Jingeh - Daristanên Endonezya’yê liber talanê ne

Translator

Nêçîrvan û berhevkar bi şiklê nîv-xelekekê kom bûne li meydana bêdar a rêlê ku pêşwazî li zeraqên berbangê dike. Mêrên bişûtik çav li wan biyaniyan kutane. Li pişt wan, jin memik didine bebikan û zarokên ku ji wan mêvanên nepayî tirsiyayî aşt dikin. Menti, pîremerêkî peyt û rebît ê li dor şêst salî, rûspî û serekê vê koma pênc malbatan, ji antropologê endonezyayî yê digel me hinek agahiyan werdigire: Orangs-Rimbasan dil lê ye bersivê bidin. Lê belê, divê lezê lê bikin; ji ber ku kêm maye ji bo wextê çûna nêçîrê. Ajelên nêçîrê, ji ber têkçûna jîngehê kêm bûne.

Lewre her lawaztir dikeve, rêla dûrgeya Sumatra’yê… Dirrindeyê serekî: Takeçandiniya [Monoculture: Çandin û gihandina bi tenê berhemekê li devereke diyar] palmiyeyên rûnî. Rûnê palmiyeyan, ku di duristkirina xurek û berhemên kozmetîk de tê bikaranîn, niha deraveke din jî peyda kir: estera [pêkhateyeke kîmyayî ye ku ji reaksiyona alkol û asîdê bi dest dikeve] metîl alkolî ya rûnê giyayî (EMRG), ku ew jî karbûraneke ziraî ye. Di navbera 1998 û 2007’an de, Endonezya’yê di resmiyetê de erdên xwe yên çandiniya palmiyeyan ji 3 milyonan gihandine 7 milyon hektaran, û bû yekem hilberînerê cîhanî yê vê dara rûnder li pêş Malezyayê. Cakarta’yê dest avêtiye projeyên dêwasa ji bo pêregihiştina daxwazên pir zêde yên rûnê palmiyeyan (40 milyon ton hatiye hisêbkirin ji bo sala 2020’an, îro 22,5 milyon ton in): heta 2020’an 20 milyon hektar dê bêne terxankirin bo palmiyeyên rûnî. Anku 200.000 km2 –qederê sêkiyê [ji sêyan yekê] serzemînê Fransa’yê. Li Sumatra’yê, ku rêlên wê ji 1999’an heta niha ji 2,2 milyon hektaran daketine 400.000 hektaran, 850.000 hektarên din dê li wan 450.000 hektaran bêne zêdekirin ku halê heyî çandiniya palmiyayn lê tê kirin.

Hinek Orangs-Rimbas, ku ji ber xelaya nêçîrê zikên wan kûr bûne wekî koncalê, beramber çend qurîşan hevkariyê dikin ji bo jinavbirina jîngeha xwe: Menti dibêje, “me zaniye ku binemaleke rojavayî rêla xwe firotiye javayiyan” û pê de diçe, “diyar e niyeta wan ew e ku bikin zeviyên palmiyeyan.” Ji ber vê agahiyê nêçîrvan bihêrs dibin û mêvanên wan diheyirin: çawa, di nîveka parkeke neteweyî ku qaşo “parastî” ye, Orangs-Rimbas dikarin erdan –ku ne aîdî wan in û mafê wan ê bikaranînê heye- “bifiroşin” bazirganên palmiyeyan ku jixwe tu mafê wan ê kirrînê jî nîne ? Diyar e di vê nimûneyê de dengê sozên wezîrê jîngehê nayê bihîstin. Ma ne wî di 23yê Adara 2007’an de, li Cakarta’yê, sond xwaribû ku “bi milyonan hektarên palmiyeyên rûnî nabine sebebê qurbanîkirina rêlan ?”

Çend kîlomêtre wêdetir ji Menti û binemala wî, Kardeo yê 54 salî, li ser eywana xaniyê xwe yê fireh ê bi stûnên gêçkirî û pempeyî pêşwaziyê li me dike. Kardeo dibêje “berê ez li wê derê dijiyam, û xanîkoke depîn û nêzîk nîşanî me dide. Palmiyeya rûnî ji min re şadî anî-” Kardeo ji wan e yên ku li vir jê re transmigrasi [mihacir, koçber] dibêjin. Di navbera 1950 û 2002’an de, ji bo rihetkirina Java ya [dûrgeyeke mezin a Endonezya’yê] xwedanê şêniyeke pir zêde(i), Cakarta’yê 6 milyon javayiyên feqîr handan ku biçin li dûrgeyên biçûk û qeraxî bikevine dû nanê xwe. Gel û cemawerên binkî gelek nerihet bûn ji ber vê siyasetê lewre bi baweriya wan ew cemaeta koçberan, bi ihtimaleke herî baş, biyaniyên xwedan îmtiyaz bûn, û bi îhtîmala herî xerab kolonyalîst bûn û dixwestin dewama hakimiyeta dîrokî ya Java’yê li ser komdûrgeyê [koma dûrgeyên biçûk li Endonezya’yê] bînin.

Sala 2001’an, bi sedan javayî –jin û zarok jî tê de– ji aliyê şervanên dayak ve hatine kuştin û bi vî rengî careke din navê dayakan bi serbirrînê belav bû. Kardeo dibêje, “dawiya 1984’an min ji Java’yê bar kir. Hikûmetê xaniyeke depîn, sê hektar û bo salekê alîkariya xurekî dane min-” Destpêkeke pir zehmet bûye berî ku palmiyeya rûnî ya bixêrûbêr derkeve meydanê. Bi kurtebir lê zêde dike, “ez îro qederê 16 hektaran palmiyeyan diçînim. Her yek heyvê 1,6 ton berhem dide û kîloya tovî bi 700 heta 1700 rûpiyan tê firotin. Serqise, heyvê 45 milyon rûpî ji vî erdî digihe destê min” –anku heyvê 3500 euro. Kardeo yê ku ji “partiya tutiştî” ye jiyaneke rihet dibe serî û keçên xwe jî li zanîngehê qeyd kirine. Palmiyeyên rûnî pêdivî bi sexbêriyeke kêm heye, mesela bi tenê şeş kes dixebitin di dehla wî ya 16 hektarî de: heyvê şeş mûçeyan dide. Cotkarên deverê li xwe mikur tên ku ji ber kêmî û hêsankariya di warê mûçeyan de, wan dest avêtiye veguherandina dehlên xwe yên heveayan [hevea: dareke ku lateksa ji bo kaûçukê jê tê bidestxistin] (ku ji bo jîngehê bêzerertir in) bo zeviyên palmiyeyan. “Û bi zibil û dermanên Monsanto, randumana daran hêj çêtir e”, bi kêfxweşî lê zêde dike Kardeo. Gelo wî qet behsa zererên palmiyeyên rûnî yên li ser jîngehê bihîstiye ? Di bersiva wî de duristî heye: “Asta jiyana min û aboriya welatê min maye li ser palmiyeya rûnî. Wê çaxê jîngeh…”

Herçend Kardeo bêxiyal û piştrast be jî ji halê xwe, gundiyên din ên Sumatra’yê kêm caran bi qasî wî kêfxweş in. Li sertaserê komdûrgeyê, bi sedan gundên ku ji soz û qewlan bêhêvî bûne, bi wê berhemê hatine xizankirin ku çaverê bû wan dewlemend bike, û li pêş çavên wan erdên wan ji wan hatine standin, rûbarên wan hatine pîskirin, îro bi can û bedenên xwe li dijî şirket û hêzên nizamî yên dewletê li ber xwe didin. Komeleya Walhi destnîşan dike ku du sed û bîst û çar rûdanên berxwedana cemaetên gundiyan li dijî şirketên rûnê palmiyeyan li Sumatra’yê, û li dora pênc sed rûdan li sertaserê komdûrgeyê, hatine tomarkirin.

Bi qanûnê teqezkirî ye ku ji bo bikaranîna erdekê wekî dehla palmiyeyan, divê veberhêner rêzê li hinek qaîdeyan bigire, ji wan kirina lêkolînekê derheqê tesîra wê ya li ser jîngehê de. Lê belê, Serge Marti yê rêveberê komeleya LifeMosaic a Swîsreyî û nivîskarê raporteke li ser tesîrên takeçandiniya palmiyeyên rûnî(ii), wisa hisêb dike ku, “50 milyon rûpiyên [3.900 euro] di-bin-maseyê-re têra destûra çandina 20.000 hektaran dike-” Li hemû derên komdûrgeyê, “şirket bi karmend û polîsên dewletê dadikevine nav gundan ji bo tirsandina şêniyan. Min bi xwe dîtiye ku gundî, wekî di serdema Soeharto de, bi “komûnîzmê” dihatine tawanbarkirin heke wan qebûl nekiraya ku erdên xwe bihêlin bo “projeya geşedana neteweyî” ku bibine dehlên darên palmiyeyên rûnî(iii)-” Mafê xwedantiyê li Endonezya’yê meseleyeke pir xul û aloz e: Ji cerga koloniyên Hollanda’yê heta îro, dewletê hergav ew maf li ba xwe parastiye ku bi pênavê “geşedan” an jî “berjewendiya giştî” mal û erdê kes û koman jê bistîne.

Heta 1999’an, du hezar û pênc sed şêniyên Karang Mendafo yê debara xwe ji mebred û heveayên xwe dikirin. Niha bîra wê heyamê dikin ji ber ku hingî ew zeviyên wan têra wan dikir. Muhammed Ruşdi yê serekê gundî çîroka gundê xwe weha rawedike: “Şirketeke ji grûba Sinar Mas” -yek ji holdîngên endonezyayî- “bi alîkariya esker û polîsan hat darên rêlê bibirre. Sinar Masê 600 hektar bi dest xistin û ew dever tew kirin dehlên palmiyeyên rûnî. Êdî tu erdê me nîne. Û tu rêl jî neman li van deran. Her ev felaket hate serê heft gundên cîran jî.” Kanûna 2007’an, Ruşdî çû Konferansa Bali’yê da ku doza gundê xwe pêşkêş bike û biparêze.(iv) Lê bêmifa bû.

Qerebû, pişkdariya di qazanca ji dehlan de, karê bimûçe, çêkirina rêyan û avakirina xwendegehan… Sinar Masê “gelek soz” dan dibêjin gundî bi xerez. Hêj jî li benda bicihanîna veberhênanên ragihandî ne û dahata piraniya wan daketiye, ji bo hinekan pênc beramber kêmtir bûye. Sayuti yê 42 salî, bijin û bavê sê zarokan serhatiya xwe wiha derdibirre: “Berî 1999’an, min 1,5 hektarên heveayan hebûn û ji kaûçuka wê heyvê 1.200.000 rûpî [nêzîkî 100 euroyan] bi dest min diketin.” Îro, Sayutî hûrde -pişkdarê dehleke palmiyeyan e- bi tenê 225.000 rûpiyan [17 euro] qazanc dike. Çerxa jiyana rojane êdî bi pere dizivire: divê gundî êdî fêkî û sewziyên ku berê wan bi xwe diçandin bikirrin. Rûbar li ber sikratê ne û xêr tê de nemaye: Zibil û dermanên mêş û kêzikan, malik li masiyan wêran kiriye. Û herçend fireçandinî û cengel avê biparêzin, takeçandinî hemû ber û hêza axê jê dikêşe: lehî û lêser makadamên [kevirên ku rêyan pê radixin] rêyan radimalin. Gundiyên ji ber van hemû nexweşiyan zivêrbûyî, dest davêjine çalakiyên rasterast: heftiyê çend caran, bi dehan neferên wan hildigirin çekên xwe yên tirsandinê, golok (satorên herêmê), dadikevine nav dehlan û bi şadî fêkiyên palmiyeyan berhev dikin da ku paşî li bazarê bifiroşin.

Bêtir li hêla bakur, gundê Logu Mandesa û du hezar malbatên wan. Sala 2006’an, grûba Sinar Mas destûr ji hikûmetê wergirt ku erdên gundiyan bike dehlên palmiyeyan. Sugino, serekê gundikên herêmê, gazindan dike ku “qet ne xema rayedaran e ku belê ev erd aîdî me ne. Şirketê bi vî rengî 500 hektarên erdî ji me stand, û em hêj li bendê ne ku heqê qerebûyên me bidin-” Gundiyên ku êdî bêsebr û bêtehemil mabûn dest bi êrîşê kirin: 28’ê Kanûna 2007’an, bi sedan neferan êrîş birine ser binkeyên şirketê, yazdeh buldozer û jîpeke 4x4 şewitandin. Medyayê dîmenên raperrînê ragihandin –ku bi telefonên mobîl hatibûne girtin– û raya giştî cihê xwe digel serhildêran girt. Polîsan bîst û du kes girtin ku ji wan neh kes bo demeke dirêj hatine ragirtin. Sugino balê dikêşe ser wê hindê ku, “şîrket bi tenê di hizra kar û berjewendiyên xwe de ye, ne di hizra îdarekirina xwezayê bi rengekî ku bo nifşên paştir jî havildar be” û wiha pê de diçe: “Tu partiyeke siyasî piştgiriya me nake. Komîsyona Mafê Mirovan ya Endonezya’yê tu tiştî nake ji bo me.”

Jiyara qederê sê hezar û pênc sed Orangs-Rimbasan hêj jî nêçîrvanî û berhevkarî ye li nav wan rêlên Sumatra’yê ku her kêmtir dibin. 1996’an, rêlên tropîk ên Endonezya’yê 144 milyon hektar, anku % 77’ê serzemînê welatî bû. Îro, ji pêncan çar pişkên rêlên wê ji beyn çûne(v). li Sumatra’yê, her wekî li Klimantan (beşê başûrê dûrgeya Borneo’yê) û li Papouasie’ya Endonezya’yê, leza bêdarkirinê rojane digihe çarsed sehayên fûtbolê –rekora cîhanî. Bi ya Neteweyên Yekgirtî, ji 2012’an pê de, rêlên Endonezya’yê –qaşo “parastî” ne – dê “bi rengekî ciddî kêm bin(vi)-”

“Tu tiştê me yê windakirinê nîne, dibêje ciwanekî bihêrs ê Logu Mandesayê. Em dê buldozerên din jî bişewitînin.”

Çavkanî

Têbînî :
(i). 127 milyon ji 220 milyon endonezyayî li Java’yê (138 800 km2, kêmtir ji % 10’ê erdê Endonezya’yê) dijîn.
(ii). “Losing Ground”, raporta LifeMosaic (Swîsra), Sawit Watch (Endonezya) û Friends of the Earth (Brîtanya), Reşeme 2008 ; www.foe.co.uk/resource/local/planning/news/losing_ground.hml
(iii). Di salên 1965-1966’an de rejîma Soeharto ya “ Nîzama nû” ji pêncsed hezar heta milyonek komûnîst qetl kirin.
(iv). Vê konferansa li ser guherîna avhewayî ku ji 3yê heta 14’ê Kanûna 2007’an sed û bîst û çar welat di bin banê Neteweyên Yekgirtî de anîn ba hev, bi giştî bêyî biryarên diyarker bi dawî bû.
(v). Malpera agahiyan www.agrocarb.fr, digel hinekên din bi taybetî ji aliyê Comité catholique contre la faim et pour le développement (CCFD), les Amis de la Terre û Oxfam ve tê rêvebirin.
(vi). “The last stand of the orangutan”, raporta bernameya Neteweyên Yekgirtî ji bo Jîngehê (PNUE), Reşeme 2007.