ji Hewldana Çareseriyê ber bi Şerrê Navxweyî ve

Turkiye û Pirsgirêka Kurdî
Translator

Hewldana Vebûna Kurdî ya ku Hikumetê tebaxa sala çûyî dabû destpêkirin, kiribû ku di pirsgêreka Kurd de hêvî ji nû ve û bi awayekî xurt vejiyana. Ji bo çareseriyê şertên derve û yên hundir guncav dixuyan. DYA’yê plana xwe ya vekişîna ji Iraqê eşkere kiribû. Meşandina vê planê bi awayekî eşkere li Kurdistana Iraqê bi “parastina îstîqrarê” ve girêdayî bû. Ji aliyê îstîqrarê ve, diviya têkiliyên Birêvebiriya Herêma Kurdan ya Iraqê û Turkiye’yê bihatana “normalîze” kirin. Di vî karî de şertê herî girîng ew bû ku PKK êdî nebûya “faktora serêşandinê”. Şerrekî di navbera PKK’yê û Kurdên Iraqê de ne li gora fikra îstiqrarê bû. Ji ber wê, pêdivî bi rêbazeke weha hebû ku PKK’yê û Kurdên İraqê ber bi şerr ve nebe. Di vê rewşê de, teşwîqkirina Turkiyeyê ku pirsgirêka xwe ya Kurd çareser bike, weke rêya herî guncav diyar dibû.

Ji hêla din ve, hilbijartinên herêmî yê 29’ê adara 2009’an, polîtîkaya AKP’yê ya kurdî bi awayekî cîddî hejandibû. Bêtesîrkirina tevgera kurd a siyasî û piştî wê jî “vebûna bikontrol û vebûna sînorkirî” baskê vê polîtîkayê yê herî girîng pêk dianî. Li pişt girrê serokwezîr Erdogan “wergirtina Diyarbekirê” jî ev hesab hebû. Serkeftina ku DTP’yê di hilbijartinê bi dest xistibû, mecbûr kir ev hesab biguherin. Êdî ji aliyê AKP’yê ve jî wexta “tiştên nû” hatibû. “Vebûna Kurdî” di vê çarçovêyê de weke “ceribandinekê” kete dewrê.

Hikumetê serê ewilî xwe dûrî “naveroka pirsgirêkê” digirt û meseleya “rêbaz û şewazê” bi pêş derdixist. Hikumetê di vê zemînê de civîn li dar dixistin û bi hinek derdoran re hevdîditin pêk dianîn. Bûyera herî girîng a qonaxa vebûnê ya destpêkê, hevdîtina Erdogan a bi rêvebirên DTP’ê re bû. Ev gava hikumetê avêt ku demeke dirêj DTP vêder kiribû weke peyameke dilxwaziya diyalogê hate fahmkirin. Di vê qonaxê de digel ku ji derdorên nijadperest û neteweperest reaksiyonên tûnd jî dihatin, hikumetê hewl dida ku nîşan bide ku ew berdewamiya vebûnê de bi biryar e. Lê belê her ku reaksiyon tîr dibûn di nava hikumetê de jî “diyardeyên şewazguherînê” zêde dibûn. Her ku çû, “zimanê ewlekariyê” ku pirsgirêka kurdî di nava çarçoveya “tekoşîna li dijî terorê” de asê dikir, kete nava nava axaftinên berdevkên hikûmetê jî.

Vê rewşê kir ku li derdorên PKK’yê gumanên peyda bibe ku armanca vebûnê tasfîyekirina wan ya bi awayekî fîzîkî û sîyasî ye. Ev guman, ji serî de bi van derdoran re hebû û wan ev tim ji bo ku mirov zû bi zû baweriya xwe bi vebûnê neyne weke sedem bi kar dianî.

A rast, herkesî zanîbû ku qedera vebûnê dê bi nêzîktedayina li hember faktora PKK’yê ve girêdayî bûya. Yanî kilîta vebûnê di nava “pirsgirêka şîddetê” de bû. Dîtina vî tiştî ewqasî ne dijwar bû; heya kilîta ku dawiyê li vê şîddetê bîne neyê dîtin wê ew qufl girtî bimaya.

Hikumetê serê ewilî weha tev gerriya ku mirov digot qey di pirsgirêka bidawîkirina şiddetê de berê xwe dide rêya “beçekkirinê”. Ji bo vê rêbaza ku li gora wê rêxistina çekdar dê tev li pevajoyê bibûya û bihataya qanekirin ku dev ji çekan berdaya jî, ji aliyê hikûmetê ve, jê re amadekariyeke baş lazim bû. Di demeke kin de hat fahmkirin ku di vê meseleyê de bernameyeke hikûmetê ya zelal û projeyeke wê ya ku li ser hatiye xebitîn tuneye. Vê kêmaniyê kir ku hikumet nikaribe sînga xwe bide ber reaksiyonên nijadperest/ neteweperestan yên li dijî “vebûnê”. Welhasil, piştî ku komên ji Qendîl û Maxmûrê derbasî Turkiyeyê bûn û pêşwazîkirina wan bi awayekî girseyî û di lewnê şahiyê de hate lidarxistin û van derdoran bertekeke tûnd û berfireh li dar xist, hikumetê jî biryara xwe ya „polîtîkaya ewlekariyê” da.

Bingehê vê polîtîkayê ew bû ku, bi rêya dîplomasiyê ve dorê li PKK’yê teng bike û bi rêya operasyonên leşkerî ve jî wê mecbûrî radestkirinê bike. Bi vê hêla xwe ve, tu cudahiya wê ji polîtikayên ku dewlet ji serê 25 salan û vir ve dimeşîne tune bû. Ev polîtikaya ku çendîn caran hatiye ceribandin û îflas kiriye, vê carê dê li gel “vebûna demokratîk” bihataya meşandin. Yanî, “vebûn”, dê ji bo ku ev polîtîka bi awayekî rehettir bi rê ve biçûya bihataya bikaranîn.

Lê belê, tecrûbeyên van bîst û pênc salên ku pirsgirêka kurd û pirsgirêka PKK’yê êdî bûne yek têra xwe têra xwe eşkere kiriye ku ji bilî çareseriyeke li ser qanekirina rêxistinê, pêkanîna daxistina ji çiyê gengaz e û encamên rê û rêbazên wekî din jî dê gellekî giran bin. Serkevtina vê rêbaza ku em dikarin wekî “bêçekkirina bi rêya siyasîbûnê” bi nav bikin, bi xurtkirina çerxa demokratîk û azadkirina qada siyasî ve gîrêdayî ye. Bi vî awayî, bingehê wê tê danîn ku rêxistina çekdar bi rêya “bi riya siyasetê ve tasfiye” bibe. Ji ber wê, divê di serî de di mijarên mîna guhertina qanûna partiyên siyasî, bipêşxistina azadiya rêxistinbûyîn û azadiya ramanî de ku bi salan e di rojeva Turkiyeyê de ne û di pêvajoya şewrên bi YE’yê re de jî babetên sereke ne, gavine xurt bihatana avêtin. Lê hikûmetê xwe neda ber. Weke mînak, him reformên dadî ku nehiştaya DTP bihataya girtin nexistin rojeva xwe û him jî bi ser de helwêsteke weha nîşan da ku girtina DTP’yê teşwîq dikir. Girtina DTP’yê û xistina parlementeriya serokê giştî Ahmet Turk û hevseroka berê Aysel Tugluk derbeke giran li siyaseta demokratîk xist. Bûyereke din ku bû sedem ku hikumet rasterast bibe berpirsiyara tengbûyina qada siyasî jî operasyonên KCK’yê bû. Ev operasyonên ku siyasetmedarên kurd tê de hatibûn binçavkirin û polîsan wêneyên wan yên di rewşa “dîlgirtinê” de kişandibûn û belav kiribûn jî bûn sedem ku li van derdoran û bi giştî jî di nava raya Kurdan de hêrseke mezin peyda bibe.

Piştî van rûdanên ku dan xuyakirin ku hikumetê hemû giraniya xwe daye ser hilbijarteka “ewlekariyê û dîplomasiyê”, di nava derdorên PKK’yê de fikra ku mebesta AKP’ê bi “tasfiyekirina bi darê zorê” ye xurttir kir. Ocalan û PKK’yê di hêr kêlîkê bi lêv kiriye ku ew ê bi awayekî tûnd li dijî “planên tasfîyekirinê” derkevin. Ji van daxuyaniyan mirov dikare derxîne û bibêje ku hêviyên Ocalan û PKK’yê li dora van herdu xalan diçin û tên: ji bo Ocalan “warekî rehet” û “ciyekî rêzdar” ; ji bo PKK’yê jî sîyasîbûyin.

Her ku Ocalanî dît hikûmet guh nade van hêviyan, wî jî zimanê xwe li hember AKP’yê tûjtir kir. Ocalanî AKP li hember çareseriyê weke astenga herî mezin dît û ew “dijminê sereke” îlan kir. Êdî, ji hêzxistin/qelskirina AKP’yê û asêkirina hikumetê, bû armanca Ocalan û PKK’yê ya herî girîng. PKK’yê nîşan da ku her ku ew bitengije, ew ê hikûmetê jî bi xwe re têxe nava agirî; ji ber vê, bi çalakiyên kolanan û bi êrîşa Reşadiyeyê ve dabû xuyakirin ku, sazkirina atmosfera “şerrê navxweyî” jî di nav de, ew dikare serî li her rêyê bide. Daxuyaniyên berdevkên PKK’yê yên ku digot ku ew ê çalakiyan ber bi bajarên mezin ve bibin û stratejiya “şerrekî nîvgiran bimeşînin” vê yekê piştrast dike. Girtinên ser Qereqolan ku vê dawiyê pêk hatin, êrîşên Îskenderûn û Stembolê didin xuyakirin ku êdî ev stratejî li dar e.

Weha dixuye ku ev stratejiya PKK’yê dê ji hêla encaman ve, û bi awayekî ji mecbûrî, guherînekê têxe nava polîtîkayên wê. Ocalan û PKK, ji 1999’an û vir ve tim û daîm dibêjin ku wan dev ji doza “welatekî serbixwe” berdaye û êdî ne alîgirên veqetandinê ne. Di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya di 18’ê hezîranê de Ocalanî ev bi van peyvan dubare kir: “Tiştê em dixwazin ne veqetandin e, me gellek caran ev got, em aliyê bihevrebûyineke azad, wekhev û dilxwaz” in. Lê ev çalakî, şertên “bihevrejiyînê” tahrîp dikin. Wekî din jî, di zemîneke weha de ku ev 25 sal in ku vî şerrî bi du hêlan re jî hestên girr û hêrsê ji hev re dane ser hev, derketina “şerrê navxweyî” ne îhtîmaleke zêde dûr e. Weke ku Enzensberg di pirtûka bi navê “Dîmenên Şerrê Navxweyî” de jî dibêje: “Şerrê navxweyî, (…) her dem ji aliyê kêmarekê ve tê destpêkirin; ji sed kesan yek jî wê bixwaze, ev dikare têrê bike ku êdî jiyana bi hev re ya bi awayekî medenî ne gengaz bibe.”

Ji hêla din ve, her ku şerr bidome, tasfîyekirina hêza artêşê a di nava pergala sîyasal de û dezgehên mîna Ergenekonê dijwartir dibe. Ji ber vê, AKP ji dêleva rêbazên “bêçekkirine”ê ku dê şîddetê bi dawî bike, berê xwe bide “polîtîkaya ewlekariyê” ku ji bilî gurkirina asta şîddetê pê ve bi kêrî tiştekî nayê, ew ê hebûna xwe jî têxe xetereyê.

Em ji bîr nekin ku “zemîna hevbeş a hêmû şerrên navxweyî ew e ku cudahiya di nava xerakirin û xwexerakirinê de ji holê rabe”. Serkevtiyên şerrê navxweyî tunene; heta “serkevtina Pirus” jî ne gengaz e. Digel ku li Turkiyeyê şerrê navxweyî ne qeder e jî, vekirina rêya li ber aşitiyê jî ne bi qasî ku tê gotin dijwar e. Ji bo vê, pêdivî hinekî bi dilsoziyê, hinekî bi wêrekiyê û hinekî jî bi şiyanê ve heye.

Çavkanî

Profesorê hiquqê li Universîteya Enqerê