Îran û Rûsya, di navbera hevkarî û xirecirê de

Translator

Biryara Lijneya Ewlekariyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) ya ku pêşbîniya mueyîdeyên nû li dijî Îranê dike, bi dengên 12 ji 15 endamên Lijneya Ewlekariyê ve di 9’ê hezîranê de hate qebûlkirin. Tirkiye û Brezîlyayê li dijî vê biryarê dengên xwe dan. Tevî ku herkesî texmîn dikir ku dê bandoreke berbiçav a vê biryarê nebe jî, ew rêya mueyîdeyên dualî yên ku YE û DYA dixwazin pêk bînin vedike. Ev dengdan di heman demê de dibe sedema têkçûyina baweriya di navbera Tehran û Moskovayê de.

Tevlîheviyek di têkiliyên Rûs û Îraniyan de heye. Piştî ku Amerîkiyan bernameya mueyîdeyan anî Lijneya Ewlekariyê, Mahmûd Ahmedînecad vê tesbîtê dike: “Gelê me êdî nizane ka Rûs dostên me ne yan na.” Lê, balyozê kevn yê Dewletên Yekbûyî yê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY), John Bolton, dibêje ku li gorî texmîna wî piştî ku Barack Obama di meseleya mertalê li dijî fuzeyan de li Polonya û Komara Çekî “stuyê xwe xwar kir” û li hemberî dagîrkirina beşeke axa Gurcistanê ya ji aliyê Rûsan ve bêdeng ma, îcar di derbarê dosyaya Îranê de jî dê nikaribe ji serokê berê George W. Bushê berî xwe tiştekî zêdetir ji Moskovayê bi dest bixe.

Lê belê, du azmûnên girîng divê hîn vekirîtir diyar bikin ka têkiliyên navbera Rûsya û Îranê ber bi ku ve diçin. Pêşî, vekirina santrala nukler a Bûşehrê, li başûrê rojavayê Îranê, gellek caran helwesta Moskovayê guherand ku tesîrê li Tehranê bike da ku ew jî Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Nukleer (AIEN) memnûn bike. Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov bi rastî jî li Moskovayê, 18’ê adara bihurî, diyar kir ku ev santral dê havînê bikeve fealiyetêi; Wezîra karê derve ya Amerîkayê Hillary Clinton’a ku wê gavê amade bû, xwe aciz kir.

Tecrûbeya duyem : dayin –an nedayina– fuzeyên parastina hewayî S-300’ên kurtavêj e ku Îranê kirrîne; peymaneke heyşt sed milyon dolarî ye ku di çileya pêşîn a 2007’an de û di navbera herdu aliyan de hatibû îmzekirin. Şandina van fuzeyan ji havînî ve li ser israra Washingtonê hatiye texîrkirin. Hebûna van fuzeyan di destê Tehranê de, dê bombardimaneke Îsrailiyan ya muhtemel jî dijwartir û hîn buhatir bike; lê belê, digel ku di çekên din de ne weha ye, bi saya israra Rûsyayê ve ev çek nakevin ber mueyîdeyan. Dîsa jî, karbidestên Wezareta karê derve ya Amerîkayê di wê baweriyê de ne ku “sozên ku hatiye dayin dê bên girtin ” û ew fuze dê neyên şandin. Ew ê wek wan bibe gelo?

Berî pêşkêşkirina rapora mueyîdeyan, me li Tehranê ji devê piraniya mixatabên xwe ve şika li hemberî Moskovayê dibihîst. Heta ev helwest li bal hinan li gel kêmîxwedîtineke kevn a Rûsan diyar dibû, ji ber ku hestê xwemezindîtineke ku ji şaristaniya kevnar a farisan tê hîn jî li cem wan heye. Pisporekî karên Rûsyayê ku ji alî Dewletê ve weke berpirsiyarê avakirina civateke hevalbendên Rûsya û Îranê hatibû tayinkirin li têkçûyina xwe mikur hat; li gora wî, sedema wê ew e ku di nava rewşenbîran de jî û di nava xelkê de jî, kes ji binî ve guh nade Rûsyayê. Ev lêkolîner hevalbendiya îroj ya di navbera Îran û Rûsyayê de bi rêya dijminahiya Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê yên li dijî Komara îslamî ve dinirxîne û dibêje: “Çi di warê aborî û teknolojiyê, çi jî di yê çandî de be, em ê çi ji vî welatî hîn bibin? Gava ku hûn çend kilometreyan derkevin derveyî Moskovayê, hûn ê bibînin ku cîhana-sêyem li wira ye, lê ne li vira ye. Bi welatên Ewropayê re hîn bêtir hêlên me yên hevbeş hene.”

Hinekên din jî ji xwe re dibêjin “em baş dizanin ku Îran di lîstika Moskovayê ya siyasî ya li gel Washingtonê de ji kaxezekê pê ve ne tiştekî din e”, û baweriya wan pê heye ku alîgirên têkiliyeke xurt ya bi Kremlînê re di nava civata herî bilind a desthilata îranî de jî hindikayî ne.

Cîgirekî Wezîrê karê derve yê kevn bêtir bi tolerans dibêje: “Em tê digihên ku [Rûsya] divê bi Dewletên Yekbûyî re têkiliyên baş girê bide û divê em tim li cem xwe encaman ji wan derxin û binirxînin.” Ew niyeta Îraniyan a ku dixwaze di nava Rêxistina Şangayê ya Hevkariyê (RŞH ) de ji asta çavdêriyê derbasî ya endameke daîmî bibe, helbet, ji aliyê Rûsya û Çinê ve hate redkirin, ji bo ku Washington xwe aciz neke, lê “di eslê xwe de, li hember Îranê weke ku endameke bi temamî cihê be hat tevgerrîn û Îran beşdarî hemû hevdîtinên Rêxistinê yên navxweyî bû” – Ahmedînecad, tevî vê jî, nerazîbûna xwe ya ji zîrweya ku di 10-11’yê hezîrana 2010’an li Taşkentê (Kazakistan) çêbûbû diyar kir, da ku dengdana Rûsya û Çînê ya Lijneya Ewlekariyê protesto bike. Digel vê jî, wezîrê kevn asta hevkariya di navbera Moskova û Tehranê de ya li Asya navîn a piştî hilweşîna Sovyetê û Transkafkasyaya kevn destnîşan dike û dibêje ku ew ji paşerojê bi hêvî ye: “Bi xurtbûna bandora Îranê ya li Rojhilata nêzîk, Rûsya dê bêtir qiymetê me zanibe û rêza me hîn bêtir bigire. Ew ê baştir bibîne ku bandora me dê li dijî berjewendiyên Dewletên Yekbûyî be, lê ne li dijî yê wê be.”
Li Moskovayê, înada Tehranê ya di derbarê dosyaya nukleer de di heman demê de him dibe sedema nerazîbûnê û him jî ya tirsê. Hinek lêkolîner Îranê weke belayeke ku divê mirov jê bi dûr bikeve dibînin û -bêyî ku pê bawer bin- mueyîdeyên giran li dijî wê pêşniyar dikin. Yên mayî, ku pirrtir in, bêyî ku sempatiyeke wan ya ji bo Komara îslamî hebe, berevajiya wê, ji beşdariya Rûsyayê ya di berfirehkirina tevdîrên cezayî yên nû de ditirsin. Weke Fedor Lukyanov’ê sernivîskarê kovara navneteweyî Russia in Global Affairs, dibêje ku ew ditirsin ku “ji mueyîdeyên bêbandor heta bi yên ku dê negihên encamên xwestî, Rûsya xwe di nava pêvajoyeke weha de asê kiriye ku ber bi meşrûkirina bikaranîna hêzeke leşkerî ve diçe.” Helwêsta wan çi dibe bila bibe, hemû birêvebirên siyasî û analîst ditirsin ku li wan herêmên cîhana misilman ku cîranên Rûsya ne encamên karesatî ku ji rêyeke weha derkevin û bandora wê bigihije nava axa Rûsyayê jî. Ji aliyê din ve karbidestên rûs, digel ku ji hevkarên xwe yên îranî dixwazin ku ew rêza biryarên AIEN’ê bigirin, ji Îranê re dibêjin ku qebûlkirina mueyîdeyan li gora wan rêyeke weha ye dikare rêyê li ber darê zorê bigire.

Ji nîsana 2010’an û bi vir ve, him li Moskovayê û him li Washingtonê herkes dizane ku weke Clinton ji serî de jî hêvî kiribû ev mueyîde dê kesî “felc” nekin: Çînê – piştî ku beşdariya hevdîtinan li gel endamên din yên Lijneya Ewlekariyê yên daîmî red kir, axir biryara xwe guhert û tev lê bû– bi vê helwêsta xwê ya navberkar ve piştgiriya Rûsyayê kir.

Alexandre Choumiline’ê ku birêvebirê navendeke lêkolînên li ser Rojhilata-nêzîk li Akademiya zanyariyan a Moskovayê ye, bi awayekî pirr vekirî diyar kir ku ji nuha ve xuya ye ku mueyîdeyên ku dixwazin Îranê bînin ser rêyê, “herî dereng dê di dawiya çiriya pêşîn de bibe sedema bombardimanên îsraîlîyan yên bi ser dezgehên Îranê yên nukler de, û Obama jî dê ji bo rê li ber wan bigire nema bikare tiştekî bike”. Ew jî weke analîstên rûs yên din teyid dike ku ji bo dosyaya Îranê “yek ji wan dosyayan e Pûtîn bi xwe li ser dixebite” û “ew bi xwe hemû biryaran li ser dide”. Wî destnîşan kir ku meha çûyî, serokkomar Dimitri Medvedev eşkere diyar kir ku êdî ji mueyîdeyan pê ve rêyeke din nemaye, lê serokwezîr Pûtîn carekê bi tenê û bi awayekî ku kes jê tênegihê ka çi dibêje bahsa vê yekê kiriye.

Bi rastî jî, Pûtîn dixwaze ku têkiliyên wan yên bi Dewletên Yekbûyî re baştir bibin û naxwaze di vî warî de berdeleke ewçend mezin jî bide. Ji bo wî, heger Washington ji niha û pê ve rêza berjewendiyên Rûsan di çarçoveya bandora sovyeta kevn de bigire, ev yek ne girêdayî daxwaza ji dil a birêvebiriya Obama ye, lê bi saya têkoşîna dijwar a bi salan ku Rûsyayê daye û bi taybetî jî sedem ew e ku rê li ber girtiye ku Ukrayna û Gurcistan jî bikevin nava Rêxistina peymana Atlantîka bakur (NATO). Gellek şirovekarên nêzîkî Pûtîn, bi çorsiyeke berbiçav îddia dikin ku, Dewletên Yekbûyî dê li Afganîstan û Îranê têkevin herrî û çiraveke weha ku nikaribin jê derkevin, û ji bo wê jî berevajiya ku wê ji xwe bi dûr bixin, pêdiviya wan dê hîn bêtir bi Rûsyayê hebe. Tevî ku tê xwestin jî, wê gavê divê başbûna têkiliyên Moskova û Washingtonê pê bi pê pêk bên: êdî ew ê weke ku sala 2001’ê roja piştî 11’ê îlonê hemû çûn hawara George Bush û bi dû re destvala jê vegerriyan nekin.

Li ser biryara 9’ê hezîranê şewqa vê niherînê heye: mueyîdeyên nuha ji yên berê hîn bi wêdetir in –bi rastî jî ji bo ku Tehranê bi awayekî ciddî aciz bikin têra xwe hene– lê dîsa jî hîn di bin yên ku Washington dixwaze re dimînin. 27’ê gulanê, birêz Mihaïl Margelov, serokê komisyona karên navneteweyî li Meclîsa Bilind a Meclisa Federal a Rusyayê, destnîşan dike ku “mueyîdeyên nû yên li hemberî Îranê dê zirarê nedin bazirganiyê û peymanên aborî» yên di navbera Rûsya û Îranê de” . Sala 2008’an, îxracata Rûsyayê ya ber bi Îranê ve gihîşt 3,34 milyar dolaran, ku piçekî ji % 1 kêmî îxracata wê ya giştî dike– û firotina çekan bi tenê jî 14 milyon dolaran dike (bist carî kêmî firotina sala berî wê ye). Dîsa jî, Îran, li Rojhilata nêzîk ji bo Rûsyayê hevalbenda aborî ya yekem e. Di bin destê herduyan de jî, nêviyê rezervên gazê yên dunyayê hene. Ji xeynî vê jî di gel karê Gazpromê li Îranê, ku nuha girîngiya wê nemaye, niyeta Moskovayê heye ku gotûbêjekê li gel birêvebirên îranî bike da ku bazara petrolê ya nearam têxe duzanekê.

Danîna pêşnûmaya biryara nû ya ber Lijneya Ewlekariyê ku ji bo mueyîdeyan hatibû amadekirin bi awayekî nedîtî û dramatîk pir hate eceleyê: piştî hijdeh saetên gotûbêjan, lihevkirina Ahmedînecad ya digel serokê brezîlî Luiz Inacio Lula da Silva û serokwezîrê turk Erdogan, 16’ê gulana 2010’an bi zorê pêk hat. Kêm zêde, ev lihevkirin weke ya DYA û hevalbendên wê ye ku çiriya 2009’an hatibû pêşniyarkirin, lê îroj ew dibêjin ku wexta wê derbas bûye: guhaztineke hemdem, li ser xaka Turkiyeyê, di navbera du sed kîlogram uranyuma îranî ya kêmmeyandî û sed û bîst kilo sûtemeniya ji % 20 zengînkirî ya ji bo reaktorên lêkolîna tibbî ya Tehranê – projeya çiriya pêşîn a 2009’an a AIEN’ê pêşbîniyê dike ku Tehran dê ûranyûma xwe bişîne Rûsyayê û paşê jî, sed û bîst kîlo cewherê kartêkirî û zengînkirî, dê ji Îranê re bê şandin. Ev gotina “paşê” Komara îslamî ya ku ji bazareke xapînok bişil e aciz dike.

Aciziya Washîngtonê gellekî eşkere ye: kesên ku ji adetî “rêlibergirên bêencamiyê” ne û bi îtirazên li hemberî hemû tevdîrên anîna ser rêyê yên li dijî Îranê mudaxeleyî Lijneya Ewlekariyê dikin – Rûsya û Çîn – ku niha endamên Lijneyê Brezîlya û Turkiyeyê şûna wan girtiye. Lula da Silva, serokê Dewleta herî mezin û demokratîk a Amerîkaya Latîn, ku niha ne tenê li nav cîhana sêyem, lê herweha li cîhana rojavayî jî xwedî navûdengekî giran e. Û Turkiye, dewleteka din a demokratîk e, ku hîn ji wê jî bi wêdetir, endama Rêxistina peymana Atlantîka bakur (NATO) e. Dengdana neyînî ya van herdu hêzên herêmî kêmasiyê dixe ser meşrûiyeta ku birêvebiriya Obama dixwaze pê mueyîdeyan serpûş bike û wê leke dike.

Rûsya û Çîn, hema hema bi qasî Amerîkayê mahcûb bûne, lewre herdu jî xwe weke dostê Îranê dihesibînin. Bi mehan, Moskovayê xwe li ser sehneya navneteweyî weke navberkareke ku beyî wê nabe nîşan da û xwast rêyeke qanekirina Îranê peyda bike Tehranê. Helbet Îran welatekî girîng e, ku divê mirov wê tercîh bike, ji bo “hevalê xwe yê niha yê telebkar”, Brezîlya û Turkiyeya ku ne ji alî siyasî û ne jî aborî ve qet jî ne deyndarê wan e.

Ji aliyê din ve, Washîngtona ku ji bi şûn de gavavêtina Moskova û Pekînê ya ji pakêta mueyîdeyên ku bi awayekî dijwar hatibûn gotûbêjkirin tirsiya, piştî daxuyaniya giştî ya serok Medvedev ku li gor wê diviya lihevkirina sêalî bi awayekî ciddî bihataya tetkîk kirin bi çend saetan, û ya Lavrov ku mixabiniya xwe anî zimên ka çima lihevkirineke zûtir nebûye, biryar anî û xist rojeva Lijneya Ewlekariyê. Rûsya û Çînê îşaretên nerazîbûnê dan û Rojavayî deh rojan tirsiyan ku ev herdu welat dîsa astengiyan derxin. Erê, wan di encamê de dev ji vê yekê berda, ji ber ku aciziya wan ya ji Îranê jêxurtir e.

Çavkanî

Jacques Lévesque:
Profesorê zanyariya siyasî li Universîteya Quebecê, li Montrealê

  • The New York Times û The Washington Times, 21-ê gulanê, 2010.
  • Di 2001’ê de ava bû, endamên wê Rûsya, Çîn, Kazakistan, Ozbekistan, Tacikistan, Kirgizistan. Çavdêrên wê jî : Îran, Hîndistan, Moxolistan û Pakistan in.
  • RIA Novosti, Moskova, 27’ê gulana 2010’an.