JI ÇAPEMENÎYÊ(45)

"Parastina Rewa"

 

13ê tîrmeha 2013an li Florîdayê polîsekî spî yê bi navê George Zimmerman ji ber kuştina (sala 2012an) ciwanekî nûgihayî yê reş ê bi navê Trayvon Martin beraet kir. Bloga amerîkî Sociological Images (14ê tîrmehê) îşaret bi lêkolîneka li ser bandor û encamên qanûnên ji wan re

"Stand your ground" ("erdê xwe biparêze") kir ya ku li ser 4650 bûyerên kuştinê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rawestîyaye. Ji bilî Florîdayê li bîst û çar eyaletên din jî qanûnên bi vî rengî  hene.

Li eyaletên ku li wan qanûnên bi şêwazê "Stand your ground" li wan hene % 13.6ê kuştinan wekî rewa hatin ragihandin; li eyaletên din bi tenê % 7.2. Bi her halî dema ev qanûn hene biryarên beraetê ji bo kuştinan hêsanîtir tên dayîn. Lê belê kîjan kuştin? Yên ku dişibin bûyera kuştina Travyon Martin. Biryarên bi vî rengî pir bêhtir in ji tevahîya kombînasyonên din, dema ku kesekî spî kesekî reş dikuje. (...) Statîstik zelal in: li gora heke merivekî spî merivekî spî bikuje dema bi tenê merivekî spî merivekî reş bikuje prensîpa "Stand your ground" îhtîmala beraetekê zêde dike.

 

 

Êrîşa dij-BDDyê

 

Nûçeya Mother Jones (San Francisco, 11ê tîrmehê) dibêje, qanûnên ku mafê Bi dilê xwe Dawîanîna li Ducanîyê (BDD) bi awayekî cidî asteng dikin, di nava sê hefteyan de li çar eyaletên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatin erêkirin.

Ya ku herî zêde bal kişand ser xwe Teksas e, piştî ku walî Rick Perry doza rûniştineka taybet a meclîsa eyaletê kir ji bo ku erkên nû yên der barê jiberxwekirinê bixe dengdanê. Senatora demokrat Wendy Davis bi axaftineka yanzdeh saetan kir ku parlamento bibe asteng, lê belê Perry piştre rûniştineka din a taybet a meclîsê xwest da ku piştrast bibe ku qanûn wê were erêkirin. Caroline ya Bakur, Ohio û Wisconsinê jî qanûnên bi heman rengî van hefteyên derbasbûyî erêkirin. Piranîya van eyaletan ne li ser wê lîsteyê ne ku adara bihurî wan eyaletên bi kîndarîya herî zêde li dijî mafê jinê ne rêz dike, ev jî baş îşaret bi gelek qanûnên nû dike yên ku di nava vê salê bi tenê de hatin erêkirin.

 

Darbeya norwêcî

 

Rojnameya norwêcî Aftenposten behsa hezar û yek awayê xapandina yekdestdarîya dewletê li ser firotina alkolê dike (Oslo, 17ê tîrmehê).

Firotina alkolê li dikanên nakevin ber bacê [yên li ser derîyên sînor yan jî li balefirgehan; têbînîya wergêr] li Norwêcê bi rastî jî wekî ku biteqe zêde bû: ew êdî ji % 30ê vexwarinên bialkol yên xurt û % 10ê şerabên li welêt tên serfkirin pêk tîne. Dîsa jî qanûna norwêcî pir zelal e: ew ferz dike ku firotina vexwarinên bialkol bi tenê li dikanên dewletê bi destûrnameya şaredarîyê pêk were. Bi tenê yek îstîsna heye, ewqasî rêjeya wê kêm bû ku li ser wê nehat ferzkirin, ew jî der barê firotina alkolê li balefirgehan ji bo rêwîyên diçin derveyî welêt bû. Lê belê sala 2005an parlamentoyê ev qanûn firehtir kir da ku pê destûr were dayîn ku firotina alkolê li termînalên danîna balafiran jî mimkin be. Xwendineka bi lez a vê erkê dikare bike ku meriv bifikire ku yekdestdarîya dewletê wê van dikanan bi rê ve bibe. Di rastîyê de ya ku vê dike şirketeka taybet e, ya ku qismî miteşebisên bîyanî jî hisedarê wê ne, a ku şirketa dewletê Avinorê ango xwedî û kargerê balefirgehan mafê xebitandina tîcareta nakeve ber bacê firotîyê. Avinor wekî din kirêyekê distîne, xwedîyê rêjeyeka ji hatinîyê ye jî. Ya rastî yekdestdarîya dewletê şikest, lewre firotina alkolê ji reqabetê re hat vekirin, salê sê sed û şêst û pênc rojan û hema hema rojê bîst û çar saetan. Birêveberê dikanên dewletê Vinmonopoletê digihêje wê encamê ku bibêje "rengekî darbeyê [ye]".