JI ÇAPEMENÎYÊ(40)

Tagesspiegel: Jenosîd, pere û bîranîn

Rojnameya almanî Tagesspiegel derbarê salvegera 25. ya Helepçeyê de nivîsek bi sernivîsa "Jenosîd, pere û bîranîn" weşand. Di nivîsê de hate gotin ku şirketên alman jî ji bo bombeyên ku bûn sedema mirina 5 hezar kurdan alîkarî dabûn rejîma Sedam. Li gorî agahîyên ku pispor Kemal Sida daye rojnameyê ji sedî 52yê mekanîzmaya van bombeyan ji alîyê Almanyayê ve hatîye firotin. Rojnameyê dîyar kir ku li Meclîsa Federal ya Alman ji bo bîranîna Helepçeyê dê rûniştinek pêk were û ev agahî dan:

"5 komên partîyên meclîsê dê sê serlêdanan bikin. Partîya Çep dixwaze bûyera Helepçeyê wekî jenosîd were qebûl kirin. Jixwe Swêd û Îngiltereyê ev yek qebûl kirine. Ji Partîya Çep Ulla Jelpke dibêje ku piranîya şirketên almanî ceza wernegirtin. Ji SPDê Uta Zapf jî dîyar kir ku ji ber pere dayînê Almanya naxwaze Helepçeyê wekî jenosîd bi nav bike. Lê belê partîyên hikûmetê zêde xwe nêzî peredayînê nakin. Ji CDU/CSUyê Philipp Misfelder dibêje li gorî pêdivîyan ew dikarin alîkarîyê bidin mexdûrên Helepçeyê."

Independent: Kurd bi qumareka mezin dilîzin

Nivîskarê rojnameya îngilîzî Independent li ser alozîya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî de analîzeka balkêş weşand. Nivîs ji alîyê nivîskarê rojnamê Patrick Cockburn ve hatîye nivîsandin û weha dibêje: "Kurd da ku di navbera Tirkîye, Bexdad û Îranê de balansekê ava bikin bi hisseyên mezin bi qumarê dilîzin." Dinivîsa ku bi sernivîsa "10 salîya Iraqê: Ji mirinê ber bi dolaran ve, kurd çawa dewlemend bûn?" de ev tesbît hatine kirin:

"Piştî şer û qirkirinê, bakurê Iraqê ango Herêma Kurdistanê ya Iraqê bi petrolê dewlemend bû û dikare serbixwe bibe. Bakurê Iraqê xwe wekî Pilingê aborîyê yê Rojhilata Navîn yê nû pêşkêş dike. Çiqas diçe ev herêm li gorî herêmên din yê Iraqê dewlemendtir dibe. Bajarê ku di xerîteyê de nedihat dîtin (Hewlêr) niha karsazên ku ji Almanya, Tirkîye û Fransayê hatine pêşwazî dike. Nêzî 60 şirketên petrolê yên bîyanî li herêmê peymanan girê didin. Ev şirket şert, derfet û ewlekarîya ku li herêmên din yên Iraqê nikarin bibînin, li Kurdistanê dikarin peyda bikin.

Di navbera rêveberîya Herêma Kurdistanê û Tirkîyeyê de xeta nû ya petrolê hate avakirin. Kurd bêyî ku ji Bexdadê destûrê bixwazin dikarin petrolê bi vê xetê bifroşin. Ji ber ku jixwe di navbera Bexdad û Enqereyê de jî nakokî hene. Gelo Tirkîye blofan dike an dev ji Bexdadê berdide. Herweha li Rojhilatê Navîn guhertinên dîrokî çêdibin û ev yek avantajên mezin dide kurdan. Bi vî awayî kurd da ku di navbera Tirkîye, Bexdad û Îranê de balansekê ava bikin bi hisseyên mezin qumarê dilîzin. Ew bi awayekî serketî bi vê lîstikê dilîzin û di vî warî de jî pir bi xwe bawer in."

Taz: Bila niha kes xeletîyan neke

Rojnameya rojane ya almanî Die Tageszetung (Taz) bi sernûçeya "Bila niha kes xeletîyan neke, aştî li ber derî ye" şirove-analîzek weşand û hevdîtinên aştîyê yên di navbera kurd û tirkan de wekî pêvajoyeka pir girîng bi nav kir. Nivîs ji alîyê nûçegihanê rojnameyê yê li Tirkîyeyê Jürgen Gottschlich ve hatîye nivîsîn. Rojname balê dikişîne ku Tirkîye di pêvajoyeka krîtîk de ye û ji bo guherîna jîyana bi mîlyonan welatîyan fersendeka dîrokî çêbûye:

"Ger provakasyon çênebin, dibe ku ev şerê bi xwîn ku bi salan e didome bi dawî bibe. Bê guman mîmarên vê pêvajoyê rêberê PKKê Abdullah Ocalan û serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan in. Beşek mezin ji civaka tirk û kurdan, dixwazin êdî dawî li rijandina xwînê bê, ev yek jî sedemeka herî girîng ya vê yekê ye. Sedema din jî ew e ku dikarin bi rêya bikaranîna amûrên sîyasî dawî li pevçûnan bînin û ev jî şansê dawîyê ye.

Ji bo aştîya bi kurdan re Erdogan xwedîyê wê hêzê ye ku dikare piranîya tirkan razî bike. Ji ber vê jî Erdogan wekî navnîşan Ocalan hilbijart. Her du alî jî dê ji aştîyê gelek tiştan bi dest bixin. Ev yek ji bo Erdogan jî û ji bo Ocalan jî derbasdar e. Lê yên ku qezenc bikin jî bê guman tirk û kurd in. Li alîyekî din jî çavê rêberê kurdên Iraqê Mesûd Barzanî jî li vê pêvajoyê ye. Ji ber ku dikare bi PKKya ku bi Enqereyê re li hev bike re yekîtîyeka xurt ava bike û ev yek jî dê pişta wî li hemberî Bexdadê zexmtir bike."

Rojname herweha vê pêvajoyê di warekî din de jî dinirxîne ku Abdullah Ocalan dikare bibe Yaser Arafatêkurdan: "Jixwe ew ji niha ve di çavê hin kurdan de Mandela ye."

Dîsa li gor rojnameyê ger pirsgirêka kurdan li Tirkîyeyê çareser bibe, Tirkîye dê di vê sedsalê de pir bi hêz bibe. Di dawîyê de jî vê şiroveyê dike: "Hîna jî li pêşîya pêvajoyê rîsk û xeter hene. Lê ji bo aştîyê jî tu şanseka din wekî vê fersendê tune ye."

Financial Times: Girtîyê Îmralîyê

Rojnameya îngilîzî Financial Timesê cih da hevdîtinên ku li girava Îmralîyê di navbera Ocalan û Enqereyê de tên kirin. Nivîsa bi sernivîsa "Girtîyê Îmralîyê" ji alîyê Daniel Dombey ve hatîye nivîsandin. Di nivîsê de weha hate gotin: "Abdullah Ocalan ku ev 14 sal in di hûcreyeka 13 m2 de ye, niha bi wezîfeyeka cûda re rû bi rû ye. Ocalan nameyeka ku ji 20 rûpelan pêk tê, ji hemû alîyan re şand. Li gorî vê yekê hikûmet çi gavî bavêje bila bavêje, di meha adarê de PKK dê agirbestê îlan bike û di mehên havînê de jî ew dê hezên xwe paşve bikşîne."

Rayedarekî payebilind yê Hikûmeta Tirkîyeyê ev peyam daye rojnameyê: "Eger Tirkîye pirsa kurdan çareser bike em dê pir rihet bibin. Eger tirk û kurd xwe wekî komên etnîk nebînin, berevajî wê, hevûdin wekî merivan bibînin dê ev bibe sedem ku welatê me gelekî bi pêş bikeve."  Nivîskarê rojnameyê Dombey di dawîya nivîsa xwe de dibêje ku piştî hevdîtinên bi Ocalan re armancên sîyasî yên Erdogan hene.