JI ÇAPEMENÎYÊ(43)

Ajansa nûçeyan ya amerîkî Associated Pressê 17ê hezîranê bi sernavê "Kurd ji bo cihekî di şerê navxweyî yê Sûrîyeyê de şer dikin" gotareka Bassem Mroue weşand. Di vê gotara ku rewşa heyî ya nakokîyên di navbera berjewendîyan, hevgirtin û tirsên alîyan de bi kurtî rave dike, kurd wekî alîyê ku di navbera Xelîl û Celîl de mayî tên terîfkirin. Dîroka nakokîyên di navbera kurdan û komên îslamî de yên ku êrişên eskerî dibin ser wan jî di gotarê de cihê xwe digire. Bassem Mroue cih dide gotinên Abdulbasit Seyda ku endamê Encûmena Neteweyî ya Sûrîyeyê ye: "Rejîm dixwaze şerekî mezhebî di navbera elewî û sunîyan de û yekî etnîk di navbera ereb û kurdan de rû bide da ku wekî parazvanê herkesî xwe nîşan bide û bibêje rejîm nebe alozî û şerê navxweyî wê hebe." Seyda îdîa dike ku ew hewl didin alîyên li Efrînê şer dikin aram bikin.

Çalakgerekî li Serê Kanîyê yê bi navê Kanîwar Eyanî jî dibêje, serhildêr dema ketin Serê Kanîyê destûr nedan ji bilî alaya wan tu ala werin hildan û paşê jî doza teslîmbûnê li şervanên kurd kirin: "komên îslamî ji bo rizgarkirinê ketin Serê Kanîyê, lê belê lê man ji bo ku daxwaza xwe li serê ferz bikin."

Li gor nivîskarê gotarê kurd halê hazir xweserîyeka xurt pêk tînin û doza wan modeleka wekî ya Başûrê Kurdistanê ye û xweserîyeka bi vî rengî dikare daxwazên ji mêj ve yên ji bo welatekî serbixwe ji bo kurdên Tirkîye, Sûrîye, Iraq û Îranê xurt bike.

Xwepêşandanên li Stenbolê yên li dijî hikûmeta AKP û serokwezîrê Tirkîyeyê Recep Tayyip Erdoganî jî di çapemenîya navneteweyî de cihekî berfireh digirin. Sazîya çapemenîyê ya navneteweyî ya navenda wê li Qetarê El-Jazzerayê gotareka berfireh weşand li ser helwesta kurdan di van xwepêşandanan de û nakokîyên di navbera komên cihê de yên ku di xwepêşandanan de cihê xwe digirin, digire dest. Gotara Jesse Rosenfeld ya 12ê hezîranê hat weşandin xwe disipêre hevpeyvînên bi kurdên di wepêşandanan de cihgirtî. Peyvên Emre Ekmekçi "şideta me li vir dîtî li kolanan van çend rojên derbasbûyî wekî şideta dewletê ya ku kurd bi dehsalan pêre rû bi rû mayî ne" di nava gotare de xeteka argumanan dide destpêkirin ku digihêje vê encama Ekmekçi "hêvîya min e ku xelkê ev dîtî wê fêm bikin ka çi dihat serê me".

Rola ku parlemanterê BDPyê Sirri Süreya Önder di destpêka vê tevgerê de lîstî jî bala nivîskar dikşîne û piştre bi van gotinan meqaleya xwe dewam dike: "Xwepêşandanan dest pê kir di dema vejîna pêvajoya aştîyê de ji bo dawîanîna li têkoşîna kurdan ya bi dehsalan ji bo dewleteka serbixwe ya ku bû sedema mirina bi dehan hezar insanî. Abdullah Öcalan, serokê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya neqanûnî yê di girtîgehê de înê daxuyanîyek da û pesnê xwepêşandanên belav dibin da."

Li gor nivîskar xwepêşandanên Parka Gezîyê  bi awayekî sosret tirkên ciwan, çepgir, civatên nêremo û lezbîyenan, neteweperestên tirk û kurdan li dijî tiştê ku ew wekî pozbilindî û otorîtarîzma serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û partîya wî AKPyê dibînin, dike yek.

Yek ji rayedarên BDPê ji nivîskar re dibêje piştî destwerdana polîsan û piştî ku bi wan re peyivîn, gelek kes fêm dikin ku der barê kurdan de derew li wan hatine kirin. Lê belê bi tenê çend metroyan dûrî wî neteweperestên tirk bi hildana ala û wêneyên Mistefa Kemal, bi gotina slogan û sirûdan hebûna kurdan înkar dikin. Di destpêka xwepêşandanan de jî hinan ji wan kevir avêtibûn kurdên hatin qadê. Dîsa jî li gor nivîskar dîyar e niha fikrên wan hev negirin jî amade ne bi hev re bipeyivin, çawa ku kemalîstek dibêje: "Ez şa me ku kurd jî tevlî xwepêşandanan bûn, dibe ku fikrên me hemûyan cihê hebin, lê belê em hemû ji bo azadîyê li vir in."

Ji bo mafê kurdan jî dîsa Ekmekçi dipeyive: "Hûn dikarin bibînin ku tişt diguherin, lê belê hin meriv naxwazin serê xwe pê biêşînin, [ji bo destketîyên kurdan yên vê dawîyê] hîna jî rêyeka dirêj li ber me heye."

Mijara başûrê Kurdistanê jî di serî de Financial Times di gelek sazîyên çapemenîyê yên navneteweyî de cihê xwe girt. Financial Timesê di gotara xwe ya 14ê hezîranê di rûpelê 15an de weşand ya ku mohra Fouad Ajami li bin e, mijara yekîtîya Iraqê, hêzdarîya Herêma Kurdistana Başûr û helwêsta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji xwe re kirîye mijar. Ajami balê dikşîne ser destketîyên sîyasî û aborî yên li başûrê Kurdistanê û digihêje wê encamê ku Bexdad êdî bi qasî ku dinyayeka din be dûrî Kurdistanê ye. Li alîyê din nêzîkbûna Hewlêr û Tirkîyeyê jî wekî serketineka stratejîk ya sîyaseta Kurdistana Başûr tê dîtin û dibêje rola herêmê di pêkhatina lihevhatina nû ya di navbera PKK û hikûmeta tirk de jî heye.

Gotar dibêje Kurdistana Başûr wekî herêmeka piçûk ya xweser haya xwe ji tehlûkeyên girêdayî herdu dêwên cîranê wê ango Tirkîye û Îranê heye û ji ber wê jî di qada sîyaseta herêmî û navneteweyî de li gor vê hişyar tevdigere. Wekî mînak jî behsa şîretên dide kurdên Sûrîyeyê dike: "Bi erdê xwe ve girêdayî bimînin, li cihê rewşên heyî biafirînin li hemberî dîktatorîya Esed jî û li hemberî serhildêran jî hişyar bin."

Gotar rexneyê li sîyaseta amerîkî digire ku li şûna pişta Hikûmeta Kurdî bigire ji bo peymanên petrolê, pişta Nûrî Malîkî digire yê ku pêre mijûl e mixalifan bitirsîne, bi Îran û Sûrîyeyê re hevgirtinan xurt bike û li kurdan qedexe bike peymanên petrolê mohr bikin. Îfadeya dawî ya gotarê ya herî girîng e: "Dostên em red dikin, dijmin û xortên em bi wan re rûdinin: ev halê hazir mijara heyî ya dîplomasîya amerîkî ye. Van demên dawîyê şerên Amarîkayê yên li Iraqê nikarîbûn bêgunehîya xwe îsbat bikin. Lê belê li bakur, li kurdan binêrin ji bo telafîkirina vê yekê. Berîya ku Obama [esker] vekişandin, miletekî demeka dirêj êş û azar kişandî stara xwe li cem hêza amerîkî dît û tiştê herî baş ji ev şansê xwe ava kir."

Amadekar: Luqman Guldivê