JI ÇAPEMENÎYÊ(41)

Courrier International

Kovara sîyaseta navneteweyî ya heftane ya fransî Courrier International roja piştî Newrozê bi sernûçeya "Piştî 30 salên şer, aştî" cih da nirxandinên rojnamevanên kurd û tirk yên di der barê hevdîtinên li Îmralîyê de.

Kovar, bi hevoka "lîderê dîrokî yê kurd li Tirkîyeyê Abdullah Ocalanî 21ê adarê bangek li partîzanên xwe kir da ku çekên xwe deynin" dest bi gotarê dike. Kovar, pêşî Ruşen Çakırê ji rojnameya Vatanê dide axaftin û dibêje, ew kêfxweşîya xwe ya li hemberî bûyera ku hinek li Tirkîyeyê weke "dîrokî" bi nav dikin, venaşêre. Çakır gotîye, "herkes weke min xweşbîn nîn e. Hinek ji xwe dipirsin ka wê kurd di berdêla vê agirbestê de çi bi dest bixin..."

Kovar piştre cih dide fikrên ji edîtorên rojnameya Hürriyetê Ertuğrul Özkökî û dibêje ew nerehet e: "Kelecana kurdan û ya çapemenîyê gelo ya tevahîya xelkê Tirkîyeyê bû?" Li gorî Özkökî "nexêr", Tirkîyeya mayî bi bêdengîyê bersiv dabû rûdanê û bêdengî dibe ku nîşaneka xirab, lê belê herweha yeka baş jî be.

Ji rojnameya Özgür Gündemê Hüseyin Aliyê ku bûyerê wek "serdema nû" bi nav dike, mêvanê dawî yê gotarê ye. Hüseyin Ali dibêje, "rêberê gelê kurd [ji bo Abdullah Ocalanî ev peyv bi kar anîye] ya ku ji bo aştî û demokrasîyê divîya were kirin, kir. Gok êdî li alîyê hikûmeta AKPyê û dewleta tirk e".

 

 

Die Zeit

 

Kovara heftane ya nûçeyan û analîzên sîyasî ya almanî Die Zeitê 27 adarê analîzeka xwe bi sernavê "Dueta zilamên xurt" weşand û pê bal kişand ser alîyên dişibin hev yên Abdullah Ocalan û Recep Tayyip Erdoğanî.

Analîst Michael Thumann dibêje "rêberên tirkan û kurdan, herdu jî karakterên otorîter in. Ev yek jî lihevkirineka dîrokî mimkin dike. Li gorî wî, yek jê kurd û yek jê tirk ango Ocalan û Erdoğan ên ku berê ji alîyê dewleta tirk ve bi awayekî pir dijwar dihatin tepisandin, îro ber didin siberoja Tirkîyeyê. Thuman dibêje, Erdoganê berîya bi 14 salan cezayê girtîgehê lê hatibû birrîn, bû serokwezîr û niha dixwaze bibe serokdewlet, lê ne weke serokkomarê îro di asta nûnerîyê de. Ew dixwaze bibe serokdewletekî sîyasetê bi rê ve dibe. Partîya sekuler CHP serokdewletîyê weke tehlûke dibîne, lê belê ji bo BDPya ku otorîterîyê bi rêya fîgurekî weke Ocalan nas dike, heke meclîsên herêmî yên azad wê werin damezrandin, walîyên dewletê li ser şaredaran hikim nedin û destûra bingehîn wê biguhere, hingê serokdewletî jî dibe ku were qebûlkirin. Li gorî analîst, Ocalan jî bi heman rengî difikire. Thumann, girtinên girseyî yên sîyasetvanên kurd weke astengîya herî cidî ya li pêşîya vê pêvajoyê dinirxîne.

Fikra sereke ya analîzê ew e ku heke lihevkirina di navbera BDP û AKPyê de, di navbera Ocalan û Erdoğan de bi ser bikeve, hingê Tirkîyeya dê serûbinî hev bibe: "Hêzên ku damezrênerê komarê Mustafa Kemal di salên bîstan de li derve hiştin û şerê wan kir –kurd û dîndar – wê bi vê destûra bingehîn Tirkîyeya nû bi gewde bikin. [Ev] Şoreşek [e]."

 

The Wall Street Journal

 

Gotara Joe Parkinson a ku xwe dispêre hevpeyvîneka bi rêya twitterê ya bi wezîrê malîyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek re kirî di rojnameya amerîkî The Wall Street Journalê (5ê nîsana 2013ê) de jî balê dikşîne ser bandora erênî ya lihevkirineka gengaze ku bi ser bikeve ya di navbera tirk û kurdan de ji bo aborîya Tirkîyeyê.

Şimşek gotîye, dawîl

êanîna li şerê bi PKKê re wê tesîrdarîya aborîya Tirkîyeyê pir xurt bike. Parkinson dibêje, maneya vê ew e ku ev lihevkirin wê bi kêra çînên navîn ên li hember pêvajoyê gumanbir jî were. Şimşek, li ser pirseka din gotîye, pêvajoya li hevbihurîn û lihevkirinê wê bike ku hewldanên li dijî legalkirina pereyên qaçax û aborîya qaçax jî bi ser kevin û encama vê jî dibe ku kêmkirina bacên yekser be. Bi vî awayî jî ev yekem care ku Enqere bi awayekî eşkere wê peyamê dide hilbijêrên dewlemend, heke pêvajoya aştîyê bi ser keve ew dê jî bi awayekî dîyar sûdê ji vê yekê wergirin.

Parkinson helwesta karsazên li Kurdistanê weke piştevanên pêvajoyê dinirxîne û dibêje, gelek karsazên tirk bi xwe gumanbir in, ji ber ku pêvajoyên berîya niha bi ser neketine.

 

AFP

 

Ajansa nûçeya a fransî AFPê bi sernavê "Pênebawerîya Peymana Adarê di navbera serhildêrên Sûrîyeyê û kurdan de" analîzek di 8ê nîsanê de weşand.

Ajans, cih dide şerê li taxên kurd ên Helebê di navbera YPGyê û hêzên rejîma Esed de diqewimin û dibêje, li taxa Şêx Meqsûdê şervanên kurd û ereb ên li dijî rejîmê ne, dibêjin ew bi hev re, mil bi mil ve şer dikin, lê belê "li cihê cih rewş guhertîye".

Li gorî ajansê YPGya ku bi awayekî eşkere çêtir bi disîplîn e, bawerîyê bi şervanên Artêşa Azad nayîne, ji ber ku difikire ku hinek ji wan dewlemendîyên bajêr talan dikin. Ji ber wê jî, YPG deverên pîşesazîyê kontrol dike û şervanên Artêşa Azad jî li nava taxê belav in. Ajans dibêje, şervanên Artêşa Azad jî ji şênîyên taxê ditirsin ku agahîyan der barê wan de bidin rejîmê. Bi her halî xelkê sivîl herî zêde diêşe û ajans vê analîza xwe bi gotinên "ji ber şîdetê Şêx Meqsûd veguherî bajarekî vala û xayaletî" sivîl ji taxê direvin, bi dawî dike.

 

New York Times

 

New York Timesê 12ê nîsanê hevpeyvîneka Tim Arango bi Serokê Konseya Birêveber ya KCKyê Murat Karayilan re kirî bi sernavê "Di dema hevdîtinên aştîyê yên bi Tirkîyeyê re serhildêr sîlehên kurdan bi şidyayî di destê xwe de digirin" weşand.

Karayilan, di hevpeyvînê de dibêje, Erdogan divê cidî nêzî pêvajoyê bibe û her kes divê fêm bike ku hêzên wan ên gerîla heta roja îro bi awayekî serketî têkoşîyane. Li gorî Karayilanî pirsgirêk wê bi dîyalogê çareser bibe, lê heke dewlet kurdan weke welatîyên wekhev qebûl neke, çareserî wê pêk neyê. Karayilan wekî din gazindan dike ji ber ku dewletên rojava pêwendîyê bi PYDyê re danaynin ji ber ku têkilîyên wan ên bi Tirkîyeyê re wan asteng dikin. Li dawîyê, Karayilan gotîye, heke şer raweste, ew dê vegere Tirkîyeyê û ji bo mafên kurdan bi pêş bixe bi roleka sîyasî rabe û heke ev nebe, ew amadeye dîsa şer bike: "heke ev [aştî] pêk neyê, şerekî mezin wê biqewime."