Jihevcihêbûna tahl a herdu Sûdanan

Petrol, sînor, deynê dewletê...
Translator

Dema ku Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî hewl dida Xartûmê razî bike ku eskerên xwe ji navçeya li ser nehatiye li hev kirin Abyeiyê vekişîne, navberkarê Yekîtîya Afrîkayê Thabo Mbeki jî hewldanên xwe dewam kirin, lewra dîyar bû ku hevdîtinên di navbera herdu Sûdanan de wê ji nû ve dest pê bikin. Bawerîbihevne-anîneke kûr Xartûm û Jubayê ji hev cihê dike, û lîstika milîsên xwecihî jî hewldanên lihevkirina alîyan hê zehmettir dikin.

23 yê çileya 2012ê serokdewletê Başûrê Sûdanê Salva Kiir li pêşîya parlemanê ragihand ku desteya wezîran " bi yekdengî biryar daye ku tevahîya karûbarên elaqedarî petrolê yên li Başûrê Sûdanê tavilê werin rawestandin, û petrola xam êdî ber bi Komara Sûdanê ve neherike ". (1) Vê tedbîrê bersiv dida desteserkirina beşek ji petrola Başûrê Sûdanê bi destê Xartûmê, û bi vê jî alozîya li ser parvekirina hatinên ji hîdrokarburê di navbera herdu welatan de jî gihand asta herî bilind.

Ji bo komara ciwan a ku ji tîrmeha 2011ê vir ve ser bi xwe ye, petrol heyatî ye (2): Ew %98ê hatina birêveberîya wê pêk tîne. Di nav van şert û mercan de rawestandineke demdirêj a hilberandinê tehlûkeya jihevdeketina avahîyên dewletî yên ku jixwe rewşa wan nazik e, bi xwe re tîne, û piştî dehsalên şerê navxweyî derbeke giran jî li hêvîyên biîstîqrarkirina herêmê dixe (kronolojîyê bixwîne).

9ê tîrmehê wê kêlîya ku Sûdana Başûr serxwebûna xwe pîroz dikir, serokdewletê Sûdanê Omer El-Beşîr jî weke gelek birêveberên navneteweyî çûbû paytexta dewleta nû Jubayê. Hazirbûna wî li wir nîşan dikir ku Xartûm piştî gelek virdewêdeyan parçekirina welêt qebûl dike.

Dîsa jî gelek pirs bê bersiv man. Lihevnekirin nexasim li ser parvekirina hatinên ji petrolê, deynê dewletê û rewşa dawî ya xeta sînorê hevpar bûn. Birêkxistina ewlekarîya herêmî jî hê nehatiye çareser kirin.

Şerekî milîs ketî navê

Weha xuya dikir ku her du Sûdan neçar in li hev bikin. Li Bakur û li Başûr petrol yek ji çavkanîyên sereke yên dovîz û hatina ji bacê ye. Lê belê berîya hertiştî girêdana bi hev ve ya her du welatan a di vê sektorê de bi tevahî ye: Yek jê rezervan kontrol dike, ya din binesazîyên îxracatê. Bêyî erêkirina Xartûmê ya mafên derbasbûnê û rafînekirinê, her du jî niha xwe dixin ber krîzeke aborî ya di asta felaketê de.

Ji tebaxa 2010ê ve muzakerevanên her du alîyan li paytexta Etîyopyayê Addis-Abedayê ji bo hevdîtinên dawî li wan nayê û bêber dicivin. Di encamê de têkilîyên her du alîyan ji ber parçebûnên navxweyî yên elîtên birêveber her xirabtir dibin, ji ber meyla wan a lêzêdekirinê û bêkêrîya wan a rûbirûbûna bi pevçûn û alozîyên herêmî yên li deverên li ser sînor.

Di gulana 2011ê de artêşa Sûdanê navçeya Abyei ya ku li ser hê nehatiye li hev kirin dagîr kir, ango berîya bi serxwebûna fermî bi du mehan, ev yek jî destpêka krîzê bû. Statuya vê devera li ser sînor a ku xwedîya girîngîyeke pir kêm a stratejîk e, diviyabû bi referandûmeke şêwrê ya herêmî ku wê bi ya cihêbûna Başûr re bihata lidarxistin, bihata dîyar kirin. Lê belê Xartûm lidarxistina vê referandûmê asteng dike û xwedî li tevahîya deverê derdikeve. Ji lihevkirina aştîyê ya sala 2005ê û vir ve, şerê di navbera herdu artêşan de digihêjê asteke berê nehatî dîtin. Peyman dîyar e zelal e: Bakur amade ye ku xurtîya xwe ya eskerî bi kar bîne da ku li ser hevdîtinan serdest be.

Ango Artêşa sûdanî li dijî endamên Artêşa Gel a Azadîya Sûdanê dikeve nav liv û tevgerê (SPLA, tevgera serhildêr ya ku êdî li Jubayê desthilatdar e) ên li ser erdên wê – şeş hezar şervan li eyaleta bakurî Kordofana Başûr (3) û çar hezar û sed jî li eyaleta Bîla Şîn (4), her du jî cîranên Sûdana Başûr in û nufûsa wan ji ereban bêhtir efrîqî ye û hem çandî û hem siyasî nêzî Başûr in.

5ê hezîrana 2011ê artêşa Bakur û milîsên hevgirên wê êrişeke mezin li dijî endamên SPLAyê yên çekdar û neçekdar ên li Kordofana Başûr dan dest pê kirin. 1ê îlona 2011ê şer û alozî belavî Nîla Şîn jî dibe. Piştî gulebarana mala xwe, Malik Agarê ku SPLAa Bakur (SPLA-N) bi rê ve dibe, xwe vekişand nav daristanan û banga hilweşandina rejîma Xartûmê kir. 8ê îlonê îxtîlaf û cihêbûna xwe ya tevgera xwe û partîya li Jubayê desthilatdar ragihand. Şerekî nû yê navxweyî dest pê dikir.

Di wê navberê de hevdîtinên di navbera Xartûm û Jubayê de dewam dikin, pêre jî di qada aborî de bêyî ku dilê wan bi hev bişewite, şerê hev dikin. Ji gulana 2011ê ve Sûdan astengan li ser bazirganîya sînor a bi Başûr re ferz dike, para bêhtir a vê bazirganîyê jî xwe dispêre îthalatên ji Bakur. (5) Di tîrmeha 2011ê de herdu hukûmet bêyî ku li fikrên hevûdin bipirsin, her yekî pereyekî nû dixin bazarê. Rêjeya pevguherînê ya pereyê Başûrê Sûdanê û pereyê nû yê Sûdanê li ba dikeve, bêîstîqrar e, ji ber bêîstîqrarîya girêdayî hewaya krîza bacê û alozîya ku bankeyên navendî yên herdu welatan neçar dike destên xwe bavêjin rezervên xwe yên dovîzan ên ku ji xwe kêm û ji wan xerc bikin da ku pêşîyê li dêvaluasyonên mezin bigirin.

Her yek ji wan herweha hêza yekser, an jî neyekser jî bi kar tîne da ku bike yê din serê xwe bitewîne. Bakur alîkarîya lojîstîk û eskerî digihîne gelek komên milîsên serhildêr ên ku li dijî hukûmeta Başûrê Sûdanê şer dikin (6), û ji çirîya paşîn a 2011ê ve gelek caran erdên cîranê xwe bombebaran dike.

Hukûmeta Jubayê bi xwe li alîyê xwe zehmetîyê dikişîne ji bo dewamkirina xeyala veqetîna ji serhildêrên SPLA-Nyê. Serhildêrên SPLA-Nyê li gor dilê xwe Sûdana Başûr weke baregeheke pişt bereyê bi kar tînin, weke yên Tevgera ji bo Edalet û Wekhevîyê (JEM) ên ku beşek ji çekdarên wê ji Darfûrê vekişîyan û çûn Kordofana Başûr. Dawîya adara 2012ê, artêşa Başûr, JEM û SPLA-N bi hev re êrişeke hevpar li dijî Hegligê dan dest pê kirin, ev dever qadeke petrolê ya li sînor e, û êrişê jî asteke koordînasyonê ya berê nedîtî raxist ber.

Tewazûna bi tehlûke ji bo Pekînê

Wekî din SPLA-N û komên ji Darfûrê êdî hevgirên hev in di bin sîwana Bereya Şoreşger a Sûdanê (SRF) de û armanca wan guhertina rejîma Xartûmê ye. Tevlîbûna Başûr a nav SFRê zêde dibe û di serî de ya Pagan Amun (yekî ku nêzî birêveberên SPLA-Nyê ye) lihevnekarîya muzakerevanên Başûr dike ku mirov fikaran bike ku beşek ji elîta siyasî li Jubayê bûbe yek bi armancên wan re. Juba dizane ku dikare pişta xwe bide Îsraîlê jî, ya ku ji 1955ê û vir ve tilîya xwe xistiye nav meseleyê li alîyê serhildana Başûr. (7)

Welatên Rojava û Çîn hêvî dikin ku peymaneke dualî ya li ser mafên derbaskirina petrolê wê şerekî nû yê di navbera bakur û başûr de bê tesîr bike; lê belê hêzên mezin di mijara ferzkirina lihevkirinekê de bêkêr xuya ne. Washingtona ku alîkarîya wê ya dîrokî ya bi başûrîyan re û dijminahîya wê ya bi bakur re gihiştiye asta herî jor, dibîne ku qada wê ya manovrayê ji ber raya giştî ya biryardar dijmina Xartûmê ye, pir zêde kêm e. Bala çapemenîya amerîkî û kongreyê li ser binpêkirinên mafên mirovan ên bi destê artêşa Sûdanê yên li Kordofana Başûr e, ji ber vê jî ji bo birêveberîya Barack Obama ne mumkin e ku pêşnîyarî Sûdanê bike ku di berdêla aştîyeke bi başûr re rakirina –qismî jî be– mueyîdeyên amerîkî pêşnîyaz bike; ev mueyîde ji ber desteke Sûdanê ji terorîzmê re û paşê jî ji ber zextên li Darfûrê sala 1997ê û 2006ê hatibûn qebûl kirin. Qet nebe piştî salên jêrazîbûnê, Washingtonê xwe bi tevahî dayê ku zextê li Jubayê bike, û jê hat ku bike biryara 12ê gulana 2012ê ya ku gefa mueyîdeyan li her du Sûdanan dixwe, were dayîn.

Heçî Pekîn e, tevî têkilîyên wê yên xurt ên bi her du alîyan re, bandora wê jî ne dîyar e. Çîn aktora sereke ya sektora petrolê ye, di dema şerê navxweyî de li alîyê rejîma Xartûmê ew tevlî bipêşxistina sektorê bû, ji sala 2008ê û vir ve jê hat ku xwe nêzî Jubayê jî bike. Hewldanên wê yên li berçavan ên ji bo navberkarîyê bixwe bêencam man. Li cem hempîşeyên xwe yên rojavayî dîplomatên çînî hêrsa xwe ji ber neçarîya xwe derdibirin. Têkilîyên her du Sûdanan çiqasî xirab bibin, hewldanên pratîk ên tewazûnê yên Pekînê jî ewqasî zêdetir bi tehlûke dibin.

Astengên herêmî yên li pêşîya lihevkirinekê jî gelek in. Du lihevkirinên qismî yek jê li ser întegrasyona SPLA-Nê di nav lîstika siyasî ya Sûdanê de di hezîrana 2011ê de, û ya din li ser statuya welatîyên Sûdanê û Başûrê Sûdanê ên li ser erdên her du dewletan di sibata 2012ê de têk çûn. (8) Ya pêşî ya ku milê rastê yê el-Başîr ango Nafî Elî Nafî bi Agarê ji SPLA-Nê re muzakere li ser kirin, piştî ku hat mohr kirin bi sê rojan serokdewletê Sûdanê bi xwe nerazîbûna xwe jê derbirî. Ya diduyan ji ber şerên li ser sînor berhewa bû; guman hene ku ev şer ji alîyê SPLA-N û beşek ji artêşa Başûr ve hatibine organîze kirin da ku pêşîyê li nêzîkbûneke di navbera Bakur û Başûr de bigirin.

Tu garantîya wê nîne ku lihevkirineke li ser mafên petrolê wê têra aramkirina rewşê bike. Bi îhtîmaleke mezin ew ê bi ser nekeve ku dawîyê li şideta li Kordofana Başûr û li Nîla Şîn bîne, ku sedemên wê berîya hertiştî herêmî ne. Ango îhtîmal e ku sînorê di navbera herdu Sûdanan de van salên li pêşîya me bêîstîqrar bimînin.

 

Kronolojî

1ê çileya 1956ê. Welat serbixwe dibe. Li başûrê welêt tebaxa 1955ê raperînekê dest pê kir.

Çirîya Pêşîn a 1964ê. Serhildaneke gel dawî li rejîma eskerî anî ku sala 1958ê hatibû ava kirin.

25ê gulana 1969ê. Darbeya eskerî ya di bin birêveberîya Gafar El-Nemeyrî de pêk hat.

Adara 1972yê. Li Addis-Abebayê ji bo bicihanîna xweserîyekê li başûr peyman hatin mohr kirin.

1983. Rejîma El-Nemeyrî biryar da ku şerîetê pêk bîne. Li başûr destpêka serîhildaneke nû ya di bin birêveberîya John Garang û Artêşa Azadîya Gelê Sûdanê (AAGS) de.

Nîsana 1985ê. Raperîna gel û dawîya dîktatorîya eskerî.

30ê hezîrana 1989ê. Buroyên îslamîstên ku Omar el-Başîr wan bi rê ve dibe, xwe li desthilatdarîyê radikişînin. Şerê bi başûr re dijwar dibe.

9ê çileya 2005ê. Mohrkirina peymanekê bi AAGSyê re ya ku li gor wê di nav pênc salan de referandûmeke dîyarkirina çarenûsa Başûrê Sûdanê wê bihata li dar xistin.

2011. Di çile de piranîya nufûsa başûr dengê xwe ji bo serxwebûnê bi kar anî û serxwebûn jî 9ê tîrmehê hat îlan kirin.

Çavkanî

Jean-Baptiste Gallopin: Lêkolînerê bispor e li ser Sûdanan ji bo rêxistineke navneteweyî ya parastina mafên mirovan e. Li vir ew ferdî xwe îfade dike û ne li ser navê rêxistinê.

(1) «Statement by H.E. Salva Kiir Mayardit, President of the Republic of South Sudan to the National Legislature on the current oil crisis», 23 janvier 2012, www.sudantribune.com

(2) Van berhemên li jêr bixwîne: Gérard Prunier, “Le régime de Khartoum bousculé par la sécession du Sud / Bi Cudabûna Başûr re Rejîma Xartûmê Serûbinîhev bû”, û Marc Lavergne, “Chronique d’une indépendance annoncée / kronolojîya serxwebûneke ragi-handî”, Le Monde diplomatique, sibata 2011ê.

(3) «Report on the human rights situation during the situation in Southern Kordofan, Sudan», United Nations Mission in the Sudan (UNMIS), rapora navxweyî, hezîrana 2011ê.

(4) “In Need of review : SPLA transformation in 2006-2010 and beyond”, Small Arms Survey, Genève, çirîya paşîn 2010.

(5) “South Sudan border row ‘causing shortages’”, 18 mai 2011, www.bbc.co.uk

(6) “Fighting for the spoils: Armed insurgencies in Greater Upper Nile”, Small Arms Survey, çirîya paşîn a 2011ê.

(7) li ber vê berhema li jêr bigire: “Pourquoi le Soudan du Sud est un allié stratégique d’Israël / ji bo çi Sûdana Başûr hevgireke stratejîk a Îsra-îlê ye”, 20ê adara 2012ê, www.slateafrique.com

(8) “Sudan says cessation of support to rebels prerequisite to peaceful relations with south”, 30yê adara 2012ê, www.sudantribune.com

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê