Jêder û rêzebûyerên "hiqûqa desttêwerdanê"

Li Lîbya û Peravên Îvorîyê mudaxaleyên leşkerî
Translator

Di nav kêmî mehekê de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî du caran biryar da ku li hember Lîbya û Peravên Îvorîyê zorê bi kar bîne. Ev îstîsna bû ji ber ku li gor qanûna NY divê ku problem bi rêyeke aştîyane werin çareserkirin. Ev biryar li ser bingeha "wezîfeya dewletan ku xelkê sivîl biparêzin" hatiye stendin. Gelo NY "mafê mudaxeleyê" li gor kêfa dilê xwe bi kar tîne.

Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY), Ban Kî-Moon, 4ê nîsanê vê daxuyanîyê dide: "Ji bo pêşîgirtina li bikaranîna çekên giran li dijî gelê sîvîl, min fermana wergirtina tedbîrên pêwist da". Piştî çend saetên din, li Abîdjanê, helîkopterên şer ên RNYê û hêza fransî Lincorne li dijî hêzên serokê berê Laurent Gbagbo, xwe digihînin hêzên Alassan Draman Ouattara.

Li tengenavbirên biryargeha RNYê ya li New Yorkê, ev biryar hinek dibe sedemê tengezarîyê. Eger biryara (hejmar 1975) Konseya Ewlekarîyê di 30ê adara 2001ê de bi yekdengîyê jî hatibe wergirtin, karmendên rêxistinê têkildarî karîna sekreterê giştî ji bo bicihanîna "fermaneke" wisa (ya ku wê were ber destê Konseya Ewlekarîyê) gumanên xwe tînin ziman û balê dikşînin ser nezelalîya îfadeya "tedbîrên pêwist". Ev îfadeya ku azadîyeke mezin dide aktorên li ser navê rêxistinê tevdigerin, dikare di heman demê de bibe çavkanîya wateyên pir dijwar û xeter jî. Karmendekî ku naxwaze navê xwe eşkere bike (1) wiha dibêje: "Pêkanîna operasyonên xurt ên eskerî, an jî terefgirîya di şerekî sîvîl de ya rastî ne ji adet û çandeke Neweyên Yekbûyî ye. Lîbya, di pey re jî Perava Îvorîyê: Edî ev yek dest pê dike, zêde dibe". Karmendekî din jî van gotinan li hevokên jor zêde dike: "Divê dandestpêkirina şerekî nebûya karûbarekî jirêzê."
Di 1945ê de, li nav xirbeyên ku hê jî bi dûmanên şerê duyemîn ê cîhanê, avakarên RNYyê nirxekî zêde didan aştîyê. Ji ber vê yekê Peymana rêxistinê, weke prensîp, di têkilîyên navneteweyî de "bikaranîn an jî tehdîda" hêza eskerî qedexe dike (xal 2§4). (2) Peyman li alîyê din rêzika têkilnebûna nav karûbarên navxweyî yên dewletên serbixwe piştrast dike. (xal 7§1). Ev xal di destpêkê de ji bo ragirtina aramîya navneteweyî bû. Bi rastî jî, hêzên mezin bêdudilî bi awayekî eskerî bi bahaneyên curbecur (parastina berjewendîyên xwe yên neteweyî,tehsîla deynan, têkoşîna li dijî hegemonyaya reel an jî ya welatekî cîran, berjewendîyên bazirganî …) dest werdidan welatên bîyanî, û dema di wan re dibihurîn her cure sûc dikirin. Weke ku hiqûqzanê belçîkî Olivier Coren jî bi bîr dixe: "Prensîpa desttêwernedanê fêkîyê têkoşîna dîrokî ye û ev têkoşîn ji alîyê dewletên herî lawaz ve hatiye meşandin. Tevahîya sedsala XIXemîn, ev welat ketine bin pençeyên dagîrkerî û emperyalîzmeke ku hewl didan bi parastina nirxên "şaristanîyê" vê rewşê îzah bikin. Bi taybetî jî, ji bo rewanîşandana operasyonên eskerî yên dewletên rojavayî li himberî Împaratorîya Osmanî, li Afrîkayê an jî li Rojhilata Dûr, argumana ‘armanca însanî’ gelek caran hatiye bi bîr xistin". (3) Têkildarî qedexeya giştî ya bi xala 2§4 hat ferz kirin, tenê du awarte hatin qebûl kirin: Xweparastina rewa (xal 51) û tedbîrên wergirtî ji alîyê Konseya Ewlekarîyê ve "dema aştî di tehlukê de ye, û di dema livûtevgerên êrişkar de, aştî namîne " (beş VII).

Operasyonên şêst salan

Di 1950yê de, Konseya Ewlekarîyê li Koreyê û di 1961ê de jî li Kongoyê, desteserdaneke eskerî dixe dewrê. Di 1965ê de, Konsey destûrê dide Qraliyeta-Yekbûyî li dijî Rodhesiyayê hêza eskerî bi kar bîne.

Salên 1990ê weke "dehsala cezabirînan" hatin bi nav kirin. Konseya Ewlekariyê ji alîyê dewletên ku weke dilxwaz xwe didin pêş, rê dide bikaranîna hêza eskerî: Iraq (1991), Somalî (1992), Bosna (1992), Haîtî (1994), Rwanda (1994), Albanya (1997), Zaîre-Kongo (1996), Sierra Leone (1999), Tîmora Rojhilat (1999), Kosovo (1999, muraceata îtîrazkirî), Afganistan erêkirina paşê bidestxistî ya li ser navê mafê xweparastinê), Komara Demokratîk ya Kongoyê (2005), Peravên Îvorîyê (2011), (Lîbya, 2011).

Dadgeha Ceza ya Navnete-weyî (CPI) dikare bi boneya sûcên giran (sûcên şer, sûcên
li dijî mirovahîyê û sûcên tacîzkarîyê) muafiyeta dîplo-matîk ya serokên dewletan
ji bo demekê rake.

Di hemû rewşan de, hiqûqa RNYê berî her cure hewldana bikaranîna hêza eskerî, lêgerîna ji bo "çareserîyeke aştîyane ji bo pirsgirêkan" xwe ferz dike (beş VI) daku rê li belaya şer were girtin: Navbeynkarî, wezîfa lihevanînê, komîsyona lêkolînê, koma danûstandinê, wezîfedarkirina Dadgeha Navneteweyî ya Dadê (CIJ)… Bi vî awayî berîya Şerê Iraqê, di 1990ê de, gelek xebat û danûstandinên dîplomatîk pêk hatin. Heman rewş di sala 2011ê de ji bo Perava Îvorîyê jî rû da, lê belê ji bo Lîbyayê rewş wisa nebû. Biryara ambargoyên ne eskerî jî, dikare ji alîyê Konseya Ewlekarîyê ve bê dan, lê belê bêyî destûra navneteweyî, nabe ku biryareke wisa ti caran ji alîyê dewletekê ve were dayîn: Ambargo (Iraq), cemidandina hebûnên madî û qedexekirina gerûgeşta rêveberan (Lîbya, Peravên Îvorî …), ji alîyê rêxistina navneteweyî ve dûrxistina ji bo demekê (Lîbya ji alîyê Konseya Mafên Mirovan a RNYê ve, Perava Îvorî ji alîyê Yekîtîya Afrîkî ve di 2010an de)…

Li alîyê din, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (CPI), ya di 2002yê de hat saz kirin, dikare, ji bo cara pêşî, lêpirsîna serokên dewletan bike, û bi wesîleya sûcên giran (sûcên şer, sûcên li dijî mirovahîyê û sûcên tacîzkarîyê) muafiyeta wan a dîplomatîk ji bo demekê rake. Li gor parlementera ewropî û di heman demê de komîser, Emma Bonino CPI dikare risteke pêşîlêgir bilîze, bi şkandina xewnên zirxê muafiyetê, ya gunehkarên şer. (4) Eger ji pênc endamên herdemî sisêyan jê (Dewletên Yekbûyî, Çîn, Rûsya) CPI nas nekiribe jî, Konseyê dîsa jî karî Dadgehê li dijî serokê sûdanî Omer El Beşîr deyne. Tzvetan Todorov vê rewşê wiha şîrove dike: "Pir kêm caran tê dîtin ku jîyana siyasî dakeve rewşên wisa erjeng, û ne rast e ku di navbera bêrûmetîya xemsarîyê û tofana bombebaranan de tercîhek were kirin. Tenê eger hê ji serî ve mirov bi niyeta eskerî bikeve nav livûtevgerê, mirov rêyeke wisa dide ber xwe. Nexwe ji bilî êrişên eskerî awayên din ên desttêwerdanê jî hene". (5)

Lezûbezîya fransî

Prensîbên destnîşankirî û ecibandî di 1945ê de, aştî li cîhanê berbelav nekir, û duyemîn nîvê sedsala XXemîn bû şahida gelek şerûpevçûnên kujer. Ew prensîp li gel vê yekê jî hişmendîya ji xeterên di her cure bikaranîna hêza eskerî de hene, nîşan didin. Ji bo Corten, "Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (CPI), ya di 2002yê de hat saz kirin, dikare, ji bo cara pêşî, lêpirsîna serokên dewletan bike, û bi wesîleya sûcên giran (sûcên şer, sûcên li dijî mirovahîyê û sûcên tacîzkarîyê) muafiyeta wan a dîplomatîk ji bo demekê rake.". Tevî vê yekê jî ji bo rewanîşandana şer, xwedî hêz gelek caran zanîn bahaneyeke afirîner didin pêş: Îsraîlê pala xwe da îdîaya xwedêgiravî "rewabûna xweparastina pêşîlêgir" li dijî Misirê di sala 1967ê de, eynî weke wê, Amerîkayê jî heman tişt di sala 2003yê de li dijî Iraqê xist dewrê.

Sedemên bikaranîna hêza eskerî divê pir xurt bin, û bi tenê Konseya Ewlekarîyê dikare destûrê bide tiştekî wisa

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji dema ava bûye heta niha, bîst û yek caran destûr daye bikaranîna tedbîrên pêşîlêgir ên eskerî –di beşa VII. de–, desttêwerdana li Koreyê ya di sala 1950yê de ji operasyoneke nimûne pêk hatiye. (Nivîsa çarçovekirî bixwînin). Li vir tiştê tê xwestin, bi navgînên din tamîrkirina rewşa têkçûyî ya hedefa sereke û pêkanîna rewşa aştîyê ye. Sedemên bikaranîna hêza eskerî divê pir xurt bin û bi tenê Konseya Ewlekarîyê dikare destûrê bide tiştekî wisa. Di 1990ê de ji alîyê Iraqê ve îlhaqkirina Kuweytê dibû binpêkirineke li gor tarîfa hiqûqa navneteweyî ya ku berfirehkirina xakê ya bi zora eskerî li her dewletê qedexe dike. Û tiştekî wisa weke êrişbirina berbiçav a li dijî dewleteke endama Neteweyên Yekbûyî tê hesibandin. Li gel vê yekê jî pir baş tê zanîn ku hêzên mezin yên hez dikin dest tê werdin bixwe jî ne bêpar bûn ji motîvasyona firehkirina berê xwe yê jeopolîtîk.

Ji dawîya şerê sar û vir ve, derfetên legal ên bikaranîna hêzên eskerî weke ku zêde bûbin. Herçendî prensîba "wezîfeya destwerdanê", ya hiqûqzanê îtalî Mario Bettati an jî siyasetvanê fransî Bernard Kouchner alîgirên wê bûn, ji alîyê hiqûqa navneteweyî ve nehat nasîn jî (6), desttêwerdana bi armanca însanî jî îro bi awayekî vekirî êdî bûye parçeyek ji palpiştên ku dikarin rê bidin desttêwerdanên eskerî. Berê, Konseya Ewlekarîyê pir hesas tevdigerîya ji bo ku biryara xwe ya li dijî "tehdîda li ser aştîya" navneteweyî, bide qebûl kirin. Dûre pêwistîya çûna hawara gelên bûne mexdûrên dewleta xwe (ji ber kêmasîyên wan ên li Somalîyê di 1993 û yên li Perava Îvorîyê di sala 2011ê de, an jî ji ber operasyona tund a li Lîbyayê dîsa di sala 2011ê de) bi awayekî eşkere ket nav tedbîrên hiqûqî yên dadgeha Neteweyên Yekbûyî. Di sala 1988ê de Civata Giştî ya RNYê ji bo rêxistinên derî-hikûmetan (NGO) rê vekiribû. (7) Di sala 2005ê de, Civata Giştî "wezîfeya dewletê ya parastina şênîyên sîvîl" qebûl kir; dûre, di 2006ê de, Konseya Ewlekarîyê mecbûriyetên hikûmetan ên beramberî sîvîlan di serdemên pevçûnên çekdarî de zêde kirin. (8) Bi berkinarkirina qebûlkirina wezîfeyeke giştî ya desttêwerdana ewçend şîlo û ewçend jî xeter –bîlançoya herî mutewazî ya operasyonên li Bosnayê (1992) û li Somalîyê (1993) dîsa jî pêdivîya îhtiyatê dest nîşan dike–, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hewl dide pîvanên hê jî têra xwe nezelal yên destûrê didin livûtevgera eskerî zelal bike.

Bi xuyabûna xwe ya sade, mentiqî û rewakirî, desttêwerdana eskerî ya ji bo parastina mafên mirovan di eslê xwe de deverên tarî jî dihewîne û hertim dibe sedemê gengeşeyan. Rûsya, Çîn û Hindistan di dema dengdayîna li ser desttêwerdana li Lîbyayê de bêalî man, Almanya jî li dij derket. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bê dilê xwe di nav de cih girt. Li nav Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO ) a ku bi birêvebirina operasyonan hat wezîfedar kirin jî, tengezarîyê xwe da xuya kirin.. Lezûbeza serokkomarê fransî Nicolas Sarkozy bû sedem ku bi George W. Bush re pir jî ne bi pesindanî were muqeyese kirin, nexasim jî di çapemenîya brîtanî û amerîkî de. Nûnerên Hindistanê yên li cem RNYê xwestin ku "zêdetir wext were dan, daku bikaribin projeyên biryarê [yên destûrê didin bikaranîna darê zorê] di ber çavan re derbas bikin, vê yekê jî wê derfet bida welatên beşdar ji bo ku nêrîna xwe ya têkildarî bikaranîna eskerên xwe eşkere bikin". (9)

Bikaranîna makîneyên kujer, sedem çi dibe bila bibe, hertim ji bo mafên mirovan tê wateya têkçûnê

Dema operasyonên eskerî yên dibin sedemên mirin û birîndarbûnan rû didin, bivênevê di qada navneteweyî de jî pirsgirêk rû didin. Bikaranîna makîneyên kujer, sedem çi dibe bila bibe, hertim ji bo mafên mirovan tê wateya têkçûnê: Ji bo parastina hin sîvîlan, mirov jîyana hin sivîlên din dixe xeterê. Ji ber vê yekê gelek hiqûqnas têgeha "şerê dadwer" (ji nivîsarên Saint Augustin (10) derbasî gotara George W. Bush bû) an jî têgeha "şerê mirovî" red dikin. Komîsyona Navneteweyî dîsa herwisa, ku di sala 2000ê de tê saz kirin, têgeha "desttêwerdana eskerî li gel armanca parastina mirovî" tercîh dike. (11) Ev formula hinek dirêj dîsa jî bi kêr tê ji bo ku heqîqeta ku bi du rewşan re têkildar (azadîyên bingehîn û şideta çekdarî) di nav bîrbirineke reşanspî de neyê nixumandin. Li gel vê yekê jî alîkarê serokê Komîteya Navneteweyî ya Xaça-Sor, Jacques Forster tirsên xwe wiha tîne ziman: "Tecrube nîşan dide ku dema alîkarîya mirovî bi tevgera siyasî an jî eskerî re tê tevlîhevkirin, ew ji dawîanîna li şeran bêhtir bi kêrî dirêjkirina wan tê" (12) Tiştekî din ê ku mirov pê nerihet dibe ew e ku siyasetvan û medya vegotinên edebî sûîstîmal dikin: Ew "bombebaran" nakin, lêxistina derban bi cî tînin; ew "şer" nakin, "operasyonên eskerî" didin dest pê kirin. Dîmenên pevçûnên li Lîbyayê û li Perava Îvorîyê bi awayekî ecêb pir jî ne zêde ne li cîhaneke ku hertim bi dîmenên wisa dagîrtî ye.

Di operasyonên leşkerî de hertim piçek neewlehî heye

Di operasyonên leşkerî de hertim piçek neewlehî heye, qada tevgerê ya ji alîyê Konseya Ewlekarîyê ve destûra wê tê dayîn jî, dibe sedemê rûdana nakokîyan. Tirsa ji berbelavbûna bûyeran (Perava Îvorîyê) an jî tirsa ji xitimînekê (Lîbya) vê yekê piştrast dike. Damezirênerê Bijîjkên Sînornenas, Rony Brauman, der barê ya duyemîn de (13) bi awayekî gumanbar vê pirsê dike: "Gelo di kîjan kêliyê de ev şer wê weke şerekî serketî were hesibandin? Moskova û Pekîn êdî wisa difikirin ku operasyonên tên meşandin, çarçoveya wezîfeya RNYê jî bin pê dikin, ew wezîfeya ku tevî ku karîbûn li ber rabin jî, li ber ranebûbûn. Operasyona li Lîbyayê ji rewşa pêkanîna şerîdeke li firîna balafiran qedexekirî, dibe ku derbasî qonaxeke din bibe û di vê qonaxê de hilweşandina rejîma Lîbyayê wê bibe hedefa operasyonê. Serokên DYA û Fransayê Barack Obama û Nicolas Sarkozy, û li gel wan serokwezîrê brîtanî David Cameron, jixwe êdî vê niyeta xwe venaşêrin jî. (14) Hal bû ku hedefeke wisa ligel Peymana Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ku ji bo xatirê prensîbên destwernedan û huqûqa gelan nagunce, vê opsîyonê dihêle ji biryara wan gelan bi xwe re. Herçendî Mûammer Qedafî xwedî hemû xuy û karakterên zordarekî ye, di şertûmercên kêm zelaltir de, ji bo filan an jî bêvan rêveberî herkes dikare van xuy û karakteran li gor kêfa xwe şirove bike. Hindistanê, tevî ku deng da biryara hejmar 1975, dîsa jî dest nîşan kir ku "divê eskerên ji bo pêkanîna aştîyê bi ti awayî li Perava Diranê Fîl veneguherin amûrên guherandina rejîmê". "Wezîfeya parastina gelên sîvîl" gelo wê ne rûpoş û bahaneyek be ji bo "wezîfeya desttêwerdanê"?

Bi liberrabûna desttêwerdana eskerî ya li Lîbyayê, Almanyayê bal kişand ser hindikbûna agahîyên li ber destên Konseya Ewlekarîyê yên têkildarî rewşa serhildana çekdarî: Ev raperîna eşîrî ye, an jî îfadekirina têkoşîna gel a li dijî rejîmeke zordar e? Hin li himberî rewşa bi navê "sêhra çekên"dudil bûn, ku wê karibûna bi tena serê xwe bi kêrî çareserîya pirsgirêkên siyasî bihatana. Brauman vê yekê jî wiha şîrove dike: "Mafên mirovan ne siyasetek e û dijberîyeke pir hişk ya navbera mafên mirovan û siyaseta reel korerêyek e. Siyaseteke pir kurt heye ku ew huner e, mirov encamên daxwazên xwe jî bixwaze". Li gor Brauman, serhildêrên lîbyayî "li ser karîna me ya sererastkirina rewşê li gor dilê wan, ji xwe re xeyalan çê dikin". Û "serhildêr bi xwe, wê berdêla vî awayê bîrbirinê bidin".

Hetta, hin "mirovhez", ên weke Kouchner jî, bê xem û tirs destekê didin livûtevgerên eskerî

Rêxistinên derî-hikûmetan (NGO) û hin kesayetî li ser "du giranî, du tedbîrên" navneteweyî dîsa bi rexnegirî diaxivin. Lîga Ereb jî ji alîyê xwe ve dixwaze ji bo Xezzeyê ku lê ji ber bombebaranên îsraîlî yên birêkûpêk kesên sîvîl tên kuştin, şerîda ji fîrînan re qedexekirî were îlan kirin. Bi îhtîmaleke mezin ew ê nikaribe vê daxwazê bide qebûl kirin. Konseya ewlekarîyê di eslê xwe de dadgeheke siyasî ye û bi vê pergala xwe bi awayekî kêfî destekê dide rewşên wergirtin, qebûlkirin û pêkanîna [biryaran]. Biryarên vê "kargerîya cîhanî" dibin wezîfeyên [xweferzker?] (berevajîya yên Civata Giştî) û qet nakevin ber kontroleke cidî ya hiqûqî. Bi tenê zexta medya û komeleyan dikare bibe dijgiranîyek, lê belê ev yek ji tesadufan re dimîne. Bi vî awayî gelek caran tê dîtin, eynî weke li Dewletên Yekbûyî di 2003yê de û li Fransayê jî di sala 2002yê de, ku çapemenî li ser şiverêyên şer û cengê hikûmeta xwe dişopîne, bi taybetî jî di warê pêkanîna rayeke giştî de. Di nimûneya Lîbyayê de, medya hema hema berîya reaksîyona siyasî tevgeriya. Hetta, hin "mirovhez", ên weke Kouchner jî, bê xem û tirs destekê didin livûtevgerên eskerî. Divê li vir were dest nîşan kirin ku dabeşbûna endamên berdewam dikare carna pêşî li destûrdayîna bikaranîna hêza eskerî bigire: Di 2003yê de rewşeke wisa rû da, dema ku Fransa bi desteka veşartî ya Rûsya û Çînê li dijî şerê Iraqê derket. Ji ber vê yekê, herçendî Konsey îro ketibe nav hewldana firehkirina livûtevgera xwe jî, biryarên wê dikarin bên guhertin, û Peymana Neteweyên Yekbûyî, teksta pîroz nehatibû sererast kirin, têkildarî bikaranîna hêza eskerî. Ango, desttêwerdanên eskerî yên îro di çarçoveya hiqûqeke guhêrbar de pêk tên.

Gava pirsgirêkek xwe bide der, wê hawar ji kê were xwestin?

Gumana hiqûqeke kêfî bivênevê berbelav dibe. Di sala 1990ê de, dewletên ku bi xwespartina biryareke navneteweyî li Iraqê zor bi kar anîn, ya rastî li herêmeke stratejîk ji ramanên paşperdeyî ne bêpar bûn. Hetta, desteka eskerî ya Parîsê, ku berê deshilatdareke mêtinger bû li deverê, ji bo Hêzên Komarxwaz ên Peravên Îvorîyê (FRCI) ên Ouattara qetiyen ne dûrî pêşramanên şeşkoşeyî (fransayî) ye, ji ber ku Peravên Îvorîyê xakeke sereke ye li qada berjewendîyên fransî yên Afrîkaya Rojava. Û jixwe tê zanîn ku "fermana" ji alîyê Ban Ki-moon ve, li pey axaftineke wî ya li gel Sarkozi, hat dan. RNY eşkere dike ku ew meqamekî pir bikêrhatî ye dema ku dewletekê ji mêj ve biryara desttêwerdanê dabe û ew yekane dewleta xwedî hêza pêkanîna vê desttêwerdanê be: "Gava pirsgirêkek xwe bide der, wê hawar ji kê were xwestin? Ji me, bêguman", giregirekî eskerî yê fransî wisa şirove dikir, bi şêweyekî hinekî rûşûştî û hinekî jî bi endîşe. (15) Ji zanîngeha Seville, profesor David Sanchez Rubio jî israr dike ku "ti caran, di pêvajoya dîroka mirovahîyê ya berê û niha de, kes li livûtevgereke bi nave "destwerdana eskerî ya bi armanca mirovî" rast nehatiye, ji bo bi temamî an jî bi giranî pêşîgirtina li rewşeke binpêkirina girseyî û sîstematîk a mafên mirovan". (16) Pirsgirêk ji ber vê yekê wiha dikare were rave kirin: Gelo mirov dikare pergaleke hiqûqî bispêre prensîpên ku mirov pêşînen dizane ku wê li gor rewşan biguherin?

Fikra pasîfîzmeke çalak

Hin kes wisa difikirin ku nûnerîtîyeke herî baş, bi taybetî ya erdnîgarî, ya Konseya ewlekarîyê, wê zemînên keyfiyetê berteref bike –Afrîkaya Başûr an jî Brezîlya dikarin tê de cih bigrin– (17); li gor hinên din jî, çavkanîyên van şaşîyan pala xwe didin pozîsyona dezgehî ya Konseyê. Mirov herwiha gelek caran pê diêşe ku rêveberîyeke esasî ya herdemî ku Peymana RNYê îşaret pê kiriye, ti caran pêk nehatiye, bi serûber nebûye. Li pişt van jixwepirsînan pirseke hê kûrtir bigewde dibe: Gelo nûnerîtiyeke navneteweyî ya bêlamûcîm a ku hikûmeteke cîhanî rewa bike bi rastî jî heye? Rêxistina Neteweyên Yekbûyî gelo ji bilî cîyekî pevçûnên çêker û aştîyane ku tê de nêrînên cihêreng nêzî hev bibin, dikare bibe tiştekî dîtir, û tê de bere bere normatîvîyeke nav neteweyî ya herkes jê razî, pêk bê?

Mirov bi ti awayî nikare bibêje "rewa"ye ku dewletek gelê xwe qir bike, bi bahaneya ku her tiştê li nav sînorên wê rû dide, "karûbarên wê yên navxweyî" ne

Gelek hiqûqzan jî bawer dikin ku pêşengên wezîfeya desttêwerdanê şaşîyan dikin: Hiqûqa navneteweyî ya hemdem ti cara serwerîyeke ku kes nikaribe desteser bike, saz nekiriye. Corten bi girîngî dest nîşan dike ku "mirov bi ti awayî nikare bibêje "rewa"ye ku dewletek gelê xwe qir bike, bi bahaneya ku her tiştê li nav sînorên wê rû dide, "karûbarên wê yên navxweyî" ne. Hemû dewletan bi awayekî fermî venasî ku ew divê rêzê li prensîbên bingehîn ên weke mafê jîyanê bigrin, rêzlêgirtina li rûmeta bedenî an jî qedexekirina qirkirinê, li himberî welatîyên wan ên li ser axa xwe dijîn. Bi "serwerî"wan biryar da li ser sozê xwe rawestin, û ji ber vê yekê bi "serwerî"divê ew rêzê ji sozên xwe re bigirin". (18) Pirsgirêk jî di vê rewşê de ji hiqûqî bêhtir siyasî ye.

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, herçendî ne kafî be jî, hîmê xwe daye ser ramana pasîfizmeke çalak. Li vir eger tişta li ser tê peyivîn, were rêz kirin: Pêşvebirina çandeke hevkarîyê, dîyalogê, danûstandinê, "neçarîya civakî", ango berevajîya bîrbirina xwe dispêre hîyerarşîya hêzan, bîrbirênên ku aktoran neçarî rêzgirîya normên hevpar û " ufqîbûnê" dikin. Lê belê çiqas dilpak û saf jî xuya bikin, ev hedef rewşekê ferz dikin: Lêgerîna berdewam ya li çareserîyên ji bo pêwendîyên hêzên ku wê hê demeke dirêj ne weke "civateke " navneteweyî, lê weke "şirketekê" bimînin. Ev yek rêzgirîya serwerîya gel jî dixe dewrê, gava ku ew xwe îfade dike (hikûmeta fransî desteka xwe berdewam dike ji bo rejîmên ku bi awayekî eşkere hilbijartinên li Afrîkayê manîpule dikin) û vebûna qadeke guftugoyên hê jî piranîya caran ji alîyê hêzên mezin ên rojavayî ve tên monopolîze kirin, li rewşê zêde dibe. Bi gumana ku nêrîna wî bi qasî pêwist li ber çavan nehatibû girtin, serokê Komîsyona Yekîtîya Afrîkî, Jean Pîng, ji ber vê yekê bi redkirina çûna zîrweya Parîsê ya 19ê Adara 2011ê a der barê Lîbyayê de nerazîbûna xwe da xuya kirin. Mîna ku serkeftina WikiLeaksê jî îşaret pê dike, bêlebatîya çalak herwiha pirdengîyeke medyatîk a derfetê dide derbirîna nêrînên dijber, weke daxwazeke xurt datîne ber xwe. Ev yek herwiha awireke dîrokî ya ku rêveberên îro belkî ji dest dabin, ferz dike.

Bikaranîna zorê bûye mode

Her çende gava bikaranîna zorê vediguhere modeyekê, divê rêziknameya RNYê bê xurt kirin jî, pêşîgirtina li pevçûnan bi rêziknameyeke aştîyane ya ji bo nakokîyan ne sînordar e (beşa VI). Çawa peyde dibin, bo nimûne, mentiqên şidetwarî yên xweber ên nîzama aborî ya cîhanê ku ji ber vê yekê welatên Başûr –erdnîgarîya ku piranîya desttêwerdanên navneteweyî li ser pêk tê– bi taybetî şeperze dibin? Aborîzan û îlahiyatvanê rizgarîyê Franz Hinkelammert li ser vê diyardeyê wiha dinivîse: "Desttêwerdana însanî ya ku bi niyeta xwe ya rastîn hewl dide pêşî li binpêkirinên mafên mirovan bigire, ji ber rûbirûmayîna rewşên li ber sînorê elîmînekirina rasterast, xedar, girseyî û jinişkave ya jîyanên mirovî, bi tevgereke rasterast û eskerî re tê pêk anîn. Di jîyana rojane ya "asayî"de, em jixwe li nav şertûmercên elîmînasyona nerasterast, xedar, girseyî dijîn. Tenê êrişkarîya rasterast li dijî jîyana hin kesan weke rewşeke neasayî tê hesibandin, lê belê li himberî encamên nerasterast ên livûtevgerên ku bi şeklûşemalê xwe qet ne xwedî niyeta jiholêrakirina mirovan in, kes dengê xwe yê dijber bilind nake". (19) Em bînin bîra xwe ku, li gor Rêxistina ji bo Qût û Çandinîyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), di sala 2010ê de mîlyarek kes ji ber birçîbûnê şeperze bûn. Di eslê xwe de kesên xwedî hêza meşandina operasyonên eskerî li ser navê RNYê herwiha ew kes in ku pêşî li her cure reforma berfirehkirina rêzikên bazirganîya navneteweyî, an jî li venasîna jidil a mafên civakî ji bo gelên xizan ên welatên Başûr. Êdî azadî jî berhema têkilîyên aborî ye, yên ku ji serekî heta serê din ê dinyayê hatine girêdan. Li gor Rubio, "Gava nirxê mirovan tinebe, hewldana rizgarkirina wan bi bombebaranê û/an jî bi çekên xwedî armanca însanî, dibe karûbarekî sosret". (20)

Çavkanî

  1. Radio France internationale, dîrokçeya saet bi saet a buhrana Perava Diranê Fîl, www.rfi.fr
  2. Di sala 1928an de, peymana Briand-Kellog (Fransa – Qralîyeta Yekbûyî) şerê ku weke navgîna siyaseta neteweyî tên bikaranîn qedexe kiribû
  3. Olivier Corten, "Les ambiguïtés du droit d’ingérence humanitaire  [Xalên şîlo yên hiqûqa destwerdana bi armanca însanî]", Le Courrier de l’Unesco, juin 1999, www.aidh.org
  4. Emma Bonino, "La distintas formas de intervencion", Revista de Occidente, Madrid, çile 2001, n° 236-237
  5. Tzvetan Todorov, Memoria del mal y tentacion del bien. Idagacion sobre el siglo 20, Peninsula/HCS, Barcelone, 2002. [Bîranîna xirabîyê, ceribandina qencîyê. Lêkolîn li ser sedsalê, Robert Laffont, Parîs, 2000.]
  6. Mario Bettati, Le droit d’ingérence. Mutation de l’ordre international [Mafê desttêwerdanê. Veguherîna nîzama navneteweyî], Odile Jacob, Paris, 1996
  7. Biryara 43/131, "Alîkarîya bi armanca însanî ji bo şeperzeyên felaketên xwezayî û rewşên lezgîn ên heman nîzamê", qebûlkirî bêyî dengdana Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, 8 Kanûn 1988
  8. Biryara 2006/267, Parastina sîvîlan di pevçûnên çekdarî de, 28 nîsan 2006
  9. Konseya Ewlekarîyê, CS/10215, 30 Adar 2011
  10. Saint Augustin û Thomas d’Aquin, du zanyarên katolîk ên teorîya "doza mafdar" in, a ku şer rewa nîşan dide, û cureyekî manîşeîzmê bigewde dike
  11. Komîsyona navneteweyî li ser desttêwerdana û serwerîya dewletan, "Berpirsiyarîya parastinê", 2001, iciss.gc.ca/report-e.asp
  12. Worldwide Faith News archives, 2000
  13. Libération, Parîs, 21 adar 2011
  14. "Divê Qedafî biçe", nivîsa li kursîyê azad ê ji alîyê Le Figaro, Times, International Herald Tribune, Washington Post û Al-Hayat ve di 15ê sibata sala 2011ê de hat weşandin
  15. Le Monde, Parîs, 13 nîsan 2011
  16. David Sanchez Rubio, "Interventions humanitaires Principes, concepts et réalités  [Desttêwerdanên bi armanca însanî. Prensîb, têgeh û heqîqet]", in Interventions humanitaires?, Alternatives Sud, berg 11, n° 3, Louvain-la-Neuve, 2004
  17. Binêrin li nivîsa François Danglin, "Pacte démocratique entre puissances du Sud  [Peymana demokratîk ya navbera deshilatdarîyên Başûr]", Le Monde diplomatique, adar 2011
  18. Olivier Corten, çavkanîya li jor navbihurî
  19. Franz Hinkelammert, Leben ist mehr als Kapital. Alternativen zur globalen Diktatur des Eigentums [Jîyan ji sermayeyê bêhtir e. Alternatîvên dîktatorîya global a milkiyetê], Publik-Forum Verlags GmbH, Oberursel, 2002
  20. David Sanchez Rubio, çavkanîya li jor navbihurî

Wergera ji fransî: Baran Nebar