Jînenîgarîya Cegerxwîn û berhemên wî

Yusuf Kaynak berîya ku Yekitîya Sovyetê hilweşe, berîya1991ê, li Beşa Zimanên Rojhilatê Navîn a Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Leidena Hollandayê şagird e û li ser "Wêjeya Kurdî ya li Tirkîye û Sûrîyeyê” tezekê amade dike. Ji bo vê yekê jî helbestvanê mezin yê kurdan ji xwe re dike mijara tezê: Cegerxwîn.

Kaynak orîjînala teza xwe bi hollandî amade kiriye û pêşkêşî zanîngehê kiriye. Piştî ku fikra wergerandina tezê lê peyda dibe, radibe bo kurdî werdigerîne. Teza bo kurdî hatiye wergerandin, di sala 1994ê de bi awayekî berfirehkirî amade dibe. Nivîskar di pêşgotina ku di gelawêja 1994ê nivîsandiye de, berhema di destê xwe de yadî Cegerxwîn dike û dibêje: "Jîyana Cegerxwîn ji bo tevgera gelê kurd, di sedsala me de belgeyeke jîndar e. Ji ber vê belgenebûnê min pêwîstî pê dît ku ez teza xwe ji bo xwendevanên kurd bikim kurdî. Jixwe îsal 10 salîya wefatkirina mamoste Cegerxwîn e. Vê pirtûkê yadî mamoste dikim”.

Li gor nivîskar di wergera ku kiriye de, ji hêla termînolojîyê ve rastî gelek dijwarîyan hatiye, lê wî piranîya caran têgeh wernegerandine û orijînala wan di nav kevanekê de nîşan daye. Paşê di dema xebatê de, behsa dijwarîyeke din dike: "Wexta min ev kar dikir, pêdivîya min bi materyalan hebû. Lê mixabin materyalên li ser Cegerxwîn hem kêm bûn, hem jî ji zanistîyê dûr bûn. Tevahîya wan çend pirtûkên wekî broşur û çend nivîsarên kurt ên klîşe û sloganî bûn. Ev jî kêmasîyek e ji bo helbestvanekî ku hewqas jê tê hez kirin. Çend gotarên li ser wî jî, bi navên mexles hatibûn nivîsandin. Heke mirov li van navan bigere, mirov tu kesî bi navê wan ên rast nabîne. Ev yek ji bo lêkolîneran asteng e”.

Kaynak wan navên mexles jî di pirtûkê de dide: Rohat, Hawar, Gundî, Kurdox, Ferhat Can.

Teza li ser Cegerxwîn, piştî amadekirin û wergerandina bo kurdî bi 20 salan, li Stenbolê ji hêla Weşanxaneya Doyê ve bi navê Jînenîgarîya Cegerxwîn û Berhemên Wî hate çap kirin. Nivîskar di axaftineke xwe de sedema vê derengmayînê rave dike û di serî de xwe, paşê jî berpirsên dezgehên kurd û rewşenbîrên wan rexne dike.

Yusuf Kaynak di berhema xwe de behsa 16 berhemên Cegerxwîn ên ku hatine weşandin dike. Cim û Gulperî û Reşoyê Darê ji wan berheman dudu ne ku her du jî ji 44 rûpelan pêkhatî ne û li Şamê hatine weşandin. Ya yekem di sala 1947ê de, ya duyem di sala 1956ê de hatiye çap kirin. Kaynak navê 23 berhemên Cegerxwîn dane ku heta niha nehatine weşandin.

Yusuf Kaynak helbestên Cegerxwîn li gor naverokê di bin şeş beşan de dabeş dike: Helbestên welatevînî û azadîyê, helbestên li dijî feodalî û kapîtalîzmê, helbestên şoreşgerî û navneteweyî, helbestên fabl û mîtolojîk, helbestên evîna sembolîk û evîna rastî û helbestên felsefî. Di parvekirina van temayan de, nivîskar hin beş ji dîwanên seyda rapêşî dêhn û bala me kirine. Wî li hin deveran helbest bi tevahî, li hin deveran jî beşek ji helbestê daye da ku şiroveya xwe bibe serî, lewre jî rave dike ku hewce nedîtiye tevahîya helbestan di kitêba xwe de biweşîne.

Kaynak di berhema xwe de her wiha Cegerxwîn, Nazim Hîkmet û Ebdulla Goran dide ber hev, analîza şêwaza wan dike. Nivîskar sedema hevrûkirina van her sê helbestvanan wiha şirove dike: "Mebesta hevrûkirina Cegerxwîn, Nazim û Goran cudahîya jîyan, mercên ku tê de jîyane û di wan çax û deman de afirandina berhemên wan bixwe ye. Min ev tişt ji bo xwendevanên kurd û tirk li ber çavan raxistin”.

Şayanê gotinê ye ku di berhema lêkolînî de, ji Celadet Bedirxan bigire heta Ordîxanê Celîl, ji Qanatê Kurdo bigire heta Hisênê Emîn, Ji Seydayê Keleş bigire heta Rojen Barnas bi dehan navan li ser berhem, gelperwerî û jîyana Seydayê Cegerxwîn bîr û boçûnên xwe anîne ziman. Yek ji wan Celadet Bedirxan e û di nivîsareke xwe de wiha dibêje: "Cegerxwîn doktorê civaka kurd e ku tev nexweşîyên gel dinase û bê tirs û xof li dijî axa, mîr, beg û şêxan têdikoşe. Lewre ji xwe re dijminên xurt û dijwar peyda dikir. Lê seyda bê perwa şûrê xwe di ser serê wan re vedikişand û eşkere digote wan: ‘Ezê serê we bi vî şûrî jê bikim’ ”.

Jînenîgariya Cegerxwîn û Berhemên Wî, Yusuf Kaynak, Weşanên Do, Lêkolîn, 199 Rûpel