JI ÇAPEMENÎYÊ(29)

Tirkîyeya Erdogan: Desthilatdarîyeke bêrehmtir

Di dehsalîya xwe de hikûmeta AKP ji demên berê jî zordesttir e.

Rojnameya Financial Times di 28ê mehê de gotarek li ser hikûmeta AKPê û serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan weşand. Di gotarê de ku ji alîyê David Gardner û Daniel Dombey ve hatiye nivîsandin, bal tê kişandin ser wê yekê ku di serdema dehsalî ya Erdogan de Tirkîye careke din bû hêzeke herêmî. Aborîya wê bi qasî leza Çînê mezin bû û gelek dibistan û otoban hatin ava kirin. Herweha muteşebisên 'Pilingên Anatolyayê' jî li hember hin şirketên mezin rabûn.

Di warê gavên siyasî de rojname weha dinivîse: ''Birêz Erdogan di serdema xwe ya pêşîn de reformên siyasî pêk anîn û mafên medenî û mafên hindikahîyan pêş xist. Wî, di serdema xwe ya duyem de jî populerbûna xwe bi kar anî ku generalên hêzdar ji sehneyên daxîne. Niha li hember desthilatdarîya wî tu reqîb nema -û tehammula wî ya li hember muxalifan jî her ku diçe kêmtir dibe''.

Rojname şirove dike ku digel otorîterîzma wî, quretîya serokwezîr jî mezin dibe û cih dide gotinên serokê Weqfa Civaka Vekirî ya Stenbolê Hakan Altınay: ''Serokwezîr îqtîdarbûna yekane hembêz dike. Tenha tiştê ku ew dixwaze bibihîse çepik û dilsozî ne.'' Wekîlekî AKPê bi xwe jî ji vê rewşê nerazî ye: ''Ew guhdarîyê dike, lê bawer dike ku ew jixwe her tiştî dizane û dibêje ez çi biryarê bidim ew e''.

Gotar herweha hin nihêrînên din jî radigihîne: Sinan Ülgenê serokê think-tanka Edam dibêje: Azîneya Erdogan pevçûn e. Ev yek bi kêrî wî hat ji ber ku kesek nikare di navberê de bimîne. Ew jî mîna Bush dibêje tu yan bi min re yî, yan li dij min î. Erdogan û AKP di warê kêmkirina bandora artêşê ya li ser siyasetê de biryardarîyeke xurt nîşan da, lê belê wan heman azwerî di warên avakirina demokrasîyeke hêzdar de nîşan neda. Ji ber ku li hember muxalifan tehammul nîne, kalîteya demokrasîya Tirkîyeyê bi pirsgirêk e. Azadîyên takekesî tên tengtir kirin, lê hêza hikûmetê na.

Derbarê pêşbirka digel cema'ata Gülen de jî rojname bi bîr dixe ku gulenî di nav polîs û dadwerîyê de bi cih bûne û niha wan çav berdaye xizmetên ewlekarîyê. Gotar herweha gotinên hin rayedarên AKPê radigihîne ku navê wî nabêje: ''Êdî ew naxwazin ku bi tenê polîs bin, dixwazin di cihên din de jî hebin, lê belê divê yek ji wan re bibêje rawestin''.

Çareserîya krîzê tahwîlên herêma euroyê ne

Rojnameya Financial Times di 26ê adarê de li ser krîza Ewropayê û çareserîyên ku tên pêşnîyar kirin nivîsandin. Di gotara Wolfgan Münchau de tê gotin ku pakêtên xelaskirina welatên ewropî wekî rokêtan tên dîtin, lê belê bandora wan bi qasî debançeyan jî nîne.

Li gor nivîsê tê bawer kirin ku heger fişarên muteşebisan ên li ser dewletan kêmtir bibe, hingê demên pakêtên xelaskirinê jî dikarin piçûktir bibin. Lê belê ev ihtîmala tengbûnê dibe sedem ku li cem pîyaseyan fikar peyda bibin; ev jî rê li fişaran vedike.

Li gor Münchau fona pakêtên xelaskirinê dibe ku bikaribe pêşî li îflasa welatên piçûk bigire, lê belê ew têra Îspanyayê nakin. Îspanya jî wê di dawîya dawî de naçar bimîne û serî li pakêtên xelaskirinê bide. Ji bo xelaskirina welatan di şûna tahwîlên hikûmetên şexsî de divê li seranserî Ewropayê bono derxin pîyaseyan û bi vî awayî hemû welatên ewropî dikarin rîskê par ve bikin.

Bombekirina Bingehên Navokî

Di 26ê adarê de rojnameya brîtanî ev pirs kir: Gelo taktîka bombekirina bingehên nukleerî bi kêr tên? Di gotara Mehdî Hesen de tê gotin ku êrişeke pêkan a li dij Îranê dê teqez Îranê îqna bike ku bernameyeke navokî bi pêş xe.

Rojname bi bîr tîne ku di 7ê hezîrana 1981ê de Îsraîlê înşaata reaktora nukleerî ya Osîrak bombe kiribû û ev yek niha wekî mînakek li dij Îranê tê pêşnîyar kirin. Lê belê gotarnivîs di wê bawerîyê de ye ku ev helwêsteke xelet e. ''Êrişa li dij Osîrak pêşî lê negirt ku Iraq çekên nukleerî ava bike. Jixwe wê demê bisporên fransiz bingeh weha çêdikir ku tê de çekên nukleer neyên ava kirin. An ku êrişa 1981ê ne dawîya bernameya çekên nukleerî ya Iraqê, lê belê destpêka wê bû. 9 salan piştî êrişê Iraq gihiştibû wê merheleyê ku çekên nukleerî çêbike''.

Gotar di encamê de dibêje heger êrişeke weha li dij Îranê pêk were, ev yek dê bibe sedem ku Îran biryara avakirina çekên nukleerî bide.

Elewîyên Sûrîyeyê bi tenê man

Di 22ê adarê de rojnameya Financial Times elewîyên Sûrîyeyê kir mijar. Di gotara Roula Khalaf de tê gotin ku ji ber têkilîyên wan ên digel rejîmê hindikahîya elewî hatine tecrîd kirin. Gotarnivîs dibêje herçend rewşenbîrên elewî piştgirîya serhildanan dikin jî, piranîya xelkê elewî hîna jî piştgirîya rejîmê dike. ''Piranîya Sûrîyeyê sunnî ye. Di nav gelheya wê ya 22 mîlyonî de 12 dersed elewî ne. Erişên artêşê bû sedema geşbûna dijminatîya li hember elewîyan. Elewî jî niha heyirîne û nizanin ka çi bikin''.

Di gotara Rouls Khalaf de herweha tê gotin ku îro giranîya serokên olî nemaye û Hafiz Esad naveroka elewîtîyê vala kiriye. Gotarnivîs wekî din cih dide gotinên karsazekî elewî yê lubnanî ku digel elewîyên Sûrîyeyê di têkilîyê de ye. ''Wekî din çareya elewîyan nîne, divê ew dilsozên rejîmê bin. Ev meseleya man û nemanê ya elewîyan e. Heger ew rejîma ku wan diparêze were rûxandin, dê hikûmeteke îslamî were. Ev serhildan ne bi tenê li Beşar e, ew derbarê guherandina îdeolojîya Sûrîyeyê ye''.

Newroz bersivek bû li hember Tirkîyeyê

Rojnameya amerîkî New York Times di 21ê adarê de nivîsand ku kurdan bi pîrozbahîyên Newrozê bersiv da desteserkirinên li dij BDPê. Susanne Gusten di gotara xwe de balê dikişîne ser wê yekê ku hikûmeta tirk piştgirîyê dide bihara erebî, lê belê ew li hember xwepêşandarên li nav welatê xwe nadebire û polîs bi tundî bersiva xwepêşandarên kurd dide.

Rojnameya amerîkî bi bîr tîne ku niha li Tirkîyeyê 24 şaredar, bi dehan encumen û 630 rêveberên BDPê di zindanan de ne û weha dirêjîyê pê dide: ''Xwepêşandarên kurd, da ku fişarê bikin ser hikûmeta tirk, ku piştgirî dide bihara erebî, lê protestoyên muxalifên li nav welatê xwe tehammuleke sînordar nîşan dide û daxwazên xwe yên ji bo xweserîyê bilindtir dike''.

New York Times herweha dinivîse ku ''hikûmetê di destpêkê de hin gav avêtibûn da ku rewşa kurdan baştir bike, lê belê siyasetmedarên kurd, ku dixwazin mafên kurdan di destûra nû de cih bigirin, nikarin ji van gavan sûdê werbigirin''.