Ji bo çi Erdogan hêvî dike dîsa bi ser keve?

Li Tirkîyeyê aborî mezin dibe, xelkê welêt li kolanan e
Translator
Hezîranê bi dehhezaran kes li meydana Taksimê ya Stenbolê civîyan, belê herweha li seranserê Tirkîyeyê jî, wan qebqebû li hikûmetê kirin û gilî û gazin kirin ji jirêderketinên otorîter ên serokwezîr Recep Tayyip Erdogan. Erdoganî înîsîyatîf dîsan girtibe dest jî, û protesto aş bûbin jî, ev tevgera bi gelek rûyan nîşana guhertina civatê ya ji deh salan û vir ve ye.

Çapulcu" ("nijdevan"): Serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdoganîev nav li bi hezaran kesên tevlî raperîna gel ya ku li ber otorîteya wî rabûn, kir; tevgereka ku peyda bû ji ber nerazîbûna ji xedarîya destwerdana polîsan roja 31ê gulana 2013an li dijî xwepêşandêrên dijberê xirakirina Parka Gezî ya li Stenbolê bûn. Ji hingê ve tevnên civatî ev peyv li ingilîzî anîn (chapulling) û ev maneya nû danê: ew kesa yan jî kesê ji bo mafê herkesî têdikoşe. Wekî din jî ewên ku halê hazir li Tirkîyeyê daxwaza xwe ya "çapûlkirinê" derdibirin pir in.

Bi hejmaran

- Serjimara çalak: 28 milyon serê

76.5 milyon şênîyan.

 

- Bêkarî: % 9,4 di adara 2013an de.

 

- Rêjeya sendîkayîbûnê: sala 2010an % 5.9 (sala 2002yê % 9.5).

 

- Mezinbûna aborîyê: sala 2012an

% 2.2 (sala 2011an % 8.5).

 

- Înflasyon: dawîya sala 2012an %

6.2, li hemberî % 10.4a sala 2011an.

- Tewazûna bazirganîyê: 62 milyar

euroyan li xwe kêm dike. Sala

2012an herdu mişterîyên sereke

yên Tirkîyeyê, Almanya û Iraq bûn.

Rûsya, Almanya û Çîn jî hersê

dabînkerên yên sereke ne. Sala

2010an ixracatên Tirkîyeyê ber bi

Yekîtîya Ewropayê ve gihiştin 52.7

milyar dolaran, li hemberî vê,

îtxalatên wê ji heman deverê

gihiştin 72.2 milyar dolaran.

Jêder: TÜIK: Türkiye Istatistik Kurumu (Dezgeha Statîstîkê ya Tirkîyeyê)

 

Ev rewş serê pêşî xwedanadera dubendbûna kûr ya civatê ye. Li gorî nirxandina sîyasetzana li zanîngeha Stenbolê Aysegul Bozan, dûr ji rengê karîkaturî –seferberbûneka sînordarkirî bi parastina çend darên li Parka Gezî, ajîtasyoneka ciwanî û xwîngermîyê– ev yek "qelşeka awayên jîyanê" yên ku "Erdogan wekî fîgur krîstalîze dikin" eşkere dike. Erdogan yê ku sala 2002yan nûnerîya "qutbûnê" dikir, hevrikên xwe bêtesîr kirin, ew kirin paşverûyên dema wan bihurî, niha ji nû ve ruh bi wan reşikên neteweyî yên kevin tîne: niha xwedî helwêsteka mexdûrekî ye, yê ku bi komployeka navneteweyî ya bi armanca bêîstîqrarkirina welêt re rû bi rû maye.

 

Hîn 1ê nîsanê jî kêfa serokwezîrê tirk ne li cih bû. Bi awayekî fermande di bernameyeka televizyonê de wî ragihand ku "heke komîsyona parlemanter ya lihevkirina li ser Destûra Bingehîn nikaribe di encamê de metneka pêşnûma binivîse ji AKPyê [Partîya Dad û Pêşketinê] re hingê projeya me bi xwe heye".

 

Rewşa kergoşka spî ya Serpêhatîyên Aliceê li welatê harîqeyan û tevî hewldanên wî jî Burhan Kuzu dereng maye. Di destpêkê de qewlê berpirsîyarên Komîsyona Parlemanter ya Pirpartîyê ji bo ku metnê pêşnîyazê parlemanê bikin 31ê kanûna 2012an bû. Bi her halî ew wisa gazinan dike, "li ser pir kêm mijaran lihevhatinek çêbû". Û gelo wekî din hîna jî derfet heye ji bo bipêşxistina Destûreka Bingehîn da ku Tirkîyeyê bixe ser rêya bîrbirî û serwextbûneka demokratîk

Cihêkirina hêzan, "astengek"

 

Li welatê harîqeyan, qîza nîşandil wê ev revîzyon wekî icbarî bida nîşan da ku mutasyona civateka biryardar e ku ji heman tevgerê hikmên exlaqî bigire ku ji nasnameya wê ya misilman peyda bûye û daxwaza wê ya li pêş azadî ye. Li gorî lêkolînera Enstîtûya Fransî ya Lêkolînên Anatolyayê Elise Massicard, lê belê heke Erdogan hewaseka bi vî rengî piştrast bike û biwêre destwerdaneka bi vî rengî pêk bîne hingê sedema wê ew e ku ew "ketîye qonaxeka nû ya desthilatdarîyê. Heta bi sala 2011an AKPyê xwe dabû wî karî ku hêzên dijber ên cihêreng tine bike yan jî hevsarê wan bike destê xwe, yên wekî artêş û dadgerîyê. Ev mentiq di pratîkê de bi dawî bû"(1). Di pratîkê de, gelo bi rastî... Girtin û mahkemekirinên mezin ên eskeran, parêzeran, rojnamevanan, mamosteyên zanîngehê, yan jî yên xwendekaran li dijî Destûra Bingehîn in.

 

Li welatekî ku hêzên dijber hatine bêdengkirin, partîya piranîyê ya Erdogan bi xurtî doza Destûreka Bingehîn a nû dike bi armanca ferzkirina sîstemeka serokatîyê yan jî nîv-serokatîyê. Êdî li hemberî tevgera protestoyê ya gel a gulan-hezîranê ya ku pozbilindî û jixwerazîbûna serokwezîr têde bi roleka mezin rabû, ev proje her diçe bêhtir di nava partîya wî de jî dibe sedema nerazîbûnan. Gelek kadroyên AKPyê êdî pesnê guhertinên Destûra Bingehîn ên bêhtir sînordarkirî û bêhtir li gorî hêvîyên civatê didin.

 

Partîya hikûmetê timî rêjeya xwe ya dengan di hilbijartinan de zêde kir, ji serketina xwe ya hilbijartinan a 3yê kanûna 2002yan û vir ve. Lê belê, her dewra erkê, rejîmê hegemonîya xwe bi kar anî da ku ber bi otokratîyê ve meyil bike. Wekî mînakeka piştrastkirinê, Erdogan di axaftineka xwe ya li Konyayê, 17ê kanûna 2012an, difikrî ku "jihevcihêkirina erkan" ji bo hikûmeta wî "astengekê" pêk tîne. Kêmasîyeka demokratîk a ku pir ji nîyetên sala 2002yan nîşan dayî dûr e. Bi destpêkirina AKPyê ango baskê reformîst ê Partîya Refahê ya ku ji ber gumana îslamîzmê hat qedexekirin, Erdogan dixwest navend-rasta qada sîyasî dagîr bike. Wî ev di warê çandî de mihafezekar, di warê sîyasî de neteweperest û di warê aborî de lîberal terîf kir.

 

Ji bo Bozan "AKPyê ji kêmbûna bawerîya bi partîyên heyî sûd wergirt. Jê hat ku ne bitenê beşeka mezin a girseyên hilbijêr ên ku destek didan gelek pêkhateyên di rêûresma Nêrîna Milî [tevgera îslamî "Milli Görüş"] de ber bi xwe bikşîne wê herweha hilbijêrên navend-rastê yên ku ne adeta wan bû pişta partîyên wisa bigrin jî ber bi xwe ve bikşîne. Entelektuelên  lîberal yan jî hin sosyal-demokratan di AKPyê de ew hêza sivîl dît a ku wê jê were fikrên girseyên gel di çarçoveya perspektîva demokratîkkirineka welêt de veguherîne."

 

Heke Erdogan ji dehsalên birêveberîya desthilatê sax filitî be, sedema wê ew e ku bîlançoya wî pêşketinên mezin nîşan dide. Berîya her tiştî aborîyê encamên baş bi dest xistin li gorî pîvanên lîberal. Mezinbûna aborî ya salane di navbera 2000 û 2010 de salane gihişt % 7ê; enflasyon daket û veberhênanên bîyanî yên yekser (VBY) di nava deh salan de ji 1.2 milyar dolaran gihiştin nêzî 20 milyar dolaran û newekhevî hatin kêmkirin. Bernameya neteweyî ya ji bo endametîya Yekîtîya Ewropayê azadîyên ferdî fereh kirin. "Pêvajoya çareserkirina" pirsgirêka kurd kapasîteya serokwezîr a kêmkirina neteweperestîyên herî tundrew ên ku xwe di nava refên wî de jî didan der, nîşan dide. (2) Ya rastî, reforman kir ku tesîra artêşa ku ji sala 1960î ve çar hikûmet dan erdê, were betalkirin. Ji hingê ve partîyê dikarî şerê xwe yê li dijî bûrjûwazîya mezin a laîk dewam bike, jê hat ku wî wekî şerekî di navbera gel û elîtan de nîşan bide.

 

Ji bo nîvê xelkê Tirkîyeyê Erdogan vî şerê çînan û vê soza dawîanîna li lidervehiştinê bi gewde dike. Li gorî raporeka enstîtûyeka lêkolînê ya tirkan KONDAyê di hilbijartinên hezîrana 2011an de hilbijêrên AKPyê dengê ji partîyê bêhtir dane birêveberê wê (% 57). (3)

 

Lêkolînera zanistên sîyasî Dilek Yankaya balê dikşîne ser rengê karkirina partîyê: "Milîtan dixebitin da ku raya herkesî biguherin û çareserîyên ferdî ji bo pirsgirêkên herkesî peyda bikin. Heke pêdivîya we pê heye ku hûn bi misilmaneka baş re bizewicin, ew we pê didin nasîn. Heke komir ji we re lazim be yan jî heke divê hûn li nexweşxaneyê werin dermankirin hingê barê we ew digirin ser xwe û bi we re elaqedar dibin. Li gorî pêdivîyên her kesî alîkarî tên  dayîn û li hemberî vê deng tên stendin."

 

Sîyasetzan André Bank û Roy Karadaganalîz dikin ku "AKP carinan bi dewra hêzeka motor radibe ji bo ku bazarê ji destwerdana dewletê xilas bike û her weha bi rola vektoreka ji nû ve întegrebûna kesên li dervehiştî jî radibe. (4) Di stratejîya hilbijartinan a partîyê de sîyaseta ji nû ve dabeşkirinê derfetê dide bicihkirina şêwazeka neolîberalîzma civatî li ser jî "populîzmeka kontrolkirî" (5) ya li gorî prensîpa piştgirîya misilman datîne.

 

Dewlet xwe ji ferzên xwe yên civatî dişo bi rengekî ku bi kêrî aktorên sektora taybet ên nêzî partîyê were, beşa wan a sereke pilingên anatolîyê ne. Ev nifşê nû yê karsazan, ên ku bi eslê xwe para bêhtir ji herêmên gundewar ên Anatolyayê ne û ji rêûresma mihafezekar û dîndar in, di nava MÜSIADê de xwe bi rêxistin dikin. (6) Komeleya hêzdar a pîşesaz û karsazên serbixwe bi vî awayî veguherî hevgirê patronî yê îslamîzma sîyasî û di encamê de yê AKPyê jî. Ew sembola tolhildana "Tirkîyeya li jêr" ji elîta laîk e. Analîza Yankaya weha ye: "Sîyasetên ku Erdogan pêk diîne awayê îdeoljîk ê sîstema nirxên bûrjûwazîya anatolî ye: kar, malbat, dîn. Îdeolojîyeka bûrjûwazîyê ya ji rêûresmê." (7)

Dema ku AKP ava bû, şeş mehan berîya hilbijartinên 2002yê, ew li ber çavên piranîyeka mezin a tirkan yekane navgîn bû ji bo rabûna li ber jirêderxistina hêzên aborî û sîyasî bi destê "tirkên spî" ên ku ji bûrjûwazîya mezin a stenbolî û kasta eskerî ne. Partî xwe wisa dide nîşan ku ew bihevrebûna mizgeft û fikra miteşebisîyê misoger dike. Erdogan îmajeka sîyasetvanê dîndar dide xwe, ê ku jê tê xwe li gorî globalbûnê eyar bike. Ango hêza AKPyê ji wê jêhatîbûna wê ye ku xwe wekî partîya gel bide nîşan û pêre jî sîyaseteka gelekî lîberal dimeşîne.

 

Di navbera 1985 û 2010ê de Tirkîyeyê di kiryarên xwe yên arizîkirinê de 41.98 milyar dolar kar kir, ji van bêhtirî 34 milyar dolaran ji 2002yê û vir ve. Sala 2010an "saleka dîrokî" bû di vê qadê de, berbirsîyarê Birêveberîya Arizîkirinê ya Tirkan (BAT) jî kite bi kite behsa wê dike, 10.4 milyar dolar hise derbasî sektora taybet bûn. Bozan weha gazinan dike: "Xelk tesîrên sîyasî yên neolîberalîzmê nas nake. Û yên ku haya wan jê heye jî çareserîya veguherînê nabînin."

 

Li gorî daneyên Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger a Tirkîyeyê (DISK) rêjeya bêkarîyê li Tirkîyeyê gihişt % 17.01ê. Bi rengê fermî ew ji % 10ê nabihure. Di pîşesazîyê de mûçe di navbera 2002 û 2011an de xebero % 15.9 kêm bûne. Ev rastîyek e ku sozên namzet Erdoganê ku di dema kampanyaya xwe ya hilbijartinan a bihara 2011an de ji bo bibe serokwezîr serê nixumandibû. Bi alîkarîya jîrbûna wî ya qanehkirinê û Hilberandina Hundir a Nesafî (HHN) ya gihiştî asta xwe ya herî bilind (di çaryeka pêşî ya 2011ê de %11.5) wî rêjeyeka bêkarîya ya % 5 û di cih de hilkişîna jor a Tirkîyeyê ya rêza dehê di sinifandina aborî a cîhanê de – welat sala 2012an di rêza hivdehan de bû - pêş gotibû. Lê belê Tirkîye dikare bi duqatkirina HHNya xwe di navbera 2000 û 2010an de henekê xwe bike bi "Ewropayeka piçûk dibe" li hember "Tirkîyeyeka mezin dibe".

Girêdana bi Yekîtîya Ewropa ve

 

Tevî retorîka xweserbûnê ya birêveberên tirk beramber Yekîtîya Ewropayê, welat beşeka girîng a mezinbûna xwe ya aborî ji întegrasyona nav qada aborî ya rojavayî digire; ew bi awayekî icbarî pêvê girêdayî ye. Birêveber binxêz dikin ku sala 2011an ixracatên ber bi vê deverê ve % 46 kêm bûn, lê belê ew behsa wê yekê nakin ku ew … di nirxê mitleq de % 22 zêde bûye (nivîsa di çarçoveyê de bixwîne). Şirketên tirk ên ku her li bazarên nû digerin "osmanîperestîyeka aborîyê" li alema erebî piştrast dikin. Lê belê kapasîteya malî ya mişterîyên wê yên nû nikare li bazarên ji rêûresmê şûna yên berê bigire. Ev yek wekî rastî dimîne ku % 75ê veberhênanên li Tirkîyeyê ji Yekîtîya Ewropayê ne (li hemberî % 6.1 ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û % 6.1 ji welatên Kendavê di navbera 2008 û 2011an de).

 

Serketinên aborî yên Enqereyê dibe ku ji ya xuya dikin bêhtir nazik bin, lewra ew girêdayî herikîna sermayeya bîyanî ne. Heta wê radeyê ku nîşane û pêşdîtin asoyekî tarîbûyî nîşan didin: mezinbûna aborî nivî bi nivî kêm bû, hesabê heyî li xwe kêm kir, ixracatên ber bi Yekîtîya Ewropayê ve ya ku bi xwe jî di sekanbûneka aborî de ye kêm bûn û di heman demê de hatinîyên ji bacê yên ji ber sextekarî û îstîxdama nehatî ragihandin li xwe kêm kirin, serfkarîya li hundirê welêt ji ber deyndarîya zêde dibe ya malbatan (% 70yê HHNyê) kêm bû.

 

Û heke dewlemendî bi kêmkirina newekhevîya civatî û pêkanîna dadeka bacî pêk were? Hingê jî divê hikûmet were qanehkirin ku tehlûkeyên reformên ku serek-şirket hez ji wan nakin li ber çavan bigire. Dema ku meriv hesabê ji alîyê serokwezîr ve piçûkdîtina xwepêşandêrên li meydana Taksîmê bike, yên ku nîvê hezîranê du sendîkayên sereke yên karkeran jî li wan zêde bûn, hingê patronên gelekî mihafezekar ên MÜSIADê hîna jî di çavên desthilatdarîyê de hevgirên wê yên herî biqîmet pêk diînin.

 

* Rojnamevan.

 

 

(1) Îlona 2010an AKPyê bi guherîneka destûrî dawî li serxwebûna hêza dadgerîyê li Tirkîyeyê anî. Endamên Dadgeha Destûra Bingehîn, yên Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran hikûmet destnîşan dike.

 

(2) Binêre: "Chance historique pour les Kurdes  / Şensê dîrokî ji bo kurdan" Le Monde diplomatique, mai 2013.

(3) www.konda.com.tr/tr/raporlar.php

(4) André Bank û Roy Karadag, "The Political Economy of Regional Power: Turkey under the AKP / Polîtîk Ekonomîya Hêza Herêmî: Tirkîye di bin birêveberîya AKPyê de", German Institute of Global and Area Studies, Hamburg, hejmar 204, îlona 2012ê.

(5) Ziya Önis, The Triumph of Conservative Globalism : The Political Economy of the AKP Era / Serketina Globalîzma Mihafezekar: Polîtîk Ekonomîya Serdema AKPyê, Zanîngeha Koç (Stembol), Sibata 2012.

(6) Binêre:  Wendy Kristianasen, "Activisme patronal / Çalakbûna Patronî", Le Monde diplomatique, gulana 2011an.

(7) Di biwara vê pirsê de binêre: La Nouvelle Bourgeoisie islamique: le modèle turc / Bûrjûwazîya nû ya îslamî: modela tirk, Presses universitaires de France, Parîs, 2013.

(8) Lihevderneketina bazirganî ya tirk piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li rêza duyem cihê xwe digirin: zêdetir ji 8 milyar euroyan.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê