Ji odeyeke li Glasgowê

Welatek, nivîskarek
Translator

Ez her tiştê xwe aşkere bêjim: di hilbijartinên giştî yê bihurî yên li Brîtanyayê de min dengê xwe bi kar neanî. Ne di hilbijartinên beriya wê de û ne jî di yên beriya wê de. Ez tu carî dengê xwe di hilbijartinên Brîtanyayê de bi kar naynim. Ez hez dikim carinan qeşmeriyê bikim, lê ya ku ez tercîh dikim qeşmeriya bi neviyên min re ye.

Para bêhtir xelk dibêjin qey yên ku yên tercîha wan weke ya min e, apolîtîk in. Ji me re dibêjin: lê divê hûn dengê xwe bidin! Gellek kes mirin ji bo ku mafê we yê dengdanê hebe! Ka gelo ev rast e yan şaş e, pirs ew e ka gelo hûn ji ku li meselê dinihêrin, lê belê ya ku bi awayekî karakterîstîk îddiayên bi vî rengî derdixin pêş, nezanîna dîroka çepgirên radîkal e. Dij-parlemantarîzm li Skoçyayê aliyê jibîrkirî yê tevgera sosyalîst e. Pirraniya mirovan di vê mijarê de bi tu tiştî nizanin. Û ew li bendê ne ku mirovên mîna min êdî vê mijarê ji bo guhertina mijarê bi kar neynin. Bi fikrên bi vî rengî heke em yekser ne angaje bin, em bi tena serê xwe dimînin. Dîroka gel şervanên bi dawên skoçî li pêştir digire. Ev şervan mezinên eşîran pîroz dikin û zarokên xwe û zarokên zarokên xwe yên ku bindestiyeke heta hetayê qebûl kirine, şermezar dikin.

Dema ku mirov pê dizane ku rewşenbîriya skoçî li ser nirxê bîrbiriya ferdî avabûye, hingê têra xwe îronî jî di rewşê de heye. Berê me cesaret dida ciwanan da ku pirsan bikin. Îroj ciwan rêzgirtina entellektuel an na sertewandinê fêr dibin; ji bo ku bibe weke modela anglo-amerîkî sîstema me ya perwerdeyê hîmên xwe ji dest dan.

Fîlozofiya ku nûneriya dîroka entellektuel a mirovahiyê dike, divi-yabû derseke sereke ya perwerdeyê bûya. Ew dike ku em bibînin ka em li ku ne û mumkin e ku sedema hin şaşiyên me jî nîşanî me bide. Ev yek dibe alîkar da ku em van şaşiyan dubare nekin. Ji bo jihevderxistina dunyaya îroj, fîlozofî ewqasî peywendîdar e ku êdî pêşniyarî pirraniya xwendekarên me nayê kirin.
Rasyonalîzma Descartes bû xwediyê sermayeyeke girîng di rêûresma entellektuel a skoçî de. Rêbaza wê xwe dispêre hukmê çavdêriya xwe bi xwe, lê belê ji merhaleya yek kirdeyê nebihurî. Çavdêriya pêvajoya wan bi xwe ya fikrî, ji bo nûnerên fîlozofiya skoçî bes nebû. Wan hewl da pêvajoya mirovên din yên fikrî li ber çavan bigirin "da ku dunyayê weke ku yên din dibînin, bibînin".

Skoçyayiyê piçûk bi nezanîna çand û rêûresmên me mezin dibe. Wêjeya me karê "pisporan" e, heta li Skoçyayê jî. Yên ku burokrasiya çandî jî kontrol dikin para bêhtir vê nezanînê bi par ve dikin. Tu alaqeya wê bi mijarê re nîne, ka gelo ew li Skoçyayê ji dayik bûne yan na. Wan awira li dunyayê ya ingilîz ewqasî kiriye ya xwe ku ji wan nayê ku berhemekê li gorî estetîka skoçî binirxînin. Otorîteya herî bilind a çandê li Skoçyayê – serok-birêveberê giştî yê nû – dema ku îsal ev wezîfe peşniyarî wî kirin, hayê wî ji tevahiya cîhana me ya çandî nebû. Ji bo wî û yên ku ew girtiye kar, ji bo wezîfeya navbihurî ne diviya ku derbarê berhemên me de bi tiştekî zanîbûya.

Norman McCaig yek ji helbestvanên skoçî yên herî girîng ên sedsala bihurî ye. Ji bo sedsaliya rojbûna wî, BBC’yê qebûl kir ku bernameyekê diyarî wî bike, lê bi şertê ku komedyen Billy Connolly bernameyê pêşkêş bike. BBC bi tevahî ne ehlê mijarê ye ku hunermendên me ji hev nas bike, lê belê di nava Skoçiyan de dizane ka bê kî çiqasî navdar e... sedema vê navdariyê çi dibe bila be.

Citizen’s Theatre a Glasgowê bi salan li Skoçyayê vîtrîna hunera şanoyê bû. Pê re jî ji ber siyaseta fermî berhemeke bi tenê ya skoçî neafirand, ji xwe vê jî tu kes matmayî nehişt: bi rengekî giştî, hunera herêmî ne bi tenê nirxkêm bû, ew bi awayekî xwezayî jî tune bû. Tercîhên Citizenê "bicîhbûna wê ya di asta navneteweyî de" ango serketina wê piştrast dikir.

Dema ku em digihijin temenê mirovên gihiştî, yan ji xwe re li hev tê yan jî ji ber ku em ji her tiştî re dibêjin erê, em bi hebûna dîroka radîkal dihisin. Ez sîh salî bûm û pirtûkeke min a çapkirî hebû dema ez pêhisiyam ku sala 1819’an serhildaneke skoçî pêk hatiye. Vê yekê ez di cîhê xwe de qerisandim. Ji bo ku vê "nûçeyê" belav bikim min lîstikeke şanoyê nivîsî.

Rastiya têkoşîna siyasî kêm caran dikeve nav nîqaşên raya giştî. Angajebûn, "beşdariya" hilbijartinan yan jî endametiya partiyekê ye. Lê belê dema ku stratejiyên alternatîf tên bibîrxistin, stratejiyên ku her cara ku pêwîst dibe, dewlet amade ye ku wan bixe dewrê, tu nîşanên nerazîbûnê nînin.

Ka çi bi şîddeta li dijî karkirên kanan ên di grêvê de hat, çi bi gelê Îrlandayê, bi koçberan û daxwazvanên mafê penaberiyê hat? Ka çi bi mirinên di binçavan de, bi nijadperestiya sazûmankirî, bi şerrê bi sermayeyê re hat ku destûr da ku bi hezaran karkir ji ber nexweşiyên pîşeyî û qezayên kar bimirin? Çi bi kêmkirina alîkariyên civakî hat ku kir ku rêjeya nexwendeyan, ya mirinên zarokên nûjidayikbûyî û êşa kal û pîran zêde bibe? Çi bi piçûkxistina ciwanên me hat, ên ku çawa bûn esker ew fêrî bêrûmetkirin, êşkencekirin û kuştinê kirin û paşê şandin derveyî welêt da ku berjewendiyên çîna birêveber û sermayeyê biparêzin û bihêztir bikin?

Îroj ev pirsgirêk illeh "siyasî" nînin. Cudatiyên di navbera îdeolojiyên partiyên hikumetê de gellekî kêm in yan jî qet nînin. Nîqaşên girîng li ser pirsên birêvebirinê tên kirin.

Di dema şerr de şîrketên mezin encam çi dibe bila bibe, dixwazin xwe xilas bikin. Ew bi her aliyê şerr re di têkiliyê de dimînin û xwe bi wî rengî organîze dikin ku ewlekarî û zêdebûna karê xwe biparêzin. Dewlet jî bi heman rengî dixebite. Ew hewl dide ku tevahiya fikrên raya giştî kontrol bike. Guhertin timî mumkin e, lê belê destûra guhertina şoreşgerî ku kes nikare kontrol bike, dê neyê dayin. Li hemberî ya ku mumkin e ku di guhertinên nîzama civakî de bandorê lê bike, dewlet hay ji xwe heye û ew bi xurtkirina nîzama heyî bersivê dide. Yekemîn armanca dewletê ew e ku hebûna xwe biparêze û hikumet li ser navê wê kar dike.

Şêwazên fikrî bi guherîna serdeman re diguherin. Lê belê hin neguhêrbar hene. Hebûna meqamên birêveber yek ji van neguherbaran e. Dewleta ku nûneriya wan dike ji birêveberiyên ku ji burjuwaya mezin tên, pêk tê, bi elîtan re û li ser navê sermayeyê tev digerin. Bi ser de jî statuyeke mîrateyî dane mafê mêhtingeriya li ser girseyan ku "malbata qraliyetê" û arîstokratî bi giştî dikin ku ruh pê were. Hebûna wan mohra xwe di astekê de li newekheviyên civakî xist ku mirov xwe li rastiya van newekheviyan kerr dikin. "Malbata qraliyetê" weke koleksiyoneke tekûz a xizmên dûr bi rêya nîvnûçeyên rojane yên çapemeniyê li xelkê tê pêşkêşkirin. Di demên hilbijartinan de hindiktir behsa mijarê tê kirin. Dema ku nîqaşa fermî bi awayekî demkî xwe li ser fikreke din daniye, ango behsa fikra îhtimala guhertineke strukturel ya bi rêya parlemantoyê ve dibe, hingê mîrateya dewlemendiyan û awantajên wan û fikra daîmiya newekheviyê, ne mijarên rojevê ne.

Du partî di hikumetê de hev diguherin: Partiya Karkiran û Partiya Muhafizekar ku yek ji wan navenda çepgir û ya din jî navenda rastgir a sîstema "me" ya siyasî pêk tînin. Raya giştî tê teşwîqkirin ku Partiya Karkiran bi "çepgiran" re tev li hev bike. Carinan dibe ku ferdên meyila wan a ber bi çepgiriyê ve heye, cîhê xwe di nava Partiya Karkiran de bigirin lê belê çepgiriya wan li devera ku em li gorî rêûresmê jê re dibêjin "sosyalîzm" bi dawî dibe. Ji mekîneya Partiya Karkiran tê ku van meyilên xeternak tune bike.

Rast e ku berê ji welatiyên çepgir dihat ku dengê xwe di nava Partiya Karkiran de bidin bihîstin, lê belê ew dem guherîn. Di destpêkê de ji xwe ew ne partiyek bû, belê pêkhatineke ji bo nûneriya fikrên çepgir bû ku xwe disipart pirrrengiyeke mezin a dengê proleter û sosyalîstan, sendîka û, di navê de partiya komunîst jî, komên çepgir ên radîkal. Dema dewletê êrîşên xwe yên li dijî çepgirên rastîn û tevgera komarparêz zêde kirin, weke dema ku gelê îrlandî Sinn Fein ji bo damezrandina hikumetekê sala 1918’an hilbijart fêr bû, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem rewş guherî.

Ji vê demê û pê ve li Ewropayê û seranserê dunyayê guhertinên din jî çêbûn. Tevgera sosyalîst şahidî lê kir ku Enternasyonala Duyemîn li hemberî agirê welatperweriyeke korane ku bi milyonan karkir ber bi komkujiyan ve ajotin, ji hev de ket. Di encama vê de û qebûlkirina argumentên Lenîn û yên Kominternê ku bi serkevtina Şoreşa Çiriya Pêşîn ve hatin pîrozkirin, hindik mabû ku sosyalîstan bawer bikiraya ku divê ew "pirsgirêkên xwe yên herêmî" deynin aliyekî. Ji hingê ve ji bo sosyalîzmê rêyeke nîv fermî heye ku her weha tevlêbûna hilbijartinên ji aliyê dewletê ve organîzekirî jî di nava xwe de vedihewîne. Awayên din ên çalakiyan êdî ji nedîtî ve hatin, marjînal bûn yan jî bi tenê hatin hiştin.

Têkoşîna ji bo adaleta civakî bi demê re diguhere. Ya baş ew e ku em li ber hev bigirin ka em li ku ne û em li ku bûn, da ku em zanibin gelo em bi pêş dikevin yan na. Dîsa jî, nod sal bi şûn ve jî her şewaz sosyalîst beşdarî vê lîstika bi maske dibin.

Di hilbijartinên giştî yên 2010’an de ji pêncî û neh kursiyên Skoçyayê di parlementoya Brîtanyayê de bi tenê yek kete destê namzetekî muhafizekar. Di her hal û karî de û bi desteka partiya hindikahî Demokratên Lîberal, hikumeteke koalîsyonê ya ku muhafizekar wê bi rê ve dibin, nuha li Westminsterê ye. Temenê serokên herdu partiyan jî hema hema weke hev e, herdu jî kêm û zêde bi heman rengî li dibistanên lipêşgirtî yên çîna birêveber perwerde bûn, yek jê ji dûr ve pismamekî melîke Elisabeth II. ye, ya din, peywendiyên wî bi arîstokrasiya împeretoriya Rûsyayê re hene: van hemûyan bi hev re divê kiribe ku herdu nêzî hev bibin.

Ev koalîsyona heyî bi rengekî ku mirovan metelmayî bihêle dişibe "rêya sêyem" a ku di nîvê sedsala 20’an yê duyem de ji aliyê berjewendiyên dewletên brîtanî û amerîkî ve hat destekkirin û parastin. Him bi dizî ketina nav tevgera karker û sosyalîst, him bi bikaranîna kovar û weşanxaneyan ya ji bo propagandayê û him jî bi manîpulekirina nîqaşên entellektuel yên di qada gelemperiyê de, vê destekê xwe da der. Herweha, di nava "hemû derdorên civakî" de kirrîna kesên bi bandor, xwe weke diyarker îspat kir: pîşesaz, sermayedar, esker; aktorên qada dîndariyê, çandî û siyasî; birêveberên sendîka û xwendekaran. Dibe ku "siyasetên wan ên newekhev" hebin, lê belê prensîbeke wan a damezrîner a hevpar heye ku xwe dispêre "nirxên xrîstiyaniyê" yên qaşo, kapîtalîzmeke etnîk a ku li dora Xwedê dizîvire, û angajmaneke dij-komunîst ku armanca wê misogerkirina daîmî ye.

Her ji çar an jî pênc salan carekê birêveberên me bi rengekî neçar in ku ji nû ve êşê bikişînin; hinek ji wan ji nû ve tên hilbijartin, hinek nayên hilbijartin. Di vê navberê de karûbarên bi rastî dimeşin. Weke ku min beriya nuha jî gotibû, ez tercîh dikim ku qeşmeriyê ji neviyên xwe re bikim.

Çavkanî

James Kalman:
Nivîskar, pirtûka wî ya dawîn: You Have to Be Careful in the Land of the Free (Divê mirov li welatê azadiyê bi tedbîr be), weşanên Harcourt, New York-London, 2004.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê