JI ÇAPEMENÎYÊ(48)

 

Wall Street Journal

Wall Street Journal a 2yê kanûna pêşîn jî vê peymanê wekî lihevkirineke bi tehlûke ya bi Tirkîyeyê re bi nav dike û dibêje Bexda red dike ku lihevkirina di navbera Enqere û Hewlêrê de ya li ser xeta lûleyan de erê bike û ev jî firotina petrolê dereng dixe. Nûçe dibêje Bexda vê peymanê wekî neqanûnî dibîne û ditirse ku gavên bi vî rengî dozên din ên serxwebûnê yên herêman li Iraqê teşwîq bike. Nûçe nexasim balê dikşîne ser tehlûkeyên peymanê ji bo Tirkîye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dibêje ji ber ku Bexdayê peyman erê nekir, petrol jî naherike. Rîska ji bo Tirkîyeyê ew e ku Iraq dikare dozê li Tirkîyeyê veke ji ber ku ev petrol milkê neteweyî ye ji bo Iraqê û li dadgehên navneteweyî dikare bibe mijara dozê. Bi her halî rojname balê dikişîne ser helwêsta DYAyê ku hevdîtinên sêalî destek dike.

 

 

 

 

 

El-Jazeera

Yek ji mijarên di çapemenîya navneteweyî de herî zêde deng veda ya kurdistanî meha bihurî lihevkirina li ser gaz û petrola başûrê Kurdistanê ya di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û dewleta tirk de bû. Dezgeha çapemenîyê ya navenda wê li Qetarê El-Cezîre (ingilîzîya wê El-Jazeera) di weşana xwe ya bi îngilîzî ya 29ê çirîya paşîn a 2013an de dibêje, ev peymana li ser firotina petrol û gaza Kurdistanê di ser Tirkîyeyê re wê Bexdayê biqeherîne.

Li gorî nûçeyê di civîna serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdoganî de ya sê saetan dewamkirî de 27ê çirîya paşîn peyman hatîye mohrkirin.

Bexda, dîyar e ji vê gavê aciz bibe, çawa ku rayedarekî gotîye, peymanên li ser petrolê yên bi vî rengî hikimranîya Iraqê dixe ber lêpirsînê.

 

Nûçe, bi bîr dixe ku li gorî peymanê wê xetên lûleyê yên petrol û gazê yên nû werin çêkirin û armanca wan ew e ku sala 2015an rojê milyoneke varîl petrolê veguhezînin, gaz jî wê ji destpêka sala 2017an û pêve were veguhezandin.

 

 

AFP

Mijareke din a ku cihê xwe bi firehî girt di çapemenîya navneteweyî de amadekarîyên birêveberîyeke xweser li Rojavayê Kurdistanê bû. Ajansa Nûçeya a Fransayê AFPyê 12ê çirîya paşîn a 2013an bi sernûçeya "Sûrîye: Kurd birêveberîyeke xweser a demî radigihînin" ev nûçe gihandine aboneyên xwe.

Nûçe balê dikişîne ser rewşa şerî ya berîya ragihandina amadekarîyên birêveberîya xweser a demî û dibêje şervanên kurd li hember cîhadîstan gelek erd bi dest xistine. Piştî ku dabeşbûna li sê kantonan û meclîsên herêmî wekî sazîyên birêveber tên danasîn, tê gotin ku karê sereke yê birêveberîya demî wê amadekirina hilbijartinên herêmî û giştî be li Rojavayê Kurdistanê. Lê belê mijarên sîyaset, eskerî, aborî û ewlekarîyê jî di nava erkên vê birêveberîya demî de ne.

AFPyê 2yê kanûnê hevpeyvînek jî bi hevserokê PYDyê Salih Mislim re weşand ku têde Salih Mislim dibêje, ew naxwazin ji Sûrîyeyê veqetin, lê belê doza mafê birêveberîya xweser dikin: "Kurd doza sîstemeke federal dikin". Balkêş e ku di danasîna vê hevpeyvînê de tê gotin ku Mislim, wê di Konferansa Aştîyê ya der barê Sûrîyeyê ya di kanûna paşîn a 2014an de cihê xwe bigire.

 

 

Libération

Rojnameya Fransî Libération jî bi sernûçeya "Li Amedê kurd û tirk hewl didin pêvajoya aştîyê vejînin" nûçeyek weşand. Rojnameyê di 19ê çirîya paşîn de bal kişand ser serdana Erdoganî ya Amedê û vexwendîyê wî serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzani ya 16ê heman mehê. Nûçe girîngîya ji bo cara pêşî bikaranîna peyva Kurdistanê ji alîyê Erdoganî ve derxist pêş. Peyvên Erdoganî ên wekî "Kurd û tirk divê êdî hevdûdin neêşînin û ewê êdî hevdûdin neêşînin. Girtîgeh wê vala bibin, xelk wê ji çîyayan dakevin" di nûçeya têkildar de derdikevin pêş. Ji bo nûçe-analîza ku mohra Ragip Duran li bin e, kêmasîya herî mezin a vî dîmenî nebûna BDPyê bû û dibêje ku ev hewldana AKPyê bû ku nîşan bide BDP ne partîya yekane ye û ne bivênevê ye. Li hemberî vê daxuyanîya Serokê PKKyê Öcalan a wekî "me ji bo aştîyê çi divîya ew kir, lê belê hikûmetê yek gav bi tenê jî neavêt ji bo ku mafê me qebûl bike" encama vê şîroveyê pêk tîne.

 

 

Die Tagesspiegel

Qedexeya ku ev bîst sal e PKK û gelek komeleyên kurd dikevin ber a li Almanyayê bi sernûçeya "Ji seranserê Almanyayê kurd qedexekirina PKKyê protesto dikin" bûye mijara rojnameya alman Die Tagesspiegelê. Nûçe balê dikşîne xwepêşandana bi hezaran kesî ya roja 16ê çirîya paşîn li Berlînê ku doza betalkirina qedexeya li dijî PKKyê dikin. Nûçe, ji bilî mijarê balê dikşîne ser hevdîtinên di navbera Tirkîye û PKKyê de ji bo aştîyeke mihtemel û bi bîr dixe ku PKK li Tirkîye, Yekîtîya Ewropayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser lîsteyên rêxistinên terorîst hatîye bicihkirin.