina qedera sê hezar mirovan. Bextê partîya CAPî Çalakîya Demokratîk (AD) ji yê Civata Destûra Demokratîk (TDD) xweştir bû, lewra ÎSyê piştî zexta tevgera gel a çileya 2011ê partîya serokdewletê tûnisî Bin Elî wê bikira der, lê belê tu tişt bi ADê nekir. Sala 1993yê piştî ku ji ber bertîlxwarinê ji wezîfeyê hat bi dûr xistin, Buroya Înternasyonalê wê daxwuyanîyek ji CAPî re bişanda û jê re wê behsa qedir û dostanîya wî bihata kirin. Rast e ku di dema dewra xwe ya pêşî ya desthilatdarîyê de, "ew merd bû bi dostên xwe yên ewropî re: Bi awayekî giştî herkes pê dizane ku di bin birêveberîya González de PSOEyê bi awayekî berfireh ji ‘piştgirîya" wî ya malî sûd wergirtiye". (11) Ev yek wê Yarbay Chavezê sibata 1992yê li hemberî "demokrasîya neadil û bertîlxur" rabûbû, sempatîk nake.

Weke li Venezuellayê, birêveberên partîyên "latîn" ên ku endamê ÎSê bûn ên ku di salên 1980 û 1990ê de bûn desthilatdar –Arjantîn, Bolîvya, Brezîlya, Şîlî, Ekwator, Meksîka, Panama û hwd.– xwedî siyaseteke bi rastî ya civakî ne: Ew serê xwe bi pêdivîyên baş dinixumînin û baş xwarinê diêşînin. Bi kêmkirina desttêwerdana dewletê û taybetkirina bi lez û bez, bi hevkarîya Washington, Bankeya Cîhanê û IMFê, kir ku dawîyê bawerî êdî bi wan hew were, heta ji desthilatdarîyê werin xistin. Di encamên têkoşînan an jî tevgerên gel de lîderên nû derdikevin holê: Chávez (Venezuella), Luiz Inácio Lula da Silva (Brezîlya), Evo Morales (Bolîvya), Rafael Correa (Ekwator).

Desteka ji darbekarên venezuellayî re

19 û 20ê tîrmeha 2002yê SÎCLAC li Karakasê civîya, mêvandarên wê birêveberê ADê Rafael Angel Marín, Antonio Ledezma (Hevgirtina Milletê Wêrek –ABP) û gerînendeyê rojnameya bi navê El Nacional Miguel Henrique Otero yên venezuellayî ne. Di astên cihê de hemû tevlî hewldana darbeya eskerî ya li dijî Chavez a 11ê nîsana bihurî bûne. Şêwirmendê serokdewletê Venezuellayê yê hingê Maximilien Arvelaíz dibêje: "Dostên di nav PRI û FSLNê de ez hişyar kirim, min jî pêwendî bi sekreterê giştî yê ÎSê Luis Ayala yê şîlîyî re danî û wî hevdîtinek bi vî şertê li jêr bi Chavez re qebûl kir: Beşdarên ku hez dikin wê ‘li ser navên xwe yên şexsî’ biçine wir. Dotira rojê bi rastî jî çendek hatin, lê belê Ayala bi xwe di kêlîya dawîyê de qulipî, nehat."

Der barê civîna xwe de SICLACê daxuyanîyek da çapemenîyê, di wê daxuyanîyê de wê dida zanîn ku wê biryar daye "destekê bide Çalakîya Demokratîk û Koordînasyona Demokratîk di seferberî û bergirîya sîstema demoktratîk û sazîyê wê de" –ango: Destekê bide darbekaran! Jean-Jacques Kourliandsky ê ku weke çavdêrê PS a fransî li civînê amade bû, wê demê tîne bîra xwe: "hindik mabû ku min bikira sekreterê giştî yê ADê êrişî min bike, lewra min protesto kir: Encamên civînê hatibûn nivîsîn û di çapemenîya muxalif a venezuellayî de berîya kar dest pê bikin, hatibûn weşandin!" Paşê wî milên xwe daweşandin: "di rastîyê de ti nirxê wan nîne." Gelo şaşîtî bû yan korî? Ew daxuyanî hê jî weke hemûyên din ên piştre, li ser malpera fermî ya ÎSê ne (12), yekser danadera van hersê partîyên venezuellayî yên ku endamên ÎSê ne –AD, Tevgera ber bi Sosyalîzmê ve (MAS), Podemos–, hemû jî bi awayekî tund dijminên şoreşa bolîvya ne.

Kevneşêwirmendê sefereta Bolîvyayê li Parîsê Alfonso Dorado digirnije, eşkere jî vê dide xuya kirin û dibêje: "Înternasyonala Sosyalîst? Paz Zamora alîkarê serokê wê bû. Di bîra hevpar de ev bi roleke girîng radibe..." Paz Zomora birêveberê Tevgera Çep ya Şoreşger (MIR) bû, sala 1989ê bi kevne-dîktator Hugo Banzer re li hev hat da ku bibe serok. Sala 2002yê ji bo ku pêşîyê li bûna desthilatdar a Morales û Tevgera wî ya Ber bi Sosyalîzmê ve (MAS) –divê mirov wê bi partîya hevnav a li Venezuellayê re tevlîhev neke– bigire, ew bû hevgirê Gonzalo Sánchez de Lozada yê multîmîlyoner yê ku hat hilbijartin û piştre bi teqîneke civakî ya çirîya pêşî ya sala 2003yê ji desthilatdarîyê hate bi dûr xistin. MASa bolîvyayî ne endama ÎSê ye, Partîya Sosyalîst a Yekbûyî ya Venezuellayê (PSUV) jî, Hevgirtina Welêt a Correa, FMLN a salvadorî û URNGa guatemalî jî ne endamên wê ne; jixwe tu kesî ji wan nexwestiye bibin endam jî.

Bi tenê xewneke Înternasyonalê heye: Bike ku Partîya Karker (PT) a Brezîlyaya xurt û nîşana siyaseta çep a latîn Lula da Silva bike endama xwe. Lê belê PTê hêlîna xwe li devereke din danîye. Sala 1990ê tevî Fidel Castro wî Foruma São Paulo damezirand, ku hem partîyên nerm (herweha endamên ÎSê) hem jî rêxistinên di nav şerê çekdarî de pijiyayî, partîyên komunîst (ya Kubayê jî di nav de) û gelek partî û rêxistinên ji wan veqetyayî dihewîne. Endamê birêveberîya neteweyî ya PTê Valter Pomar rave dike: "Li Amerîkaya Latîn ji bo rabûna li ber neolîberalîzmê helwesteke vekirî û pirreng divê, herweha ev helwest divê krîza komunîzm tê re derbas dibe û ya derbê li sosyal-demokrasîyê dide jî li ber çavan bigire. Tevî vê jî, têkilîyên me yên bi ÎSê re baş in..." Lê belê ji dûr ve.

Potugalî ne tê de, sosyal demokratên ewropî di nav hevgirtinên xwe yên berê de çikîya ne, ji vê Amerîkaya Latîn a nû tu tiştî fêm nakin, ya ku diwêre behsa "sosyalîzma sedsala 21ê" bike, li riyeke demokrasîya "tevlîker" digere, carinan şaşîyan dike, bi pêş ve diçe, bi paş ve tê, lê belê di mijara civakî de destketîyên girîng û bipêşketinan bi dest dixe.

Weqfa Friedrich Eber, SPDa alman xwedîya derfetên pir mezin ên malî ye, lê belê serê xwe bi herêmê re naêşîne. Partîya Karker a Brîtanî "ya bi rastî" ya ku Blair ew li tebeqeyên tenik parçe kir, niha weke eşîra li ber tinebûnê ne. Ji Îtalyayê bi xwe deng bi tevahî qut bûye... Arvelaíz bi henekî dibêje "Massimo d’Allema [Partîya Demokrat] hat Karakasê. Ew pir şidyayî û bi stres bû. Me kir ku bi Chavez re rûne. Dema ku derket, bi kêf bû û bi kelecan got ‘ev ciwanîya min tîne bîra min..."

Dupret vê tesbîtê dike ku li Parlemana Ewropayê "cihê ku ji gelek salan û vir ve, peymanên pevguherîna serbest mijara sereke ya rojevê ye, piranîya koma sosyalîst zêde pêşverû nîne. Weke mînak me tu caran nekarî bi wan bidin qebûl kirin ku Hondurasê [sala 2009ê darbeyeke eskerî lê pêk hatibû] bînin rojeva parlemanê." Li hemberî vê sala 2004ê serokê PSEyê Enrique Barón Crespo yê spanî wê pêşnîyaz bikira ku serokdewletê Kolombîyayê Uribe were vexwendin. Dema ku 10ê sibatê Uribe axivî, "GUE/NGL, kesk, hin lîberal û gelek sosyalîstan bi terikandina salona axaftinê, Barón Crespo rûreş kirin. Lê spanîyan ev nekir!"

Der barê mijara Amerîkaya Latîn de Madrîd di nav Yekîtîya Ewropayî de xwedîya bandoreke mezin e. Spanya Kubayê –kolonîya wê ya dawî– weke Galîsya yan jî Endulûs be, ji nêz ve dişopîne, heta Spanya hema hema yekane welat bû ku daxwaza normalkirina têkîlîyên giravê bi YEyê re dikir. Heta ku di çirîya paşîn a sala 2011ê desthilatdarî ji dest da, PSOE di tevahîya hevkarîyê de bi rolekî girîng rabû. Doradoyê bolîvyayî îşaret pê dike ku "bi tu awayî elaqeya wê bi nêzîkbûneke siyasî re nîne".

Li Parîsê "cehaleta lenetî"

Li Parîsê 22ê çirîya pêşîn a 2010ê coş û peroşeke mezin li ser rêya Solférino heye: Berdevkê PSê Benoît Hamon da zanîn ku ew "xwe amade dike" biçe Venezuellayê û li wir bi serokdewlet Chavez re rûne, çima na? Ew tîr û brûskên baskê rastê yên partîyê bi ser xwe de dikişîne, hevalbendên Strauss-Kahn hewl didin wî bidin erdê.

Bi ezmûn û tecrûbeya xwe ya weke sefîrê Bolîvyayê, Dorado digihêje encameke hişyar: "Bi Ségolène Royal û Martine Aubry re pêwendîyên me yên ku me dikarîbû weke serpêhatîyan behsa wan bikin hebûn, lê PSyê tu caran elaqeyeke taybet nîşan neda da ku tiştê li welatê me diqewime nas bike. Me hewl da pêwendîyên xwe xurttir û zexmtir bikin, lê tu encam ji vê hewldana me bi dest neket; ango hîç derfeta me çênebû ku em sosyalîzma sedsala 21ê, yan jî tecrûbeya întegrasyonê ALBA [Hevgirtina Bolîvarî ya Gelên Amerîkaya me] bi wan re nîqaş bikin. (13)" Rast e, ALBA dema mirov bi awirekî neolîberal lê binêre, bi tevahî bi berjewendîyên aborî û jeopolîtîk ên ewropîyan û herweha yên amerîkîyan re nakok e.

Bêguman me şandeyên asta bilind ên PSê li Forumên Civakî yê Porto Alegre ên sala 2002 û 2003yê de dîtin: Lê armanca şandeya PSê ew bû ku li hemberî alter-globalîstan xwedî avantaj bin û şelafîyê ji Brezîlyayê re bikin. Di dema kampanyaya xwe ya hilbijartinan de Royal wê bi awayekî eşkere xuya bike ku li cem Cristina Fernández de Kirchner û Michelle Bachelet amade bû –ku yek ji wan sûdên wê yên siyasî wê bibûya destûrdayîna siyaseta rasta hişk careke din bibe desthilatdar di bin nîşana ... dewamîbûnê de.

Asîstanê parlemanterîyê yê Henri Emmanuelli, Roberto Romero bi hêrs dipeyive: "Ev bîst sal in ku em mirovên ku serê xwe bi Amerîkaya Latîn diêşînin, dişînin civînên SICLACê û heta niha jî tu tişt nekirine, tu tişt. Ne ji ber ku di nav PSê de dijminahîyeke ji bo filankes û bêvankes heye. Mesele nezanîneke çepelî ye! Tiştê ku xwe ji bo agahdarîyê disipêrinê asta Le Mondeê yan jî ya La Libérationê ye ku tercîhên wan ên edîtorîyal ên derbarê Amerîkaya Latîn dişibe dezînformasyonê."

Hem ji bo Romero û hem jî ji bo piranîya kesên em bi wan re peyivîn, "ÎS, ev qaqilkê vala, bêguman çêtirîn buroya gerûgeştê ya dinyayê ye, û têra xwe jî rehet û xweş e... Lê belê tu tişt jê dernakeve!" Gelo ev yek vê çendê teqez e? Ji civînên SICLACê û ji partîyên endamên wê yên ku bawerî êdî bi wan hew tê, daxuyanîyan didin û ÎS van daxuyanîyan diweşîne. Li Amerîkaya Latîn çapemenîya muxalif bi tîpên mezin sernûçeyan dinivîse: Çepa dinyayê hemûyê pişta me digire! Çapemenîya ewropî ji ber wan digire. Waweylê li "populîzmê"! "Sosyalîst dixwînin. Û em dîsa li wî cihî ne ku me jê dest pê kiribû.

Çavkanî

Maurice Lemoine:
Rojnamevan; nivîskarê pirtûka bi navê Cinq Cubains à Miami (Pênc Kubayî li Miamiyê), weşanên Don Quichotte, Parîs, 2010.

  1. Koma partîyên dijlîberal, dijkapîtalîst, ekososyalîst, komunîst yan jî post-komunîst e
  2. Danezana prensîpê ya ku di kongreya duyemîn a partîyê de sala 1935ê hatibû qebûl kirin
  3. FDR-FMLN baskekî siyasî ye ku bi hatina cem hev a FDRa ku Guillermo Ungo yê sosyal demokrat rêveberîya wê dike, û tevgera gerîla Bereya Farabundo Martî ji bo Azadîya Neteweyî (FMLN) pêk tê
  4. Nueva Sociedad, hejmar 48, Karakas, gulan-hezîran 1980
  5. Pagina 12, Buenos Aires, 27 hezîran 1999
  6. Di navbera endamên "xwedîyên mafên tam", "yên şêwrê" û "yên çavdêr" de halê hazir sîhûneh partî di SICLACê de hene
  7. Pagina 12, 26 hezîran 1999
  8. "Conseil de Buenos Aires: façonner le changement  (Konseya Buenos Airesê: Rengdana Guherînê)", malpera Înternasyonala Sosyalîst, 25-26 hezîran 1999, www.internationalesocialiste.org
  9. La Nación, Buenos Aires, 28 hezîran 1999
  10. El País, Madrîd, 2 sibat 1989
  11. Bernard Cassen, "Union sacrée à Strasbourg (Yekîtîya pîroz li Strasbourgê)", Le Monde diplomatique, nîsan 2004
  12. "Réunion du Comité de l’Internationale socialiste pour l’Amérique latine et la Caraïbe, SICLAC (Civîna Komîteya Înternasyonala Sosyalîst ji bo Amerîka Latîn û Karaîban, SICLAC)", 19 - 20 tîrmeh 2002, www.internationalesocialiste.org
  13. Kuba, Bolîvya, Ekwator, Honduras (berîya darbeya eskerî ya 2009ê), Venezuella, Saint Vincent, Grenada, Antiga û Barbuda

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê