Ji dîktatorîya eskerî ber bi dîktatorîya dînî ve?

Translator

Ji serokdewlet Muhammed Morsî hat ku artêşê marjînal bike. Lê belê divê ew bi mixalefetên din re jî û bi wê reddê re ku Birayên Misilman di nava beşeke civakê de dibin sedem rûbirû bibe.


Birayên Misilman kî ne? "Komeke biçûk a ji rêya rast derketî ne". Şoreşa li Misirê? "Bêyî piştgirîya Îranê ew ê nikarîbûya pêk bihata û destpêka lihevkirinên nû yên Sykes Picotê ye." (1) Hilbijartina birêz Mihemed Morsî? "Mixabin ew tercîh kirine." Weke gelek wezîfedarên fermî yên herêma erebî, general Dahi Khalfan Al-Tamin jî ku birêveberê polîsê Dubayîyê ye, bi rêya Twitterê radigihîne: "Eger Birayên Misilman hewl bidin ewlekarîya Kendavê bixin tehlûkeyê, ew ê di nava xwîna birije de bixeniqin."

"Artêş bi tenê pilingekî ji kaxezê bû": ev peyv li ser rêyên Qahîrê bi ser ket

Tevahîya havîna sala 2012ê, "polîsê sereke" yê Dubayîyê êrîşên li dijî Birayên Misilman qat bi qat zêde kirin û navê "rêxistina gunehbar ku dawîya wê nêzik e" lê kiribû (2), wî peşnîyaza desteserkirina pereyên rêxistinê û qutkirina fînansmanên wê kiribû. Desthilatdarîya Mîrîtîyên Ereb yên Yekbûyî – ku Dubayî beşek jê ye – nêzîkî şêst endamên Birayên Misilman dadgeh kirin, bi sedema ku komployekê li dijî rejîmê digerînin û bi vî rengî dilê general Dahi Khalfan Al-Tamin nehiştin.

Rojnameya El-Şerq El-Ewset milkê malbata Mîrê warisê text yê Suûdî yê bi navê Salman e. Tevî ku ev rojname li rojava gelekî navdar e, asta serbixwebûna wê li hemberî sîyaseta Erebîstanê biqasî ku tunebe ye. (3) Roja piştî mêrasîma sondxwarinê ya Morsî, 30ê hezîrana 2012ê serredaktorê wî Abdul Rahman Al-Rashid behsa gumanên xwe dikir – ango behsa gumanên malbata El-Suûd dikir (4). Gelo wê serok dewletê nû yê Misirê bi rastî li dijî terorîzm û El-Qaîdeyê têbikoşa? Gelo wê rola navbênkarîyê ku serokdewletê kevn Husnî Mubarek di mijara Filîstînê de pê rabûbû bigire ser milê xwe û bidomîne? Tevî ku ew li hember destwerdana li welatên xerîb radibû, gelo wê bi rastî piştgirîya mixalefeta Sûrîyeyê bike? Gelo wê alîyê Qral Abdullahê II. bigire li hemberî protestoyên ji alîyê baskê urdunî yê Birayên Misilman ve birêvebirî? (5) "Tevî ku Îran demeke dirêj hevkarê saxlem ê Birayên Misilman bû jî, gelo wê serokdewletê misirî bi hênceta ku welatên Kendavê jî heman tiştî dikin, têkilîyên dîplomatîk ji nû ve deyne bi Tehranê re? Gelo wê li hemberî zêdebûna çalakîyên îdeolojîk û dînî yên Îranê ji dema dawînanîna li desthilatdarîya Mubarek û vir ve bêdeng bimîne, desteka ku Tehran dide komên herêmî yên dixwazin şîîtîyê li Misirê belav bikin vê yekê piştrast dikin? Jixwe El-Ezharê [rêxistina sereke ya îslama sunî li Qahîreyê] li ser vê têsîrê ku mumkun e li Misirê şerekî mezhebî pêk bîne, hişyar kir. »

Çend hefte bi şûn ve, meha îlonê heman rojnamevanî daxwaza Qahîreyê ya tevlikirina Tehranê - ligel Rîyad û Enqereyê - di nava komeke ji çar dewletan pêktê ya bi çareserkirina krîza Sûrîyeyê hatî wezîfedarkirin, şermezar dikir. (6) Wextê wezîrê karên derve yê suûdî di 17ê îlonê de civîneke vê rêxistinê boykot kir, vê yekê tukes ecêbmayî nehişt.

Destûra bingehîn a nû, referandûm, parlemana nû... Avahîsazîyeke mezin pêk tê

Delîlên bawerîpêneanînê bi vî rengî û gelekên din ku di çapemenîya Kendavê de hatin dîtin, li Rojavayê zêde bal nekişandin ser xwe, belkî ji ber ku ew bi fikra hevpar a qebûlkirî li hev nakin: fikra hevgirtineke mezin ya îslama sunî ku tê de mîrên Kendavê û tevgerên îslamî dibin yek ji bo ku sîstemeke dînî ya hişk û şerîetê ferz bikin. Weke ku nêrîna muhafazekar a îslamê dikarî berjewendîyên sîyasî, rikberîyên dîplomatîk, cudatîyên neteweyî û nelihevkirinên stratejîk ji holê rake.

Hin bûyerên dîrokî vê xeyal û fantazmê piştrast dikin, her çend sedema wan ji dînî zêdetir sîyasî be jî. Di salên 1950 û 1960î de, bi milyonan kadroyên Birayên Misilman ku li Misirê, li Sûrîyeyê, li Cezayirê yan jî li Iraqê zilm û zor li wan bûbû, koçberî Kendavê bûn, nexasim li Erebîstana Suûdî. Weke ku entellektuelekî misirî yê nêzî Birayên Misilman bi bîr dixe, "Seferberîyeke ciddî nebû. Wê demê, rêxistin hatibû parçekirin û xwedî birêveberîyeke baş hatî amadekirin nebû. Rast e ku mîlîtanên li Erebîstana Suûdî bi cîh bûyî bi hezaran kadro dan vî welatî. Ew di şerê li dijî neteweperstîya ereb de bi têsîr bûn, nexasim li dijî ya serokdewletê misirî Cemal Abdel Nasir û li dijî çepê jî bi kêr hatin".

Dagirkirina Afganîstanê ji alîyê Sovyetê ve, di kanûna 1980yî de, bû sedema yekitîya welatan ji bo têkoşîna hevpar li dijî komunîzmê. (7) Wê demê Birayên Misilman, ku ji alîyê tevgerên îslamîst ve hatibûn seferberkirin zêde deng dernexistin û bi tenê alîkarîya insanî dan Afganîstanê (8). Bi hezaran kesên ji dil tevlîbûyî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Central Intelligence Agency (CIA) piştgirîya wan dikir û qralîyetên petrolê ew fînanse dikirin, çûn Afganîstanê da ku li dijî Arteşa Sor şer bikin. El-Qaîde wê ji vê serferberbûna "şervanên azadîyê" yên afganî bihata avavakirin.

Gelo "bihara erebî" gava sêyem a vê yekbûna pîroz e? Ev fikra cazib rastîyên nazik li paş dihêle, yên di dema piştî şerê sar de çêbûyî yên weke qutbûna Birayên Misilman ji qralîyeta suûdî di destpêkê salên 1990î de di dema dagirkirina Kuweytê de. Ji sala 2002ê û vir ve , wezîrê karên hundir yê Sûrîyeyê ku xwedî hêz e, mîr Nayef, di rojnameyekê de ku li vê mîrîtîyê tê çapkirin nerazîbûna xwe ji rêxistinê bi hûrgilî tîne ziman: (9) "Birayên Misilman sedema piranîya pirsgirêkên cîhana erebî ne û gelek zirar dane Erebîstana Suûdî. Me zêde destek da vê tevgerê û me ew cîhana erebî xira kir."

Mîr bi bîr dixist ku wî di dema krîza Kendavê ya 1990-1991ê de heyetek qebûl kiribû û di wê heyetê de Reşîd Xannûşî (îro serokê Ennahdayê ye) yê tûnisî, Hesen El-Tûrabî yê sûdanî, Abdul Mecîd El-Zindanî yê yemenî û Necmettin Erbakan ê tirk hebûn. Tevahîya endamên heyetê endamên tevgera Birayên Misilman bûn. "Me ji wan pirsî: ‘gelo hûn dagirkirina Kuweytê qebûl dikin’ Wan jî bersiv da ku ew li hêvîya bihîstina fikra me ne. Lê piştre ew çûn Iraqê û dan zanîn ku piştgirîya dagirkirina Kuweytê dikin, vê yekê em ecêbmayî hiştin."

Lê mîr hewl dida sedema din ya hêrsa xwe ya ku mîrên din yên herêmê jî hîs dikin veşêre: bicîhbûna Birayên Misilman di nava civakên Kendavê de û tevlîbûna wan a li çalakîyên nerazîbûnê yên ji dema şerê Kuweytê û vir ve li qralîyetê diqewimin. Lewra nêrîna sîyasî ya Birayên Misilman li ser dewleteke îslamî – belê ew jî doza dewleteke îslamî dikin lê ew dixwazin wê li ser bingeha hilbijartinan ava bikin - ne weke fikra dewleta îslamî ya qralîyetê ye, ku xwe dispêre dilsozîya bêqusûr bi malbata qralîyetê ya suûdî. Jixwe malbata qraltîyê tercîh kir fînansmanê bide tevgerên selefîst ku dilê wê rihet dike bi redkirina ketina nav sîyasetê û bi banga ji bo destekdana deshilatdarîya bi cîh bûyî, ew desthilatdarî çi bibe bila bibe - weke banga destekkirina Mubarek ku yek ji malbatên qraltîyê ye.

Qutbûna di navbera Rîyad û Birayên Misilman de sala 2000î hê kûrtir bû, bi beşdarbûna Birayên Mislimanan li "xeta berxwedanê" ya li hemberî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Ȋsraîlê, ew bi saya Hemasa fîlîstînî tevlî vê helwestê bûn û li gel Ȋran, Sûrîye û Hîzbullahê tevgerîyan.

Û piştre şoreşên ereb rola heryekî ji nû ve dîyar kir. Erebîstana Suûdî û Mîrîtîyên Ereb yên Yekbûyî li hemberî wan radibin. Li gorî wan biserketina tecrûbeyên Birayên Misilman li Misirê yan jî li Tûnisê mizginîyek nîne, xebereke qet nebaş e. Birêveberên wehabî, ku têkîlîyên gelek baş bi Mubarek re danîn û ku derîyên xwe lê vekirin ji kevne serokdewlet Zîn El-Abidîn Bin Elî re piştî reva wî - ew reddikin wî vegerînin welatê wî tevî ku desthilatdarîya nû ya Tûnisî dixwaze jî - ew Birayên Misilman gunehbar dikin bi dev ji wan berdana û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gunehbar dikin bi bitenêhiştina wan. Qraltî bû navenda helwesta li dijî şoreşê û wê serhildana Bahreynê ya adara 2011ê tepisand. Li hemberî pêla nerazîbûnê ya li Urdunê ku Birayên Misilman bi awayekî çalak tevlî bûbûn, Rîyad pişta qral Abdullahê II. digire (10)

Tevî vê yekê, yekem serdana Morsî li derveyî welêt – weke serokwezîrê Tûnisê Hamad Jebali ku endamê Ennahdaê ye - di 11ê hezîrana 2012ê de li Erebîstana Suûdî bû. Sedema vê serdanê ne hevgirtina "îslamî" bû, lê belê li ser navê reel-sîyasetê pêk hatibû ku di têkîlîyên navneteweyî de serdest e. Pereyên Rîyadê ji Misirê re gelekî pêwîst in – wê 1.5 mîlyar dolar bidest xistin û soza 2.5 mîlyarên din jî stand. (11) Li alîyê din jî, zêdetirî 1.5 mîlyon welatîyên wê li qralîyetê dişuxilin û pereyan dişînin ji malbatên xwe re, ev pere têrî lihevderketina mesrefên welêt dike. Herçî Erebîstana Suûdî ye, tedbîrên ku digire çi dibin bila bin, ew nikare xwe ji welatê herî girîng yê Rojhilatê Nêzîk qut bike.

Dîplomatekî misirî wisa rave dike "Serdana Morsî tevahîya pirsgirêkan çareser nekirin". Ango tu tişt çareser nekir. Gelek mijarên alozîyê hê dimînin, weke muameleya bi misirîyên li qraltîyê re, yan jî weke pirsa divê çi ji pererazandinên suûdî li Misirê were kirin. Di nîsana 2012ê de, piştî xwepêşandanên ku binçavkirina Ahmed Al-Gizawy li qraltîyê şermezar dikirin, ew parêzerek bû ku dihat gunehbar kirin "pê re narkotîk hebû" , qraltîyê xwest ku sefîrê xwe yê li Qahîrê vegerîne welêt. Di tebaxa 2012ê de, Essam El-Iryan, yek ji birêveberên sereke yên Birayên Misilman (ew belkî siberojê bibe serokê Partîya Azadî û Edaletê ku Birayên Misilman ew ava kirin, li benda 19ê çirîya pêşin bin) ku bû şêwirmendê serokdewlet, li ser hesabê xwe yê Twitterê ji Sefareta suûdî dixwest ku "li ser sûc, biryara dadgehê û şert û mercên binçavkirina xanim Nagla Wafayê zêdetir agahîyan bidin." Xanima navbirî welatîyeke misirî ye ku ji sala 2009ê û vir ve ji ber lihevnekirineke aborî ya bi mîrekî re, girtî ye, cezaya pênc sal heps û pênc sed derbên qamçîyan lê hatibû birîn. (12)


 

Farhad Hached

Sendîkavanê tûnisî ye, 14ê sibata 1914ê ji dayik bûye, Farhad Hachet damezrênerê Yekîtîya Giştî ya Karkerên Tûnisî (UGTT) bû, sala 1946ê. Ew ji rêxistina Konfederasyona Giştî ya Kar (CGT) vediqete, lewra ev rêxistin bersivê nade daxwazên karkerên kolonîyan. UGTT bi rêya grev û xwepêşandanan, nexasim jî sala 1952yê, piştî girtina Habîb Bourguîba – serokkomarê Tûnisê yê siberojê – û ragihandina rewşa awarte, wê veguherîya hêmaneke çalak a ji bo serxwebûna neteweyî. UGTTyê wê yekser hevsarê şerê sîyasî bigirta destê xwe. Hached 5ê kanûna 1952yê ji alîyê sîxurên fransî ve hat kuştin. Ew ê bibûya mohreke jêneçe li ser UGTTyê bi têkelkirina şer û têkoşînên civakî, neteweyî û sîyasî.

Pêş-agahîdêrên înternetê

"Mînakên wan lihevçêkirinan gelek in ku li cîhana erebî û deverên din afirênerîya bikarhêneran piştrast dikin, belê ji vê û wêde kapasîteya wan a pir mezin a di demeke pir kin de "qebûlkirina" daneyên nûker ên teknîk jî piştrast dikin; çawa ku mînaka karkerên koçber ên ku di nîvê duyem ê salên 1990î de li bakurê Derya Spî diçûn înternet kafeyan da ku bi malbatên xwe re bidin û bistînin, ji bo vê jî protokolên pêşî yên telefonvanîya IPyê – ev amûreke elektronîk bû ku bikarhênerên welatên pîşesazîya xwe temam kirî wê pirr paşê pê bihisîyana, nexasim jî bi Skypeê… - bi kar dianîn. Ev rehetîya mirovan matmayî dihêle ya asîmîlasyon û adaptasyonê ya karkeran e ku para bêhtir nexwende ne û dibe ku ew bi xwe yan jî birayên wan ên ciwan tevlî serhildanên ereb ên sala 2011ê bûbin.

(Yves Gonzalez-Quijano, Arabités numériques / Erebîtîya Dîjîtal, Sindbad, Parîs, 2012.)

"Orîyentalkirina şoreşa misirî "

Di gotareke li ser malpera Jadaliyya de weşandî, Rabab El-Mahdi nêrîna li şoreşa misirî ya ku gelek sazîyên çapemenîyê yên rojavayî weke şoreşa ji alîyê "mirovên weke me ve", birêvebirî nîşan dan, radixe ber çavan û lê eşkere dike, ev sazî wekî din dibêjin "Misirîyên çîna navîn ên temenê wan di bin 30 salan de. Yên ku gelek ji wan xwedî girêdanek û yan jî gelek girêdanên bi rojava re ne" şoreş bi rê ve birine. Li gorî British Broadcasting Companyê (BBC), Gene Sharp, nivîskarê From Dictatorship to Democracy / Ji Dîtatorîyê ber bi Demokrasîyê ve (Albert Einstein Institution, East Boston, Massachusetts, 1994), "zilamê li pişt hilweşandina hikûmeta misirî" ye. Dîsa jî El-Mahdi rave dike ku piranîya kesên tevlî serhildanê bûne qet tiştek der barê Sharp de nebihîstine; ew ji çînên jêr ên civakê ne û dijminê bandor û hebûna rojavayî ya li welatê xwe ne.

("Orientalising the Egyptian Uprising / Oriyentalkirina Serhildana Misirî", 11ê Nîsana 2011ê, www.jadaliyya.com)

Mijara pererazandinên qraltîyê li Misirê alozîyê mezin dike. Hezîrana 2011ê, nivîseke ragihandinê ya mîrê pir dewlemend ê bi navê Walid Bin Talal dide zanîn ku wî ji çar paran sisîyê sed hezar donum erdên bi saya sîstema bertîlxwarîyê ku di dema serokdewlet Mubarek de serdest bû bi erzanî kirîbû "dide gelê Misirê". (13) Bi vî awayî wî xwe ji pirsgirêkên bi hiqûqa misirî re derketin holê xilas dikir. Tevî ku Qahîre û Rîyad hewl didin alozîyên ku ew dibin sedem aş bikin, dadgeha misirî lêkolînên din jî dan dest pê kirin ku berjewendîyên suûdî dixin ber lêpirsîne û buroyeke taybet di wezareta pererazandinê ya misirî de bi armanca çareserkirina lihevnekirinên bi Erebîstanê re hat vekirin. (14)

Rîyad herwiha acîz dibe ji vegera Qahîrê a ser dika dîplomasîyê, belê di dehsala bihurî de Misir paşve ma bû, ew pir caran li dûv qraltîya wehabî, bi awayekî giran dimeşîya. Serdana Morsî ya ber bi Çînê ve ku berî hertiştî pêkhat - ev jî îşareta bi dawîhatina li dema danûstandinên bi tenê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re dike - û piştre çûyîna wî ya Îranê gumanên Rîyadê piştrast kirin. Çûyîna wî a Tehranê kir ku razîbûna raya giştî ya misirî bi dest bixe, ji ber ku wî serê xwe li hemberî zextên Amerîkayê netewand misirî pê serfiraz bûn. Jixwe raya giştî ya misirî herwiha guh nade axaftinên birêveberên Kendavê yên li dijî Ȋranê û li dijî şîîyan. Lê belê da ku hêrsa Erebîstanê raneke, birêz Morsî neçar ma lîstîkeke pir zehmet bilîze: ew bi tenê çend saetan li paytexta Ȋranê ma, wî weke ku hatibû plankirin nekir û hevdîtina bi Rêberê Şoreşê re pêk neanî û red kir ku behsa ji nû ve destpêkirina têkîlîyên dîplomatîk ên dualî bike. Piştî bibîranîna Cemal Abdel Nasir – şaşîyeke mezin e wextê mirov pê zanibe ku di salên 1950 û 1960î de kenve reîsê Birayên Misilman bi awayekî hov tepisandibûn - axaftina Morsî li ser Sûrîyeyê hişk bû û banga dûrxistina ji desthilatdarîyê ya Beşar el-Esad kir, tevî ku wî mudaxaleyeke ji derve ku Erebîstana Suûdî doza wê dikir, red dikir jî.

Herçî Xannûşî, birêveberê tunisî yê Ennahdayê ye, ew demeke dirêj li Londrayê ma; di dema dirêj a li derveyî welêt derbasbûyî de wî ev bajar tercîh dikir û ne Rîyad. Di dema hatina wî ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya qanûna 2011ê de, wî da zanîn ku "bihara erebî" wê dawîyê li mîrîtîyên Kendavê bîne; bersiva bi henekî ya vê peşdîtinê di rojnameya suûdî ya bi navê El-Rîyad hat nivisîn, (15) têde pirsa gelo ev pêşdîtîn behsa mîrîtîya Qetarê jî dike, dihat kirin, Qetar piştgirekî girîng e ji bo Ennahdayê.

Lewra têkîlîyên di navbera Qetarê - ku weke Erebîstana Suûdî xwe endamê wehabîzmê dihesibîne, (wehabîzm dîtinek e ku birêkûpêkbûna jîyanê li gorî qaîdeyên Îslamê dixwaze), xwe li Kendava ereb ferz kir – û Birayên Misilman de saxlem in. Tevî ku ne xwedî artêşekê ye, ne jî xwedî dîplomatan e, ne jî xwedî têra xwe sîxuran e da ku karibe bi roleke çalak ya herêmî rabe, Mîritîya Qetarê difikire ku dikare bi rêya mezheba Birayên Misilman sîyaseta xwe bimeşîne. Rezervên wê yên dolarên bê fon yekane avantaja wê pêk tînin. Ji mîrîtîya Qetarê hat ku ji salên 1970ê ve Yûsif El-Qaradawî yê li ser erdê xwe, bi kar bîne. Bi saya bernameya xwe ya bi navê "şerîet û jîyan" li ser kanala televîzîyona qatarî Al-Jazirayê, Yûsif El-Qaradawî bû yek ji waizên herî navdar ê herêmê. Birayên Misilman El-Qaradawî yê ku berê endamê tevgerê bû, weke referanseke dînî dibînin – ew herçend xweserîya xwe biparêze jî û pirr caran sekterbûna baskê misirî ya tevgerê rexne kiribe jî.


 

Bi hejmaran misilman

Zanyarîyên ku tên dayîn timî misoger û esseh nînin, lê belê hejmara misilmanan li seranserê dinyayê 1.5 milyar tê qebûlkirin (ango % 22yê nufûsa dinyayê). Misilman serê pêşî li pêncî û heft welatên endamê Rêxistina Hevkarîya Îslamî ne (RHÎ) li van welatan misilman piranîyê pêk tînin – ji bilî kêm îstîsnayan. Dewletên misilman ên nufûsa wan herî zêde Îndonezya (200 milyon misilman), Pakîstan (174 milyon), Bengladeş (145 milyon) û Hindistan (ew li vî welatî hindikahîyek in ku hejmara wan 160 milyon e) in. Dewleta ereb a ku herî zêde misilman lê hene Misir (78 milyon) e. Li deverên din ew di rewşa hindikahîyan de ne weke li Peravên Diranê Fîlan (% 36ê nufûsê), li Rûsyayê (% 12ê nufûsê), li Montenegroyê (% 17ê nufûsê), li Fransayê (% 5ê nufûsê).

Wahabîtî

Sala 1744ê Muhammed Ibn Saûd, mîrekî herêmî yê ji Necdê –herêmeke li nîvgirava erebî – bi reformatorekî misilman ê bi navê Muhammed Ibn Abdel Wahab re hevgirtinek mohr kir, bi gotinên oriyentalîstê fransî Henri Laoust ji bo ku "bi zora sîlehan jî be, gotina Xwedê" bi ser bixe. Piştî du hewldanên kurt ên sedsala 19ê, endamekî malbata Saûd ê bi navê Abdel Azîz sala 1901ê bajarê Rîyadê bi dest xist. Wî dê beşeke mezin a nîvgiravê fetih bikira ku di navê de bajarên pîroz Meke û Medîne jî hene. Qraltîya Suûdî ya bi vî rengî damezrandî wê doktrîna Ibn Abdel Wahab biparêze: şîroveyeke Îslamê ya hişk a xwe disipêre yekîtîya Xwedê, redkirina nûkerîyê û redkirina şefaetan. Qraltîyê wê ev nêrîna li Îslamê îxracî seranserê cîhana misilman bikira, nexasim piştî sala 1973yê ku hatinên ji petrolê yên qraltîyê pir zêde bûn û destûr dan welêt sazîyan li seranserê cîhana misilman fînanse bike û dema ev jî dikir xwe disipart "îxrackirina" bi hezaran waizî.

Qetar

Emîrtîyeke piçûk a Kendavê ye ku li ser 11 400 kîlometro kareyan ava ye û hejmara şênîyên wê 1.3 milyon e, ji van jî bi zorê % 25 xwecih in. Berê di bin wesayeta brîtanî de bû û sala 1971ê serxwebûna xwe bi dest xist. 27ê hezîrana 1995ê darbeyeke eskerî mire warisê text Hamad Ibn Xelîfe yê ku bavê xwe ji text xist, kire melik. Mîrtî yekê ji baregehên sereke yên amerîkî li herêmê dihewîne. Hêza wê bi xêra rezervên wê yên harîqulade yên gaza xwezayî heye ku destûrê didinê petro-kîmyaya xwe bi pêş bixe, Kupaya Cîhanê ya Futbolê ya sala 2022yê bikire û bi awayekî gelekî zêde pereyan razîne li derveyî welêt, ji Lagardère heta bi EADS û Volkswagenê. Doha cihê kanala televizyonê Al-Jazirayê ye, desthilatdarî vê kanalî ji serî heta binî fînanse dike.

Ji bo ku mirovan qaneh bikin êdî ji bo Birayên Misilman têrê nake ku bi tenê bibêjin "Îslam çareserî ye"

Piştî nêzîkbûneke demdirêj bi Hizbullahê, Sûrîye û Ȋranê re – tevî ku têkilîyên saxlem bi Dewletên Yekbûyî re diparastin – Qetarê ji dema bihara ereb û vir ve tercîh kir ku xwe bispêre serketina Birayên Misilman. El Cezîre, kanaleke bi tevahî ji alîyê mîrîtîyê ve tê fînanse kirin, gelek temaşevanên xwe û çend rojnamevanên xwe ji dest dan; nexasim li Misirê û carinan li Tûnisê jî ew bi tenê bû dengê Birayên Misilman. Çûyîna mîrê Qetarê li Qahîreyê, di tebaxa 2012ê de di dema Remezanê de û pererazandina wî ya 2 milyar dolarî li Bankaya Navendî ya Misirî ji bo alîkarîya çareserkirina pirsgirêkên welêt, hevkarîya herdû welatan piştrast dike.

Lê gelo mirov dikare behsa hevgirtineke stratejîk bike? Alozîyên nû yên di navbera Ennahda û Qetarê de derketî holê yên li ser kapasîteya tevgerê di pêkanîna îstîqrara welêt de dibe sedema gumanan û fikra hevgirtineke stratejîk pûç dike.

Berevajîyê fikra general De Gaulle, ku bi fikrên zelal ber bi "rojhilata tevlihev" ve diçû, ev herêma cîhanê ne sirr e, mirov dikare bi heman konseptên sîyasî ku di tevahîya cîhanê de rewa ne, analîza wê bike. Lê divê mirov qebûl bike wan di pratîkê de bi kar bîne. Bi vî rengî hemû baskên Birayên Misilman fermanên birêveberekî qaçax ê li Mekeyê veşartî ku qaîdeyên ji dogmayên îslamê îlhama xwe girtî dixwîne, bi cîh nayînin: stratejîya ku ew taqîp dikin li gorî berjewendîyên neteweyî yên her yekî ji wan xwe eyar dike, weke ku sîyaseta birêz Morsî li hember Ȋsraîlê yan jî Xezzayê nîşan dide, ev yek jî bû sedema xeyalşikestineke di nava Hemasê de.

Selefîst xwe li vê tabloyê zêde dikin- ketina wan a nava sîyasetê li Misir û li Tûnisê tê maneya ku wê tevgerên ku selefîst timî red dikirin, armancên nû bidin ber xwe; (16) weke nêzîkbûna Qetarê bi Erebîstana Suûdî re, mîrîtî her çend gumanan ji welatê cîran bike jî; yan jî weke pirsgirêka tehlûkeyên li ser qraltîya urdunî hene – ew êdî red dike alîkarîyê bide serhildêrên Sûrî bi Qetarê re organîze bike, lewra guman tên kirin ku Qetar îmtîyazan dide Birayên Misilman. Ev mesele zehmetîya sîyasetkirina li herêma misilman nîşan didin ji bo yên ku difikirin dikarin xwe bi tenê bisipêrin Quranê (dînê hevpar).

(1) Di encama van lihevkirinan de ku di dema Şerê Cîhanê yên Duyem de bi awayekî veşartî di navbera Fransa û Inglîstanê de hatin mohrkirin, Rojhilatê Navîn hat parçekirin û di navbera herdû hêzan de hat parvekirin

(2) Ji bilî berhemên din jêdera li jêr bixwîne: "Dubai police chief warns of Muslim Brotherhood, Iran threat" (Serokê polîsê Dubaîyê der barê Birayên Misilman, tehlûkeya Ȋranê de hişyar dike), Egypt Independent, Qahîre, 26ê hezîrana 2012; malpera Al-Sharq, Doha, 6ê îlona 2012ê; Al-Arabîya TV, Dubaî, 9ê îlona 2012ê.

(3) Mohammed El Oifi, "Voyage au cœur des quotidiens arabes" (Ger û geşta li nav rojnameyên erebî) , Le Monde diplomatique, kanûna 2008ê.

(4) Abdul Rahman Al-Rashed, "What will Mursi do?" (Wê Mursî çi bike?) , Al-Shark Al-Awsat, London, 2yê hezîrana 2012ê, www.asharq-e.com

(5) Hana Jaber, "Vers un printemps jordanien?" (Ber bi bihareke urdunî ve?), Le Monde diplomatique, tebaxa 2012yê.

(6) Al-Chark Al-Awsat, 19ê îlona 2012ê, di nava Mideast Mirror de behsa wê hat kirin , London, 19ê îlona 2012ê.

(7) Christian Parenti, "Retour sur l’expérience communiste en Afghanistan" (Vegera li tecrûbeya komunîst li Afganistanê), Le Monde diplomatique, tebaxa 2012ê.

(8) Stéphane Lacroix, "Osama bin Laden and the Saudi Muslim Brotherhood" (

Usama bin Laden û Birayên Misilman ên suûdî), Foreign Policy, 3 çirîya paşîna 2012ê.

(9) Ingilîziya metnê li ser malpera rojnameyeke heftane ya fermî ya suûdî li ser înternetê bi înglîzî hat wergerandin, Ain-Al-Yaqeen, 6ê kanûna 2002yê: http://www.ainalyaqeen.com/issues/20021206/index.htm

(10) Hana Jaber, "Vers un printemps jordanien?" (Ber bi bihareke urdunî ve?), Le Monde diplomatique, tebaxa 2012ê.

(11) Ahram Online, 19ê îlona 2012ê.

(12) Al Watan, Qahîre, 2yê îlona 2012ê.

(13) Reuters, 11ê hezîrana 2011ê. Bixwîne Alain Gresh, "L’Egypte en révolutione"

(Misir di nava şoreşê de), Le Monde diplomatique, tîrmeha 2011ê.

(14) "Saudi-Egyptian ties get big boost" (Têkîlîyên Suûdî-Misirî gelekî mezin dibin), Arab News, Cidde, 14ê îlona 2012ê; "Through special office, government to protect Saudi investors" (Bi saya buroyeke taybet, wê hikûmet pererazandinêrên suûdî biparêze), AlMasry AlYoum, Qahîre, 4ê îlona 2012ê.

(15) "Ghannouchi crée la polémique en Arabie saoudite" (Xannûşî polemîkê dike li Erebîstana suûdî), BusinessNews.com, Tûnis, 15ê kanûna 2011ê.

(16) Parçebûna partîya Nûr ku niha pêk tê, Li Misirê ew partîya mezintirîn ya selefîst e, nîşana zehmetîyên ku partî pêre rûbirû ye di wexta ketina wê ya nav sîyasetê de û herwiha nîşana zehmetîyê ye di dîyarkirina fikreke sîyasî ya "selefîst" a bi îstîqrar de.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya