JI ÇAPEMENÎYÊ(42)

Meha bihurî di çapemenîya cîhanê, nexasim jî ya ingilîzîaxêv de mijarên kurd û Kurdistanê li gorî her caran zêde bûn. Rojnameyên lîberal yên wekî Wall Street Journal yan jî Financial Times di nava hefteyekê de cih dan gelek gotar û nûçeyên ji Kurdistanê yan jî li ser kurdan. 15ê gulanê Wall Street Journalê gotareka Emre Peker weşand. Peker behsa peymana fîrmayeka petrolê ya dewleta tirk (TPAO) bi Exon Mobil û Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê re li ser bipêşxistina projeyên mohrkirî dike. Li gorî Peker ev lihevkirin dibe ku di xurtkirina lihevhatina aştîyê de ya ku Tirkîye ji bo ku bi encam bike hevdîtinan li ser dike bi xelkê xwe yê kurd re, bi rola xwe rabe. Du rojan berîya ku serokwezîrê Tirkîyeyê biçe Washingtonê daxuyanîyek li ser mijarê da, di vê daxuyanîyê de wî careka din îşaret pê kir ku di mijara peymanên li ser petrolê yên nû de ew pişta kurdan digirin. Hikûmeta Navendî ya Iraqê ji ya xwe nayê xwarê û dibêje ji bo her peymana petrolê erêkirina Bexdayê pêwîst e û heta niha bi awayê fermî Washington jî destekê dide vê helwêstê. Nivîskarê gotarê dibêje, hin analîst daxuyanîya Erdogan ya sêşemê (15ê gulanê) nakokane bû bi sîyaseta dîyarkirî ya Enqereyê ku fermî timî banga parastina yekîtîya erdên Iraqê dikir, lewre ev peyman wê zirarê bike li yekîtîya erdî û sîyasî ya Iraqê. Emre Peker ji bîr nake û dibêje "gihiştina lihevkirinekê bi Enqereyê re derîyekî vedike li kurdan da ku rezervên xwe yên dêw yên petrola xav di ser Tirkîyeyê re bi xeteka lûleyan ya nû ya ku hêvî dike ava bike, yekser bigihîne bazarên dinyayê.

 

Heman mijar 19ê gulanê di Financial Timesê de cihekî fireh digire. David Gardner herweha balê dikşîne ser hişyarkirinên Washingtonê, ya ku dibêje Enqere bi qumarê dilîze ku dikare rê li ber parçekirina Iraqê veke. Lê belê ew dibêje ev şiroeveyeka pir hêsan û yekalî ye. Li gorî Gardner hêzên herêmê bi awayên şaş, bi gelek rê û şewazan bi hev ve hatine girêdan û her tiştê biqewime bandorê li hemû aktor û faktorên li herêmê dike. Wekî mînak jî ew balê dikşîne ser serhildana li Sûrîyê (ew wekî şerê navxweyî bi nav dike) û dibêje vî şerî ji niha ve bakurê Sûrîyeyê jê veqetand û zor da Tirkîyeyê ku bi kurdên xwe bi xwe re bikeve nav pêvajoyeka aştîyê, li gorî nivîskar vê yekê jî kurdên Iraq û Sûrîyeyê xistin nav dînamîkeka aborî ya tirkosfer. Jixwe ev fikra wî jî navê xwe li sernavê gotara wî dike "Peymana petrolê ya Tirkîyeyê û kurdan nîşana bidawîbûna nîzama piştî-osmanî ye". Li gorî wî ya ku niha li herêmê diqewime sîstema dewletan e ku piştî Împeretorîya Osmanî li Sûrîye û Mezopotamyayê peyda bû. Sîyaseta derve ya Tirkîyeyê li dû pereyan diçe bawerîyeka wê ya xurt û bi tesîra ewropî heye bi "soft borders / sînorên nerm" yên di kevne-erdên osmanî re, li gorî nivîskar îro gelek tiştên werin nîqaşkirin hene lê dema herî xirab e ji bo nîqaşkirinê.

 

Mijareka din ya pir cih di çapemenîya cîhanê de girt, vekişîna şervanên PKKyê ji Tirkîyeyê bû. Dengê fermî yê Almanyayê yê navneteweyî Deutsche Welle 14ê gulanê nûçe-analîzeka Birgit Svensson weşand, pê hevdîtinên PKK û dewleta tirk, rola herêma Kurdistana Başûr û ya şorişa (wekî şerê navxweyî bi nav dike) li Sûrîyeyê di vê yekê de bi hev re analîz kir. Nûçe-analîz îşaret bi zelûlîya hevdîtinên di navbera dewleta tirk û PKKyê de dike, belê herweha dibêje alîyê kurdan berîya her tiştî doza destûreka nû ya bingehîn ya ku pê wê mafên çandî û zimanî yên kurdan zêdetir bin û azadîya Ocalan dikin. Bi vê minasebetê behsa kampanyaya îmzeyan (îmze wê ji Bruksel û Enqereyê re biçin) ya ku sempatîzanên PKKyê ji bo azadkirina Ocalan dayî destpêkirin dike. Li gorî nûçe-analîzê Kurdistana Başûr di warê aborî û ewlekarîyê de ewqasî bi pêş ket ku boomeka berê nedîtî lê peyda bû, vê jî nakokîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de xurt kirin, çawa ku Bexdayê vekişîna şervanên PKKyê ji bo Iraqê wekî tehlûke dît, jî nîşan dide. Lê belê serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî guh nade van rexneyên Iraqê, lewre ew bi roleka mezin rabûye di lihevhatina di navbera PKKyê û Tirkîyeyê de. Jixwe Barzanî û serokwezîrê tirk Erdogan di mijara Sûrîyeyê de jî hevfikir û hevgir in û li gorî Svensson ev bûyer hemû bi hev ve girêdayî ne.

 

Financial Times analîzeka Hillel Fradkin û Lewis Libby a bi sernavê "Tirkîye û xewna vejîna Osmanîyan" 16ê gulanê weşand. Nivîskar dibêjin Enqere pir dixwaze ku Rojhilatê Nezîk vegere serdema aştîya xurt û îstîqrarê, lê belê ev dê neqewime. Analîz balê dikşîne ser axaftina wezîrê karê derve yê tirk Davutoglu ya li Amedê û dibêje, yekîtîya gelan, aştî û îstîqrara (bi betalkirina peymanên emperyal yên di navbera Fransa û Brîtanyayê de, wekî mînak Sykes-Picot) Enqere behsê dike ya sedsalên 18 û 19an ne mimkin e pêk werin, lewre wê hingê xwe disipart du hêmanên sereke xelîfetî û hêza împeretorîyê ya osmanî. Bi ser de jî Tirkîye û Misir jî di navê de dewletên herêmê yên modern hemû piştî Şerê Cîhanê yê Yekem peyda bûn. Xaleka din jî ew e ku neteweparêzîyên li herêmê hema hema hemû şûna xwe ji rengên cihê yên îslamîzmê re dihêlin yan jî hiştin, wekî din dewra DYAyê jî kêm û heta tine dibe. Kurd jî di warê serhejmarê de wê di nava du dehsalan de ji tirkan bibihurin. Ev faktor û aktorên mîna Îranê li gorî analîzê dikin ku ya ku li Rojhilatê Nêzîk biqewime bişibe sedsalên 16 û 17an ya serdema osmanîyan: parçebûn û yeknebûn. Pirsên der barê rol û dewra DYAyê de analîzê bi dawî dikin.

 

Rojnameya awusturyayî Der Standart behsa penaberên kurd yên li wargeha Domîz dimînin dike bi hevpeyvîneka Stefan Binder kirî. Ev hevpeyvîna 29ê nîsanê hatî weşandin, ji devê bijîşka Doktorên Sînornenas Katharina Resch balê dikşîne ser rewşa zehmet ya insanî ya li wargehê. Katharina Resch ji çirîya paşîna 2012an ve li wargehê ye û dibêje hejmara penaberan halê hazir li wargehê ji 40 hezarî bihurîye û digihêje 50 hezarî. Resch dibêje hejmara jin û zarokan ji ya mêrên ciwan kêmtir e lewre piranîya penaberan kurdên ciwan in ku ji eskerîyê direvin yan jî naxwazin eskerîya rejîma baesê bikin. Lê belê jin û zarok ji wan penaberan in ku li wargehê dimînin. Doktor Resch dibêje nexasim jî bi hatina havînê re ew pir ditirsin ku bi nebûna ava vexwarinê û serşokan ew ditirsin ku pêlên nexweşîyên vegir li wargehê bidin der.

 

Ji bo National Geographicê Julia Harte li ser peravên Dîcleyê gerîya, li Kurdistan û Iraqê û encamên vê lêkolînê 18ê gulanê di National Geographic Young Explorers in Explorers Journal de hat weşandin. Harte di nav koçerên kurd û ereb de lêkolîna xwe dike. Ew behsa koçerên kurd û ereb û girêdayîbûna wan ya çavkanîyên avê dike û mijara xwe bi bendava Ilisu ya ku Tirkîye dixwaze ava bike ve girêdide; lewma avakirina bendava Ilisuyê (li devera Germavê) wê bike ku % 50ê ava Dîcleyê li Iraqê kêm bike. Girîngîya vê mijarê ji bo Herêma Başûrê Kurdistanê xwe di peyvên şewirmendê Hikûmeta Kurdistanê di mijara çandinî, ewlekarîya zad û qût de Talib Mirad Elam dide der: "gelek nifşên cotkaran bi hezaran salan [erd ajotin], lê belê niha xelkê dest pê kir diçin bajaran kar dikin û gund vediguherin, berê yekîneyên hilberîner bû, niha dibin yekîneyên serfker. Dema em vê yekê û kêmbûna avê bi hev re binirxînin, ev yek dê me bikuje."  Yek ji koçerên kurd yên devera Nêrweyê Elî dibêje heke av kêm bibe em neçar in biçin bajêr û dev ji jîyana xwe ya rêûresmê berdin, Harte jî vê yekê wekî tunebûna yek ji çandên destpêkê yên Kurdistanê şirove dike.

 

Îstîqrara li başûrê Kurdistanê kirîye ku Financial Times nûçeya bi ser navê "Di betlaneyê de li Iraqê: bi awirê kurdekî" 17ê gulanê biweşîne. Rojnamevan Mike Carter bi vê nûçeyê behsa operatorên tûrîzmê yên brîtanî ku betlaneyên ber bi başûrê Kurdistanê (ew peyva bakurê Iraqê bi kar tîne) ve dike û dibêje tirsa ji tîranîya Sedam şûna xwe ji mêvanperwerî û hêvîyê re hişt.

 

Nûçe behsa Helebce û şahidîya kurdê bi navê Baxtîyar Omer dike û piştre behsa çûna xwe ya Kurdistanê dike ku ji alîyên operatorên brîtanî ve hatîye organîzekirin. Vîzeyên ji bo deh rojan yên ku li balefirgehê tên dayîn bêyî pirs werin kirin, ecêba xwerehethîskirinê tevî ku li ser erdên Iraqê ye ji bo rojnamevan hestên destpêkê ne. Piştre bi giştî behsa guherîna rewşa aborî ya Kurdistanê nexasil piştî sala 2005an, avahîsazî û planên jinûveavakirinê yên Hewlêrê têkirin. Çavdêrîyên li ser şênîyên bajêr û avahîya bajêr jî cihê xwe digirin û carinan rojnamevan behsa nêzîkbûna "Iraqa din" jî dike. Ji şûtikê kermanî heta bi helperkê û bilûrê ew behsa gelek tişt û nîşanên çandî yên li Kurdistanê dike. Ji dîroka bajêr (kela Hewlêrê) heta bi xwezaya Kurdistanê (Gelîyê Elî Begê) di vê rapora rojnamevan ya ku dişibe reklama tûrîzmê de cihê xwe digirin. Lê carinan jî piçekî oryantalîst xuya bike jî hin çavdêrîyên balkêş jî di vê nûçe-reklama FT de hene. Rojnamevan li Dukanê ji ciwanekî kurd dipirse:

 

- "Ev hevala te ye?"

 

- "Nabe hevala min hebe!"

 

- "Heke hûn civan (randevû) bidin hev û bi hev re derkevin wê çi biqewime?"

 

- "Ez dê neçar bim 5000 dolaran bidim bavê wê yan jî pêre bizewicim... yan jî ez dê werim kuştin. Ev girêdayî malbatê ye. Bi rastî wisa ye."

 

Çavdêrîyên li Silêmanîyê jî bi heman rengî cihê xwe di vê rapora tûrîstik de digirin û dikin ku em ji xwe bipirsin ka gelo çi gur li kîjan  çîyayî mirîye ku FT li ser tûrîzma ber bi Kurdistanê ve raporeka têra xwe dirêj û kite bi kite diweşîne?

 

Amadekar: Luqman Guldivê