Îxaneta li hember Huffington Postê

Malpereke mezin a hevpar ji alîyê dêwekî înternetê ve hate kirîn
Translator

Çend blogerên kevn yên dilxwaz, meha nîsanê qerar dan da ku li hember Huffington Postê mahkeme vekin, ev malpera amerîkî ku wan bi cîh kiribû û ji bo pêşvebirina vê malperê wan jî xebat kiribû. Van blogeran li hember firotina malperê ku ji alî America Online ve hatibû kirîn derdiketin û 105 milyon dolar dixwestin. Çawa medya-pêşeng, ya çepê Amerîkayê, di nav deh salan de, xwe guhert û bû yek ji navenda qezencê ya pirneteweyî.

Bihara piştî ku George W. Bush di duyemîn hilbijartinên serokatîyê de têk çû, Partîya Demokrat a mirûzxerab bi awayekî ecêb hevgirtinek ava kir. Karîyera vekirî ya Arianna Huffingston di alîyê Komarperwer a maseyê de dest pê kir. Di salên 1990ê de, piştî ku mêrê wê (ku niha hevdu berdane) ket hilbijartinên Senatoya Dewletên Yekgirtî û bi ser neket, Huffıngton bû endameke qidemdar a ‘think thank’ [Dezgeha Fikr û Ramanê] a Serokê Koma Komarperweran Newt Gingrich. Projeya wê ya pêşîn a Înternetê Resignation.com bû û vê malperê hewl dida ku piştî rûdana ‘Monica-Gate’ li derveyî meqamê wî dû serok Bill Clinton bernede.

Heta destpêka salên 2000ê sîyaseta wê ber bi çepgirîyê ve çû û di 2004ê de ji bo serokatîyê piştgirî da John Kerryê Demokrat. (1) [Malpera] The Huffington Post di gulana 2005ê dest pê kir û wekî alternatîva [Malpera] "Drudge Report," pir bi lez bû peyvgeha çepgiran li hember rastgiran. Hîn ji destpêkê ve, pir li ser HuffPo hat peyivîn; ne bi tenê ji ber sîyaseta wê, lê herweha ji ber naveroka wê –şandîyên tev li hev ên bloggeran (zêdeyî 15.000), ‘berhevkirina’ naverokên ji dezgehên din ên çapemenîyê (bi binxêzkirineke berbiçav ji bo seks û navdaran) û hin naverokên resen ku ji kargerên edîtoryal, ku hejmara wan bi ser 100ê ketîye– çapemenîya ‘serwetmend’ hesûd bû û ew ji xwe re kir hedef. Hejmara kesên ku ew malper dixwend di destpêka 2008ê de 1 mîlyon hatibû hesab kirin lê ev hejmar di destpêka 2011ê de firîya 25 mîlyonan û malper ket nav 10 malperên nûçeyî yên herî populer ên DYAyê.

Bi demê re the Huffington Post pêşengîya têkoşîna li dij şerê Iraqê kir û di serî de New York Times, ku derewên rêveberîya Bush a sebaret bi çekên komkujîyê weşandibûn, çapemenî digel Navenda Nûçegihanîya Lêkolîner, ku xwedîya mebestên aborî nîne, hevkarî kir û ji bo amerîkîyan bangek weşand ku pereyên xwe ji bankayên mezin yên ku bûbûn sedema krîza aborî bikişînin daku stratejîyên wan ên darayî şermezar bikin.

Bilindbûna bêsebrîya sermayederan

Diviya ne suprîz, ne jî hêvîşkenandinek bibûya dema ku Arianna Huffington vê sibatê ragihand ku şirketa Înternetê AOL (American Online ya berê) dê the Huffington Postê bi 315 mîlyon dolaran bikire. (2) Her çend HuffPo di 2008ê de di Konvensîyona Demokratîk a Neteweyî de sponsorîya koneke populer kiribû jî, ku tê de mûmîk û masajên piştê hebûn, Huffington ji herkesî re digot ku malper dê bi tenê bi sîyasetê re têkildar nebe. (3) Di 2010ê de malper kara xwe ya pêşîn bi dest xist –30 mîlyon dolar– û xelkê pistepist dikir ku kapîtalîstên muteşebbis, ku ji bo mezinbûna HuffPo pere dabûn, dixwest wê bifiroşin û bikin pere.

Lê belê hêvîşkestinek hebû. Û muhasebeya navxweyî jî. Firotin dibe sedema peydabûna pirsan, herçend versîyona nû ya Arianna Huffington gavên xwe yên nû pir hêdî diavêje jî: Di şopa prensîpên siyasî û rojnamegerîyê de, ji bo ku xwe bigihînin pirtir kesan çi qas dikare were qurbanî kirin? Di navbera gotin û tevgeran de divê çi têkilî hebe? Û encamên demdirêj a rojnamegerîya amerîkî dê çawa be heger weha berdewam bike ku bi kêrî wan şirketan were yên ku reklaman didin, herweha bi kêrî muteşebbisên bazara serhev û bi awayekî berfirehtir çanda reklamê ku li ser serfkarîyê ava bûye?

Di 9ê sibatê de di dema danûstandina bi AOLê re Arrianna Huffington ji Washington Postê re got "Dem hatiye ku em pêşîya çepgirî û rastgirîyê kevin." (4) Wê peyv bi peyv ew tiştên ku berîya deh salan, dema ku ji rastgirîyê derbazî çepgirîyê bûbû gotibûn, dubare kirin.

Bi tenê çend hefte berê, nivîskarê kedkar Mike Elk di nav wan kesan de bû, yên ku cara pêşîn lê hay bûbûn ka wateya siyaseta piştî-pêşveçûnê ya Huffington çi bû. Elk li Washingtonê alîkarîya 200 endamên sendîkayê kir daku bi ser konferansa Komeleya Bankerên Mortgage de bigirin û suîstîmalkirina fonên hikûmetê ya ji alîyê serkêşên kombûnê ve protesto bikin.

Dema ku derket holê ku Elk hiştibû ku endamên sendîkayê karta wî ya çapemenîyê bi kar bînin daku bikevin konferansê ev ‘kêmasîya profesyonelî’ ji alîyê edîtorê karsazîyê Peter Goldman ve, ku nûçegihanê berê yê New York Timesê bû, ji bo bi heq nîşandana ji kar avêtina Elk hat bi kar anîn. Di çavê Elk de li cem HuffPo xeta navbera rojnamegerî û çalakvanîyê tu caran weha tûj nebûbû; lê dawîya dawî fîlmsaz Michael Moore, ku ji bo wî asêbûn, ji bo pêvajoyeke afirînêr parçeyekî gelek girîng bû, bloggerekî timî yê HuffPo bû. Ji bo wî pirsgirêka mezintir a etîkê –sûcên îddiakirî yên bankeran, ku bi tenê ji ber protestoyê derketin holê, li alîyekî –ew e ku nûçegihanekî tim-demî yê jîyana kedê yê Huffington Postê tunebû (û hîna jî tuneye) Berî ku ji kar bê avêtin Elk endamê artêşa bloggeran bû ku tu pereyan nastînin.

Piştî mijara firotina bo AOL, bloggerên din tev li Elk bûn û wan xwest ku nivîskara pirtûka Amerîkaya Sêyemîn: Sîyasetmedar Çîna Naverast Çawa bi Tenê Dihêlin û Îxanetê li Xewna Amerîkî Dikin (Pirtûka Huffington ya 13emîn) (5) li gor tiştên ku nivîsandine tev bigere. Çavkanîya Hunera Dîtbarî, kollektîfeke nivîskaran, û li dû wan Rojnameya Neteweyî Guild banga grevê kir.

Bersiva Huffington? "Fermo, herin grevê bikin –lê tu kes dê guh nediyê." Helwêsta wê ji zû de weha bû ku blogger ji ber karê xwe dîtbar in û ev yek bi têra xwe ji bo wan tazmînatek e, ku ev yek bi tenê piştî firotina malperê çend qat zêde bû. Wekî parçeyekî AOLê, hejmara xwendevanan bi giştî li DYê mehane dê bibe 117 mîlyon û li seranserî cîhanê jî weha tê guman kirin ku bigihîje 250 mîlyonan. Bi qewlê Huffington: "Em ji trênekê peya dibin û li jetekê siwar dibin, ku ji deng bi leztir diçe." (6)

Nivîskarên girîng, ên wekî quncik-nivîsê berê yê Los Angeles Times Robert Scheer heman argumentê ji bo piştevanîya wê anî zimên. Çalakvanê Latîno Roberto Lovato, ku dema pêşîn firotina bo AOL bihîstibû ji ber navdarîya AOLê bo muzafazakarîyê, hêvîyên wî şkeştibûn, tiştên xeyalî îddîa nekirin: "Arianna hertim xerîkî guherîna navxweyî bû". Ji bo projeyên wî yên polîtîk tu kes li ser bikêrhatîbûna Huffington Postê nikaribû gengeşe bike, dema ku wê bi awayekî serkeftî ji ber helwêsta wî ya daîmî ya li dij koçberan fişar li ser CNNê kiribû ku pêşkêşvanê bernameyeke siyasî Lou Dobbs ji kar biavêje.

Bi kurtî, armancên siyasî yên hin kesan çi dibin bila bibin, ji bo bloggeran derfeta xwe gihandina ew qas mirovan faktoreke biryardar e, nemaze ji bo nivîskarên rûniştî yên wekî Scheer û Lovato, daku bikaribin debara xwe bikin, pêdivîya wan bi mûçeya ji Huffington Postê nîne. Heger Huffington bloggeran bi kar tîne, blogger jî wê bi kar tînin. Lê belê ji vê peymanê, ê ku pirtir sûdê werdigire kî ye? Û encamên demdirêj ên vê cure ‘rojnamegerîyê’ çi ne?

Naveroka wê ku xwe dispêre ewqas bloggerên ku bê pere dixebitin dikare bibe helwêsteke maqul ji bo HuffPo, ku ew karekî weha pîneyî encam bide. Piştî ku Arianna sûd jê wergirt, naskirin û xelatkirina rista bloggeran di giranbûhakirina markaya HuffPo de, dê dijwartir be, ku were paşguh avêtin. Dema ku Blogger Mayhill Fowler ji bo axaftinên namzedê serokatîyê Barack Obama yên li ser ‘dilsozîya bi çek û olê re’ dîtinên ‘rojnamegerê hevwelatî’ diyar kiribûn, malperê navdarî bi dest xistibû. Dora sed blog piştre –piştî ku HuffPo ji bo cara duduyan karê Fowler ji bo Xelata Pulitzer namzed nîşan da û paşê jî çend bar û bi awayekî sernekeftî hewl da ku ji bo nivîsên wê pere bide Fowler– Fowler dest ji kar kişand, ku edîtorê HuffPo bi tundî bersiva vê yekê da: "Tu çawa dikarî ji karekî dest bikişînî ku te tu caran bi dest nexistibû?" (7) Xeta navbera nivîskarên ku pere distînin û bloggerên ku pere nastînin hîna jî ne diyar e. Blogên Mike Elk hingî pir bûn (bi giştî 105) û bi nûçeyên rêk û pêk tije bûn, ku piranîya xwendevanên wî bawer dikir ku ew kadroyê bi maeş ê Huffington Postê bû; di nav rêxistinê de jî wî carna ji bo blogên xwe yên belaş bi edîtorên nûçeyan dişewirî.

Lê belê di dawîyê de, pisgirêka mezin ew e ku modela ‘nû’ ya rojnamegerîyê ya Huffington Postê herçend cih dide dîtinên çepgir û pêşketinperweran jî, ew parçeyek û qadeke dubare-feodalîzasyona berfireh a pergala civakî û aborî ya amerîkî ye. Li gor ‘Rapora Rewşa Çapemenîyê’ ku di demeke nêzîk de ji alîyê Weqfa Pew ve li ser Înternetê hat weşandin, di nav deh salên çûyî de zêdeyî ji sêyekê rojnamegeran ji kar hatin derxistin, ku ya 10.000ên ji wan di nav sê salên dawîyê de pêk hat.

Di gotareke rexnegir a tund a bi navê "Şêlankarîya Huffingtonê" de, ku di malpera truthdig.com de hat weşandin, nûçegihanê berê yê New York Timesê û endamê qidemdar ê Enstîtuya Neteweyî Chris Hedges weha nivîsî:
"Maskeyên wan xuya dike ku mebestên wan ên sîyasî çi dibe bila bibin, kesên ku karkeran bi kar tînin daku ji vê girseyê sûdê werbigirin, endamên daimî yên çîna mêtînger in. Karl Marksê xwe ji refan derxin. Ew dijminên jin û mêrên karker in. Û ew herweha, di vê rewşê de, xwîna jîyanê ya pîşeyekê dimijin, ku ez pir girîngîyê didimê." Wekî bersiva wê argumanê ku digot bloggerên HuffPoyê ‘xwedîyên alternatîvekê bûn’ Hedges dinivîsîne ku ev yek heman arguman e ku ji alîyê "mudîrên xwêdanxaneyên (kargehên ku xelkê pir didin xebitandin û gelek kêm pere didin) li Komara Domînîk û Meksîkayê, şirketên komirê yên li Virginia ya Rojava û Kentuckyê û çewlikên qirase yên mirîşkan ên li Maine (...) ve dihatin pêşniyar kirin. Ev argumanek e ku elîtên serwetmend, ku xwe di pergaleke olîgarşîk de bi çîmento zeliqandine, ku tê de hilbijarokên rastî nînin, bi kar tînin da ku zexta xwe biheq derxin." (8)

Feodalîzma dîjîtal

Anthony de Rosa, mudîrê berheman ê Reutersê, peydabûna ekosîstema agahîyan ku ji alîyê Huffington Post û medyaya wê ya civakî û pismamên amator ên wekî Facebook, Twitter û malpera blogan Tumbler ve dihat domîne kirin, wekî ‘feodalîzma dîjîtal’ bi nav kir: "Teknolojîyên van malperan dilê mirovan dibijînin û vexwendkar in ku mirov tê de tevkarîyê bike. Da ku hût dermale bikin, me dixin şûna ehmaqan, di dawîyê de ji bo kesên din nirxan pêk tînin." (9) Dema ku dem û bal çûn ser van malperan, reklam jî zûka li dû wan çûn. Encam –her ku diçe modela reklamgerîyê hakim dimîne– veguherîneke tûj a naverokê nîne û ‘nûçeyên’ teşwîqkar ên bilez û erzan çêdikin û ji bo wê jî teknîkên hilbijartinê yên motorên lêgerînê bi kar tînin. (10)

AOL li enîya pêş a van teknîkan e, ku di gîrêdaneke daxuyanîyê ya ‘ji nav karsazîyê’ ya malperê ya bi navê ‘AOL Way’ de xuya dibe. Wekî ku rojnamegerekî anonîm ê AOL ji nav karsazîyê diyar kiribû "AOL Way piranî ji bo zêdekirina dengî ye û bi berfirehî jî bi riya manuplasyona teknolojîyê û hewlê dide ku her bi awayekî serbixwe ji kalîteya wê ‘parçeyekî naverokê’ heta dawîyê biguvêşe daku jê sûdê werbigire." (11) Dema ku daxuyanî hat weşandin, Huffington bi awayekî aşkere bêdeng ma û serokê AOLê Tim Armstrong guh neda rexneyên ji çapemenîyê û diyar kir ku "Şirketên ku li ser Înternetê kar dikin, dibêjin ku ‘Em her roj weha kar dikin’"

Di civîna hevbeş a çapemenîyê de, ku tê de peyman hat aşkere kirin, Armstrong got, "Arianna jî wekî me xwedîya heman berjewendîyan e, ku di xizmeta pêdivîya bikarhêneran de ne û ji pêdivîyên rasterast ên sîyasî yên mirovan wêdetir in." (12) Huffington hewl dida, diyar bike ku nûçeyên siyasî bi tenê bala bi kêmî % 15ê xwendekarên malperê dikişîne, ku ev rêje di salên destpêkê yên malpêrê de % 50 bû. Ev rê guhertina ber bi nûçeyên nepolîtîk ve bi rastî jî di 2008ê pêk hat daku bala bêhtir dolarên reklaman bikişîne.

Ji bo demekê, ev talebên pîyasayê ku pir nedihat guh dan, bi mebestên tevgereke siyasî re di nav lêkdanê de bûn. Huffington, oportunîsta xweşbîn, şanşê xwe bi dest xist. Qunciknivîsê Washington Postê Dana Milbank piştî ku Huffington ji çalakvanîya çepgirîyê derbasî patronîya medyayê bû, weha şirove kir: "Her kesê/a çav lê ye ku [Arianna Huffington] berdewam bike ku bibe dengekî hêjayî bawerîyê yê çepgirîyê xwendekarê/a feqîr ê/a dîroka Huffingtonê ye."

Piştî firotinê, pêngava AOL û HuffPoyê, ku rojnamegerên profesyonel girtin kar, ku piranîya wan ji dezgehên mezin ên medyayê bûn (main stream media) û New York Times jî di nav wan de ye, herçend ji gelek alîyan ve pêngaveke erênî bû jî, bi tenê guherîna ber bi rastgirîya-navendî pêk anî. Bloggerên pêşketinperwer divê bi awayekî ji xwe bipirsin ka ew li ser malperê ne daku dîtinên xwe di nav xwendekaran de belav bikin, yan jî li ser malpereke weha, ku ji şirketên din ên karsazîyê ferqa wê nîne, wê dîmena pirrengîya îdeolojîk bidin.

Pirsgirêka medyaya amerîkî wekî zêde-tîcarîbûnê dimîne, ji her neteweyekî din ê li ser rûyê erdê –ku xwe bi giştî dispêre debara ji reklaman, xwedîyên ji Wall Streetê ku sûda herî zêde pêştirî ya wan a bilind e û karûbarên mevzuatî ku firotin û destguhertina dezgehan teşwîq dike, ku piranîya medyayên sereke xistiye nav deynên mîlyar dolaran. Wekî ku Weqfa Pew jî tespît kiriye, ev yek sedemên mezin ku ‘krîza rojnamegerîyê’ li Amerîkayê ji Ewropaya Rojava û ji demokrasîyên rojavayî yên din sexttir bûye. Ji dêlva ku mirov li benda ‘SuperHoffê’ raweste –yan jî destekî din ê navdar ku bi çalakîyeke rojnamegerîya rojê rizgar bike- dijwarî û pêdivî ew in ku cureyên medyayê, him yên dewletî him jî yên nedewletî, bi çavkanîyan bên ava kirin û vînek peyda bibe ku li dij erîşa kambax a bi ser demokrasîya amerîkî raweste.

Çavkanî

Rodney Benson:
Profesorê sosyolojîyê li Universiteya New Yorkê.

  1. "10 questions for Arianna Huffington", (10 pirsîyar ji bo Arianna Huffington) Time Magazine, New York, 3 Tîrmeh 2008
  2. Emily Steel, "AOL chops 20% from work force", (AOL pîrzola %20 ji hêza kar) TheWall Street Journal, NewYork, 11 mars 2011
  3. Lauren Collins, "The Oracle," (Kehanet) The New Yorker, Cotmeh 13, 2008
  4. Dana Milbank, "Arianna shifts again" (Arianna cardin diqelibe), TheWashington Post, 9 février 2011
  5. Arianna Huffington, L’Amérique qui tombe. Comment les politiques ont trahi le rêve américain et abandonné la classe moyenne, (Amerika ya ku dikeve. Çawa sîyasetmedar ixanetê bi "xewna amerîkî" kirin û çîna qata navîn ji bîr kirin, terk kirin.), Fayard, Paris, 2011.)
  6. Emily Steel, "Huffington Post’s politics give pause" (Polîtîka Huffington Postê navberekê dide), TheWall Street Journal, 10 février 2011
  7. Michael Calderone, "Huffington Post fires back at ex- blogger Fowler ", (Huffington Post bloggerên berê bi pasde davêje) news.yahoo.com, 28 septembre 2010
  8. Chris Hedges, "Huffington’s plunder",(Talana Huffingtonê) www.truthdig.com, 21 février 2011
  9. Cité dans David Carr, "At media companies, a nation of serfs" (Sirketên medyayê xwedî neteweyeke kole ne), The New York Times, 13 février 2011
  10. 10 Propos de Mme Huffington à la conférence Paid Content organisée à New York en mars 2011, rapportés dans La Correspondance de la presse, Paris, 7 mars 2011. (Pêsniyara Mme Huffington a ji bo konferansa Paid Content a li New Yorkê, di adara 2011an de, di La Correspondance De La Press de hatiye rapor kirin, Parîs, 7 adar 2011)
  11. Cité dans Dan Mitchell, "The AOL way: Broken, battered and hopeless", (Rêya AOL: Broken, lêdan û bêhêvîtî) CNNMoney.com, 2 février 2011
  12. Dana Milbank, op. cit.

Wergera ji îngilîzî: Celîl Kaya