Jineke Xinanî: Çîroka "zilamê biçûk"

Freûd li ser mît û efsaneyên neteweyan wiha dibêje: "Gelek pêkan e ku efsaneyên hemû neteweyan bermahîyên berovajîkirî ên xewneroşkên daxwazên wan bin, xewneroşkên dinyayî ên mirovahîya ciwan bin".

Belê, ji mît û efsaneyên neteweyan mirov dikare xwe bigihîne daxwaz û tirsên herî kûr ên wan neteweyan; mirov dikare di derbarê paradîgmaya wan neteweyan de xwe bigihîne agahîyên berfireh.

Ango efsane kodên gîyanî ên neteweyan; DNAyên wan in. Her çiqasî Adorno bi avakirina pireke domdar a di navbera serdema efsaneyî û modern, şopên efsaneyê di serdema modern de bigere û bibîne jî, serdema efsaneyan qediya. Lê efsane; xwevegotina daxwaz û xewnroşkên takekes û neteweyan, bi formeke guherî, di wêjeya ewropî de bi zimanê "langues romanes" pêşî di "romans" û piştre bi guherteya romansê di "roman"ê de berdewam dike.

Ji hêla teşe û naveroka xwe ve vegotin herçiqasî guherîbe jî, heman çespandina Freûd a li ser mît û efsaneyên neteweyan bi rehetî em dikarin nêzîkatîyê li romanê jî bikin.

Roman jî ji hêla teşe û naveroka xwe ve pala xwe dide bingehên sosyo-polîtîk û îdeolojîya wê neteweyê. Hişmendîya modern berhemên edebî ku bi tenê wekî hilberîneke "tikûtenê" û "yekane" vedibêje û bi vêya re jî hewl dide ku têkilîyên wê ji bingehên civakî, îdeolojîk qut bike jî, di berhemên edebî de em tirs û daxwazên civakî jî dibînin.

Ango her berhemeke edebî di xwe de îdeolojîya afirînerê/a berhemê vedihewîne û ev îdeolojî herwiha îdeolojîya beşek ji wê civakê ye jî.

Di nav vê çarçoweyê de heke em li berhema bi navê Jineke Xinanî ya Şêrzad Hesen binerin, di temsîlîyeta karekterê bi navê Memo; Kalemêrê Qesab de em ê daxwaz û xewneroşk û tirsa beşek ji civakê jî bibînin. Ango di kareketerê Kalemêrê Qesab de em ê îdeolojî û tevgerên mirovên bindest ku rêya rizgarîyê; rêya "xwe-pêkanîn"ê tenê di ji-xwe-dûrketinê de, di ji hezkirina kesên dijî xwe de dibînin, rast werin.

Jineke Xinanî ku li ser maseya vexwarina bîrayê, li ser vegotina serbûrên Qesabê Kalemêr ava bûye, herwiha serbûra "zilamê biçûk" ê ku xwe-pêkanîna xwe a netewî, etîkî û evînî di karekterekî dijberê xwe ya bi navê Leylayê de dibîne û bi hezkirina ji Leylaya ereb, Leylaya bijîşk, Qesabê Kalemêr bi awayekî derhişî dixwaze xwe ji kurdbûn û qesabbûna xwe rizgar bike û bi vî awayî jî xwe pêk bîne.

Em dikarin bibêjin ku jîyana Qesabê Kalemêr di navbera berîya Leyla û piştî Leylayê de dibe du beş. Qesabê berîya Leylaya ereb û bijîşk û yê piştî Leylayê ne heman kes e. Bi rasthatina Leylayê re êdî Qesab dikeve metamorfozeke kesayetîyê. Berîya Leylayê nêrîna wî ya li ser jinan (jinên kurd) bi tenê di nav çarçoveya objeyeke zayendî de ye. Qesabê ku ji ber pîşeya xwe tim bi goşt dide û distîne, jinan wekî "goşt" bi nav dike; jinan dişîbîne gelek cure heywanan, bêhna wan jî dişibîne bêhna heywanan. Bi dehan jinan re dikeve têkilîyê. Lê dilê Qesab nakeve yekê ji van jî. Dema xwe bi wan re derbas dike û hew.

Lê dema ku rastî Leylaya ereb, bijîşk tê, Qesabê Kalemêr bi carekê re diguhere; dibe kubar, dibe hestiyar, dibe aşiq.

Qesab, Leylaya ereb, bijîşk naşibîne heywanan, bêhna wê jî naşibîne bêhna heywanan û wê weke "goşt" nabîne:
"Sibehê ji nişka ve jineke bi heybet û xweşik hate ber dikana min. Xanimeke modern bû, pirça xwe ya belav û perîşan berdabû ser milê xwe."

Belê, Leylaya ereb, "xanimeke modern" e û Qesab dikare di hezkirina vê "xanima modern" de xwe ji qesabtîyê rizgar bike.

Jina ku Qesab tim li bendê ye ne bi tenê Leylaya bijîşk e, lê herwiha Leylaya ereb e (ne kurd). Ew encax di jineke ne kurd, (ereb) de dikare xwe pêk bîne. Tim li benda yeka wilo ye. Dema ku behsa wê dema ku nû pêrgî Leylaya ereb bûyî, dike, Qesabê Kalêmer wiha dibêje: "Te digot sed sal in bendewarê xanimeke wisa giran û nazdar im".
Piştre ji berdilka xwe, ji bêhna xwe şerm dike. Ji bo ku Leylayê bibîne, diçe ba Leylayê û bi derewan dibêje diranên min diêşe û diranê xwe jî li ser hezkirina xwe dike.

Lê Leyla zewicî ye. Dema ku Qesab vê yekê dizane, xeyalşikestî dibe û Qesabê Kalemêrê ku bi gihiştina Leylaya ereb û bijişîk re, xwe ji kurdbûn û qesabtîyê rizgar bike, ango xwe pêk bîne, xwe pêk nayîne û bi wê xemê di jîyanê de têk diçe.

Bi kurtebirî Jineke Xinanî di ambalaja "evîneke pak" de çîroka "zilamê biçûk" ê têkçûyî ye.

Çavkanî

Şengul Ogur: Wêjevan, nivîskar