Ji tengavîya Sûrîyeyê ber bi şerê herêmî ve

Hevsengîya hêzan, bêhevsengîya daxwazan
Translator

Amadekarîyên konferansa Cenevre 2yê dewam dikin, di heman demê de serketina hêzên hikûmetê yên ku Hizbullah pişta wan digire li Qusayrê û biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya çekdarîkirna serhildêran mohra xwe li rewşa eskerî da. Tu tiştê ku îşaret bi dawîyeka nêzîk a şerî bike nîne. Berevajî: şer û alozî gereke bêhtir mezhebî dide xwe û li tevahîya herêmê belav dibe.

Rêberê şorişê Ayetullah Elî Xamaney wê xewna xwe ya weazekê ji mîhraba mizgefta Emewîyan ya Şamê bide, pêk bîne. Ew radigihîne ku yekîtîya îslamî ya ku ew ji mêj ve teşwîq dike, wî pêk anîye. Ew dê ji mîhrabê bi awayekî merasîmane dakeve da ku destê xwe deyne ser serê zarokeka reben û bi vî awayî nîşan bide toleransa hêzdaran

[li hemberî sunîyan]. Piştre ew dê li beramber hejmareka dîyar ya alimên sunî yên sûrîyeyî li ser pîyan bimîne. Ew dê destê xwe bide wan û ew dê bi hev re destê xwe rakin li pêşberî kamerayên ku wê vê kêlîya dîrokî qeyd bikin." (1)

 

Edîtoryalîstekî bi tesîr yê siûdî sibetira serketina artêşa Sûrîyeyê li Quseyrê li gorî xwe siberoja tarî ya dinyayeka misilman ya ku ketî bin destê "fars" û şîîyan terîf dike.

 

Di heman demê de li Libnanê sekreterê giştî yê Hizbullahê, Hesen Nasrellah axaftinekê dike, têde ew şandina şervanên xwe ber bi Sûrîyeyê ve rewa dike, dema vê dike jî, berevajî Beşar el Esed qebûl dike ku "heke beşeka mezin  ya sûrîyeyîyan destekê bide rejîmê jî, beşeka din ya mezin bêguman mixalifê wê ye". Li gorî wî ev alîyê hundir talî ye, û "Libnan, Iraq, Urdun û tevahîya herêmê armanca planeka amerîkî-îsraîlî-tekfîrî ne" (2) ya ku divê meriv berdêla wê çi dibe bila be li dijî wê li ber xwe bide, ev jî bi hawara rejîma Şamê ve çûnê pêwîst dike.

 

Çawa ku rayedarekî amerîkî di rapora bêkêmasî ya ku l’International Crisis Group (ICG) (3) weşandî de rave dike "şerekî sûrîyeyî yê bi alîyên herêmî va ye vediguhere şerekî herêmî yê li dora Sûrîyeyê". "Şerekî sar" yê nû Rojhilatê Nêzîk dike dubend, wekî yê ku di salên 1950î û 1960î de Misira nasirî ya ku hevgirê Sovyetê bû û Erebistana Siûdî ya ku hevgirê Amerîkayê bû anîn hemberî hev. Lê belê dewran gerîya, dinya guherî: neteweperestîya erebî bi paş ve çû, nîqaşên mezhebî belav bûn û heta meriv ji xwe dipirse ka divê dewlet û sînorên ku encama Şerê Cîhanê yê Yekem in, bimînin yan na.

 

Tevî bi dehhezaran insanên kuştî, bi milyonan penaberî, wêrankirina binesazîya wê ya pîşesazî û mîrateya wê ya dîrokî, Sûrîye qurban û mexdûrê sereke yê vî şerî ye. Hêvîya bihara 2011an dayî der veguherî xewnereşekê. Çima ya ku li Qahîreyê mimkin bû li Şamê pêk nehat?

Biryardarîya îranî û rûsî

 

Serokdewletê Misirê Husnî Mubarek bi hêsanîyeka nisbî ji desthilatdarîyê hat xistin ji ber herî kêm du sedeman. Elîtan û tebeqeyên civatî yên girêdayî desthilatdarîyê tu caran bi rastî îmtîyazên xwe û ji wê jî kêmtir yekparebûna xwe ya fizîkî di tehlûkeyê de hîs nekirin. Herçî karsaz, payebilindên artêşên yan jî berpirsîyarên hêzên ewlekarîyê ne, hemûyan dikarî piştî şorişê bi rehetî û aştîyane biqulibin. Bi tenê hindikahîyeka pir piçûk – pir hêdîka û bi baldarîyeka mezin – hat dadgehkirin. Wekî din, çûna Mubarek nebû sedema tu serûbinîhevbûnên rewşa heyî ya jeopolîtîka herêmî. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Erebistana Siûdî dikarîn xwe li gorî guhertinan eyar bikin, rast e ev guhertin ne bi dilê wan bû, lê belê berjewendîyên wan yên sereke jî nedixistin tehlûkeyê, bi şertê ku ew berê wan bidin cokên wan dîyar kirî.

 

Li Sûrîyeyê ya em dibînin, senaryoyeka bi tevahî guhertî ye. Ji destpêka protestoyê ve bikaranîna bêsînor ya şidetê ji alîyê rêxistinên îstîxbaratê ve destûr da rejîmê ku çend mehên bi qîmet bi dest bixe û xwe bi rêxistin bike. Wê mixalefet ber bi eskerîbûnê, alozkirin û heta mezhebîkirinê ve ajot, da ku tirsên beşên girîng yên xelkê welêt vejîne: ne bi tenê yên hindikahîyan, lê belê yên bûrjûwazîyê û tebeqeyên navîn yên bajarî jî yên ku ji ber axaftinên tundrew yên hin komên mixalefetê û herikîna şervanên bîyanî ya ku rejîmê bi xwe pêk anî, çavtirsandî bûn.

 

Pêre pêre dema ku qebristan zêde bûn tevahîya veguherîna sîyasî ya bêyî fikra tolhildanê êdî ne mimkin bû û bivê nevê, tebeqeyên têra xwe mezin yên civatî yên ku heke "îslamî" bi ser kevin ji saxî û silametîya xwe fikaran dikin, dibin hevgirên rejîmê. Reş û xeyala îslamî ji ber ku ji salan û vir ve li gelek paytextên rojavayî tê hejandin, axaftinên Şamê yên berê xwe didin Fransayê jî xurt dikin, bêhtir ditirsînin: "Ji bo çi hûn li Sûrîyeyê pişta wan komên ku li Malîyê hûn şerê wan dikin, digirin?"

 

Rejîmê herweha pozîsyona xwe ya stratejîk li cem herdu hevgirên xwe yên sereke Îran û Rûsyayê jî bi kar anî, herduyan jî li gorî welatên ereb yan jî rojavayî di alozîyê de bi awayekî pir biryardartir cihê xwe girt – biryardarîyeka ku ji ber kêmmana hevrikên wan xurt dibû.

 

Ji bo Îranê, Sûrîye ji şorişa 1979an ve yekane hevgirê ereb yê misoger e, yê ku pişta wê girt di tevahîya dem û kêlîyên zor de, nexasim jî li hember dagirkerîya iraqî ya sala 1980yî de dema ku tevahîya welatên Kendavê ji bo Sedam Huseyn seferber bûn.Van salên dawîyê dema ku tecrîdbûna welêt dijwartir bû û welat bû armanca mieyîdeyên giran yên amerîkî û ewropî û tehlûke heye ku destwerdaneka eskerî ya îsraîlî û/yan jî amerîkî pêk were, ketina nav meseleyê li Sûrîyeyê ji bo Komara Îslamî ya ku neexlaqî ye, tercîheka stratejîk ya aqilane pêk tîne û hilbijartina serokkomarê nû Hesen Rohanî jî wê bi îhtîmaleka mezin neguhere. Xetên deyn û kredîyan ji bo Bankeya Navendî ya Sûrîyeyê, dabînkirina petrolê, şandina şewirmendên eskerî: Tehran xwe ji tu navgînê nade paş ji bo ku hevgirê xwe xelas bike. (4)

 

Vê angajmanê kir ku bi piştgirîya Kremlînê ew zorê li Hizbullahê bike ku yekser di şeran de cih bigire. Bêguman, rêxistin û sekreterê wê yê giştî dikarin wê argumanê derxin pêş ku ji Libnanê û ji welatên din yên ereb bi hezaran şervanên îslamî herikîne Sûrîyeyê; lê belê destwerdaneka bi vî rengî bi tenê alozîyên di navbera sunî û şîîyan de dijwartir dike – bûyerên di wan de çek tên bikaranîn li Libnanê zêde dibin – û aşê waizên herî tundrew yên sunî digerîne.

 

Konferansa ku 13ê hezîrana 2013an li Qahîreyê bi şîara "piştgirîya bi birayên me yên Sûrîyeyê re" pêk hat, banga cîhadê kir. Serokdewletê Misirê Mihemed Mursî jî beşdar bûbû. Mursî yê ku di biwara mijarê de pirdîqet xwe nîşan dabû, qutkirina têkilîyên dîplomatîk bi Şamê re ragihand. Di civînê de retorîka dij-şîî pir zêde bû, heta bi wê radeyê ku şêxên nerm jî ev retorîk bi kar anîn. Nûnerê zanîngeha El-Ezherê, sazîya herî mezin ya Îslama sunî ya li Qahîreyê, ev pirs ji xwe kir: "Maneya tevlîbûna Hizbullahê çi ye, ya ku li Quseyrê xwîna bêgunehan dirijîne? Ew ji bo çi li wir in? Ev şerekî li dijî sunîyan e û delîleka mezhebperestîya şîîyan e." (5)

 

Herçî Rûsya ye, sedemên angajmana wê ji kesayetîya Vladîmîr Pûtîn û gelekî bi wêde ne, ku di çapemenîya rojavayî de tê karîkatûrîzekirin. Ew berîya hertiştî nîşana daxwaza Moskovê ye ku dawîyê bîne li jêbirina bandora xwe li qada navneteweyî.

 

Ji bo jihevderxistina vê fikarê dîplomatekî misirî pêwîst e; ew ji me re rave dike: "Rojavayî berdêla hewldanên xwe yên marjînalkirina Rûsyayê ji dawîhatina URSSyê ve didin. Bi vî awayî, tevî nîyeta baş ya Borîs Yeltsîn a beramberî wan, NATO [Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê] mezin bû û gihişt heta bi sînorên welêt." Li ser mijara Sûrîyeyê "rojavahîyan pêşnîyazî Kremlînê kir ku alîyê wan bigire û bi tevahî li gorî plana wan. Ev ne realîst bû."

 

Awayê ku biryara 1973yê ya Desteya Ewlekarîyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) di biwara Lîbyayê de hat guherandin ji bo rewakirina destwerdana eskerî jî Rûsya bizdand – û ne bi tenê Rûsya jî: gelek welatên mîna Brezîlya, Hindistan, Afrîkaya Başûr yan jî Çîn ji hingê ve pir baldartir in dema mijar pêşnûma-biryarên rojavayî ne yên ku der barê Sûrîyeyê de li RNYyê tên pêşnîyazkirin. Ji bo Kremlînê hilweşîna rejîma El-Esed wê derbeka cidî be: ew dê serketineka nû ya îslamîstan be û dibe ku ew tesîrê bike li nava Federasyona Rûsyayê bi xwe li xelkê misilman, yê ku Rûsyayê eşkere kir ku propagandayeka çalak ya wehabî di navê de tê meşandin.

 

Li hemberî vê biryardarîya rûs û îranî, piştgirîyên ji derve yên mixalefeta Sûrîyeyê parçebûyî, ne bi rêkûpêk bûn û têra xwe dûr bûn ji wê îmaja komployeka mezin ya "siûdî, qeterî, amerîkî, îsraîlî-selefî". Ji Tirkîyeyê heta bi Erebistana Siûdî, ji Qeterê heta bi Fransayê her kes bi beşa xwe rabû, herkesî komên girêdayî xwe li pêş girtin, alîkarîya xwe dan van û ne dan yên din. Asta herî bilind ya vê sosretê nîsana 2013an bû: bi destê Qeterê û bi milyonan dolaran ferzkirina Xesan Hîto yê ku welatîyê amerîkayê ye wekî serokwezîrê hikûmeteka hem "demî" hem jî xeyalî. Destwerdana zilamên dewlemend yên Kendavê yên ku ne li gora tu stratejîyên dewletê ne û ji tevahîya kontrolan azad in, tevlîhevîyê zêde dikin. (6)

 

Ya rastî, zehmet e meriv di nav gelek bend, kom, ketîbe (yekîneyên şervanan) yên di bin etîketa hem rehet û hem jî xapînok ya "îslamî" de be, ev etîket destûrê dide ku meriv pirrengîya wan û cihêtîyên wan yên stratejîk û sîyasî bide alî. (7) Bi heman awayî, Cebhet ul-Nusra ya ku dibêje ew El-Qaîde ye, hem li Rojava û hem jî li Erebistana Siûdî sedema fikaran e, lewre li Erebistana Siûdî salên 2003-2005an şerekî dijwar li dijî rêxistina Usame bin Ladin hatibû birêvebirin. Ev serwextbûna rêxistinên selefî ye jî. Berdevkê pir medyatîk yê partîya sereke ya selefî ya misirî El-Nûrê Nadir Bekar ji me re rave dike ku divê meriv El-Qaîdeyê asteng bike: "Ya ku em doza wê dikin herêmeka ku li firîna balefiran qedexe ye. Da ku şorişger bi xwe bi ser kevin. Em dozê li merivên li Misirê dikin da ku neçin wir: serketin divê ya sûrîyeyîyan bi xwe be."

Lîstikeke bêencam

 

Ev tevlîhevî û qerepere ji ber nebûna li meydanê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zêdetir dibe, DYA ketina rejîma Sûrîyeyê bixwaze jî dildar nîne ku piştî bibinketinên xwe yên li Iraq û Efxanistanê bikeve nava serpêhatîyeka nû ya li Rojhilatê Navîn. Herî baş Richard Haass vê beridîna halê rûhî yê Washingtonê derdibire. Serokê fikirvan yê sazîya komarparêz di mijara têkilîyên navneteweyî de, kevne-hevkarê serokê DYAyê George W. Bush hîn nû pirtûkeka bi navê Sîyaseta derve li malê dest pê dike: Divê mala Amerîkayê bi xwe ji nû ve bikeve nîzamê (8) weşand. Hizra wî çi ye? Ji xirabûna sîstema veguhestinê, heta bi nebûna karkerên kalîfîye, pirsgirêkên hundir pêşîyê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê digirin ku leadershipeka global bikin.

 

Hingê meriv çawa biryara serokê DYAyê Barack Obama ya dabînkirina sîlehan ji bo serhildêrên sûrîyeyî şirove bike? Bikaranîna gaza sarîn ji alîyê artêşa Sûrîyeyê ve ya li ser lihevhatinek nîne – li gorî Washingtonê ew sedema mirina sed û çil kesan e ji nod hezar kuştîyên şerî –, wekî tiştê ku bi xwe jî ew e xuya dike: bahaneyek. Lê belê ji bo çi ye ev bahane?

 

Sûrîye veguherî qadeka şerê herêmî û navneteweyî û yek ji herdu alîyan jî amade nîne ku qebûl bike şampîyonên wê bi bin dikevin. Piştî biserketina li Qusayrê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixwazin pêşîyê li biserketina rejîma Sûrîyeyê bigirin, tevî ku ev yek pir kêm mimkin e, lewre beşeka girîng ya xelkê welêt ya tundrewbûyî û tiştekî ji dest jî bide nemayî, rejîmê red dike. Lê belê maneya vê daxwazê dîyar e ji bo DYAyê ne destwerdaneka xurt û pir e, hîç jî ferzkirina herêmên li firîna balefiran qedexekirî yan jî şandina eskeran ya deverê nîne. Bi parastina balansa hêzê ya heyî, ev girêkork û tengavî, tevî dûvên xwe yên wêrankirin û kuştinan, divê dewam bike, lê belê herweha tevî tehlûkeyên xwe yên ji bo tevahîya herêmê çawa ku sernavê rapora ICGyê bi kurtî rave dike "Şerê Sûrîyeyê yê vedigire."

 

Iraq, Urdin û Libnan ketina nava şerî. Şervanên iraqî û libnanî, yên sûnî û şîî li Sûrîyeyê di bereyên dijberê hev de ne. Otobanên "navneteweyî yên serhildêrîyê" (10) mişt in, yên ku ji Efxanistanê heta bi Sahelê diçin, şervanan, çekan û fikran vediguhêzin. Heta ku aktorên sereke yên derve, vî şerî wekî lîstikeka bêencam û sifir bibînin ango wekî kolana avê binirxînin, ev êş û azara li Sûrîyeyê wê dewam bike; tevî tehlûkeya ku tevahîya herêmê bixe nava vê karesatê.

 

 

(1) Jamal Khashogi, Al-Hayat, BBC Monitoring ji ber girt, London, 15ê hezîrana 2013an.

 

(2) Axaftina ku BBC Monitoringê nivîsî û weşandî, 15ê hezîrana 2003an. Tekfîrî tevahîya misilmanên rêya wê nakin rêya xwe wekî deredîn û jidînderketî dihesibîne û red dike.

 

(3) "Syria’s metastasiising conflict / Şerê Sûrîyeyê yê vedigire", International Crisis Group, Bruksel, hezîrana 2013an, www.crisisgroup.org

 

(4) Gotara li jêr bixwîne : Karim Emile Bitar, "Guerres par procuration en Syrie / Li Sûrîyeyê pêkhatina şerên wekaletî", Le Monde diplomatique, hezîrana 2013an.

 

(5) "Sunnis clerics shift stance on Syria, urge jihad / Seydayên sûnî di biwara Sûrîyeyê de helwêstê diguherin ", BBC Monitoring Analysis, 14ê hezîrana 2013an.

 

(6) Joby Warrick, "Private money pours into Syrian conflict as rich donors pick sides / Bi alîgirîya bêşderên dewlemend pereyê şexsî diherike nav şerê li Sûrîyeyê", The Washington Post, 16ê hezîrana 2013an.

 

(7) Ji bo ku meriv hinekî zanibe ka rewş çi ye – lê belê nexşe ji hingê ve hinekî guherîye –, bigire li ber "Tentative Jihad: Syria’s fundamentalist opposition / Cîhada hewldayî: Mixalefeta jibinî ve dîndar ya Sûrîyeyê", International Crisis Group, 12ê çirîya pêşîna 2012an.

 

(8) Richard Haass, Foreign Policy Begins at Home: The Case for Putting America’s House in Order / Sîyaseta derve li malê dest pê dike: Divê mala Amerîkayê bi xwe ji nû ve bikeve nîzamê, Basic Books, New York, 2013.

 

(9) Bide ber danezanên Joost Hilterman di Kareem Fahim, "Still more questions than answers on nerve gas in Syria / Hîn jî ji bersivan bêhtir pirs hene li ser mijara gaza rehikan li Sûrîyeyê", The New York Times, 13ê hezîrana 2013an.

 

(10) Binêre li nexşeya Philippe Rekacewicz ya bi vê sernavê di Le Monde diplomatique ya çirîya paşîna 2007an hatî weşandin.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê