Ji evîn û ji tozê

PIRTÛK
Translator

Nivîskar: Ernest J. Gaines
Wergera ji amerîkî: Michelle Herpe-Voslinsky
Weşanxane: Liana Levi, coll. « piccolo », Paris, 2010, 256 rûpel 9 euros.

Louisiane. Di nava zeviyeke bejayî, hişk û zuha de, mirovên reş bi kedkarî dixebitin. Di ser wan re, mirovên sipî, hukumdarê herêmê tenê emir û fermanên xwe dibarînin. Lê hatina mirovekî, mirovekî bi tenê, Markus, her tişt dikare buguherîne. Cîhana ku em tê de dijîn, îro li ber serûbinbûnê ye. Mêzîna sîstema kevin xirab bûye. Tirs û fikar bersivên xwe dibînin.

Jim Kelly hem tiştên bi xwe dîtine ji me re dibêje, hem jî tiştên ku kesên din dîtine ji mê re dibêje. Ji ber ku Markus dema ku di berdêla heft û heyşt sal xebateke dijwar de ji aliyê axayê herêmê Marshall Hebert ve ji girtîgehê tê derxistin, êmanetê Jim – xebatkarekî reş yê bê pirsgirêk– tê kirin. Lê belê Marcus ketibû defikê. Ew difikirî ku ewê bi vî awayî çend salên xwe yên zehmet yên li zindanan kêm bike. Lê piştre ji Jîm re wiha dibêje : “Ji bo min, zehmetiyeke ji jiyana min ya îro girantir ne mumkune hebe. Jim, Ez vê gavê li vê derê kole me, ji jiyana koletiyê dijwartir jiyan nîne.”
Ernest J. Gaines bi karekterên pirtûka xwe re, girênekên ku mirovan dipelixînin û mekanîzmaya ku gotin û tevgeran diyar dike, yek bi yek ji hev derdixe: rastiya zehmet, tekiliyên serdestî û desthilaêtdariyê, pêkanîna adet, kevneşopî û kodên civakeke bê mirov, weke fermanên zagonan hatine diyar kirin.

Marcus piştî demekê dilê jina şefê komê Bonbon, ya bi navê Louise berbi xwe ve dikişîne. Jinik jî ji xwe di jiyana xwe ya teng de asê mabû. Lewma fîrar kirin, edî ji bo Markus gelek zehmet bûbû. Markus ji Jîm re dibêje “Niha ez dixwazim em herdu bi hev re ji vê derê birevin, ew jî weke min kole ye li vê derê.” Louise jineke sipî ye, lewma jiyan hinek zehmetir dibe. Meseleyek tozê ye, meseleya mekanizmeyek ku nexweşketibe ji ber hebek dendikê niha jî bûye du heb. Li vê derê evîn kême, ji ber ku herkes ji bo kesekî din, alaveke. Şert û merc wisa ferman dikin. Cîhana mirovxuran, birçî, weke sipîral li dora xwe digere û wenda dibe. Di nava rûpelan de, herkes bûye yan nêçîr yan nêçîrvan, karekterên weke Jim û Marcus, Louise, Bonbon û metresa wî Pauline, Marshall Hebert û hemû kesên di rola duyem de, – xaltika Margaret, rêvebir, û Bishop û hemû kesên din her kes rola xwe ya ku civak li wan ferz kirye dileyîzin. Mirovên Reş û Sipî hemû jî bûne girtiyên şert û mercên xwe. Dema yek çewt dikeve, rêz xirab dibe, hemû civaka wê derê dicirife û hertişt serû bin dibe.

Nivîskar Gaines berê xwe dide hedefê. Ew di rêya herî kin de, bê ku li derdorê bigere diçe nava dilê bûyer û lehengan. Buyer li ser dika rastin diqewumin, hem jî li ber çavan, Bi nivîseke bijarte, elegkirî, û sererast Gaines ti tiştekî bê kontrol bernade. Li seranserê çemê wî ti darekî bê kêr tine. Dema mirov dikeve nava kûrahiya bûyeran ne mumkune mirov bandora hêza nivîsarê hîs neke. Bi aliyê xwe yê modern John Steinbeck, û herwiha Tennessee Williams tîne bîra mirovan. Dîrok mîna ku xwe dubare bike. Encama vê cîrokê mîna ku berî niha jî hatibe nivîsandin.
Dîmenek di seriyan de dimîne: “Lingê wî di ber derî de asê bû, Bishop di pişt wan berçavikên xwe yên stûr de, bi çavên matmayî li min nêrî û got. Ev avahî ji aliyê bapîrên wî ve hat çêkikrin, tev bi keda koleyan. Lingê wê ket ber deriyê vê avahiyê ”

Êdî tirs derbas bû. Jim li ser hersê tevgerên ku li ber çavên wî qewumîbû êdî zelal bû. Li hember Louise û Marcus minetdar bû: «Ez dixwazin ji wan re bibêjim ku wan buhureke nû vekir. Belê ezê ji wan re wisa bibêjim : ewê rê vebikin, kesên din pê bihesin, fem bikin û ewê karibin di şopa wan de biçin”

Ernest J. Gaines jî weke nivîskar rêyeke nû vedike – nivîskarê mezin yê “romana başûr” , di sala 1994’an de bi pirtûka (Ji wan re bibêje ez mirovek im) Dites-leur que je suis un homme xelata National Book Award bi dest xist. (Editions Liana Levi), di sala 2004’an de jî ev berhem bû yek ji pirtûkên ku ji bo namyetê xelata wêjeyî ya Nobelê hat nîşandan.