Ji Çapemeniyê

Translator

QEYRAN

Rojnameya brîtanî The Daily Telegraph balê dikişîne ser hişyariya ku ji aliyê Fona Navteneweyî ya Darayî (FND) ve hatiye dayîn. Heman hişyarî, di encama zîrweya 13’ê îlonê de ku li Osloyê di nava FND’yê û Rêxistina Navneteweyî ya Xebatê (RNX) de pêk hat, di derbarê "kêmbûna pêşketinên aborî, yên xebatê û yên civakî" de hate weşandin.

"Bazara xebatê di nava rewşeke bêhêvî de ye. Qeyrana aborî deryayeke karkerên bêkar li pey xwe hişt". Ev daxuyanî ji aliyê berpirsiyarê FND’yê Dominique Strauss-Kahn ve hate dayin (…). Herweha, wî da xûyanî ku, qeyraneke hê mezintir hê mezintir dikare were jiyîn û ew ê li pey xwe çalên hê kurtir bihêle. Dîsa, Strauss-Kahn bi bîr xist ku cîhanê hê xeteriyeke civakî derbas nekiriye (…) "Hejmara mezin û demdirêj ya karkerên bêkar weke rîskekê li pêşiya demokrasiyê ye. Ji bo ku em rêyê li ber vê rewşê bigirin û nehêlin ku bi sere me de were, çê bikin, FND û RNX rêyên çareseriyê yên curbecur pêşniyaz dikin, nûbûn hertim nikarin werin avakirin".

Ji bo aboriyên ku ji pêşketinan re vekirî ne, modernîzekirina rewşa meaşan dikare hêza reqabetê jî bi xwe re bi pêş ve bixe, di encamê de ew dikare bala karmendên biyanî jî bikişîne. Ev rewş zêdetir têkildarî welatên endamên yekîtiyeke darayî ye, ji ber ku ew neçar in ku di derbarê pêşxistina aborî de, hêza xwe ya reqabetê bi rêya devaluasyonê ve bi pêş ve bixin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê:

Sîteya amerîkî Too Much (http://toomuchonline.org), di nûçeyên xwe ên roja 28’ê tebaxa 2010’an de, dida xuyanî ku wê li Dewletên Yekbûyî bacên hê girantir ji hatina aborî ya mezin werin girtin. Nuha ev derdor tenê baceke % 35’ê hatiniya xwe didin, ev jî qasê ya memûrên payebilind û karên serbest e.

Di weşana New Yorker ya roja 16’ê tebaxê de, rojnamevanê aboriyê James Surowiecki, bi bîr anî ku, li gorî sîstema heyî doktorekî diranan ku salê 200.000 dolaran qezenc dike û kesekî ku 200 mîlyonan qezenca wî heye bi qasî bacê hev didin. Herweha ew bale dikişîne ser ku li Amerîkayê, "çela heyî, derdorên payebilind û çîna plutokrat ji hev diqetîne; divê sîstema bacan hesabê vê rastiyê jî bike." (…) Robert Reich jî (kesê ku di dema Clinton de wezîrê karan bû) ji aliyê xwe ve weha dibêje; di dema serokê komarger Dwight Eisenhower (1953-1961) de rêjeya baca qezencên bilind, ên ku ji 400.000 dolaran derbas dibûn, % 91 bû, ev rêje, îroj dike 3 mîlyon dolar.

Ûganda

Kovara new-yorkî Harper’s, di hejmara xwe ya îlonê de, li ser pêşniyareke qanûna ûgandî ku di mijdara 2009’an de hatibû pêşkêşkirin sekiniye. Heman pêşniyara qanûnê daxwaz dikir ku, di derbarê homoseksuelîteyê de, ji 3 salan (ji bo kesên ku li homoseksuelan gilî neke) heya cezayê îdamê ceza were xwastin. Harper’s diyar dike ku di vî warî de rola kêşeyên kevneperest û siyasetmedarên amerîkî ya li ser Ûgandayê aktîf bûye.

Her sal, beriya cejna serxwebûnê, hukumeta ûgandî rojekê neteweyî ya duayê li dar dixe. Îlankirina vê rojê bingeha xwe ji çalakiyeke din distîne ku bi heman şêweyî û ji aliyê protestanên fondemantalîst ve li Washingtonê pêk tê. Hin amerîkî jî - di nava wan de senatorê komarger yê Oklahomayê Jim Inhofe, kevnewezîrê dadê John Ashcroft, hin fondemantalîst û mîlîtanên dijberî homoseksuelîteyê jî hene- tev li civînên olî ku li Ugandayê û bi tevlêbûna kêşe Rick Warren pêk tên dibin. (…) Inhofe û Warren ku di derbarê homoseksuelîteyê de dijberê cezayê îdamê ne, li dijî armanca wan bûyeran ranabin: paqijkirina homoseksuelîteyê. (…) Ji salan pu vir ve ye ku kevneperestên "amerîkî" dixwazin Ûgandayê ji xwe re weke laboratuwara teokrasiyê bi kar bînin. Wan ji bo Ûgandayê pere, mîsyoner û herweha fikir şandine. Pere wenda bû, mîsyoner belav bûn, lê belê fikir li wê derê hatin bicihkirin.

Çavkanî

Wergera ji fransî: Ahmet Dere