Ji Referandûmê ber bi "Vebûnê" ve

AKP û BDP encamên referandûmê cuda dinirxînin
Translator

Di 12’ê îlona bihurî de, li ser 25 xalên guhertî yên Destûra Bingehîn a turk referandûmek hat lidarxistin. Li gorî encamên pêşîn, ji wan kesan ku di referandûmê de beşdar bûbûn ji sedî 58 gotibûn erê û ji sedî 42 jî gotibûn na. Bi vî awayî, qismekî Destûra Bingehîn a Turk ku berhemeke darbeya leşkerî ya 12’ê îlona 1980’yê ye, bi awayekî îronîk dîsa di roja 12’ê îlonê de hat guhertin.
Di destûra îroyîn a Tirkiyeyê de, ku di sermaweza 1982’an de, bi 177 xalên eslî û bi 16 xalên demkî re ketibû meriyetê, di nava 28 salên dawîn de 17 caran guheriye. "Pêşekî" û 79 xalên eslî û 5 xalên demkî (di hin xalan de guhertin çendîn car pêk hatin) parçe bi parçe hatin guhertin, hin tişt li wan hatin zêdekirin, hin ji wan hatin birin. Digel van guhertinan, ku bi giştî beranberî nîvê destûrê ne, di warê gellek maf û azadiyan de hin rutûş, "başkirin" û rastkirin hatin çêkirin.

Herçend ev hemû guhertin pêk hatin jî di warê felsefe û vegotina destûra 82’an de ji roja pêşîn û vir ve tu guhertineke berbiçav pêk nehat. Vegotina ku xwe li ser bîrdoziya Kemalîzmê ava dike, di çarçoveya dewleteke îdeolojiya fermî de her berdewam bû. Di destûrê de

(û herweha di serçavên nivîskî yên din ên pergala huqûqê ya turk de) mafên bingehîn ên kurd an jî komên netewî-etnîk ên din cih negirt. Her çend rasterat qala wan nayê kirin jî bi formulasyonên wekî "yekitiya dewletê ya bi welat û neteweya xwe re ku nabe ku bê parçekirin" qedexe û sînorkirin ku di serî de kurd û komên din ên netewî-etnîk ji xwe re hedef digirtin, hebûna xwe berdewam kir.

Çima dest bîrdoziya fermî nadin?

Dewleta îroyîn a turk, li ser axa ku ji ber Împaratoriya Osmanî maye hatiye avakirin. Osmanî di Şerrê Yekemîn ê Cîhanê têk çûbûn û pirraniya erdên xwe ji dest dabûn. Di wê demê de, kadroyên westiyayî yên Îttîhat Terakkî, ku pirraniya wan leşkerên berê bûn û di navbera salên 1919-22’an de di dema şerrê "turk-yûnan" de bûbûn xwedî prestîj û derketibûn pêşî, di serdemeke weha de ku çînên berê hildiweşiyan û çînên nû hîna hêzdar nebûbûn, bi vegotinên "tevgerîna li ser navê berjewendiyên hevbeş ên herkesî" bûn hevparê deshilatdariya siyasî. Wan, di demeke kurt de, bi awayekî radîkal dest bi tasfiyekirina wan kesan kir, ku dikarîn bibin raqîbê wan, û herweha destgehên kelepûrî yên dewletê, ku wan kesan xwe dispartinê. Muxalefet çewsandin, saziyên olî xistin bin kontrola xwe, kurdên ku bi doza mafên xwe yên netewî-demokratîk dikirin bi zordestî tepisandin û wesayet û hêza xwe ya li ser deshilatdariya dewletê xurttir kir.
Bi awayekî giştî, piştî cureyeke deshilatdariyê ya "demkî- navberî", ku di wan serdemên krîzê de pêk tên, ku ji ber êş û dijwariyên veguherînê de rû didin, li Turkiyeyê burokrasiya mîlîtarîst li cem hêza desthilatdar bîrdoziya xwe hilberand û bi xuyabûna xwe ya "li ser çînan" hegemonyaya xwe ya li ser civakê bi awayekî sazgehî ava kir. Wan herweha dewlet xist bin wesayeta xwe û weha xuya kir ku ew dikarin xwe nû bikin. Ev bîrdozî ku paşê navê Kemalîzm lê hat kirin û bû bîrdoziya fermî ya dewletê, xwedî du bigehan e: "sekularîzm" û "neteweperestî". Ev her du bingeh, heta roja îro bûn paldankên bingehîn daku burokrasiya mîlîtarist karibe îmtiyaz û wesayeta xwe ya li ser pergalê berdewam bike. Herçend "Sekularîzm" wekî jihevcudakirina karên dewletî û olî bê terîfkirin jî, di rastiyê de wateya wê ew e ku dewlet olê li jêr kontrola xwe bigire. "Neteweperestî" jî li beranber bîrdoziya Împaratoriya Osmaniyan a li ser bingeha entegrasyona ol-spartî, wekî berdewamkirina birdoziya dewletî ya "Turkkirinê" hat bikaranîn ku li ser "turkbûn" û pişavtinê hatibû spartin. Burokrasiya mîlîtarîst, ku îmtiyaz û wesayeta xwe li ser retorîkên "cudaxwazî" û "paşverûtiya olî" berdewam dikir, digel wê destûrê, ku piştî darbeya leşkerî ya 1980’î hatibû amadekirin, bû xwedî bingeh û derfetên berfirehtir.

Lê belê, burokrasiya mîlîtarîst, ku refleksên xwe yên siyaseta navxweyî û derveyî bi çaresernekirina pirsgirêka kurdî endeks kiriye û ji ber girîngiya xwe ya jeopolîtîk di têkiliyên xwe yên navneteweyî de navê "dest jê nabe" li xwe kiriye, ji ber ku nedikarî him bi rasyonelên xwe re, ku piştî "şerrê sar" hatibûn guhertin, û him jî bi hevkêşiyên siyasî yên nav welêt re di nav ahengekê de tev bigere, neçar mabû ku xwe ji hin eniyan vekêşe. Bi guhertinan ku bi demê re di destûra 82’an de hatin kirin, hin îmtiyazên wan ên destgehî hatin kêmkirin. Herweha, di çarçoveya "Zagonên Hevahengiyê ya YE’yê" de destûrmendiya deshilatdariyê hatin bisînorkirin ku Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) jî tê de ye. Di sala 2007’an de, herçend ber xwe jî da neçar ma ku kontrola xwe ya li ser serokkomariyê, ku wekî qeleheke di nav dewletê de bû, wenda bike. Bi guhertinên destûrî re jî, ku di 12’ê îlonê de bi referandûmê hatin qebûlkirin, îmtiyazên li ser burokrasiya dadmendî jî yan bi pirranî hatin sînordarkirin yan jî guhertin.

Her çend heta nuha îmtiyazên destgehî yên burokrasiya mîlîtarîst hatibin sînordarkirin jî sedema destînedana wan vegotin û felsefeyê, ku bingeha wan a îdeolojîk pêk tînin, bi pirsgirêka Kurdistanê re ji nêz ve têkildar e. Di domahiya salan de, her çend vegotinên înkarê ya îdeolojiya fermî pûç bûne jî nêzîktêdayina dewlet û civaka turk ya li ser Kurdistanê hîna jî di rêya Kemalîzmê de ne.

Herçend di 28 salên dawî de destûra Turkiyeyê 17 caran hat guhertin û nîvê destûrê ji nû de hat nivîsandin jî tu caran dest nedan ruh û vegotina destûra 82’an.

Ji sala 2002’an û vir ve, cergî ew bû hukumet, AKP’yê her tim piştgirî da polîtîkayên Serfermandariya Artêşê, da ku bi vî awayî bi pergalê re li hev bike. Di warê pirsgirêkên kronîk de û herweha di wan mijaran de, ku reform êdî pirr hewce ne, ji ber lidijderketina refên Kemalîst neçar ma ku paş de gav biavêje. Lê belê burokrasiya mîlîtarîst, ku xwe wekî notirvan û berevanê Kemalîzmê û têgihiştina wê ya "sekularîzm" û "dewleta unîter ku li ser neteweperestiya turk hatiye avakirin" teqsîr nekir û hewl da ku bi hinceta "sekularîzmê" AKP’yê tasfiye bike. Di dawiyê de, di rewşên man û nemanê de AKP rîsk girtin û hin gav avêtin da ku îmtiyazên burokrasiyên sivîl û leşkerî sînordar bike. Di meseleya Kurdistanê de jî, ku siyasetên înkar û îmhayê bi salan in bi kêr nayên, bêyî ku zêde dûrî vegotina fermî ya "yek netewe, yek ala, yek welat" bikevin, destûr hat dayîn ku kursên zimanê Kurdî werin vekirin û di radyo û televîzyonan de weşana bi Kurdî were kirin. Lê belê, AKP’yê bi awayekî sergirtî serî li formulasyonên din da û di van destûrdayînan de jî ji qestan navê Kurd nehat bikaranîn û hat gotin: "hînbûn" û "weşana bi devok û zaravayên kelepûrî ku welatî di jiyana rojane de bikar tînin". Ev yek dikare were gotin ku di dema deshilatdariya xwe ya 8 salî de, AKP’yê ji bilî garantîkirin û berfirehtirkirina desthilatdariya xwe ne hewl daye ku ruh û vegotina destûra 82’an biguherîne ne jî xwedî daxwaz bû wan ku biguherîne. Gotinên wekî "biratiya olî" an jî "hevwelatiya destûrî" jî têr nekir ku vegotina dijberî Kurd a destûrê bê guhertin.

Ji hêla din ve jî, digel rûdan û pêşveçûnên li dunya û Rojhilata Navîn di warê pirsgirêka Kurdistanê de statukoyên kevn hejiyan. Ji ber ku nikarîbûn biryardariya gelê Kurd a ji bo têkoşînê bişkînin û herweha avabûna dewleteke federe ya li Başûrê Kurdistanê, bûn sedem ku êdî siyaseta înkarê wateya xwe wenda bike.

Bi awayekî paralel, di demeke weha de, ku tê de li seranserî dunyayê girîngiya serçav û rêyên stratejîk ên enerjiyê zêde dibin, da ku gaza sirûştî ya Kurdistanê bigihîje Ewropayê, Projeya Nabucco hat rojevê. Di vê çarçoveyê de, herweha ji bo seqemgîrî û ewlekariya li herêmê daxwaz û pêşniyazên navneteweyî jî derketin pêş. Hêzên navneteweyî ku girîngiyê didin projeya Nabuccoyê ku çav li rê ye ku di warê enerjiyê de pêwîstiya Ewropayê ya bi Rûsyayê kêmtir bike, şîret kirin daku di meseleya kurd de hin gav bên avêtin. AKP’ya ku di nav avabûna heterojen a kurd de piştgiriyeke ne hindik bi dest xistiye, di şûna polîtîkayên klasîk ên înkarê de, lê bêyî ku ji vegotina "yek netewe, yek ala, yek welat" pirr dûr bikeve, destûra weşan û kûrsên Kurdî da.

Referandûma 12’ê îlonê û helwesta boykotê ya BDP’yê

Pakêta 25 xalî ya guhertinên dawî, nemaze di warê avabûn û destûrmendiya burokrasiya dadmendî de ji wan guhertinan bûn ku heta nuha herî zêde li serî nîqaş hatin kirin. Hukumeta AKP’yê di avabûna Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (LBDD) û herweha Dadgeha Destûrî de hin guhertin pêk anîn, ku yek ji qelehên burokrasiya sivîl û leşkerî bû û bi biryarên xwe yên vê taliyê mudaxaleya siyasetê kiribû. Partiyên neteweperest û Kemalîst bi tûndî li dijî van guhertinan derketin da ku rêyê li ber têkçûyina statukoyê bigirin. AKP’yê, her çend pirraniya wê ya di parlamentoyê de sînordar bû jî, 20 parlamenterên BDP’yê, ku pêkan bû ku piştgirî bidana guhertinan, paş guhan de avêtin û berê xwe neda wan. Digel ku BDP li ser guhertinan hûr bûbû û lêkolînek encam dabû û daxwaz û pêşniyazên xwe ragihandibûn, AKP jê reviya da ku pê re diyalogekê daneyne. Li ser vê yekê, BDP’yê jî helwesta paşguhkirina AKP’yê û operasyonên li dij partiya xwe wekî Saddam nîşan dan û piştgirî nedan guhertinan, di destê yekem de bi tenê di çend dengdanan de beşdar bû û di destê duyem de qet tev lê nebû. Xala li ser partiyan ku BDP’yê ji nêz ve têkildar dike, ji ber ku têra xwe deng negirtibû nehat qebûlkirin.

Ev helwesta BDP’yê ya beşdarnebûna dengdanan ji ber ku bi awayekî fiîlî dê bihataya wateya piştgirîdana eniya redkirinê, bû sedema gellek nîqaşan. Digel vê yekê jî BDP’yê di referandûma 12’ê îlonê de helwesta xwe ya boykotê berdewam kir. BDP’yê di daxuyaniya xwe de biryara xwe ya boykotê weha bi bingeh dikir: "daku nîşan bidin ku ne ku alternatîf nînin" û "nîşandana vîna wan kesan ku li derveyî eniyên belê-na destûreke demokratîk/nû dixwazin". Di hefteyên din de jî daxwazên "xweseriya demokratîk û perwerdehiya bi zimanê dayikê" derketin pêşî.

Biryara BDP’yê ya boykotê di nav kurdan de bi awayên cihêreng deng veda. Çawa ku hin kurd piştgirî dan boykotê ji ber ku di destûrê de tu tiştekî li ser kurdan nebû herweha hin kurd digotin ku ev referandûm ne ji bo destûreke nû ye lê belê ji bo guherandina 25 xalên destûra heyî ye ku dikare wesayet û statukoya heyî sînordar bike ku tê de jî berjewendiya kurdan heye. Lê li seranserî Kurdistanê pirraniya xelkê herçend digotin ku "ne bes in" jî ne li dijî guhertinan bûn. DTP’yê rîskeke mezin girt, biryara "boykotê" da û eniya "belê" ji AKP’yê re hişt. Ji ber ku aşkere bû ku heger biryara boykotê nehataya dayin pirraniya dengdayên BDP’yê dê dengên xwe bi kar bianiyana. Lê bi boykotê, rîskeke din jî hebû: heger di referandûma 12’ê îlonê de wekî encam "na" derketaya, hingê DTP dê di bin berpirsiyariyeke giran de dima. Hevdem, guncav e ku kesek ku li jêr şert û mercên normal de dengê xwe dabû DTP’yê, di referandûmê de beşdar bûye û dengê "belê" daye. Wê demê rîsk hebû ku ev dengên "belê" karîbû ji bo AKP'yê jî bihatana hesabkirin û rêjeya boykotê gellek kêm derketaya.

Ev yek nîşan dide ku referandûm ne bi tenê li ser destûrê bû lê herweha li ser hevdîtinên di navbera karbidestên dewletê û kurdan de bû.

Di encamê de BDP’yê, her çend car caran got ku heger daxwazên wan bê bicihanîn ew dikarin li ser biryara boykotê careke din bifikirin û bi vî awayî deriyê bazarê vekirî hişt jî, bi dû re biryara xwe ya "boykotê" berdewam kir. Weha jî AKP'yê dikarî li ser dengên "belê", BDP’yê jî dikarî li ser rêjeya "boykotê" hêza xwe nîşan bidaya.

Mijareke din ku di pêvajoya referandûmê de derket pêş û pirr bal kişand ew bû ku AKP’yê ku ji mij ve li dij BDP’yê helwesteke hişk nîşan dida, bi awayekî ku kes ne li bendê bû, bernameyên xwe yên "vebûnê" derxist pêşî û heta "hevdîtinên dewletê yên bi Abdullah Öcalan re" jî anîn rojevê. Ev helwesta AKP’yê ku beriya referandûmê gellek bi rîsk bû, ji aliyê nivîskarê rojnameya Tarafê Alper Görmüs ve wekî ku hukumetê "van hevdîtinên dewletê jî dibe referandûmê" hat şîrovekirin. Ji xwe piştî referandûmê nûçeyên li ser van hevdîtinan bi awayekî eşkeretir hatin rojevê.

Encamên Referandûmê

Di referandûma 12’ê îlonê de beşdarbûn gihîşt ji sedî 76 û 58 dersedê wan got belê, 42 dersedê wan jî got na. Daku mirov bikare helwesta boykotê ya BDP’yê binirxîne ka li Kurdistan û Turkiyê çiqas bi bandor bû divê mirov dengên DTP’yê ku di hilbijartinên berê da stendibûn binihêre. Li gorî wan, di hilbijartinên Lijneyên Giştî yên Wîlayetan a 2009’an de rêjeya beşdarbûnê ji sedî 85 bû û DTP’yê ji sedî 5,7 AKP’yê jî ji sedî 38,3 deng stendibûn. Di referadûma 12’ê îlonê de rêjeya beşdarbûnê, bi kêmbûneke ji sedî 9, bû ji sedî 76. Dijwar e ku ka çi qasî ji vê ferqa 9 dersedî rêjeya boykotê ye. Ji ber ku di hilbijartinên 2007 û 2009’an de rêjeyên beşdarbûnê hema hema wekî hev bûn, û em bêjin heger boykot nebûya dê dîsa ewqas kes di hilbijartinan de beşdar bûbûna wê demê dikare bê îdîakirin ku rêjeya boykotê ji sedî 9 e.

Lê belê heger em bi heman gumankirinê lê binihêrin, dema ku referandûm û hilbijartinên 2009'an bên muqayesekirin, diyar dibe ku herî kêm li 10 bajaran dengê DTP nîspet bi 2009 kêmtir bûye. Ev ferq li bajarên wekî Bingol, Bilîs, Mûş û Sêrtê bi ser 10 dersedî ketiye û bi tenê li çar bajaran deng zêde bûne (ev rêjeya zêdebûnê li Şirnexê ji sedî 10'î zêdetir e). Ji aliyê din ve jî, dengên ku AKP’yê di hilbijartinên 2009’an de stendibûn bi dengên "belê" bên muqayesekirin, derdikeve holê ku li 12 bajaran rêjeya "belê" bi gellekî bi ser dengên AKP’yê yên sala 2009’an ketine. Bi tenê li 3 bajaran (ku Hekarî û Şirnexê ji ber boykotê û li Dêrsimê jî ber dengên na) ev rêje ne ewqas zêde bû.

Yek ji encamên girîng ên muqayeseyeke weha ew e ku di nav wan 15 bajaran de ku hatin muqayesekirin, herî kêm li 9 bajaran rêjeya beşdarbûna di referandûmê de li jêr 60 dersedî ye (ev rêje li 6 bajaran li jêr ji sedî 50 ye jî). Lewma mirov dikare bibêje ku herçend carcaran pirsgirêk rû bidin jî BDP bandora xwe ya li Kurdistanê bi rêjeye bilind berdewam dike. Lê belê, her çend di sala 2009’an de DTP li 11 bajaran wekî partiya yekem bû jî dema li encamên boykotê bê nihêrîn diyar dibe ku BDP di boykotê de encama ku hêvî dikir bi dest nexist. Ji xwe daneyên heyî nîşan didin ku li hin bajarên Kurdistanê kesên ku berê deng dane DTP’yê (yan jî partiyên din/serbixweyan) li gor boykotê tev negeriyane û di referandûmê de beşdar bûne û dengê erê bi kar anîne.

Piştî Referandûmê gelo ji mutakereyê ber bi muzarekeyê?

Bêguman ewên ku di referandûma 12’ê îlonê de herî zêde têk çûn burokrasiya leşker-sivîl û muxalefeta neteweperest bûn ku CHP û MHP serkêşiya wê dikir. Beranber vê yekê AKP’yê di her hêlan de rewşa xwe hêzdartir kir. AKP’yê çawa ku rêjeya bilind a "belê" wekî serkeftina xwe bi nav kir herweha bi paşdebirina burokrasiya leşkerî û sivîl bû xwedî hêza berfirehtirkirina qada xwe ya desthilatdariyê. BDP’yê jî, ku encam bi awayekî xweşbîn, wekî "serkeftina daxwaza xweseriya demokratîk ’şîrove kirin, herçend bandora xwe ya li Kurdistanê parast jî li dij AKP’yê negihişt encamekê ku pê rewşa xwe hêzdartir bike.

AKP’yê, ku ji referandûmê bi awayekî hêzdartir derket, pêşî soz da ku "bi tevlêbûna herkesî" destûreke nû çêbike. Herweha, AKP’yê bernameya xwe ya "rêlêvekirinê" dîsa anî rojevê, ku di salên çûyî de ji ber lidijderketina burokrasiya sivîl û leşkerî û herweha muxalefeta neteweperest dabû rawestandin. Di pêvajoya referandûmê de, li gorî teza ku digot "di referandûmê de hevdîtînên ji bo pirsgirêka Kurdî jî dê bên dengdanê", AKP digel BDP rûnişt û bi dengekî bilindtir diyar kir ku hin saziyên dewletê bi Abdullah Öcalan re hevdîtinan pêk tînin.

Herçend detayên wan nehatin aşkerekirin jî wekî ku çapemeniyê jî ragihand di hevdîtinan de pirranî çekberdana PKK’yê, siberoja hêzên çekdar, mafên çandî û zimanî, rêveberiyên herêmî hatin rojevê. Lê belê, Hukumeta Turk bi dilrehetiya xwe ya ji ber hêzdarkirina rewşa xwe, di serî de ragihand ku ew tu meseleyên wekî "federasyon", "xweserî", "perwerdehiya bi zimanê dayikê" nîqaş nakin, lewre ev mijar bi dewleta unîter re li hev nakin. Hukumetê diyar nekir ka kîjan mafan dê binase lê berevajî vê yekê diyar kir ka kîjan mafan nas nake. Bi awayekî giştî soz û waadên ku dikarin rewşa heyî hinekî jî pêş de bibin, ji aliyê gelê Kurd ve girîng tên dîtin û bi heyecanekê tên pêşwazîkirin. Lewma, nûçeyên li ser hevdîtinên bi BDP’yê re, bi Öcalan û PKK’yê re, li cem raya giştî ya Kurdan bû sedema hêvî û lêbendebûnên mezin. Di rewşa nuha de, ji hukumetê ji bilî çend mafên çandî yên sînordar tu waadên din nayên. Hukumet zimanê kurdî jî wekî zimanê dayîkê nas nake. Herweha çarçove û naveroka "vebûnê" hîna jî zelal nebûne. Weha xuya ye ku ew gav ku divê ji bo çareseriyeke adilane û demokratîk a ji bo pirsgirêka kurd bên avêtin, hê gellek dûr in. Bêguman, ji bo çareseriyeke demokratîk û adilane ya pirsgirêka kurd ku bi salan bi siyasetên şîddet, înkar û îmhayê lê nêzîk bûne û hêlên wê yên civakî û siyasî li hev ketine, pêvajoyeke dirêj û dijwar divê. Di vê serdemê de ku hîna gavên pêşîn tên avêtin, divê beriya her tiştî hawîrdoreke baweriya dualî bê afirandin.

Li hember fişara karbidestên tirk ku bi diyarkirina "ka ew çi qebûl nakin", di ser aliyê kurd de tê meşandin, divê kesên li ser navê gelê Kurd tev digerin beriya her tiştî di nav xwe de hevbîriyekê derxin holê û li gorî xwestekên gel daxwazên bingehîn bên zelalkirin. Ji bo wê jî, ji aliyekî ve sûdê ji mînakên serketî yên wekî Katalonya, Bask, Îrlandaya Bakûr, Kosova û hwd. bigirin û ji bo maweyên kurt û dirêj modelên muzakere û çareseriyê bi pêş de bixin û ji aliyê din de jî ji bo hin daxwazên maweya kurt çareseriyên berbiçav bînin rojevê.

Di nav mijarên maweya kurt de daxwazên wekî çêkirina destûreke nû ku tê de gelê Kurd jî tê naskirin, rakirina zagon û saziyên antî-demokratîk, hilbijartina rêvebiriyên herêmî, wergirtina sûda bêhtir ji serçavên aborî yên li herêmî, naskirina mafên çandî û zimanî ya bêkêmasî û çareseriyên pratîk ên wekî "efûyeke giştî", "Komîsyonên Rastiyan" û hwd. cih bigirin.

Çavkanî

Riza Dînç: Huqûqnas

Wergera ji turkî: A. Celîl Kaya