Ji nivîskar û ji demokrasiyê

Translator

''Me çi bi demokrasiyê kir? Me ew bi çi da guhertin? Wê çi biqewime dema ku me naveroka demokrasiyê vala kir? Ji dema ku me naveroka wê vala kir û bi şûn de wê çi biqewime? Dema ku hemû saziyên wê bi tiştekî xeter ve têkildar bin wê çi biqewime? Wê çi biqewime dema ku demokrasî û aboriya bazarê bi hev re xwe kirin di şûna saziyekê de, ku tenê bandora wê li ser der û dorê nihêrîna ku xwedî armanca zêdekirina sûdê ye? Gelo guhertina vê pêvajoyê guncan e? Tiştekî ku carekê hate guhertin dikare vegere ser rewşa xwe a berê?'' Arundhati Roy di pirtûka xwe ya dawî de van pirsan dike.

Ji deh salan vir ve ev pirtûka çaremîn e ku nivîskar sebaret bi pirsgirêkên welatê xwe dinivîsîne, Hindistan, ku ji aliyê medyaya navneteweyî û her weha siyasetmedarên sereke ve wekî ''demokrasiya herî baş a cîhanê'' dihê nîşankirin û dihê gotin ku di rêya pêşxistin û pêşketinê de ye. Nivîskar gav bi gav, encam bi encam, çarçove bi çarçove dojeha ku ji aliyê neolîberalîzmê ve dihê çêkirin dişopîne -ji ber ku rêbazên veşartina rastiyan ku her roj pêş dikevin. Li vê derê ez bi xwe gotina faşîzma aboriyê bi kar tînim.

Di vê pirtûkê de, sebaret bi êrişên dîrokî yên li dijî azadiyê, bûyer piştî bûyeran û bi alîkariya encamên lêkolinên xwe zelaliyê çêdike (nîşeyên sebaret bi çavkaniyên wê bîst û pênc (25) rûpelan tije dike). Hemû xebata wê bi alîkariya şahid û kesên nêzîkî wan hatiye zelalkirin- di pir aliyan de ew, wekî çîrokbêjê mezin Robert Cappa dinivîsîne û her weha wêneyan jî digire- û, di vê navberê de, bi rêya panorameyekê ew tevahiya bûyeran li asîmanan dineqişîne.

Dîroka van hemû bûyeran, ku di nav de trajediyeke teqandî heye, ji aliyê medyayê û şîrovegerên fermî ve ketiye rewşeke ku nayê fêmkirin. Çend mînak: komkujiya buhara 2002’an, di nava dewleta Gujarat’ê de, mîlyonek musulman, ji aliyê girseyê ve hate lînçkirin, şewitandin û destdirêjî li namûsa wan hat kirin. Ev yek hemû li ber çavên hêzên ewlekariyê pêk hatin. Ji bîst (20) salan vir ve geliyê Cachemire’ê ji aliyê leşkeran ve hatiye dagirkirin. Nîv mîlyon leşkerên hindistanî di vê herêmê de kiryaran pêk tîne, di cihanê de heman herêm bûye herêma herî mîlîtarîst.

Bandora Partiya Bharatiya Janata (BIP) her ku diçe mezintir dibe û derfetên wê firehtir dibin. Ev partiyeke faşîst a hîndû ye û kampanyaya xwe li ser esasa Hindistan’a Hîndû dimeşîne (ku li vî welatî ji sed û pêncî (150) mîlyonî zêdetir musulman hene). Sebaret bi çend pirsgirêkan, nemaze şerê li dewleta Chhattisgarh’ê jî di nav de, Partiya Kongre’yê, ku partiya herî radikal a Nehru ye, niha bi awayekî de fakto hevkarê BJP’ê ye.

Şerê Chhattisgarh’ê, li herêma mezin ku lê daristanek heye û di navenda Hindistan’ê de ye, li dijî gelê Adivasis’ê, ku gelê xwecih e, dimeşe. Binerdê daristana vê herêmê xwedî dewlemendiyeke mezin e, lewre pir fîrma, bi awayekî bêsebr, li bendê ne ku hikûmet heman daristanê ji holê rake; gelê Adivasis, ê ''maoîst'' jî naxwaze rêbazên jiyana xwe xerab bike, ji ber vê yekê ew nahêlin kes nêzîkî axa wan bibe. Hêzên hikûmetê ku xwediyê helîkopter û çekên modern in zêdeyî şeş sed (600) wargeh vala kirin, her weha ew hewlê didin ku eşîretan li dijî hev rabikin. Hîna sê sed hezar (300 000) Adivasis li ber xwe didin, çeka wan tenê ji kemînên daristanan û ji çoyên di destê wan de ne pêk dihê. Şerekî din ê asîmetrîk.

Dîroka van bûyerên cuda, xwe bi mantiqeke ku li her derê dihê dîtin dinivisîne, ew parçeyeke sîstema fîrmayan e ku wekî nîzama nû ya cihanê dihê naskirin. Detay, bi ya parzemînê û her weha bi ya dîroka herêmî diguherin, lê belê şema her tim wekî xwe dimîne. Şemayeke girover.

Ferqa navbera xizan û derdorên dewlemend her ku diçe mezintir dibe. Hemû tengavî û pêşniyarên sebaret bi pergala civakî hatine belawelakirin. Civaka mezaxê di heman demê de hemû pirsan jî bi xwe re dişewitîne. Dema ku mirov hemû kesayetiya xwe wenda dike, her weha wateya nasnameya wan jî, dikeve nava rewşeke ku ji xwe re dijminan diafirîne ku pozîsyona xwe bi ya wan diyar bike. Girêdayînen nasnameyî çi dibe bila bibe, mirov her tim ji xwe re dijminan di nava xizanan de peyda dike. Çembera teng wisa temam dibe.

Li kêleka dewlemendiyê, sîstema aborî jî zêdetir xizaniyê diafirîne, zêdetir malbatên bê cih û war çêdike, her weha ev hemû jî bi xwe re, di warê siyasî de, îdeolojiyên, ku xizanên nû li derveyî hejmara pergala jiyanê dihêlin, diparêze.

Ev çembera nû, ya siyasî û aborî ku cesaretê dide mirovan da ku bikevin nava hewldanên kiryarên tunekirina mirovahiyê, Roy teşwîqê vê xebatê dike. Ew qebûl dike ku rojekê bêje ''Em li ser dîwarên ku di wan de kunên mezin hene û her weha di wan de pencere jî hene binivisînin. Û mirovên ku tenê xwedî pencere nikarin fêm bikin''

Arundhati, şerê bi te re nade rawestandin, lê belê ji me re her weha çîrokên ku te li aliyê wan cih girtin jî tîne ziman, heman çîrokên ku, di dirêjahiya vê şeva dirêj de, te bi wan re rêwîtî kir. Pêwîstiya me bi wan heye.

Wergera ji fransî
Ahmet Dere