Ji bo fîlozofîyeke civakî

Translator

Berevajî ariyer-gardê (paşing) avangardên (pêşengên) fîlozofîk ên bi awayê fransî, nifşekî nû yê fîlozofan derkete holê ku bi îdîaya xeternebûna guhnedanê ya cudabûna fikrî û newekhevîyê radibin. Ev nifşê nû her bi endîşe ye ku bi rastîyê re rûbirû bibe û li tiştekî bifikire; tiştekî ku em baş pê dizanin ku mirovên evîndarên hikmet û zanînê serê xwe pê naêşînin.

Yek ji van ên nû Franck Fishbach e, bisporê fîlozofîya alman, wergerê Axel Honneth, ji serî heta binî ji nû ve rahişt "Teorîya Krîtîk" a Dibistana Frankfûrtê. Dema vê jî dike konsepta silbûn û xerîbbûnê dixe ber lêpirsînê, bi rêya ji nû ve xwendineke hûrgilî ya gelek nivîskaran û bi Marx jî dest pê dike. Yek ji armancan jî ew e ku destekê bide vejîn û ji nû ve çalakkirina "fîlozofîyeke civakî". (1) Lewma, ji bo rahêjin cîhana civakî, fîlozof xwe li pişt encamên bergir ên guftûgoyeke li ser bingehên zanistên mirovî vedişêrin, dema ku hewl didin bi fîlozofîya siyasî behsa rastîyê bikin ku destûrê dide wan ku vê bi rengekî esîl bikin, ango bi awayekî dûrî zanînên ampîrîk ên li ser civakê û bi awayekî "depolîtîzeker": ya ku fîlozofên sosyal-demokrat û hetta marksîst jî dikin ev e. Fîlozofîyeke civakî bi xwe, berevajî vê, hewl dide fikreke bikaribe armanceke veguherînerîya dinyayê deyne ber xwe. Ew "bi awayekî zelal li alîyê fikira kevin a ku li gor wê ferd armancên xwe di nav civaka ku ew tê de ne, dîyar dikin û li dijî fikira modern e ya ku dibêje ferd armancên xwe ji tevahîya çarçoveyên heyî qut û serbixwe hildibijêrin." Mirov bi rengekî din derbibire, ya li vir behsa wê tê kirin têkilîyên civakî ne û ne muceredkirinên mîna "ferd" in.

Di La Privation de monde (Bêparmana ji Dinyayê) de Fishbach hewl dide Heidegger û Marx bike yek. Ji Heidegger ew fikra "hebûn-li-cîhanê" deyn dike: Têkilîya mirovî bi xwe re weke cîhanekê ye ku ne tişteke ponijîna ji dûr ve ye, lêbelê lezgînî û mohletan, wezîfe, îhtîmal û nemumkinan ferz dike. Ji Marx fikira karê zindî û darîçav weke awayekî pêkhatina mirovî di dîrokê de girtiye. Li devera ku ev her du xetên fikirê digihêjin hev, kar bi rolekî navendî radibe: Bi rêya wî mirov îhtimalên xwe yên hebûnê zêde dike, li cîhaneke ne weke rastîyeke bîyanî pê re rûbirû dibe, lêbelê weke asoyekî nas pê re rûbirû dibe. Çalakîya kedê bandora li ser rastîyê pêk tîne heta ku ew li cihê ku ferd têdigihin pêk were. "Bêparmana ji Dinyayê" (Entweltlichung) pêk hat dema ku kar xistin bin serwerîya hêzên civakî yên ku derbasbûna ji darîçavê ber bi muceredê ve bi rê ve dibin: Hêza kar veguherî jêhatîbûneke xwerû ya hilberîna ji nirxê pevguherînê û nirxê zêde.

Kapîtalîzm pirî caran li gor Georg Lukacs di bin têkilîya mekanî de bûye mijar: Karê bi mûçe weke bûbe eşya, weke ku tiştekî xwezayî be xuya dike, lê belê di rastîyê de dikare were pîvan û hejmartin, alîyê afirîner yê demê di nav rengsarîya yekrengîya mekanî de her diçe xirab dibe. Fishbach ji vê vîzyona "muhafezekar" a kapîtalîzmê dibihure; bi xêra têgeheke demê ya ku li gor wê dem teybetîya vî awayê hilberînê pêk tîne. Alîyê "şoreşger" yê kapîtalîzmê ku Marx binxêz kiribû, têra xwe nehat dîtin, girîngîya heqê wê, pê nehat dayîn. Awayê teqlîdkirina astên civakî û ya teqlîdkirina serwerîya civakî, bi awayekî radîkal bûrjûwazîyê ji qadên civakî yên serdest yên berê cuda dike. Berevajîyê bûrjûwazîyê, wan timî sabitbûn dixwest. Ev cara yekem e ku di dîrokê de qadeke civakî ya serdest bi saya veguhertineke dayimî ya cîhanê û ya qaîdeyên wê dikare li ser text bimîne. Guhertin weke tiştekî baş tê nîşan dan. Bi vî rengî jî berxwedana li hember guhertinê neçar dimîne timî hinekî paşve mayî be û şoreşger weke muhafezekar, an jî weke kevnar bên dîtîn.

Ji Fischbachî re tu tişt bi qasî peyamberîzma postmodern a li ser herikbarkirina gerdunî xerîb nîne. Ew baş dizane ka ji çi vedigere: Nexweşîya guhertinê ji holê rakirina perspektîfan bi xwe re tîne û tê maneya nirxandina dema niha û bêdawî weke tiştekî vala. Bi awayekî ji awayan kapîtalîzm dev jê bernade û her fîlozofan ji xewa wan a dogmatîk hişyar dike.

 

Çavkanî

(1) Franck Fischbach, Manifeste pour une philosophie sociale (Manîfestoya ji bo Fîlozofîyeke Civakî), La Découverte, Paris, 2009, 168 rûpel, 16 euro.

(2) La Privation de monde. Temps, espace et capital (Bêparmana ji Dinyayê. Dem, Mekan û Kapîtal), Vrin, Paris, 2011, 144 rûpel, 16 euro.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawiya