JI ÇAPEMENÎYÊ(44)

Kurdistan di berga kovara Zenithê de

 

"Mijara sereke ya hejmara meha tirmeh/tebaxê ya kovara almanî Zenith ê  Kurdistan bû. Kovarê di berga xwe de cih daye nexşeya Kurdistanê û vê pirsê dike; "Pêşîya vî welatî êdî dikare were girtin?" Kovarê di hejmara xwe ya dawî de 30 rûpel ji bo pirsa Kurdistanê veqetandîye. Zenith kovareka almanî ku 2 mehan carekê derdikeve û li ser mijarên sîyasî, aborî û çandî yên girêdayî welatên erebî û Rojhilatê Navîn rediweste, li ser pirsa Kurdistanê bi kurtî vê şiroveyê kir: "Gelo di Bihara Eraban de kurdan qezenc kir? Gelê herî mezin ku bê dewlet e, niha şansê wê heye ku dewletekê li Rojhilatê Navîn ava bike. Li Kurdistana Tirkîyeyê pêvajoyeka dîrokî dest pê kirîye, li Kurdistana Iraqê jî kurd çiqas diçe ji Bexdayê dûr dikevin, di alozîya Surîyeyê de kurdan herêma xwe dîyar kir. Ev tev hemû fersendên bêhempa didin kurdan."

Le Mondeyê dosyayek li ser 'pêvajoya aştîyê' amade kir

Rojnameya Le Mondeyê jî, bi wesîleya destpêkirina vekişîna gerîlayên PKKyê, dosyayek dorfireh ya berê amade kiribû, nû kir û weşand. Di nûçeya bi sernavê "Tirkîye û PKK-şerê 30 salan" de rewşa kurdan ya li çar parçeyên Kurdistanê û dîroka pirsgirêka kurdî hate vegotin. Di dosya-analîzê de hat bibîrxistin ku vekişîn parçeyek ji pêvajoya nû ye. Le Mondeyêdi nûçeya xwe de cih da kronolojîya têkoşîn û danûstandinên navbera dewleta Tirk û PKKyê de û bibîr xist ku van danûstandinan piştî şerekî giran yê salekê dest pê kirine. Le Mondeyê bal kişand ser niqteyên hesas ên pêvajoyê û cih da van gotinên edîtorê rojnameya Özgür Gündemê Oguz Ender Birinci : "Eger ev hemû ji bo hesabên biçûk be, ji bo hesabên hilbijartin an jî pergala serokatîyê be, pêvajoya aştîyê gavekê jî bi pêş nakeve." Le Mondeyê herweha cih da hişyarîya nivîskarê Hurriyet Daily News Murat Yetkin ku weha digot: "Divê serokwezîr Erdogan vê şensa girîng baş bikar bîne."

Ji The Guardianê:

Erdoganê bi TOMA

Rojnameya brîtanî The Guardian, karîkatorek li ser serokwezîrê Tirk

îyeyê Recep Tayyip Erdogan belav kir ku tê de Erdogan mîna amûra bi navê "TOMA" hate nîşandan. Wesaîta polîsên tirk ya bi navê TOMA (Toplumsal Olaylara Müdahale Aracı: Wesaîta ji bo midaxelekirina bûyerên civatî) di bûyerên Stenbolê de bala cîhanê jî kişandibû. Di karîkatorê de serê Erdogan wekî fîlekê û bedena wî jî wekî amûra midaxeleya xwepêşandanan ku jê re TOMA tê gotin hate nîşandan. Di karîkatorê de TOMAya ku dişibe Erdogan bi ava şid êrişî xwepêşanderên Parka Gezî ya Stenbolê dike. Di çalakîyên Parka Gezî ya Stenbolê û deverên din ên Tirkîyeyê de polîsan bi awayekî tund, bi wesaîtên TOMA midaxeleya xwepêşandanan kiribûn.

 

Frankfurter Allgemeine Zeitûng: Erdogan Bagiş bikartine

 

Yek ji rojnameyên herî zêde ku li Almanyayê tê xwendin "Frankfurter Allgemeine Zeitûng" (FAZ), rexneyên tund li Wezîrê Yekîtîya Ewropayê yê Tirkîyeyê Egemen Bagiş kir. Rojnameyê ji bo Bagiş gotina "Kûçikê girêdayî yê Erdogan e" bikar anî. Rojnameyê gotinên Bagiş ku ji bo lîderên Ewropayê gotibû bibîranî: "Berdêla lîstina bi Tirkîyeyê, wê giran be. Bila herkes bîne bîra xwe; yên ku dixwestin dest bavêjin  Tirkîyeyê, bi Tirkîyeyê bilîzin (Serokkomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy) niha ji xwe re masîyan digirin. Hûn dizanin, di meha îlonê de li Almanyayê hilbijartin hene. Eger Merkel jî ji bo hilbijartinên xwe li navgînekê digere, divê ev yek ne Tirkîye be." Rojnameya almanî li ser van gotinên Bagiş vê şiroveyê dike: "Maskeya Egemen Bagiş niha ket. Tu rayedarekî hikûmetê, di dema krîzê de asta rexneyan bilind nake. Bagiş 15 salan li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jîyaye. Gava li DYAyê dima, bi tenê îngilîzîya xwe bi pêş nexistîye, di heman demê de ji amerîkîyan hunera axaftinê hîn bûye. Bagiş di gelek axaftin û hevpeyvînan de bi vê gotinê destpê dike; 'Sîyasetmedarên Ewropî dibêjin serê pêvajoya danûstandinên me yên bi Yekîtîya Ewropayê re, vekirî ye. Em nikarin vê qebûl bikin. Bila neyê ji bîrkirin, îro zewacên katolîk jî xwedî pêşerojek ne dîyar e. Tevî henek û xwînsarîya Bagiş di heman demê de ew netewperestekî dijwar e. Serokwezîrê Tirk Erdogan, di çarçoveya berjewendîyên Enqereyê de pêwîstîyê bi kompleksa mezinahîyê ya Bagiş dibîne.

Die Weltê hevpeyvînek berfireh bi Karayilan re çêkir

 

Yek ji rêveberên PKKyê Mûrat Karayilan ji rojnameya almanî Die Weltê re axivî. Karayilan da xuyakirin ku, di pêvajoya çareserî û aştîyê de qonaxa yekem li ber qedandinê ye û got: "Niha jî, ji bo qonaxa duyem divê Tirkîye gavan biavêje." Karayilan dîyar kir ku pêvajo dîrokî ye û bûyerên Parka Gezîyê jî nîşan dan ku divê Tirkîye demokratîk bibe û weha axivî: "Ez ne bawer im ku ev bûyerên diqewimin bandoreka neyînî li pêvajoyê bike. Bi dîtina min, ev daxwaza demokratîkbûyinê divê bi daxwaza aştîyê ya kurdan re bibe yek. Bêguman di nava xwepêşandêran de neteweperest, nijadperest jî hene. Eger însîyatîf ji dest were berdan, ev tevger dikare bikeve rêyeka şaş." Karayilan li ser pirsa "Hikûmeta Tirk ji ber rewşa li Sûrîyeyê bi PKKyê re ket nava dîyalogê?" ev bersiv da; "Dibe ku bandora wê hebe, lê sedema bingehîn ne ev e. Sedema bingehîn ew e ku me li Kurdistana Tirkîyeyê bi gelê kurd re dest bi operasyona şorişgerî kir. Ji ber rewşa li Sûrîyeyê, li herêma kurdan otonomîyeka defacto çêbû. Xurtbûna pozîsyona alîyê kurdan, hikûmeta tirkan hêrs kir." Karayilan herweha bersiva pirsa "Pêwendîya PYDyê bi PKKyê re heye yan na? PKK li Sûrîyeyê xwedî rêxistinekê ye na?" jî weha da: "Tu bask an jî rêxistineka PKKyê li Sûrîyeyê tuneye. Cûdahîya PYDyê ew e ku, îdeolojî û felsefeya serokê me Abdullah Ocalan ji xwe re esas digire. Gelek rojnamevan heman pirsê dikin. Serokê me Ocalan zêdeyî 300 pirtûk nivîsand. Gelekî normale ku partîyek an jî şexsek ji xwe re vê îdeolojîyê bipejirîne."

Die Presse: Vekişîn bûyera herî xweş ya cîhanê ye

 

Yek ji rojnameyên sereke yên Awûsturyayê Die Presse di bin navê "Cîhan çima hinekî din bedew bû?" de bûyerên erênî yên dema dawî li gelemperîya cîhanê qewimîne, rêz kir. Di nûçeya bi sernivîsa "Li gel krîza aborî û şerên bi xwîn yên li Rojhilata Navîn, li cîhanê tiştên xweş dibin" de, ji bo 7 bûyerên li gelemperîya cîhanê ev nirxandin hat kirin: "Li gel bûyerên neyînî yê li cîhanê, bûyerek erênî ya şewq dike rû da. Partîya kurd PKK û hikûmeta tirk ji meha adarê û vir ve di agirbestê de li hev kirin. Bi vî awayî şerê 30 salan yê di encamê de zêdeyî 40 hezar kesan jîyana xwe ji dest dan, bi dawî bû. Heta niha şansê agirbestan zêde nebûbû, lê ya vê carê cûda ye. Hêzên PKKyê dest bi vekişînê kirin û atmosfereka aştîyê niha serdest e." Piştî atmosfera aştîyê ya li bakurê Kurdistanê rojnameyê cih da van pêşketinên erênî yên li cîhanê; "Çîn û Hîmalaya, krîza herêma Hîmalaya ya bi salan e dewam dike çareser dikin, serokdewletê nû yê Çînê serdana xwe ya destpêkê ya derveyî welat li Hindistanê kir, rejîma Cûnta Leşkerî ya li Bûrmayê, gavên demokratîk diavêje. Ji Japonyayê êdî nûçeyên neyînî nayên, aborîya wê ji nû ve şewq dide. Pêşketina aborîyê ya Afrîkayê jî balê dikşîne. Portekîzîyên bêkar, ji bo kar bibînin êdî koçî başûrê Afrîkayê dikin. Li gel krîza aborîyê, ji Bankeya Cîhanê nûçeyên erênî tên; Birçîbûna li cîhanê di rêjeya nîvê salên 1990î de ye.  Pirsgirêkên li başûrrojhilatê Ewropayê çareser bûne."

 

Di çapamenîya fransî de lêkolîna 'Gelo kurd kêmnetewe ne'

 

Rojnameya Le Monde û kovara La Vie yên fransî û bi hevkarîya gelek pispor û profesorên ewropî, berhemeka bi navê "Atlasa Kemîneyan" derbarê hindikahîyên cîhanê de hate çapkirin. Atlasê di hemû parzemînên cîhanê derewşa hindikahîyan şirove kir. Di Atlasê de birêvebera Enstîtuya Jeopolîtîk ya fransî Barbara Loyer li ser kurdan vê şiroveyêdike: "Kurd dabeşkirî ne, hene yên ku dixwazin bên nasandin wekî kemîne di hembêza Tirkîyeyê de û hene yên ku serxwebûnê dixwazin û ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê têdikoşin, cihê ku ew tê de dibin piranî." Herweha derbarê kurdan de profesorê Zanîngeha Tolouse-II, Jean-François Pérouse jî gotarek di bin sernivîsa "Gelê Kurd: Kemîneyek ji bo kê?" nivîsand. Pérouse li ser nenaskirina mafên kurdan vê şiroveyê dike: "Dewletek jî  di makezagonên xwe de kurdanwekî kemîne nas nake. Îraq jî di destûra xwe de kurdan wekî pêkhateyek ji gelê iraqî bi nav dike. Herweha digel hebûna herêmeka bi navê Kurdistanê li Îranê, lê dîsan jî têgeha kurd û kurdî di makezagona Îranê de tuneye. Ev yek li Sûrîyeyê jî bi vî rengî ye. Lê belê kurd yek ji wan gelên yên herî girîng in ku xelkê vê herêmê ji wan pêkhatîye û dîroka herêmê jî saz kirine." Li kêleka nivîsa Pérouse hejmara kurdan li her parçeyekî Kurdistanê weha tê dîyarkirin: Li Tirkîyeyê derdora 20 mîlyon, Li Îranê; 9.2 mîlyon, li Iraqê 5 heya 7 mîlyon, li Sûrîyeyê: 2.8 mîlyon.