JI ÇAPEMENÎYÊ(46)

AFP

Di nava geremola Sûrîyeyê de, di nava nûçe û şiroveyên sazîyên çapemenîyên sereke de kurd jî cihekî girîng digirin. Biryara Encûmena Neteweyî ya Kurd li Sûrîyê-ENKSyê ya tevlîbûna nav refên mixalifên Sûrîyeyê, di çapemenîya navneteweyî de zêde cih negirtibe jî biryara erêkirina Koalîsyona Neteweyî ya Sûrîyeyê ya vê tevlîbûnê cihê xwe di ajansan de girt. Ajansa nûçeyan a fransî AFPyê bi sernûçeya "mixalefeta Sûrîyeyê biryar da bêhtir kurdan bihewîne nav xwe" di 18ê îlonê de ragihand aboneyên xwe. Nûçe radigihîne ku kurdên Sûrîyeyê bi mixalefeta sereke ya Sûrîyeyê re li hev kirine, li ser wê yekê ku bêhtir kurd di nava Koalîsyona Neteweyî ya Sûrîyê de cihê xwe bigirin.

Jixwe ji naveroka lihevkirinê bêhtir hejmara endamên kurd ên di koalîsyonê de wekî mijara li ser hatî li hevkirin bi gotinên berdevkê koalîsyonê Lûay Safî tê dayîn: "Koalîsyona Neteweyî û Encûmena Neteweyî ya Kurd roja yekşemê li hev kirin ku bêhtir endamên kurd bikevin nava koalîsyonê".

 

i endamên Encûmenê Bezad Ibrahîm jî dema ev lihevkirin erê kirîye, gotîye, ne dîyar e ka çend endamên nû yên kurd wê di koalîsyonê de cihê xwe bigirin.

 

erdevkê Koalîsyona Neteweyî Safî ji alîyê xwe ve got, ev lihevkirin ne belgeyeka hiqûqî ye. Ev lihevkirineka sîyasî ye ku nîyeta baş nîşan dide. Lê belê tiştê ku ew derdixe pêş, ajans bi vî rengî radigihîne: "... navê welêt ê fermî ango Komara Ereb a Sûrîyeyê wê neguhere, tevî ku kurd ji mêj ve dixebitin ji bo ku ev nav wekî Komara Sûrîyeyê were guhertin."

Reuters

Elaqedarî rewşa Sûrîyeyê nûçeyeka hêja ye meriv behsa wê bike li ser penaberên ji Sûrîyeyê yên li başûrê Kurdistanê ne. Reutersê 15ê îlonê bi sernûçeya "Kurdên Iraqê li nav şirketên petrolê, ji bo penaberên ji Sûrîyeyê li fonan digerin" nûçeyek li ser vê babetê ragihand. Li gorî nûçeyê Herêma Başûrê Kurdistanê ji şirketên li herêmê dixebitin doza 50 milyon dolar alîkarîyê kirîye ji bo barê wê yê alîkarîya bi penaberên ji Sûrîyê re kêm bike.

 

ûçe bi bîr dixe ku qederê 200 000 penaberên ji Sûrîyeyê ku gelek ji wan bi xwe kurd in û ji du salan û vir ve ye, herikîne herêma Kurdistanê, lê belê ji tebaxê û vir ve jî ji dema rojavayê Kurdistanê jî bûye cihê şerî 40 000 kesî penaya xwe gihandîye herêmê. Daxuyanîya wezîrê çavkanîyên xwezayî yê herêma Kurdistanê Aştî Hewramî jî bi rêya reutersê gihîştîye raya giştî ya navneteweyî: "dema meriv asta dêwane ya krîzê û hejmara penaberên rojane [tên herêmê] li ber çavan bigire, hingê [dibîne ku] divê em hemû bi hev re bixebitin da ku alîkarîya lezgîn dabîn bikin." Ji bo vê jî, li gorî nûçeyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê misoger kirîye ku ew dê bêşê ji pîşesazîya petrolê bistîne.

 

Courrier International

Hilbijartinên li Kurdistana Başûr jî yek ji wan mijaran bû ku di çapemenîya navneteweyî de cihê xwe girtibû. Kovara sîyaseta derve ya fransî Courrier International 23yê îlonê bi sernûçeya "hilbijartineka herêmî bandoreka global" girîngîya hilbijartinên li Kurdistanê binxêz kir. Sedema vê bi hevoka li jêr rave dike: "Li Kurdistanê erdên petrolê yên hîna kêm ji wan sûd hatî wergirtin hene ku ji bo tevahîya dinyayê balkêş in." Tevahîya nûçeyên li ser hilbijartinên Kurdistanê rêjeya tevlîbûnê ya % 74 û bi awayekî bêpirsgirêk birêveçûna hilbijartinan derxistin pêş.

 

BBC

 

Gelo pêvajoya aştîyê ya Tirkîyeyê bi kurdan re hildiweşe?", sazîya çapemenîyê ya brîtanî BBCyê 9ê îlonê ev pirs ji xwe pirsîye. Di vê gotara ku mohra Mahmut Hamsici li binî ye, behsa ragihandina rawestandina vekişîna hêzên gerîla ji Tirkîyeyê tê kirin. Gotinên Cemîl Bayik ango Hevserokê Konseya Birêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCKyê ji bo qismê duyem ê pêvajoyê di gotarê de li pêş in: "dema ku dem hat... dewleta tirk tu gav neavêt û dest bi dîtina behaneyan kir". Gotar dibêje, dîsa jî Serokwezîrê Tirkîyeyê PKKyê gunehbar dike bi venekişînê yan jî kêm vekişînê. Peyvên cîgirê serokwezîrê tirk Bekir Bozdag ên wekî "rêxistina terorê çi dike bi dilê wê ye. Lê belê Tirkîye wê tiştê divê were kirin dê bike" jî di gotarê de îşaret pê dikin ku hikûmet dixwaze li gora serê xwe tevbigere û ne li gorî "lihevkirinê". Bi her halî gotar balê dikşîne ser "paketa demokrasîyê" ya ku hikûmet amade dike û dibêje ji ber rengê wê yê yek alî Bayik bi gotinên "bêyî ku bi alîyê kurdan re were axaftin hat amadekirin" wê rexne dike. Gavên ku PKK dixwaze bibîne li gorî gotarê dawîanîna çêkirina qereqolan û bendavan li herêmên kurdan, başkirina rewşa girtina "leader [serok] Abdullah Ocalan" û berdana bi hezaran girtîyên sîyasî yên kurd.

 

Ew ji bo şer xwe amade dikin. Ya rastî ew xwe ji şerekî mezin re amade dikin. Em bi vê dizanin" peyvên Bayik in ên ku pê dibêje bi pêvajoyê Erdogan dixwaze alîyê kurdan bilebikîne da ku di hilbijartinên herêmî de, piştre jî di yên giştî û serokkomarîyê de bi ser keve.

 

evî ku rayedarên hikûmetê îdîa dikin ku pêvajo dewam dike û PKK alozîyê diafirîne jî, daxuyanîya hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê BDPyê Selahattin Demirtaş eşkere nîşan dide ku hêvîyên ji serketina pêvajoyê gelekî lawaz bûne. Tesbîta gotarê "pêvajo xwe dispêre hevdîtinên di navbera Ocalan û rayedarên hikûmetê de, lêbelê alîyê sêyem nîne, erêkirineka raya giştî nîne û pêvajo mişt e ji xalên zelûl û tarî" belkî jî bi awayekî kurt û kurmancî fikra sereke ya kovarê û pirsgirêka sereke ya "pêvajoya aştîyê" jî derdibire.