Ji bo avakirina cîhaneke nû, xerabkirina vê cîhanê!

PROVOKASYON Û PRONOGRAFİYA HUNERA HEMDEM
Translator

Hunera hemdem "şoreşger e", lewma yên ku jê hez nakin yan paşverûyên bi rastî ne yan jî paşverûyên ku pê nizanin paşverû ne ango neo-paşverû ne. Îro mohr û etîketên bi vî rengî li herkesê diwêre li wateya hin berhem û pratîkên hunera hemdem bipirse, tê xistin. Ji berdêla bikevin xetera ku guman ji wan were kirin populîst, nezan yan jî ehmeq in, mirov gelek caran tercîh dikin dengê xwe nekin û fikrên xwe nebêjin, ev rewş balkêş nîne.
Hûn kîjanê baştir dibînin, ya kevneparêz an jî ya şoreşger? Hûn aliyê modernîteyê yan jî yê akademîzmê (nêrîna bi tevahî teorîk ya li mijarekê) digirin? Bi vî awayî ji destpêke ve pêşiyê li guftûgoyan tevan digirin. Bandora vê rêbazê gelekî mezin e û hêja ye armanc û amûrên wê bên ronîkirin: Ji ber ku eger ev rêbaz ne bi tenê di guftûgoyeke diyar a li ser hunerê û li ser hunereke taybet ya ji vê guftûgoyê qut nabe de tê bikaranîn, ew her wiha di qada fereh a retorîka siyasî de jî tê bikaranîn. Hingî qada hunerî ya em behsê dikin, bi rola “modelekê” radibe û divê armancên wê werin ravekirin.
Ji bo analîza kêrhatina vê modelê, heja ye em weke mînak li slogana bingehîn a fikra lîberal (lîberalîsmê) binêrin ku Bernard de Mandeville di Fable des abeilles (çîroka mêşên hingiv) (1704) de pêşniyar dike: "Gunehên şexsî (ezezî, ferperestî, çavbirçîtî...), ji gelemperiyê re xêr e." Wateya vê wiha ye: "Tişta hûn weke guneh dibînin, ya rastî xêr e." Yan jî: "Eger hûn wateya wê ya pêşî bigirin dest guneh e, lê wexta hun wateya wê ya duyemîn bigirin dest xêr e." Ev fikir çelexwarî û jirêderketî ye, ne di warê exlaqî de belê di warê wateya gotinê ya bi ezmûnan ceribandî. Lewra ew, pirsgirêkê (şîddeta pirî caran hilweşîner e ya ajo û îhtîrasên sedema wan ev evîna em jêre dibêjin egoîzm e) dike çareserî. Jirêderketî ye, heta du caran ji rê derketî ye, ji ber ku ew nirxên sabît hemûyan şêlo dike û di xwe de wî heqî dibîne ku karibe her tiştî û dijberê wî bêje: guneh xêr e, spî reş e... Ev retorîk weke mekîneyeke talankirina tevahiya qeneetên rexnegir dixebite. Ev qeneetên rexnegir berewajiya wê, tişta rast ji ya nerast cihê dikin.
Da ku mirov bigihîje vê wateya duyemîn, bes e ku yê diaxive tiştên ku divê ti kes nîşan nede, nîşan bide: Bi vî awayî provokasyonekê çêdike. Ango li gorî wateya peyvê ya etîmolojîk bangekê dike ku dikare weke qebqebû û xwe bêminetkirinê were fêmkirin. Bi provokasyonê ez bang li yekî din dikim da ku bide ser şopa min, weke ku min jêre gotibe, heke diwêrî tu jî bike. Lewra provoke kirin ev e ku mirov bi zanebûn... Tişta ku nabe were gotin, bibêje. Lê ji ber ku ez baş dizanim divê tişta dikim nekim, hem ti kes nikare gazinan ji min bike û hem jî ya herî girîng ez yê din jî dikişînim asta xwe, ez sînorekî diyar dikim ku têde em xwe bi xwe ne, cihekî teng yê aqilçêtir û jîrtiran, yê mirovên ji kompleksan xelasbûyî, cihekî ku berewajiyê cihên gelemperiyê yên tijî qedexe, têde her tişt dikare bê gotin.
Fonksiyona û kêrhatina vê retorîka xasûkî xapandina mirovê mirov pêre diaxive ye. Bala mirov dikşîne, heta bi dizî bike ku pêre li hev bike - "Hûn fêmdikin ya ku ez dixwazim bêjim..." Her çiqasî bi rastî fêmnekiribe jî, ji tirsa li derveyî yên dizanin neyê hiştin mirov neçar dimîne bersiva erê bide vê pirsê... Mirov naxwazin di nava yên ehmeq de yên ne hêja ne di nava civaka bijarteyan de cihê xwe bigirin, werin bicihkirin.
Dema hunera hemdem dibe cihekî têde li her amûra xapandina mirovê lê dinêre tê gerîn - balkişandin, berjewendî û lihevkirina bi dizî - ev hunera manipulasyonê ku xisleta reklamê ye, îro di hunera modern de jî tê bikaranîn.
Mînak têra xwe hene. Mirov li berhemên hunermendên herî navdar ên serdema me bifikire, bes e. Van rojên dawî mamosteyê belçîkî Jan Fabre li Muzexaneya Louvre bijarteyeke ji pîsiyên xwe bi xwe pêşkêşî Jeff Koons dikirin. Ew Mikey-l'angê (mekekê me Mikey) me ye û bi kûçikên xwe yên nehîtî yên malê bi nav û deng e. Formula kevin û bi bandor a bi dizî lihevkirinê û lihevkirinên li ser berjewendiyên qirêj bêyî ku lawaz bike stratejiya gelekî bi hêz ya "wateya duyemîn" di nava hunera post-modern de nîşan dide: 1) Provokasyonên bê tabû; 2) Provokasyoneke ku tu wateya wê ya din tine ye; 3) Ev yek wê cîh bide tesîreke medyatîk a peyde bibe... 4) Çerxeke spekulatîf a balkêş e.
Ji 1996’an û pêve Jean Baudrillard, di nivîseke ewqasî wêrek de ku navê wî ji aliyê parazvanên vê hunera "wateya duyemîn" ve pirr caran dihate hildan, ev xasûkî ji hev xist û got: "Ev hetîketî hemû pesnê xwe pê dide ku bi wateya duyemîn û henekpêker a hunerê ciwan dibe. Hûn çi bi wateya wê ya yekemîn û çi bi ya duyemîn lê binêrin ew tine û bêwate ye. Lêzêdekirina estetîkê wê ji vê hetîketiyê xilas nake, berovajî: Ev du caran hetîketî ye. Xwe lê datîne ku tine ye. Ew dibêje ez ne ti me! Û di rastiyê de jî ew ne ti ye. ”
Baudrillard di vê rewşa du caran tine de rezîliyeke bi rastî ya neerînîbûneke huner wê radigire, dibîne. Ev (hetîketî) xwe bi kapasîteya xwe ya ji nirxên sabît ên herî zêde bi cihbûyî qutbûnê digire, berê xwe dide yekane armanca xwe lêgerîneke wateyê, ango lêgerîna wateyên nû. Huner nikare bi tenê bi qasî nîqaşeke peyamekê were kêm were dîtin, ew tiştên ku em hîn pê nizanin dibêje, tiştên hê nehatin tomarkirin dide xuyakirin, li dinyaya em nasdikin, tiştan zêde dike.
Lê ev hewldana şoreşger di hunera hemdem ya fermî de êdî bi tenê di rewşa vedîtina tiştên nû de hatiye sînordarkirin û kêmkirin. Ev jî xisleta hilberandina kapîtalîst e. Helbet pêdiviya bi afirandina xwestek û îhtîrasên nû sedema vê rewşê ye. Ev yek rê li ber tevlihevbûnekê mezin a vedîtina tiştên nû û lêgerîna wateyê vedike. Li vir, hunera hemdem mexdura ve rewşê ye. Em dikarin vê tiştê bi qaîdeyekê vebêjin: Bazara hunerê çiqasî xurt bibe, ewqasî wê şertên giştî yên bazarê xwe li ser hilberandina hunerî ferz bikin. Hingî hunera hemdem wê tiştên ku mirov ne li bendê ne hilberîne, lê ti wateya wan nîne û îhtîmala hebûna wateyeke wan jî tineye.
Hunera ku bi rastî şoreşger e, dinyayê bi armanca ji nûh ve çêtir ava bike ji hev dixe, dihêle mirov bi awayekî rêzdar bikene, ya rastî ev kenek e ku mirov azad dike. Lê hunera hemdem bi kenekî gelekî cuda dikene, kenekî nihîlîst e ku henekê xwe bi kêfa dilê xwe bi tevahiya nirxên exlaqî dike û ti armanca wê nîne: Huner bi tenê bi hêza kêliyekê heye ya ku wê weke heyî qebûl dike û hemû ev e.
Ev hunera hem bêedeb, bêexlaq (narsîst) û hem jî ji xwe razî û bi difre (sînîk), ango “narsînîk (narcynique)” bi hesanî naye naskirin ji ber ku li ser prensîpeke gelekî berbelav a hîperdemokrasiyê xwe runiştandî ye: Ji hev cudakirina objeyeke asayî ji afirandineke hunerî ya rastî êdî bûye karekî ne mumkin. Ji bo ku karibe vê yekê pêk bîne divê mirov hiyerarşiyekê bikarbîne. Lê her hiyerarşî hin nirxan ferz dike. Wateya vê jî ev e, meyilekê eşkere ji bo nîzamê heye, lê her nîzam jî di nava xwe de bi awayekî cidî totalîtarîzmê dihewîne: Tiştên asayî û besît, yên nirxê wan weke sohbeteke li qehwexaneyê, weke nimûne siya faşîzm yan jî ya stalînîzmê di qada siyasî de û ya totalîtarîzmê jî di qada felsefî de bi rexnegiriya ji Kant ji me re mîras mayî, xetera wan wê mezintir bibe.
Çalakiya “rexnekirina” prensipên rastî û yên xeyalî ji hev cuda dike, wateya vê jî ew e ku divê timî “dadgeheke mentiq ” hebe. Da ku karibin ji dadgehê, terorê û dîktatoriyên din birevin, divê ti hiyerarşiya rexnegir neyê qebûlkirin. Ev e ya ku rûmeta afirandinên hunerî dide lodek pisî. Dixwazin bi vê bikin nirxê afirandineke hunerî bi wan (berhemên hunera hemdem) jî bidin, heta qîmeteke zêdetir. Dev ji pêşandanê û danîşanê berdane, wateya vê jî ew e ku pêwîstiya jihevcihêkirina rastî û ya pêşkêşkirî ne xema wan e û vê yekê dikin sedema heqkirina vî nirxî. Ev hunera hemdem, bêyî ku mesafeya sembolîk di navberê de bi cih bike, ajoyên hunermend yên provakatîf, yan jî ajoyên provakatîf yên ku kirin ew weke berhemeke hunerî were qebûlkirin yekser pêşkêş dike. Ev jî rola koleksiyonvanan e, bêguman François Pinault yek ji wan e ku herî zêde sembolîk e.
Berhema îronîk a hunermende belçîkî Wim Delvoyenin a bi navê Cloaca (2000), roviyekî hezmkirinê yê mirov ê kêrhatî yê ku di kontrola kompûteran de baş dixebite pêşkêş dike: Berhema hezmkirinê di ambalajeke bêhewa ya plastîk de ku li ser markeyên Coca Cola û Ford’ê hene tê pêçan û yeka wê bi nêzî 735 euroyan tê firotin. Ev şibandina herî baş a vê sîstemê ye.
Mirov dibîne ka çawa retorîka bêexlaq û jirêderketî heta bi mustehceniyê diçe: Tê îdîakirin ku mirov dikare û divê her tiştî bike objeyeke firotinê. Eger pêşandana ya ku mirov nikare nîşan bide, ku bi tenê ajo heq didin van, hunerê hildiberîne û dike ku mirov peran bi dest bixin, hingî naxwe herkesî azad e rêzik û qaîdeyên bazarê ji dil qebûl bike, dawerivêne hinavên û li gorî vê tevbigere. Armanca van rêzikan têr û razîkirina ajoyan e û girîngiyê bi tenê bi bi zewq û kêfa yekser, xwestî, pêşandayî dide. Helbet ji bilî ajoyên cinsî jî ajo hene. Hunerê ev tişt kiriye rejîmeke ultra-lîberal.
Ev toleransa hunera hemdem ji bo kelevajiyê ne tesadûfî ye. Tevî ku li ser navê azadiya xweîfadekirinê pêşniyarên herî zêde nabe bên qebul kirin, divê bên tolere kirin, emê çawa nebînin ku vê ultra-demokratîzmê, di warê siyasetê de bi tevahî heman tişt e ku dikare yek ser ber bi zordestiyê ve bibe – li aliyê din ji dema komara (La République) Platon ve em dizanin ku ku ev veguhertin mumkin in.
Bi vî rengî em bûn şahidên pîrozkirina kirinên… ne bi rastî. Demeke dirêj vê pîrozkirinê xwe spart berhema hunerî ya Marcel Duchamp ku di sala 1917 de ready made ya yekemîn pêşkêş kiribû: cihekê mîzkirinê yê standart ku navê fontaine (kanî) lê hatî kirin. Di wê demê de bûyereke wisa çalakiyeke gelekî serûbinîhevkar bû ji ber ku hertişt rexne dikir: Statuya berhema li fabrîqayê hatî hilberîn, statuya tiştên hatî çêkirin, hunera Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê , cinsiyeta objeyan, wateya pêşengehekê… Gelek hunermendên piştî salên 1960’î xwe weke yên dayî ser şopa wî didîtin, bi tenê kirinên texlîd kirin, texlîdkirineke bê armanc: Em ketine zemanê “tu wê bêjî qey wiha ye” ku bi tenê bi yek riyê ve dikare mirovî bibe, ew jî “komediya” serûbinîhevkar e (ev peyv a nivîskar û esayîste –yê ku ceribandinan dinivîse- Philippe Muray e).
“Komediya” em behsa wê dikin hunera zindî jî eleqedar dike. Dema Jan Fabre li festîvala d’Avignonê ya 2009’an L’Orgie de la Tolérance (partiya seksê ya toleransê) pêşkêş kir, bi cidiyeteke kenê mirov pê were maturbasyon û orgazma mirovî nîşan dide, heta ji bişirîna nivîskarê fransî Rabelais jî bêpar e. Ev pêşandan bi tenê ji bo tişta ku ew bû hat nîşandan, ango bi tenê pornografîk ku piştgiriya bikaranîna stratejiya wateya duyemîn û hevkariya guneh dike. Ev jî destûrê dide şelobûn û nediyarêyan hemûyan. Dika klasîk xwe her wiha besît dike û xwe ji tevlîhevbûnê dike. L’Armida Hezîrana 2009’an li Kosmische Opera ya Berlîn’ê hat nîşandan, kir ku kompozîtor Christoph Willibad Gluck û Sade anîn cem hev! Pirtûka Philippe Quinault du perde bûn û rolên aktoran para bêhtir tazî bûn û hêjayî felsefeya di odeya şexsî ya jinê de bûn. Yê ku derhêna Calixto Bieito bû. Wî xwe hîç jê veneda ku fikrên xurt yên îlham danê bîne ziman: “Nermbûn ruh dikuje”, “Hêrs û kîn dibe ku bibin hêzeke kêrhatî ya motîve dikin”, “Anîmalîzm (fikra ku di her kar û barê mirov de şehwet û hez weke bingeh dibîne) heta mirov bêje bes xwezayî ye”, “Hûn bi tenê dikarin keseke/î ji cinsê xwe fêmbikin …
Ev lîsteya tiştên divê neyên ji bîrkirin ya Sade ku îro êdî xerîdarên wê kêm in, mirov îro pê her diçe bêhtir xwe nêzî hunera klasîk dike û bê guman bi vî awayî xwe weke serûbinîhevkar îlan dike: Ev yekane rewabûna wê ye… Lê belê bi tenê yek armanca vê serûbinîhevkirinê heye, ew jî bi qêrîn ragihandina vê prensîpa gelekî girîng a lîberal a sereke ye: Ji rastiya ferd pêve ti rastiyên din nînin; tevahiya koma civakê pêk tîne ji encama kirina ferdan pêve tiştekî din nîne: Weke encam, mirov dixwazin di danûstendinên xwe de destketî û karê xwe bigihînin asta herî jor. Alter-ego (yê din, nasnameya din) êdî weke şertê xwepêkanîna û pêşxistina herkesî nayê dîtin, berevajî weke tehlûkeyeke daîmî ya âstengkirinê tê dîtin. Huner û şaristaniya “her tişt ji ego re” xwe li her tiştî kerr dike û bi dixwaze ku mafên ferd neyên sînordarkirin. Çi serûbinîhevkirineke delal e ku dixwaze biyanîbûnê bi xwe û azadbûnê tevlîhev bike.
Wateya vê ne ew e ku hunermendên bi rastî êdî newate yên ku li ser daxwazên li derveyî tamên xurt ên kapîtalîzm qîmet didiyê kar dikin; em bi tenê navên yên kevin hil din di nav resaman de ji Bram van Velde heta bi Goran di muzîkê de ji Jean Dubuffet heta bi Paul Reyberolle hene. Belê her wiha di şanoyê de weke mînak Michel Schweizer heye ku di berhema xwe Bleib de têkiliya kûçik-gur bi xwediyê xwe re bi kar tîne da ku bi awayekî îronîk dirindetiya dinya îro lêbikole, yan jî Pierre Meunier ê ku di Sexamor de ya ku di navbera jin û mêr de diqewime lêdikole; bi makîneyên xerîb û nazik dûrî meqamên fermî, ji wan tê ku bişibînin (metaforan çêbikin) û bikin ku mirov bifikirin: Ev rola hunerê ye, bi awayekî li gorî rastiyê (otantîk) mirovan ji lîstikên di xeyal û fikran de xila bike û vegotina perspektîfa rexnegir a bûyeran.

Wergera ji fransî:
Lokman Turgut

Çavkanî

Dany-Robert Dufour: Fîlozof (Zanîngeha Paris 8, Koleja Navneteweyî ya Fîlozofiyê)

  1. Jean Baudrillard, "Komplo ya Hunerê",Libération, Paris, 20 mayis 1996.
  2. Bixwîne, Aude de Kerros, “Art moderne, art contemporain : l’impossible ‘débat’ (Hunera modern, hunera hemdem: ‘gengeşeyeke’ ne mumkin)”, Le Débat, Parîs, hejmar 150.
  3. Serokê kevin yê koma Pinault-Printemps-redoute, sala 2007’an sêyemîn kesê herî dewlemend ê Fransa’yê bû û amatorekî mezin ê hunera hemdem e.
  4. Beatrice Wood, hevala Duchamp, weha dinivîsî: “Yekane hunerên Amerîka’yê afirandî lûle û pirên wê ne”; “marcel”, in marcel Duchamp: Artist of the Century (marcel Duchamp: Hunermenda sedsalê), mIT Press, Cambridge, 1990, rûpel 14.
  5. Kompozîtorê (bestevanê) alman (1714-1787) ku hewl da ya xwezayî û ya rastî dramatîk bixe nava operayê.