Îran - Parastvanên Şoreşê kî ne?

Translator

Piştî ku Komara Îslamî ya Îran’ê di sala 1979’an de hat damezrandin ne bi gelekî bêserûberêya artêşa ji rejîma monarşîst mayî û tirsa ji darbeyeke leşkerî, kir ku Ayetullah Xumeynî hêzeke din a leşkerî ava bike. Ev hêza leşkerî 22’ê Nîsana 1979’an bi navê “artêşa bextreşan” hat sazkirin, paşê bi navê artêşa pasdaran bi xala 150’î ya destûra bingehîn hate qanûnîkirin (AP – Sepahê Pasdaranê Enqelabê Îslamî, SPEÎ). Erka wê ev e: “Parastina Şoreşa Îslamî, ewlekarî û nîzama gelemperiyê.”

Xirabbûna krîza hundirê rejîmê di salên 1980-1981’ê de, berterefkirina serokkomarê rejîmê yê pêşî Abolhesen Benî-Sadr û destpêka serhildaneke çekdarî ya bi destê Mucahidînê Xelk1 kir ku AP ji bo zexmkirina desthilatdarêya Xumeynî zilm û zorê bi kar bîne. Dema di navbera İraq û Îran’ê de sala 1980’î şer dest pê kir, hem li hundir û hem jî di bereya şer de AP xwe weke yekane hêza rêxistinkirî ku jê tê rejîmê biparêze, derxiste pêş. AP hem di çêkirina planên şer de û hem jî di kontrolkirina ji derve tedarîkkirina pediviyan de, cih digire. Ew parastina berpirsiyarên dewletê misoger dike û endamên wê di komîteyên şoreşê de yên ku xwe weke girêdayî îmam didin nasîn, cih digirin.

Bêbandorkirina muxalefeta radîkal û serketinên pêşî di bereya şerê İraqê de dema “şoreşger” a îranî bi dawî dike: Di danezaneke ji heşt xalan de 6’ê Kanûna 1982’an Xumeynî rewabûna milkdarî û sektora taybet qebûl kir û ji pasdaran xwest (Parastvanên şôreşê) ku hemû hêza xwe ji bo şer bidin ser hev.

Sala 1989’an, piştî mirina damezrênerê Komara Îslamî, AP’yê tercîh kir ku weke lîderê ruhanî2 Elî Xamaney û weke serokkomar jî Elî Ekber Rafsancanî bêne hilbijartin. Tevî ku di salên 1990’î de rêxistina AP di warê siyasî de lawaz bû jî, wê serdestyiya xwe ya li qada aborî ya li welêt xurttir kir. Xala 147’an ya destûra bingehîn dibêje: “Divê di wextê aştiyê de hukûmet personel û navgînên teknîkî yên artêşê di çarçoveya xebatên alîkariyê, perwerdeyê, hilberandinê û cîhada avakirinê de bi kar bîne û divê bi awayekî tekûz bi huqûqa îslamî re vê yekê bike bêyî ev yek kêrhatina wê ya şer kêm bike.” Xatam el-Enbiya (Fermandarêya Giştî ya avakirinê) ya sala 1990’î hat damezrandin, her weha bi navê “kompleksa Xorb” tê nasîn, xebatên gelek saziyên di bin banê pasdaran de koordîne dike.

Derdor û kesên nêzî Rafsancanî yên hatin pozîsyonên desthilatdariyê dewlemendî komkirin, vê yekê kir ku Xamaney û derdorên muhafezekar fikaran bikin. Dema sala 1996’an “reformxwazên” Rafsancanî di hilbijartinên ji bo meclîsa îslamî ya dema pêncan de bi ser ketin, lîderê ruhanî hewara xwe gihand pasdaran. Xameney ne xwediyê karîzmayekê, ne jêhatîbûna siyasî û ne jî otorîteyeke dînî ya weke ya Xumeyniyekî bû, lewma pêdiviya wî bi piştgiriyê hebû. Di nîqaşeke qeydkirî de 6‘ê Nîsana 1996’an Serokê Fermandarên AP’yê General Yehya Rehîm Safewî, da zanîn: “Divê di tûra duyem a hilbijartinan de em jî derkevin ser dikê û bi dengên xwe divê em nehêlin yek lîberalê bi tenê jî ku mumkin e ji bo welat û gel tevlîheviyan çêke, bikeve meclîsê.’’ 3

Vê mudaxeleyê kir ku têkiliyên hêzê yên di nava rejîmê de serûbinîhev bibin û pêşketina “reformxwazan” jî rawestand. Bi awayekî surprîz di sala 1997’an de weke serokkomar hilbijartina Muhemed Xatemî namzetê kevneparêzan Nateq-Nûrî têk bir, vê yekê bê îstîqrarêya mêzînê bêhtir nîşan da.

Di du demên desthilatdarêya Xatemî de (1997-2005), AP li ber reformên wî rabû. Di heman demê de rêxistina AP’yê ji sê paran yekê kirîna ji derve ya Îran’ê kontrol dike. Li gorî daxuyaniya şêwirmendekî serokê berê yê meclîsê Karûbî, Muhemed Elî Muşafeq ya sala 2007’an4 îthalat bi van riyan dibe: nêzî şêst benderên li ser peravên kendavê û dehek balefirgeh - yek ji van balefirgehan jî Peyam e ku nêzî Tehran’ê ye û bi awayê fermî ser bi wezareta telekomînîkasyonê ye -, bîstûpênc deriyên [bazirganiya serbest] yên li balefirgeha navneteweyî ya Mehrabadê.

Ji ber ku gelek wezîr û sekreterên dewletê di kontrola pasdaran de ne, Xatam el-Enbiya dikarîbû pêkanîna karên gelekî mezin ên gelemperiyê di dema şaredarêya Tehran’ê ya Ehmedînejad (2003-2005) de bi dest bixe, weke mînak otobahn û metroya buhayê wan 2.2 milyar dolar. Dema ku partîzanên Xatemî, jihevketî bi bin ketin û Ehmedînejad li dijî Rafsancanî di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser ket, di 2005’an de giraniya hêza AP’yê zêdetir bû. Ji bo gel Rafsancanî nîşana karên ne li rê û bertîlxuriyê bû.

Li gorî bloga namzetê binketî yê hilbijartinên serokkomariyê yên herî dawî Musawî, Xorb bêhtirî heştsed şîrketî kontrol dike. Ev şîrket di gelek qadan de çalak in: Artêş (hilberandina roket û fuzeyan), avahîsazî û pêşketin (projeyên rêyan, bendavan, kanan, binesazî, avdan û hwd.); petrol û gaza xwezayî (Xorbê îhaleya çêkirina xeta lûleyên petrolê ya 600 kîlometroyî dirêj ber bi Hindistanê ve bi buhayê 2.2 milyar dolaran bi dest xist); ragihandin (Havîna 2009’an, konsorsiyûma Tosê Etemadê Mobîn a ser bi pasdaran, kontrola ji sedî 50’yê şîrketa dewletê ya telekomunîkasyonê Şerkatê Moxaberatê Îran bê îhale bi dest xist, buhayê vê bazarê 8 milyar dolar e); maliye (du şîrketên krediyê yên alîkariyê yên pasdaran û bêsic – milîs – ber bi bankabuyînê ve diberidin).

Projeya pasdaran herî dawî di Mijdara 2009’an de pêşniyar kir: Avakirina rêya hesinî ya Şahbaharê li Başûrrojhilat bi buhayê 2.5 milyar dolaran. General Caferî bi awayekî hişê wî li serê wî weha şîrove kir: “Em ne mekîneyeke şer in (...) ku di wextê aştiyê de bêker e5.” Belê dîsa jî ew neçar bû di çapemeniyê de û li meclîsê bersivê bide rexneyên ku karên wî dişibandin karên mafyayê: “Mirov qet nikare mafya leşkerî ku li gelek welatan heye, weke li cem hin cÎran’ên me û Sêpahan [AP]li ber hev bigire.”

Ji dema xwepêşandanên ku hilbijartinên sextekarî di wan de hebû yên Hezîrana 2009’an6 bûn sedem û vir ve, Parastvanên Şoreşê di tepisandina muxalefetê û destekkirina Xamaney de rolekî navendî bi cih tînin. Sedûbîstûpênc hezar endamên wê li gelek baskên artêşê hatin belavkirin û di heman demê de “hêza berxwadanê ya bêsic” kontrol dikin.

General Ebullah Araqî, fermandarê baskê artêşa pasdaran a bi navê Resûlellah di Cotmehê de îdîa kir ku rêxistina wî berpirsiyarêya ewlekariyê ya du mehên piştî hilbijartinan girtiye ser milên xwe7. Çend hefteyan paşê rêveberê mekteba siyasî ya AP’yê Yadullah Cevanî xwest lîderên muxalefetê Karûbî û Mûsawî werin girtin û cezakirin8. AP’yê bi awayekî fermî 29’ê Kanûn’ê bang li gel kir da ku ji bo destekdana lîderê ruhanî xwepêşandanan li dar bixe û muxalifên wî jî bi sîxurtiya hêzên derve gunehbar kir9. Li ser malpera xwe ya înternetê (gerdab.ir) AP’yê wêneyên di dema xwepêşandanan de hatî girtin weşandin û pêre jî bang li “gelî misilmanan” kir da ku giliyê beşdarên xwepêşandanan bikin.

Dîsa jî, kêfa tevgerên cihê yên alîgirê Komara Îslamî ji neşefafiya li dora berferehbûna xebatên wê yên li qadên aborî û siyasî re nayê –di nava van tevger û derdoran de bazara Tehranê, hin sektorên taybet yan jî partiyên siyasî yên nerm hene. AP bi xwe jî ji parçebûnê parastî û muaf nîne, beşek ji hîmê wê ji derdorên civakî yên xizan tê û vê meyla karênnelirê û bi darê zorê jî qebûl nake. Yên jê vediqetin zehmetiya tercîha ku Komara Îslamî pêre rûbirû ye derdixin pêş, ev tercîh di navbera lêgerîna li lihevkirinekê û hewldana tepisandinê de ye.

Çavkanî

Tevî ku vê mehê Îran sîhûyekemîn salvegera şoreşa xwe pîroz dike, tevgera muxalefetê ku ji Hezîran’a 2009’an û vir ve bi hêz dibe, serûbinîhevbûnên civakî yên ji sala 1979’an ve li welêt diqewimin, derdixe pêş. Ev veguhertin bersiva ku rejîmê diviyabû bide krîza heyî zehmetir dikin û dikin ku rejîm di navbera lihevkirin û tepisandinê de dudilî bibe. Beridîna pasdaran zehmetiyên Şoreşa Îslamî bi xwe nîşan didin.

1 Sala 1965‘an hat damezrandin. Ev rêxistin di şerê li dijî şah de cihê xwe girtibû. Di ruxandina rejîma Şah a sala 1979’an de jî xwedî rol bû. Piştî 1981’ê ji Xumeynî qut bû dest bi muxalefeta çekdarî kir. Bi awayekî hovane hatin tepisandin û gelek ji kadroyên li derveyî welet bûn penaber. Sala 1965‘an rêxistinê li Iraqê baregeheke eskerî ava kir (di dema şerê Iraq û Îran’ê de) û hevgirtinek bi rejîma Saddam Husên re çêkir.
*2 Lîderê ruhanî ji aliyê Meclîsa Pisporan (Meclîsê Xobregan) ve tê wezîfedrakirin û berpirsyarê herî bilind ê siyasî û dînî ye û fîgurê herî girîng ê Komara Îslamî ya Îran’ê ye.
*3 Kayhan, Tehran, 17’ê Nîsana 1996’an.*
4 www.aei.org/outlook/27433*
5 www.sepahnews.com*
6 Bixwîne, Ahmed Salamatian, “Dans le chaudron du pouvoir iranien (Di quşxaneya desthiltdariya Îran’ê de)”, Le Monde diplomatique, Tîrmeh 2009’an.
*7 BBC ya bi farisî, 4’ê Cotmeh 2009’an.
*8 Sobh Sadeq, Tehran, 21’ê Mijdar 2009’an.*9 www.khabaronline.ir/news-33058.aspx