Ji ber çi Japonya tûş bû?

Translator

“Em netirsin û ji dahatûyê bawer bin.’’ Serokwezîrê nû yê Japonyayê Birêz Hatoyama Yukio ev gotin, ne dema axaftina xwe ya 9’ê Îlona 2009’an a derbarê berendamyiyê de, ne jî roja piştî serkeftina dîrokî ya partiya xwe, (Partiya Demokratîk a Japonyayê / PDJ), lê belê dema hilbijartina 30’ê Tebaxê li ser hegemonyaya PLD’ê kirin. Wî ev gotinan, bi mebesta cihçêkirina xwe ya di qada polîtîk a japonî de, sala 1988’an, ji stranekê girtibûn.

Wê demê, PLD hêj li welêt serdest bû. Welatê giravan di nava dewlemendiyê de bû. Şirîkatiyên japonî ji bo kirrîna “Le Mondê (1)” xwe amade dikirin û tevahiya welêt wek serbilindiyêkê didît ku rojavayî dixwazin “modela japonî” ji nû ve biafirînin. Bi tevayî, gel dida ser a ku dewletê kifş kiribû: wan derfet dabûn aboriyê ku hilkişe pêlika dudan a cîhanî, û dewlemendiya afirandî, bi hawekî heqane ji aliyên dezgehên ku roleke sererastker a civakî dilîstin ve, dîsa dihate belavkirin. Lê teqîna nepoxa spekulasyonê ya destpêka salên 90’î ku tarûmarbûna giran a hawîrdora navnetewî, Japonya avête nava qeyraneke nedîtî. PLD’ê xwest wê derman bike, bê serketin.

Çi dema ku “bêkartî”, “bêstarî” û “xizanî” bûn gotinên dewamî di rûpelên rojnameyên welatê giravan de, rêveberiya lîberal a demokrat, destê xwe avête kerta cîhanîkirinê. Di bin zextên Dewletên Yekgirtî de, wê lez da guhertina pergala aboriyê bêyî ku tevdîrên civakî li gorî vê tevgêrê bêne stendin. Qedera ku li pêşiya bi hezaran xebatkarên demdemî yên ji aliyê kargehan ve hatibûn derxistin, gel bi tevayî matmayî hist. Dema ku Kanûna 2008’an, japoniyan dît ku bi sedan ji van kesan li parkeke Tokyo’yê bi rojan kamp vedane, baweriya xwe bi pêdiviya guhertin û di berçavderbaskirina civakê anîn(2). Berpirsiyarên Partiya Demokrat bi vê pêdiviyê serwext bûn. Bi bernameyeke xweş a li ser parvekirina dewlemendiya welêt ji nû ve, wan, soza alîkariya malbatan, piştgiriya çandiniyê, di ser de jî ya belaşkirina perwerdeya dibistana amadeyî, dan. Demokratên lîberal, wan ji aliyê xwe de, bi mebesta ku polîtîkaya wan feyde kiriye, daxwaza pêdiviya berdewamiya reforman kirin. Banga eşkerekirina mezinbûna pêşketinê ya berhemên hundurîn, di nîvê Tebaxê de, ku li gorî rîtma salane, her sêmehkên (trimestre) dudan % 3.7 – li gora biçûkbûna daketina mezin a dema sêmehkên çaran 2008 (% -13,1) û sêmehkên yekê 2009 (% -11,7)- dîsa jî têr nekir ku raya giştî ji ser a xwe dakeve.

Ber bi dawîbûna burokrasiyeke ezûez

Eşkerekirina hejmara betalan a Tîrmeha 2009’an, hema beriya hilbijartinê, ji bo destguhertina rêveberiyê, fikra di dilên hilbijêran de xurttir kir. Bi % 5,7’an, ji sala 1953’an vir de, seviya betaliyê tu carî hew qasî bilind nebûye. Bi taybetî xortên 15 heta 20 salî, % 9,9’ê wan bi awayekî fermî, dikevin ber vê betaliyê. Wek ku yek ji berdevkê wan ciwanên bêewlekarî Xanim Amamiya Karin dibêje, “ew hesta redkirinê li dijî PLD’ê gihîşt asta ku dawiyê lê bînin (3).’’

Bi dengdana girseyî ji bo Partiya Demokrat, japoniyan daxwaza xwe ye parvekirinê û ya edaleta civakî anîn zimên. Wan dengên xwe dan gelek berendamên ciwan û yên ji aliyê PDJ’ê ve hatine nîşandan ku bi rastiya xwe, di qada polîtîkayê de qet ne dihatin naskirin; bi vî awayî xwestin xwîna nuh bidin vê çîna polîtîk a kal ku qet li pêdiviya guhertuna civakê hayil nabe (ji 18 endamên rêveberiya Hatoyama, serokwezîr jî tevê, 14 jê, ev cara pêşîn e ku wezîrtiyê dikin). Ew hêvî dikin ku ev guhertin, 1955’an û vir de, rûmeta pêşî ya vî navî, bihêle ku vê rewşa welêt serûbin bike û derbasî polîtîkayeke jixweewle ku jidaxwaza dilê hemwelatiyan e.

Di bernameye xwe ya hilbijartinê de, demokratan giraniya xwe dan ser hevberdana ku roj bi roj di nava gel de zêde dibe û ser rêveberiya ku zîrekbûna xwe ya berê wenda kiriye. Sazkirirna kargeheke stratêjiya netewî (KSN) ku rasterast girêdayî serokwezîr û Şêwirmendiya reformên reveberiyê bi mebesta ku baweriya gel ji nû ve li hember karmendan saz bibe ava kir.. Wê bi mebesta avakirina butçê û pêdiviyên lezgîn ên karmendên wezareta darayî -heta vê gavê pêk dihatin- pêdiviyên hewce, da dest berpirsên polîtîk. Bi dana rêveberiya BSN’ê ji bo Birêz Kan Naoto, ku bi vê fersendê bû cîgirê serokwezîr jî, Birêz Hatoyama peyameke pir girîng şand ji burokratan re. Wezîrê tendurustiyê yê kevn Birêz Kan, sala 1996’an, dema ku li ser wezaretê berbirsiyariya xwe ya derbarê hetika xwîna nexweşî têgeriyayî de, li xwe mikur hat, bi navûdeng ket. Bi eslê xwe “ji gel”, ew mirovekî bi bawerî ye, bi vê helwestê, xwe ji metodên heta nuha, qut kir.

Birêz Okada Katsuya Wezarê Karê Derveyî welêt e. Karê wî yê bingehîn ew e ku navika welêt ji Dewletên Yekgirtî yên Amerîka bibire; bi eşkereyî jî têkiliyên xwe yên bi cîranên Asyayî re xurt dike. Mijareke pir nazik e ev, dema mirov dizane ku li Japonyayê bîst û pênc bargehên Amerîka hene (çel hezar leşker) û di ser de, ji şerê cîhanê yê dudan bi vir de, welatê giravan her tim li gorî biryarên ku li pişt Pasîfîkê hatine girtin, tev geriyaye.

Banga Birêz Hatoyama ji bo kêmkirina % 25 a afirnadina gazên ku asîman gemarî dikin ji niha heta 2020’an (li gorî sala 1990’î), ava sar bi ser Amerîkayê de anî, ev yek ewê bibe testa pêşîn. Japonya bi hêvî ye ku hesabê xwe, Berfanbara tê, di hevdîtinên Konfêransa Kopenhagenê de pêk bîne. Bicîhnanîna vê yekê, karê Birêz Ozawa Sakihito ye ku niha Wezîrê Hawîrdorê ye. Ev bijartineke di cih de bû ji ber ku vî bankedarê kevn salên 2004 û 2005’an li Odeya Nûneran, berpirsiyariya Karên Hawîrdorê bi rê ve biribû.

Ji bo dîsa rûyê gel bikene ev yek, ê têrê bike gelo? Ew qas jî na. Di nivîseka ku di rojnameya The New York Timesê de hatiye weşandin, nivîskar Murakami Ryu nebûna dilgermiya li hember encama hilbijatina 30’ê Tebaxê destnîşan dike. Di nivîsa xwe de dibêje, “ew tê gihîştin ku tu rêveberî nikanin hemî pirsgirêkên wan çareser bike. Ev tiştekî baş e û nîşan dide ku Japonya êdî kamil bûye(4). Fikreke ku Xanim amamiya jî parve dike. Jina ciwan eşkere dike ku hatina PDJ’ê ser desthilatdariyê, ji aliyê van kesên ku dizanin dijwariya jiyanê û bêstarî çi ye ve, wek dermanê hemî derdan, nehatiye dîtin.

Li gorî diyardeyên netewî (5), rêjeya malbatên ku debara wan a salane di biniya 3 milyon yenî re ne (22.300 euro) sala 1997’an % 9,7 derbasî % 12,3 bû sala 2006’an. Di heman demê de, a malbateke xwedî-zarok, li dora, 7,6 milyon yen (57.200 euro), daket 6.9 yenî (51.300 euro). Ji bo çareserkirina vê kêmketinê, ji bilî gelekên dinê, soza, desteka malbatan serê zarok, salane 26.000 yen (195 euro) heta qedandina kolêjê, û belaşkirina perwerdeya amadeyiyê.

Her carê, ku para darayî ya rêveberiyê di çavên her kesî de kêm bû, bala hilbijêran pirtir çû ser daxwaza ku demokrata derdixist pêş di barê avakiririna civakeke bi rêkûpêktir. Binavkirina Birêz Fuji Hirohisa li ser karên darayî –berê jî sala 1993’ê û 1994’an wezaret bi rê ve biribû- ji bo “qanihkirina bazarê”, ji fikara talûka ku mesrefên netewî bi derê şaş de here, û di ser de jî, ji bo japoniyan ku dildikirin bibînin dahatûya wan di destên kesên xwedîtecrûbe de ye. Ji aliyê xwe de, Birêz Kamei Shizuka, Wezîrê Dewletê yê Darayî û Postavaniyê, ku dema prîvatitiona postê de, di civîneke çapemeniyê de, ji nişkan ve: “Bi mebesta ji nû ve avakirina Japonyayê ku ji aliyê aboriya bazara serbest tarûmar bûye, di bin desthilatdariya min de çi ji destê min bê, ezê texsîr nekim(6).’’

Her carê, pêdiviya wî yê hîna bêtir hebe ji bo anîna baweriyê û rakirina gûmanê. Partiya Demokrat eşkere soz da ku ewê zagona li ser karê endustriyê û bi wekalet ku rê li ber kontratên demdemî vedike, betal bike. Sala 2008’an zêdeyî %34,1ê şêniyan, bi meaşekî peymanî, bo demeke kifş, bi wekalet an dahnekî, dixebitîn(7). Bi taybetî Birêz Sekine Shukiro, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Karên bi Wekalet (haken yunion) encamên raporeke lêkonlînê li Kansayê (herêma Osakayê) ku li ser gelek nûnerên Partiya Demokrat çêbûye, eşkere kir ku li gorî wê gelek ji wan li dijî betalkirina wê ye(8).

Ev yek nîşan dide ku ev mijara bi çi rengî nazik, ewê reveberiya nû mejbûrî wêrektiyeke polîtîk a bêhempa bike. Ew hêvî dike ku “bêyî tirsandina kargehan” karibin van tevdîran têxin meriyetê. Ew gefan dixwin ku naziktiya kar û sinorê mehaneya herî kêm bibe mijar, bi asteke nayê ragirtin, ewê malên xwe ji welêt birevînin.

Ji bo bidestxistina derfetên armanca xwe, ji serokwezîr re tiştê dimîne ew e ku bendewarê rastderketina karên qeydkirî yên sêmehkên dudan, sala 2009’an, be. Ev yek girêdayî hilberîna li Çînê (xwe zûka ava kir bi saya belavkirina perên fona gelêrî) û rewşa rastîn a aboriya rojavayî. Dawiya dawîn, Japonya gelekî girêdayî bazarên derve dimîne. Daxwaza hundurîn hîna jî qelsok e. Hew başbûna kar û hatinî ewê kanibin kirrînê zindî bikin û rewşeka baştirîn û herdemî çêbike. Di nava vê sergêjî û li hember bendewariya hemwelatiyên xwe, gengaz e ku serkêşê reveberiyê yê nû mejbûr bimîne ku gotinên strana xwe di bîr de bîne: “Em netirsin û ji dahatûyê bawer bin. Em netirsin, bi dilekî azad û mişt aştî.’’ Wisa carinan baştir e.

Serokwezîrê ji malbateke navdar

Li Japonyayê polîtîka, pir caran, dîroka malbatekê ye. Her sê serokwezîrên dawîn Abe Shinzo, Fukuda Yasuo û Aso Taro, kur an jî neviyên wezîran bûn. Hemî ji endamên Partiya Lîberal a Demokrat (PLD) in ku ji sala 1955’an de desthilatdar e. Birêz Hatoyama Yukio, 16’ê Îlonê ji aliyê Dietê ve hilbijartî ser serê rêveberiyê, ne li derveyî vê rewşê ye, heger ne ku ew kur an jî neviyê wezîrekî ye û ku ew Partiya Demokrat a Japonyayê (PDJ) bi rê ve dibe. Lê belê, mîna yên dinê, wî jî di nava refên PJD’ê, partiya ku kalikê wî Hatoyama Ishiro di sazkirina wê de cih girtibû de, dest kesbê xwe kir.

Karên bertîlxwiriyê ku PLD sala 1980’ê gemarî kir û rêçûna wê ya kevnare ku li ser hevalbendîyê avabûyî, 1993’an, sala ku koalîsyoneke dijî PLD’ê ku serokê wê Birêz Hosokawa Morihiro bû, hat ser rêveberiyê, bû sedema terkkirina wî ya PJD’ê. Dema tecruba wî pir kin bû. Têkçûna wî, li polîtikayeka kesayeteke girîng a japonî ji du sed salî bi vir de, tê; Birêz Hatoyama deyndarê bijartina xwe ya 2009’an e. Heger wî parastina hevalbendiyê red kiribe, ji ber ku dewlemendiya wî ya şexsî pir e. Ew ji dewlemendtirîn malbateke Giravan tê û, bi birayê xwe Kunio re, ew jî, kesayeteke polîtîk di nava PJD’ê, şirîkê hinek sermiyanê Bridgestonê, di dinyayê de numara yekem e di warê lastîkan de, a ku ji aliyê dapîrê wî ve hatiye avakirin.

Piştî gelek hewldanên xwe yên bi fikrên cihê li nava PJD’ê destpêka salên 1990’î de, wî havîna sala 1996’an xwe avête nava projeyek gelekî mezintir bi avakirina PDJ’ê. Armanca wî avakirina partiyeke dijber a rastîn û zîrek ku kanibe PLD’a ku bi salan e bi kursiya desthilatdariya welêt ve zeliqîye, bixîne.

Bi saya piştgiriya nêzî 60 parlementerên ji tevgêrên cihê, wî, Partiya Demokrat ya Civakî, afirandina fikreke nû bi ser xist. Lê belê ev hebûn û tecrubeya Birêz Ozawa bû bêgûman a ku derfet da ku Birêz Hatoyama û partiya wî xwe bide ferzkirin. Destê veşirtî yê kevn li pişt PJD’ê, çend adetên wî yên xerab mabûn ji partiya wî ya rastîn. Çend çavdêr rola wî ya di rûxandina desthilatiya Hosokawa de sala 1993’an bi bîr tînin û bi fikar in ku karê wî yê wek sekreterê giştî yê PDJ’ê, tesîrê zêde li rêveberiyê bike. Birêz Hatoyama vêya baş dizane ku “siya vî piştgirî” (kage no don) hewce ye bi mebesta amadekirina PDJ’ê ji bo Sênatoriyala 2010’an, hilbijartineke kifşkirî ku piraniyê di her du Odeyan de bi dest bixe.

Li vir, hêvî dibe ku Birêz Ozawa wateya “malbatê” biparêze.

Çavkanî

Watedar e ku serokwezîrê nû Hatoyama Yukio (Partiya Demokrat a Japonyayê) piştî serketina xwe ya dîrokî ya 30’ê Tebaxê, Birêz Kamei Shizuka wek Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Darayî û Postayê wezîfedar kir. Wezîfedarkirina Birêz Kamei Shizuka wek wezîrê dewletê yê karûbarê darayî û postevaniyê ji aliyê serokwezîrê nû Hatoyama Yukio ve (Partiya Demokrat a Japonyayê), watedar e. Ew bi xwe, yek ji dijberên herî qewîn ê şexsîkirina postê, sembola reformên desthilatiya kevn a lîberal, e. Lê belê Brêz Hatoyama, li dijî Dewletên Yekgirtî yên Amerîka diviya ji bo pêşxistina bazara hundurîn û peyitandina serbixwetiya Japonyayê hîna pêştir biçûya.

  1. Pierre-antoine Donnet. Le japon achète le Monde, Le Seuil, Paris 1991.
  2. Manière de voir, no 5, Le Japon méconnu, Juin-Juillet 2009
  3. Shukan Kinyobi, Tokyo, 4 Septebre 2009
  4. The New York Timse, 7 Septembre 2009
  5. Shukan Kinyobi, 28 Aout 2009
  6. Agence France-Presse, Tokyo, 16 Septembre 2009
  7. Nihan Keizai Shimbun, Tokyp, 13 Juillet 2009
  8. Hiseiki Rodo Tsushin, Tokyo, 25 Aout 2009.