Jacques Rancière, huner û siyaset

Translator

Ҫawa mimkin e ku demokrasîyek destûrê bide merivî ku xwe bigihîne nivîsên çandê û axaftina siyasî azadtir bibe? Divê meriv çawa bike da ku li dibistan yan jî li kar dengê xwe yê şexsî, û di qada têkoşînên civakî de dengekî kollektîf bide bihîstin? Divê kîjan rêbazan bi kar bîne? Da ku bersiva vê pirsê bide, ji sih salan û vir ve Jacques Rancière sînorên adetî yên ku ya siyasî û ya ne-siyasî ji hev dûr dixin, diguherîne. Nivîskar dissensusê, yanî karê mejîyê ku hîyerarşîya civakî û normalkirina wê dixe ber lêpirsîne binxêz dike da ku fêm bike ka çawa ev qanûnên di siyaset û di hunerê de li me ferz bûne, derketine holê. Du berhem hene yên ku destûrê didin merivî armancên vê helwêsta wî baştir fêm bike: di Aisthésis ê (1) de, nivîskar analîza azadbûnê di nav hunerê de amade kiriye, berhema din hevdîtineka deqerû ya bi navê La Méthode de l’égalité (2) e. Ew zextê li ser fikrên siyasî û estetîk ya yekbûna hunerê dike û wê dixe ber lêpirsîne.

Di Aisthésis ê de, ku dişibe dewama xwezayî ya pirtûka wî a bi navê La Nuit des prolétaires (Şeva proleteran) (Fayard, 1981), Rancière bi bîr dixe ku naskirina afirandineka hunerî girêdayî pîvanên xwe tê de dîtinê û yên fêmkirina serdemekê ne, ew in yên ku biryara hunerîbûn û ne hunerîbûna berhemekê didin. Nivîskar behsa sê qadan dike: exlaq (huner di xizmeta fikrên dînî yan jî civakî ne, û bi roleka perwerdeker radibe), temsîl (otorîteyeka çandî hunerîbûna berheman nas dike) û estetîk (wexta di sedsala 18an de huner derîyê xwe ji bo tecrûbeyên nû vedike). Lê nîvîskar li ser qada estetîkê zêdetir disekine û behsa 14 bûyeran dike ku di navbera 1764 û 1941î de deng vedidin, di demên cudakirinê yên hunerî û yên ne-hunerî de ji holê radibe: bi saya Şorişa Fransî vekirina muzeyan li gel, bûyerek e ku rê li ber ji nû ve şirove kirina çandî ya dema bihurî vedike; ketina wêne û tiştên "ne xweşik" ya nav hunerê, ev yek bû sedema nîşandana tiştên ji rêzê -bi vî rengî, Emile Zola di pirtûka xwe ya bi navê Le Ventre de Paris (Ûrê Parîsê), ku berhemeka mezin ya bîranîna modernîteya sala 1874an e, behsa lehengekî bi navê Claude Lantier dike. Ew resamek e ku li taxa Les Halles, li hemberî refên goştê beraz û sosîsên li ser wan raxistî matmayî dimîne. Di berhema xwe de nivîskar herwiha behsa Stéphane Mallarmé dike ku sala 1893yan li şanogeha Folies Bergères li lîstikeka şanoyê temaşe dike. Lîstik rêzeka cambaz û qeşmeran nîşanî gel dide, yên ku fikra sabît ji serdema klasîk ve mayî ya mentiqê mimkinbûna tiştan û mentiqê bi zarê kesî kirinê li alîyekî dihêlin. Ev fikir nirxên ji serdema klasîk ve serdest in pêk tînin û çarçoveya şanoya heyî û ya nîzama civakî dîyar dikin. Sînemayê ev fikrên kevin li paş xwe hiştin, wekî nimûne bi Charles Chaplin û Charlotê wî… (3)

Lê belê, gelo meriv dikare bibêje tecrûbeya qadên nû yên hunerê destûrê dide qada siyasî ji nû ve were çêkirin û çawa destûra vê yekê dide? Li gor Rancière, hunerekî hişyar/ siyasî ku îdîa dike dengê civakekê bi awayekî seranser temsîl dike, hunerekî ku îdîa dike dengê azadîya gel temsîl dike, bikêrhatîbûna modela siyasî û helwêstên wê di cih de betal dike. Wisa xuya ye ku fêmkirineka nû ya tiştê tê hiskirin û ya tiştê tê fikirîn bi saya destwerdana ya bîyanî û ji derve tê derdikeve holê û qada tiştên mimkin diguherîne. Bi heman rengî, di mijarên civakî de, siyaset bi xêra zihnîyetên nû yên agahîyan dikare ji nû ve derkevin holê; lê belê ev têgihiştinên nû yên li siyasetê, yên dûrî modela desthilatdarîyê ne, encama "ya ku meriv dikare navê xebata xeyalê li wan bike" (4) ne –ya ku bê guman divê were analîz kirin jî ev e.

(1) Jacques Rancière, Aisthesis. Scènes du régime esthétique de l’art (Aisthesis. Sahneyên rejîma estetîka huner), Galilée, Parîs, 2011, 330 rûpel, 32 euro.

(2) Jacques Rancière, La Méthode de l’égalité. Entretien avec Laurent Jeanpierre et Dork Zabunyan (Rêbaza wekhevîyê. Hevdîtin bi Laurent Jeanpierre û Dork Zabunyan re ), Bayard, Montrouge, 2012, 332 rûpel, 21 euro.

(3) Rancière paşê bala xwe dide sînemayê. Binêre li Bela Tarr, le temps d’après (Bela Tarr, dema piştre), Capricci, Nantes, 2011, 96 rûpel, 7, 95 euro.

(4) La méthode de l’égalité (Rêbaza wekhevîyê), li jor navê vê çavkanîyê bihurî.


Wergera ji fransî: Feryal Guladawiya