Ji bo çi Kolombîya dikare ji aştîyê bawer bike?

Di navbera gerîla û desthilatdarîyê de hevdîtin

Dîrok: Hêzên Çekdarî yên Şoreşger ên Kolombîyayê (FARC) û hikûmeta Juan Manuel Santos piştî dîyalogeke bi dizî pêkhatî, ji 8ê çirîya pêşî û pê ve destpêka hevdîtinên aştîyê li Osloyê ragihandin. Ji salan û vir ve ev yekem car bû ku weha xuya ye têra xwe hêman hatine cem hev ji bo ku ev hevdîtin bi ser kevin. Nexasim jî li asta herî jor a dewletê.

Piştî 50 salên şerê navxweyî û bêhed zêde gerên danûstandinên aştîyê yên têkçûyî, li Kolombîyayê hikûmetê û yek ji hêzên sereke yên serhildayan, FARCê, li vê dawîyê biryar da ku careke din ji bo aştîyê hewl bidin. Serokê Kolombîyayê Juan Manuel Santos ragihand ku hikûmeta wî dê ji nû ve dest bi danûstandinên aştîyê bike û hikûmetên Venezuela, Şîlî, Norwec û Kûbayê jî dê navberîyê bikin. Li pêşîyê di bin rêberîya Serok Uribe de û bi dû re li bin rêberîya wezîrê berevanîyê yê hikûmeta Uribe, Kolombîyayê bi salan bêrawestan şerê serhildayan kir, vêca çima ew niha ji nişkê ve wê siyaseta xwe diguhere û dest bi danûstandinên aştîyê dike?


Bi kêmî ve du sebebên ku li vê dawîyê rû dane hatine ser hev û vê ji aştîyê re dikin demeke xweş. Sebeba yekem, her du alî jî dîsa tê gihiştine ku ew ê nikaribin di wî şerî de bi ser kevin. Serhildayan di dema serokatîya Uribe de (2002-2010) gelek derb xwarin, lê ji sala 2008ê û vir de wan refên xwe rêk û pêk kirine û dîsa hinekê xurt bûne. FARCê gelek rêberên xwe yên payebilind li vê dawîyê di kozikên leşkerê Kolombîyayê de ji dest dabin jî, wê komelê di van çar salan de karîye ku bi mayînan, nîşangir û êrişên bi bombeyan yên li ser xizmetan bingehîn, şerê li dijî leşkerê Kolombîyayê xurt bike. Li gor agahîyên ji raporeke dawî ya Kongreya Kolombîyayê, di sala 2011ê de li sêyeka beledîyeyên wî welatî, FARC bûbû xwedîya hêzeke mezin. (1)

Li alîyê din, leşkerê Kolombîyayê jî bêtir êrişên komando warî kirine û bêtir destkîsên xwe xistine nav refên gerîlayan. Ji ber wan taktîkên nû yên her du alîyan, şer ne wekî berî deh salan pêşçav e, lê tesîra wî li ser gelî xurttir û belavtir bûye. (2) Anku, careke din, ne alîyek bi ser dikeve, ne jî alîyê din.

Duwemîn sebebê ku rewşa li Kolombîyayê ber bi danûstandinên aştîyê ve diguhere, cudahîya binyatê Santos ji yê serokê pêşîya wî Alvaro Uribe ye. Uribe pisaxa bû, ji olîgarşîya axayan bû. Piştî ku bavê wî di sala 1983yê de, dema ku gerîlayên FARCê dixwest ku wî birevînin bi destê wan hat kuştin, Uribe mal û milkê malbata xwe firot û ji hingê pê de di nav siyasetê de ye, lê têkilîyên xwe bi wî binyatê xwe yê axatîyê qut nekirine.

Uribe nûnerîya berjewendîyên axayên mezin ên Kolombîyayê dikir, lê her wisa şik û guman jê dibirin ku ew bi cerdekarên beng û narkotîkê yên bi nav û dengê xirab û hêzên nîvleşkerî re peywendîdar bû. Wek nimûne, di raporeke sala 1991ê ya Dezgehê Agahîyên Nepenî yê Wezareta Berevanîyê (DIA) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkî (DYA) de dihat gotin ku Uribe ji bo koma bi navê «Medellin Cartel» dixebite -Ew ji xelkê bajarê Medellinê ye û demekê serokatîya beledîyeya wî bajarî kiribû û "hevalekî nêzîk ê Pablo Escobar" bû. (3)

 

Di nav elîtan de qutbûn

Her wisa, li destpêka salên 1980yê, dema ku Uribe birêveberê trafîka hewayî ya sîvîl a Kolombîyayê bû, hejmara destûrên ji bo balafirgeh û balafiran pir zêde bû. Virginia Vallejo, ku yara Escobar bû, di sala 2007ê de ji rojnameya El Pais a Îspanyayê re got, "Pablo berê digot,‘Heke ne bi xêra serê wî lawikê xwedêjêrazî [Uribe] bûya, em ê naçar bûbûna ku xwe bi ajnêberîyê bigihînin Miamiyê ku dermanên bêhişkirinê ji gringoyan [Amerîkîyan] re bibin’". (4)

Bêguman Uribe her tim ew îdîa û sucbarkirin red kirine, lê aşkera ye ku ew û malbata wî, hevalbendên nêzîk ên komên nîvleşkerî û qaçaxçîyên dermanên bêhişkirinê yên Kolombîyayê ne. Bo nimûne, ne tesaduf bû ku Jorge Noguera, ku birêveberê berê yê bizava hilbijartinan a Uribe bû û ku serokatîya dezgehê Agahîyên Nepenî yên Navxweyî yê Kolombîyayê (DAS) kiribû, di meha îlonê ya 2011ê de bi 25 salên zindanê hat hikûm kirin ji ber ku wî agahî dabûn koma nîvleşkerî AUCyê û rê dabû wê ku bikeve nav wî dezgehê agahîyên nepenî yê dewletê.

Uribe bi aşkerayî qebûl kiriye ku ew şerê navxweyî yê welatê wî ji ber newekhevîyê bû, lê wî digot ku bi tenê heke aştî pêk were ew ê bikaribin wê pirsa newekhevîyê çareser bikin. Uribe di sala 2004ê de ji BBCyê re got, «Heke aştî nebe, sermaye jî nabe. Bêyî sermayeyê, dê tu çavkanîyên diravî yên hikûmetê nebin ku ji bo xweşkirina jîyana gelî bimezêxe». Ew bêguman nîşana xemsarîya wî li hember rêbazên jinûveparvekirinê wekî reforma erdî û her wisa ya wê siyaseta wî bû ku rêbazên neolîberal datînan pêşîyê.

Ew di sala 2002yê de ji partîya xwe, Partîya Lîberal, veqetîya û bû namzedê serbixwe yê serokatîyê, hema hew ji ber ku ew ji berbijarê Partîya Lîberal Horacio Serpa nerazî bû ku piştgirîya gera nû ya danûstandinên aştîyê dikir. Paşê Uribe ji bo bizava xwe ya jinûvehilbijartinê ya sala 2006ê partîya bi navê "Partido de la U" (Partîya Civakî ji bo Yekîtîya Neteweyî) damezirand û pê re sîstema bi du partîyan, a ku Kolombîya bi demeke ji sed salan dirêjtir pê hatibû bi rê ve birin, ji nav bir.

Şertê pêşîn ê Uribe ji bo pêkanîna danûstandinên aştîyê ew bû ku serhildar çekên xwe deynin, lê ew şert ji bo du komên gerîlayan yên Kolombîyayê yekcar ne cîhê qebûlê bû, bi taybetî ji ber dijwarîya leşkerê Kolombîyayê û komelên nîvleşkerî yên wî welatî.

Loma, bi tenê axaftina di navbera Uribe û gerîlayan de, axaftina ji bo berdana rehîneyan bû. Hinek ji wan bizavan bi ser ketin, lê para bêtir bi saya xebata Senator Piedad Cordoba û ya Serokê Venezuelayê Chávez ku Uribe demekê ji bo wan têkilîyan destûr dabû wan.

Di 20 salên berî serokatîya Uribe de, Kolombîyayê sê caran, di navbera 1982 û 1985ê de, di navbera 1990-92yê de û di navbera 1999-2002yê de hewl dabû ku dest bi danûstandinên aştîyê bike, lê tu ji wan caran gelek pêşveçûn nebû. Ew bizav têk çûn ji ber ku her du alî jî tund bûn û bawerîya wan bi hevûdu nedihat. Gera dawîyê bi ser neket ji ber ku ne DYAyê (ku divîya bi «Nexşeya Kolombîyayê », qaçaxçîyên beng û narkotîkê ji xwe re bikirana armanc, lê li şûna wê, bala xwe da ser serhildayan), ne jî koma bijare ya Kolombîyayê bi wan danûstandinan re bû.

Li Kolombîyayê kesên ji Santos bêtir tev li koma bijareyên siyaset û aborîya wî welatî pir kêm in. Pismamê bapîrê wî Eduardo Santos ji sala 1938ê heta sala 1942yê serokatîya Kolombîyayê kir. Pismamê wî bixwe di dema serokatîya Urîbe de cîhgirê serokî bû. Li Kolombîyayê bi tenê rojnameyeke neteweyî hebû û ew rojnameya bi navê El Tiempo çaryeka sedsalê di destê malbata Santos de bû û nîvîya wê demê jî, edîtorê rojnameyê bavê wî bû. Santos bixwe para bêtir li derveyî Kolombîyayê hatiye perwerde kirin, wî li zanîngeha Kansasê, li Zanîngeha Harvardê û Zanîngeha Tuftsê (DYA) û li Xwendingeha Aborîyê ya Londonê xwendiye. Santos yekem karê hikûmetê di 20 salîya xwe de wergirt û di Rêkxistina Navneteweyî ya Hilberînerên Qehweyê ya li Londonê de bû nûnerê Kolombîyayê. Ji sala 1991ê û vir de ew bi jimareke karên giring ên hikûmetê rabûye. Ew wezîrê bazirganîya navneteweyî bû, paşê bû wezîrê karûbarên darayî û li dawîyê, di dema serokatîya Uribe de jî, wezîrê berevanîyê bû.

Lê bi hilbijartina Juan Manuel Santos a di meha hezîrana 2010ê de, ne ber bi çav be jî, guhartineke giring pêk hat. Şûna berjewendîyên axayên Kolombîyayê, bala Santos li ser nûnerîya komeke bijare ya bajarî, kozmopolît û navneteweyî ye û dixwaze berjewendîyên sermayeya navneteweyî ya ji Kolombîyayê biparêze. Îcar, parastina mafên axayên dewlemend, an hêzên nîvleşkerî yên bi wan re, ne xema Santos e. Li şûna wê, armanca wî ragirtina berjewendîyên bi piştevanîya hêzên nîvleşkerî yên nûdîtî ye û ew dixwaze Kolombîyayê bêhtir nêzîkî pêvajoya bihevregirêdayîna welatên Amerîkaya Latîn bike.

Ji rêbazên jinûveparvekirinê, wek reforma erdî, gelek kêm zîyan dê bigihije wê koma bi sermayeya navneteweyî ya ku Santos nûnerîya wê dike, loma di hezîrana sala 2011yê de wî qanûneke pir giring mor kir ku erdê 2 mîlyon kolombîyan, yên ku di wan 25 salên berê de ji ber şerê navxweyî hatibûn bêcihûwar kirin, li wan vegerîne.

Berevajî Santos, Uribe dixwaze paşeroja Kolombîyayê bêtir bi ya DYAyê ve girê bide û jixwe ew yek ji peymana bazirganîya di navbera Kolombîya û DYAyê de jî xuya ye ku wî kiribû yek ji armancên sereke yên serokatîya xwe. Lê çi berfirehkirina bazara hevbeş a Mercusorê be, çi afirandina navendên nû yên wek Yekîtîya Welatên Amerîkaya Başûr (UNASOR) an Koma Dewletên Amerîkaya Latîn û Karayîbê (CELAC) be, ji bizavên berdewam ên ji bo bihevregirêdana welatên Amerîkaya Latîn zelal e ku hêz û tesîra DYAyê li wê herêmê kêm dibe. (7)

Navbênkarîya Şîlî

û Venezûelayê

Cudahîyeke din a di navbera Santos û Uribe de ew e ku Santos ji destpêka serokatîya xwe de, bi zanîn, ji bilî koma çepgir Partîya Bijara Demokratîk, endamên hemû partîyên siyasî di hikûmeta xwe de kirin wezîr ku wê dubendîya di nav siyaseta Kolombîyayê de ji holê rake, lê meyla Uribe bêtir li ser afirandina dubendîyên siyasî bû.

Gava ku Uribe pê hesîya ku Santos li ser rêyeke nû, ber bi kêmkirina dubendîyên li nav Kolombîyayê ve diçe, ew li Santos sor bû û bû dijberê wî yê herî bi gef û gur. Wek nimûne, gava ku Santos dijberekî Uribe wek wezîrê kar dest nîşan kir, Uribe heçku xiyanet lê hatibe kirin axivî û got ew biryar «dûrûyane» ye û «nîşana neyarîya li hember Uribismê» ye. (8)

Di rastîyê de, ew dubendîya di navbera Uribe û Santos de, wek a di nav hikûmeta hevalbend a dema berê de ye. Di dema serokatîya Uribe de, koma bijare ya sermayeya navneteweyî hevkarî bi koma axayên Kolombîyayê re dikir. Niha ew hevalbendî nemaye. Lê hinek rêbaz hatibine guhertin jî, gelek ji wan her wekî xwe ne, bi taybetî rêbaza ku berê Kolombîyayê dide aborîya neolîberal.

Di teorîyê de, ew nakokîya di nav hevbendîya berê de ne bi xêra danûstandinên aştîyê ye, ji ber ku divê hemû alî di bizava aştîyê de beşdar bin, nexasma heke yek ji babetên wan axaftinan derbarê reforma erdî de be ku yekser tesîrê li yek ji beşdarên wê hevalbendîya berê dike. Lê belê, dibe ku bi mebesta çareserkirina vê pirsgirêkê, Santos du generalên teqawid (jikarnişîyayî) yên tundrê kirin endamên desteya danûstandinan. Olîgarşîya axayan a Uribe ne bi bizava aştîyê re ye, lê gelek kardarên din ên kolombî piştevanîyê lê dikin û dibe ku ew, valatîya ji axayan dagirin. Li gor encamên lêkolîneke dawîyê ya rêxistina bi navê «Bingehê Ramanên ji bo Aştîyê», «Piranîya rêberên kardarîyê bawer dikin ku ihtîmala herî zêde û encama herî bêtir daxwazkirî ya şerê çekdar ê li Kolombîyayê, danûstandin in». (9)

Sebebên din ku ev gera danûstandinan ne wek yên berê be û vê carê bi ser bikeve ew e ku yên berê hertim di bin sîya kêşe û pevçûnên cîhanî de bûn. Li salên 1980yê Cenga Sar, li salên 1990ê şerê li dijî cerdekarên narkotîkê, li destpêka salên 2000ê jî şerê li dijî terorê hebû. Niha ji ber ku ew her sê «şer» jî -qenebe li Kolombîyayê – sist dibin û pê re tesîra DYAyê jî kêm dibe, ku her tim ew şer gur kiribûn, bi rastî şansek heye ku alîyên şerê Kolombîyayê li hev bikin.

Ji ber sebebeke din, şansa danûstandinên vê carê zêdetir e: Serokên Venezuela û Şîlîyê dê di nav wê pêvajoyê de bin. Ew her du serok hem nûnerîya baskê din ê siyasî dikin, û hem jî ew ji herêma Amerîkaya Latîn in, loma îhtîmal zêde ye ku alîyên şerî dê guhdarîya wan bikin. Meriv dikare nemaze derbarê Serok Chávez de wisa bibêje ji ber ku ew her tim bi alîgirîya FARCê hatiye gunehbar kirin. Lê Chávez her wisa bi tundî li dijî stratejîya şerî ya FARCê ye, ji ber gelek encamên wan ên nerênî yên giran ji bo Venezuelayê, du ji wan, bi mîlyonan penaberên kolombî, û nearamkirina herêma sînorî ya Venezuelayê.

Li dawîyê, ji ber ku rawestandina şerî ne şerteke danûstandinan e, şikandina peymana rawestandina şerî nikare vê carê danûstandinan têxe xeterê. Di dema danûstandinên berî niha de, kiryarên leşkerî yên her du alîyan dibûn hincet ji bo rawestandina wan û bêbawerîya her du alîyan ji hev dişkand.

Bi kurtî, tevî ku veguhestina desthilatê ji Uribe bo Santos guhartineke biçûk be, ji komeke bijare ya kolombî ji bo yeka din, lê dîsa jî, dibe ku ew guhartina biçûk rê bide encameke mezin ji bo Kolombîyayê: Wî şerê nêzîkî 50 salan bi dawî bîne.

 

* Gregory Wilpert li Brooklyn Collegeê mamosteyê zanyarîyên siyasî ye û nivîskarê pirtûka bi navê «Guhartina Venezuelayê bi Standina Desthilatê: Dîrok û rêbazên hikûmeta Chávez» e (Weşanxaneya «Verso Books», 2007)

(1) El Espectador, "Alertan que más de 330 municipios tienen fuerte presencia de las Farc," (Hişdarî ku FARC li 330 beledîyeyan xurt e) 28 nîsan 2011 (elespectador.com)

(2) Zelik, Raul, "Kolumbien: Bewaffneter Konflikt und Indigene Autonomie," (Kolombîya: Şerê çekdar û Xweserîya Xwecihîyan) Standpunkte International, 6/2012, Rosa-Luxemburg-Stiftung

(3) National Security Archive, "U.S. Intelligence Listed Colombian President Uribe Among ‘Important Colombian Narco-Traffickers’ In 1991," (Arşîva Parastina Niştimanî : «Istixbarata DYAyê navê Serok Uribe danî nav ‘Qaçaxçîyên Sereke yên Narkotîkê yên Kolombîyayê’ Tebax 2, 2004 (http://www.gwu.edu/~nsarchiv)

(4) Luis Hernández Navarro, "Álvaro Uribe, señor de las sombras y Los Pinos," («Álvaro Uribe, Axayê sîberan û Los Pinosê) La Jornada, adar 18, 2008 (http://www.jornada.unam.mx/)

(5) BBC, "Uribe defends security policies," (Uribe berevanîya rêbazên parastinê dike), 18 çirîya paşîn, 2004 (news.bbc.co.uk)

(6) Colombia Reports, "Santos signs 'historic' Victims' law," (Santos qanûna ‘dîrokî’ ya belengazan mor dike), 11 hezîran 2011 (colombiareports.com)

(7) Lê binêre: Alex Main, "CELAC: Speaking for Latin America and the Caribbean," (CELAC: Peyvîna Li ser Navê Amerîkaya Latîn) Center for Economic and Policy Research, 6 kanûna pêşîn 2011 (www.cepr.net

)

(8) Colombia Reports, "Tensions between Uribe and Santos rise," (Girjîya di navbera Uribe û Santos de zêde dibe), 1 çirîya paşîn 2011 (colombiareports.com)

(9) Fundación Ideas para la Paz, "Líderes empresariales hablan de la paz con las FARC," (Rêberên kardarîyê qala aştîya bi FARCê re dikin) Tebax, 2012 (www.ideaspaz.org)

Wergera ji îngîlîzî: Bêrîvan Kilic Tugan