Ji nû ve nivîsandina Cezayira duh û îro

Translator

Ev "vegerên li Cezayirê" (1), pêşî vegera nivîskar bi xwe ye: Akram Belkaïd, hevkarê Le Monde diplomatiqueyê, welatê xwe salên 1990î terikand ji ber tehlûkeyên li dijî rojnamevanan û heta sala 2009an venegerîya welatê xwe. Piştre jî ya behsa wê tê kirin vegera qederê sed kesî ye, piranîya wan xwendevanên kovara heftane La Vie ne, yên ku berîya serxwebûnê li Cezayirê dijîyan û sala 2012an nivîskar bi wan re bû dema ku ew vegerîyan dever û warên zaroktîya xwe.

 

Dema ku ew mîrateya giran û bi tehlûke ya şerê navxweyî ya salên 1990î û pêre jî birêveberîya felaketwarî ya serokdewlet Abdelezîz Bûteflîka tesbît dike, weha kirina xwe rave dike: "Ev lêgerîneka li maneyê ye, daxwaza fêmkirina min bi xwe û danbihîstina pirsên kesên din." Gelek caran bi hêrseka rabûyî carinan bi êş û azarê, ew Cezayirê weha terîf dike: "komeka giravên mişextkirina navxweyî" ya ku lê bertîlxwarin, bêkarî, qirêja hawîrdorê serdest e û ya ku lê ciwan ji rastîya zor û giran a rastîyê bi xêra "Madame Courage" "kokteyleka narkotîkên dikin meriv şad bibe û xeyalan bibîne" direvin.

 

"Li alîyekî modernîte – qet nebe ji derve – li alîyê din fikrên sabît ên girêdayî form û adetan, êdî meriv li wan kêmtir nefikire jî. Erê ji rêya dirêj re, erê ji cilûbergên soberîyê yên bi xeml re, lê belê bi şertê ku ev hemû li bin guhê hev nekevin." Welatekî ku ji xwe re li hev tîne ku bi van şertan karibe bijî. Erdê "xavbûn û naziktîya tevlîhev" e ji bo pieds-noirsan [navê li fransîyên Cezayirê dihat kirin; têbînîya wergêr], cihê ku "hembez lê pir bilez vedibin, vexwendinên ku bi israr tên kirin. Merdîtî. Di koma me de Alain ango "fîlozof" ji ber vê pêşwazîkirinê hestyar bû".

 

"Em îhtîmama nivîsandina dîroka me ji yên din re dihêlin. Divê meriv ecêbmayî nemîne ku ew vê dîrokê bi awirekî din nîşan bidin, heta bi awayekî berevajî dîtina me jî." Zahir Iheddaden jî vê poşmanîyê parve dike û dixwaze "welatperwerîya" xwe îsbat bike bi weşandina L’Histoire décolonisée du Maghreb / Dîroka dekolonîzekirî ya Mexribê (Fas).(2) Ew dibêje: "Karekî lezgîn e ku dîroka me ji nû ve were nivîsandin, bûyerên ku dîrokzanen kolonyal bi awayekî alîgir nîşandana bi rengekî din werin şirovekirin." Kevne milîtanê Partîya Gelê Cezayirê (PPA) yê 84 salî, kevne burokratê li gelek wezaretên cihê, nakokîyên berhemên ku ewropîyan weşandine dixe ber lêpirsînê. Paşê ew "ceribandineka pêşandana dîroka Mexribê" dike ku ji berîya dîrokê dest pê dike û heta bi sedsala 16an dewam dike, berîya ku piştre tevahîya bala xwe bide Cezayira heta bi sala 1962yan.

 

Sala 1962yan sala serxwebûnekê ye ku berdêla wê ji bo gelê Cezayirê pir zêde bû. Du salan berîya wê li Swîsreyê Pacification / Pasîfkirin (3) der çû ku behsa "rêbaz û navgînên tepisandin û zilmê yên rayedarên fransî di dema şerê Cezayirê de" dikir. Komeleya Xelasbûna ji Kolonyalîzmê ev berhem hîna nû li Parîsê weşand. Milîtanên dij-kolonyalîst ên fransî û di nava wan de nivîskar Kateb Yacine û endamê Hikûmeta Demî ya Komara Cezayirê (GPRA) Hafid Keramane jî, cezayirîyan ev berhem bi pêş xist. Pacification şahidîyan berhev dike li ser sîstemîkirina êşkenceyê bi destê artêşa fransî ya ku ji revandina kesan jî û ji bikaranîna sîlehên bakterîbîyolojîk li dijî xelkê jî xwe nedida alî.

Nils Anderson ê ku sala 1960î ewqasî wêrek bû ku li Lausannê vê berhemê çap bike ji vê çapa nû re pêşgotinek nivîsandîye. Ew behsa parkûra xwe ya ji xwendekarîyê ber bi edîtorîyê ve dike ku bi "trajektûwarên hema ji xwe re li hev rast hatî" û "rastîya bûyeran" dest pê kir. Ji bo wî ev berhem "şahidîyê dike li rola sereke ya ku karê weşanê dikarî di dema şerê Cezayirê de pê rabe: roleka eşkerekirina rastîyan û bîrewerkirinê".

(1) Akram Belkaïd, Retours en Algérie. Des retrouvailles émouvantes avec l’Algérie d’aujourd’hui / Vegerên li Cezayirê. Hevdîtinên hestyarker bi Cezayira roja me ya îro re, Carnets nord , Parîs, 2013, 224 rûpel, 19 ewro.

 

(2) Zahir Iheddaden, L’Histoire décolonisée du Maghreb. L’Algérie de 1510 à 1962 / Dîroka dekolonîzekirî ya Mexribê. Ji 1510an heta bi 1962yan Cezayir, Dahlab, Cezayir, 2013, 207 r., 500 Dînarên Cezayirê.

 

(3) Hafid Keramane, Pacification. Livre noir de six années de guerre en Algérie / Pasîfkirin. Pirtûka reş a şeş salên şer li Cezayirê, Les Petits Matins, Parîs, 2013, 320 r., 16 ewro.

 

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê