JI ÇAPEMENÎYÊ(39)

Financial Times :  AKP nikare bibe modelek

Rojnameya Financial Times di derbarê siberoja welatên ereb de analîzek weşand û bal kişand ser rola Tirkîyeyê. Rojname destnîşan dike ku Tirkîye, ji bo van welatên ereb mînakeka xapînokî ye  û nikare bibe modelek. Di nivîsa analîzî ya ku ji alîyê Roula Khalaf ve hatîye nivîsandin de tê dîyar kirin ku Tirkîye, di dema pêvajoya guhertinên li Misir û Tûnisê de ji bo van welatan wek model dihate nîşandin û di berdewamîya nirxandinên xwe de weha dibêje:

"Tirkîyeyê bi desthilatdarîya AKPyê û Erdogan, di warê aborî û civatî de serkeftinên mezin bidestxistin. Lê belê, meriv nikare vê peşketinê ji welatên ereb re jî bike mînak. Ji ber ku, hem sîstemên van welatan cûda ne û hem jî sazûmanîya sîyaseta van welatan ne wekî hev in. Ji ber van sedeman, AKP nikare ji welatên ciran yên misilman re bibe emsalek. Lê belê ev nayê wê wateyê ku AKP ne serkeftîye û di dema vê partîyê de mihafazakarîya sosyalî bi alîkarîya aborîya lîberal re bû yek û ev bû sedem ku Tirkîye pir bi pêş dikeve."

The Guardian : Tirkîye nêzîkî aştîyê ye!

Rojnameya îngilizî The Guardian, li ser kêşaya kurd ya li Tirkîyeyê nirxandinek weşand û diyar kir ku, Tirkîye nêzîkî aştîyê ye. Rojname, balê dikşîne ser hewldanên dawî yên hikûmeta tirk û vê tesbîtê dike: "Heta niha hewldanên çareserîyê laqayî hin qeza û belayan hatin. Di van 30 salên şer yên derbasbûyî de meriv gelek caran bû şahid ku pêvajoyên aştîyê yên hatî destpêkirin yeko yeko bi awayekî hatin rûxandin. Lê belê vê carê hikûmet bi şêwazeka vekirî bi PKKyê re hevdîtinan pêktîne. Serokwezîr Erdogan, li pêşberî rayagiştî ji bo ku hevdîtin bi serokê PKKyê Ocalan re bên pêkanîn, ku ev bû 14 sal e di girtîgehê de ye, talîmat da serokê MÎTê Hakan Fidan."

Lê belê li gorî rojnameyê li pêş çekdanîna 10 hezar PKKyîyan gelek asteng hene û bi berdewamî cih dide vê şîroveyê: "Heta niha di pevçûnan de 40 hezar kesî jîyana xwe wenda kirin, lewre her du alî dê li benda gelek xelatan bin. Bihara kurdî tenê dikare bi vî rengî pêk were. Li gorî kurdan, lihevhatin tê wateya amadekirina destûreke nû ya bingehîn û guhertina zagonên antî-terorê. Da ku bi vî awayî dawî li wê zexta ku li ser bi hezaran çalakvanên tevgera kurd hene ji holê rabe. Sîstema serokdewletîyê jî dikare bibe xelata Erdogan. Heger Partîya Demokrasî û Aştîyê piştevanîyê bike, dê Erdogan bikaribe vê mijarê bibe referandûmê."

Rojnameya The Guardian herweha pêvajoya çekdanîna IRAyê û PKKyê jî dide ber hev û vê nirxandinê dike: "Ji bo agirbesta PKKyê hîn demeka dûr û dirêj heye. Tê gotin ku heger lihevhatinek çêbibe, dê 2 hezar milîtanên li Tirkîyeyê û 6-7 hezar şervanên li çîyayên Iraqê  çekên xwe li Hewlêrê radestî Mesûd Barzanî bikin. Heger meriv vê yekê bi çekdanîna IRAyê re bide ber hev, wê demê ya IRAyê wekî ku meriv li parkekê bimeşe xuya dike."

Liberation : Guney, ji bo bizewice diçû Tirkîyeyê

Rojnameya Liberationê ya fransî li ser Omer Guneyê ku roja 9ê kanûna paşîn li Parîsê 3 sîyasetmedarên jin yên kurd qetil kiribû angaştek balkêş weşand. Parêzerê Omer Guney ji rojnameyê re axivî û ev agahî dan: "Omer Guney, ji ber ku kareka baştir nedîtibû, par neçar ma bû ku bibe sempatîzanê PKKyê. Hîn 3 roj bûn dest bi şofêrtîya Sakîne Cansizê kiribû. Di mêjîyê wî de tumur derketibû. Mehê 700-800 ewro pereyê teqawidîya dempêş digirt. Ew bi malbata xwe re dijîya, pereyê xwe ji bo bilêtên erzan xerc dikir û diçû Tirkîyeyê. Sedema çûyîna wî jî lêgerîna jinekî nû bû."

Parezêr îdîa dike ku Omer Guney ji bo ku betal nemîne alîkarî dida kurdên ku di warê karûbarên fermî de zehmetî dikşandin û weha berdewam dike: "Omer, bi vî rengî 3 sîyasetmedarên jin nas kirin. Roja 16yê kanûna paşîn ji bo ku ji polîsan re bibe alîkar, bi daxwaza xwe çû û îfade da." Rojname dinivîsine ku Guney di îfadeyên xwe de ji polîsan re gotiye ku, roja bûyerê ew bi Sakîne Cansizê re çûye Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, lê saet di 11.30an de ji wir veqetîyaye. Lê belê li gorî nûçeya rojnameyê dîmenên kamerayên ewlehîyê Guney saet di 12.56an de ji avahîyê derdikeve. Parêzer li ser vê yekê jî dibêje ku, ji ber tumura mêjî, dibe ku saeta rastîn nehatibe bîra Omer Guney.

Der Spiegel : Gelo hikûmeta tirk xelat daye?

Kovara almanî Der Spiegel cih da nivîsa rojnamevan Ferda Çetin ya ku di 28ê kanûna paşîn de bi serenavê "Gelo Tirkîyeyê 4 milyon pere daye Omer Guney?" ku di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de hatibû weşandin û pirsî: "Gelo ji bo 3 çalakvanên PKKyî yên ku li Parîsê hatin qetilkirin xelat hate dayîn?"  Kovarê nivîsand ku Wezareta Navxweyî ya Tirk, di sala 2012an de bi belgeyeka ne fermî biryar daye ku ji bo derdestkirina rêvebirên PKKyê 1,7 milyon dolar pere daye û bal kişand ku Omer Guney nijadperestekî tirk e.

Kovarê herweha bi sernivîsa "Dijminê li hundir" bi awayeka berfireh cih da komkujîyê û raborîya nijadperest ya Omer Guney. Herweha roja 1ê sibatê, rojnameya Frankfurter Rundschau jî bi serenavê "Omer Guney kî ye?" bal kişand ser komkujîya li Parîsê û Omer Guneyê bersucê bûyera Parîsê şiband Ogun Samastê ku Hrant Dînk qetil kiribû.