Ji Karakasê bêhtir nêzîkî Parîsê ye

Ji arşîva Le Monde diplomatique
Translator
Di stûnên nivîsên “Le Monde diplomatique”yê de rojnamevan Elena de La Souchère behsa xebatên Konferansa Inter-Amerîkî ya Punta del Este ya li Ûrûgûayê dike. Civîna berîya bi mehekê 14ê nîsanê pêk hatî – ji niha ve – întegrasyona aborî ya dewletên latîn-amerîkî wekî hilgireka herî bi hêz ya pîşesazîbûnê nas dikir.

Kêşeyek, kêşeyeka  bi rastî, şorişek di adetên çalakîyê û fikrê

yên latîn-amerîkîyan de: rojnameya bê qisûr a La Republica ya Karakasê bi kurtî biryarên Punta del Este îfade dike. Û ya rastî têrê dike ku meriv bi latîn-amerîkîyên temenê wan di ser 50 salî re bipeyive ji bo ku xisleta nûker û hema hema sosreta fikra întegrasyonîst bipîve. Li derdora salên 1930î Arjantîn yan jî Ûrûgûaya li hemberî agahîyeka herî piçûk ya ji London û Parîsê bê ewqas  nazik, Meksîka yan jî Venezuela wekî welatên pir dûr û nayên nasîn didîtin, çawa ku fransîyek Moxolîstana dûr îro dibîne. Ya hemberî vê jî rast bû, bi cihêtîya ku meksîkîyan yan jî Venezuelayîyan berê xwe nedida Parîsê lê belê dida New Yorkê. Her dewleta neyekbûyî ya Amerîkaya Latîn sedsala 19an li dû xwe hiştibû bi xeyidîna ji cîranên xwe, lê belê bi jîyaneka sîmbîos ya bi hêzeka mezin ya bîyanî re. Vê helwêstê wekî nakokîyekê kir ku reûresma spanokolonyal bi rengê ku gelek walîtîyên giştî mîkrokozmosên girtî pêk dianîn yên ku di navbera xwe de bi tenê bi rêya qasid û navbêynkarên Sevîlyayê yan jî Cadixê didan û distandin. (...)

 

Pêzanîna rêya neder ya ku pîşesazîya latîn-amerîkî li ser, kir ku ev pîşesazî pisporan teşwîq bike ku ji 1964an û pêve qêrîneka hawarê bidin der û pesnê (...) avakirina çerxên nû yên întegrasyonê bidin. Serokdewlet Eduardo Frei yê ku argumanên wan tesîr lê kirî înîsîyatîf girte destê xwe da ku 6ê kanûna paşîn a sala 1965an ji "çar zaneyên" nexasim kualîfe - Raúl Prebisch, J. A. Mayobre, Felipe Herrera û Carlos Sanz de Santamaría – re nameyekê bişîne, ya ku destpêka pêvajoya bi Konferansa Punta del Este bi encam bû, da destpêkirin.

 

"Herçar zaneyên" ku ji bo hestên xwe bidin zanîn hatin vexwendin, "pêşnîyazên xwe yên ji bo damezrandina bazareka hevpar ya latîn-amerîkî" îfade kirin. Wan got, ew alîgirê bicihkirina çerxeka xweber û gav bi gav ya kêmkirina peymanên kar in, ya hilberandina pîşesazîyê jî di navê de di tevahîya qadan de. Wan herweha şîreta plankirinek û koordînasyoneka bipêşvebirina pîşesazîyê jî kir. (...) "Zana" didin ber xwe ku di tevahîya sektorên kilît – hesin û pola, bafûn, avahîsazî, otomobîl, qaxez, seluloz – dekompleksên mezin û fereh yên pîşesazîyê ava bikin yên ku dê bi serîyên mezin ji bo tevahîya qadê yan jî qet nebe ji bo gelek welatan hilberînin. (...)

 

Danezana 14ê nîsanê hatî mohrkirin encama civîna bilind ne ku bi tenê avakirina karên mezin yên binesazîyê dide ber xwe. Metin pêşnîyaz dike "baldarîyeka taybet bidin bipêşketina pîşesazîyê di çarçoveya întegrasyonê de" û "bicihanîna sîyaseteka pîşesazîyê ya bi hev ve û koordînekirî" pêş dibîne. Lê belê gelo serokdewlet wê ewqas wêrek bin ku tevî zextan hemûyan, bendên gumrikê yên ku di bin wan de pîşesazîyek bi zorê dijî, ji holê rakin?

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê