Ji bo bêhtir kuştinê bêhtir aqil

Dîroka paralel ya sîlehan û ya şerran
Translator

Di sedsala 20’an de nêzî sed û çil şerrî qewimîn, didu ji wan yên "cîhanê" bûn; 15 ji wan her yekî bûn sedema mirina bêhtirî milyonek mirovî. Beriya 1939’an bîstûpênc şerr û sed û panzdeh jî, ji 1945’an û pê ve qewimîne. Bi "pêşketinên" pêşxistina sîlehên nû yên her diçe buhatir û pêşketîtir dibin, rîtm hêdî hêdî bileztir dibe, qet nebe heta dawiya şerrê sar rewş weha bû. Piştî 1991’ê û jihevketina Yekîtiya Sovyet, şerrên di navbera dewletan de şûna xwe her ku diçe bêhtir ji şerrên navxweyî re dihêle.

Gelo ji dîroka sedsala 20’an çi di bîra mirov de dimîne? Dûrî deverên li ser lihevkirî, Le Monde diplomatique atlaseke rexneyî diweşîne ku tê de vedigere ser bûyerên ku berê wan guherî û pêşketinên ku behsa wan nehatiye kirin: ji dîktatorên "cîhana azad" heta bi serhildana Kamerûnê ya jibîrkirî, ji şoreşa veguheztinê heta bi aboriya ku bi serdestiya çandiniyê ve ava bûbû. Di sedsala bihurî de ku du şerrên cîhanî şopa xwe lê hişt û bi dû re dawiya şerrê sar jî dît, pirgirêk jî li gorî guherînên siyasî û şoreşên teknolojîk bi pêş ve ketin. Hunerê şerrî bi xêra hişê mirovî xurttir bû, lê hejmara qurbaniyan dîsa jî kêm nebû û zêdetir bû...

Li derdora Şerrê Cîhanê yê Yekemîn xisletên ku wê di dehsalên paşê de xwe bidana der, pêk hatin. Hilberîna sîlehan bû xwediyê xisleta hilberîna pîşeyî ya girseyî: bi vî rengî weke mînak di navbera 1914 û 1918’an de Fransayê 51 hezar û 700 balafir çêkirin û barê hilberîna ji bo şerr jî li milê milyonek û 800 hezar mirovî kir.
Şerr herweha ketin dîmenziyona xwe ya sisêyan jî, hem li hewayê bi balafiran û hem jî di bin deryayê de bi keştiyên binê deryayê. Mekanîka bi rêya makîneyên zirxî ji bo yekîneyên suwarî şoreşek bû. Di serî de ji bo tesbîtkirina hedefên topan, komunikasiyon êdî ne bi rêya peyamnêran û borezanan lê belê bi rêya telefonan pêk dihat (di dawiya 1918’an de 30 hezar hatin kirîn),
Ev herweha çûna ber bi dêwbûnê (kalîbre, tonaj, rîtma gulleavêtina mîtralyozan) û sîlehên "nû" (kîmyewî) ve ye jî. Ev xislet hemû wê di şerrê din ê topyekûn ê girseyî de ango di Şerrê Cîhanê yê Duyemîn de heta bi qonaxa herî bilind ve bên birin.

Şerrê Rojhilat-Rojava yê ku şerrên azadiya neteweyî bi xwe re anîn

Sala 1905’an, li hemberî Japonyayê têkçûna Rûsan hê hingê bûbû nîşana yekemîn tehlûkeya li dijî hêzên li gorî rê û resmê û yekemîn binketina "zilamê spî". Di şerrên berxwedana li dijî kolonyalîzmê, di navbera 1918 û 1939’an de serhildêran karibû hin caran di muharebeyan de bi ser bikevin, lê serkevtina bi tevahî bi dest nexistin (şerrê li Rîfê [1]). Şerrên navxweyî bi dijwarî û zehmetiya xwe cihê dibin (li Rûsya û Çînê), li aliyê din şerrê navxweyî yê li Spanyayê (1936-1939) dikir ku mirov bi şerrê mezin ê di navbera 1939 û 1945’an de bihise.

Sîleha kîmyewî bi aweyekî zêde cara pêşî di dema Şerrê Cîhanê yê Yekem de hat bikaranîn û sivîl jixwe bûbûn mexdûrên wê. Bikaranîna vê sîlehê di dema şerrên koloniyal de belav bû; ji aliyê Brîtanyayê ve li Iraqê yan jî ji aliyê Îtalyayê ve li Lîbyayê. Guernica (2) navê bombebarandina ji hewayê ya mezin a li Ewropayê ye, ev kiryara bombekirina bajaran di dema Şerrê Cîhanê yê Duyemîn de bi awayekî giştî belav bû. Bi vê yekê pêşketina sîlehên klasîk di asta herî jêr de ma.

Sîlehên vedîtî guhertinê bileztir dikin: radar, balafirên ji leza deng dibihurin, roketên dij-zirx, tivingên otomatîk, mîtralyozên giran, agiravêj, bombeyên şewatê, bombeyên dij-zirx ên 10 tonî, motorên pêşî yên ji dûr ve tên kontrolkirin, fuze (V1 û V2), sonar, cîhazên înfrasor, sîstemên naskirinê yên elektromanyetîk û hwd. Aliyê pîşesaziyê jî qonaxekê diguhere: Almanya, Brîtanya û Yekîtiya Sovyet her yekî 100 hezar balafir hildiberînin; Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê 320 hezar balafir çêdike. Herweha 2 milyon kamyon, ewqas cîp, 220 hezar makîneyên zirxî jî di bandên montajê yên amerîkî re derbas dibin… Bombebarandina tevahiya bajaran (London, Dresden) gihişte asteke heta hingê nehatî dîtin. Di dawiyê de du bombeyên atomî ku DYA’yê avêtin Japonyayê, kirin ku dunya bikeve serdema nukleer û mêzîna terorê.

Piştî Şerrê Cîhanê yê Duyemîn liberhevrabûna Rêxistina Peymana Bakûrê Atlantîkê (NATO) û Pakta Warşovayê di bin tehdîta nukleer de pêk dihat. Washington û Moskovayê 30 hezar serikên fuzeyan ên stratejîk û 20 hezarên taktîk kom kirin. Ev sîlehên nukleer bi rihetî têrê dikin ku dunya gellek caran bê xirabkirin. Vê yekê şerrên li Ewropaya ku herdu hêzên mezin ji hev dike, cemidandin û ew birin keviyan, welatên ku me yê navê dunyaya sêyem li wan bikira. Şerrê îdeolojîk û şerrên azadiya neteweyî rastî hev hatin, nexasim li Îndoçînê.

Van şerran êdî erdên ceribandina sîlehên nû û doktrînên erkan pêk dianî: Fransayê li Cezayîrê bikaranîna taktîk a helîkopteran û prensîbên şerrê "dij-şoreşger" teorîze dikir ku hewl dida, bersivê bide stratejîstên çînî yan jî vîetnamî yên şerrê "şoreşger". Li Vîetnamê US-Air Force’ê yekem car bombeyên "biaqil" (tam li armancê dixin) bi kar anîn û bi miqdarên mezin bikaranîna sîlehên kîmyewî organîze kirin (ji bo werandina pelên daran bikaranîna Agent Orange’ê [3]). Di şerrê hezîrana 1967’an ê li Rojhilata Navîn de yekem car fuzeyên li dijî keştiyan hatin bikaranîn.

Mesrefa leşkerî ya welatên herî dewlemend zêdetir bû

Dawiya çavê hev tirsandina herdu hêzên mezin ku bi jihevdeketina Yekîtiya Sovyetan re hat, rê li ber destpêka serdemeke kaosê vekir: ji hingê ve şerr ji kontrolê derketin û her diçe bêhtir şerrên navxweyî şûna şerrên di navbera dewletan de digirin. Bi şerrê kendavê (1991) û "şerrên insanî" re di heman demê de fuzeyên dij-fuzeyan û fuzeyên keştiyan bê qisûr dibin û cebilxaneya tam li armancê dixe, "êrîşên emeliyatî" yên navdar ên ku dîsa jî xwe ji lêxistina sivîlan venadin, bi awayekî giştî tên bikaranîn. Çi li dijî Sirbîstanê (1999), çi li dijî Afganîstanê (2001) û çi li dijî Iraqê (2003) artêşa serketî nikaribe sedîsed ceribandina (xwe parastina binketiyan) veguherîne û kontrola li ser "binketiyan" misoger bike jî, newekheviya hêzên klasîk ewqasî zêde ye ku encama şerr qet cîhê nîqaşê nîne.

Li Rojhilata Navîn bi awayekî daîmî teknîkên şerrê bajêr tên ceribandin: sîlehên terorê li dijî şêniyan şerr nakin (bombeyên fosforê, topên obusan ên pirrgulle, teqemeniyên DIME, û hwd.), bikaranîna mirovan weke mertal, buldozerên dêw, di dîwarên xaniyan re derbas bûn, bikaranîna balafirên bê mirov ên kontrolê û yên êrîşê, bi satelîtan çarçik bi çarçik dabeşkirina civakî, kontrola agahdariyan, kuştinên nîşanjêgirtî.
Di şerrên ku artêşên rojavayî li Afganîstan û Iraqê bi rê ve dibin de, êdî dest ji van teknîkan nabe bê berdan, li aliyê din derdikeve holê ku malzemeyên gellekî pêşketî yên ku li dijî artêşa sor hatin pêşxistin, pirrî caran bêkêr in.

Li dijî vê, serhildêr teknîkên kevnar ên pêşneketî lê bikêrhatî bi kar tînin, yên weke Improvised explosive device (IED, mekanîzmaya teqemeniya lihevçêkirî) yên li kêlekên rêyan tên bicîhkirîn yan jî helbet di êrîşên întîharî de tên bikaranîn. Daku bersivê bide van êrîşan, DYA her diçe bêhtir balafirên bê mirov û kuştinên nîşanjêgirtî yên "terorîstan" bi kar tîne (4) û pirrî caran diwêre ku li armanca şaş jî bixe û sivîlan bikuje.

Buhayê sîlehan ecêb zêde dibe: Buhayê balafireke bombebaranê ya tîpa B2 ji butceya salana ya eskerî ya 122 welatan bêhtir e, tevî ku bikaranîna wê li derveyî şerrekî di navbera Dewletên Yekbûyî û Çînê de weha xuya dike ku têra xwe zehmet e jî. Kombûna mesrefên eskerî qat bi qat zêde dibe: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nîvê mesrefên eskerî yên dunyayê dikin û deh dewlet ji çar paran sisêyê mesrefa eskerî a dunyayê dikin. Dema kontrola ji fezayê ya belavbûyî, bi sîlehên enerjiya tê kontrolkirin û materyalên bê personel re tê bikaranîn, ev yek rê li ber perspektîvên kuştina dûrtir, bileztir û buhatir vedike. Ev sîleh hem pirraniya caran nikarin bersivê bidin pirsgirêkên serhildanên gel, hem jî kuştina sivîlan kêm nakin ku mexdûrên sereke yên şerran in.

Çavkanî

Jean Paul Hébert:
Lêkolîner li Navenda interdîsîplîner ya lêkolînên li ser aştî û lêkolînên stratejîk (Cirpes). Jean-Paul Hébert 21’ê hezîrana 2010’an çû ser dilovaniya xwe. Berî wê bi çend rojan versiyona yekem ya vê nivîsê dabû kovara L’Atlas Histoire.

  1. Salên 1920’î, eşîrên Rïfê yên fasî, bi pêşengiya Abd El Kerim ve, li dijî dagîrkerên spanî û fransî rabûn
  2. 26’ê nîsana 1937’an, hêzên hewayî yên alman ku hevpeymanên spanî bûn gundê baskî yê bi navê Guernica dan ber bombeyan. Ev kirina wan ji aliyê Picasso ve di tabloya bi heman navî de bû nemir.
  3. Bixwîne: Francis Gendreau, "Au Vietnam l’agent orange tue encore" (Li Vietnaê ajanê portekîzî hê jî dikuje), Le Monde diplomatique, çileya paşîna 2006’an
  4. Bixwîne: Laurent Checola û Edouard Pflimlin, "Drones, la mort qui vient du ciel" (Balafirên bê mirov, mirina ku ji ezmanan tê), Le Monde diplomatique, çileya pêşîna 2009’an

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê