Jiyana dewlemendan li bajarekî xizanan

Glasgow
Translator

«Hûn difikirin ku klûbên taybet ji derdorên elît re hatine veqetandin ?Ji bo dewlemendan ? Ji bo kesên xwedî îddîa ? Bi awayekî giştî hûn mafdar in. Ev sedema hebûna me ye ? » Di navbera dikaneke fîstanên zewacê, leystokên ji bo derdorên dewlemend û buroyên xebata bazirganan de, Glasgow Art Club, di sîteya bazaran de, weke « tiştekî Glasgowê yê veşartî û herî baş haiye parastin » xwe dide pêş. Deriyê vê mala mezin a bi stîleke serkeftinê, bi ser sê odeyên fireh vedibe, ji van odeyan, mêvan derbasî salona mezin dibin. Her hefteyê, derdorên bijare, li vê klûbê hevdu dibînin.
Rotary Club’a Îskoçya’yê, ya herî kevin ku di sala 1912’an de hatiye damizirandin, li wê derê, bi armanca bipêşxistina niqaşên cur be cur û balkêş, civînekê li dar dixe ; li dereke weha hatiye sazkirin ku navê wê « artîstên amator » e û di nava demeke şoreşa pîşesaziyê de, ji aliyê ressameke ciwan hatiye avakirin, ku bazirganên qumaş, ên şekir û ên koleyan muşteriyê wî bûn. Li vî cîhê taybetî, ev derdor silavê li hevalên xwe, carinan jî, bi armanca dozeke baş ku bibe sedema niqaşan, kîsê pereyên xwe derdixin û xwe didin nîşandan.

Serok Michael Guy’ê ku bi awayekî rehet li ser kursiya xwe rûniştiye, radibe, bi vir de û wê de xwe amade dike, milê xwe ên reş radike, bi awayekî nezan toqmaqî li zengilê zîv dixe. Vê roja 22’ê hezîrana 2010’an, saet 13 ye. Bi awayekî berbiçav xwarina nîvro dest pê dike. 40 mêvanên rojê -rayedarên bankeyan, xwediyê fîrmeyên sîgorteyan, parêzer û birêvebirên fîrmayên cur be cur - hemû bi hev re radibin ser xwe, li pêşiya Qralîçeyê xwe ditewînin, pişt re jî li pêşiya Guy’ê 67 salî ku ji ber qolyeya giran ku li ser wê navê 98 serokên beriya wî nivîsandî ye û heya ser zikê wî daketiye, nerihet e. Beriya ku ew kêra xwe di nava roast beef de bike, bi devkenî, wî weha digot «Buhayê vê qolyeya zêr dike 38 000 sterlîn (46 000 euros). Ha ji wê re buhayekî ku vê demê ne hindik e».

Digel ku qolyeyê ew nerihet dikir jî, Guy naxweze bide der û, di derbarê xizaniya ku li taxên rojhilatê vî bajarê mezin heye weha digot : «Belê, em dizanin : li Glasgowê, hin tax hene ku li wan deveran jiyan di binê ya li Îraqê de ye! Rewşa jiyanê, gunehkarî… Em dizanin. Li bajarê Glasgowê tim xizan û dewlemend li kêleka hev dijîn. Bi tenê koçberên îrlandî heman ast hinekî berjêr xistiye. Lê belê, ev zêde girîng nîne. Glasgow tim weke sîteyeke hejiyayî maye û li wê derê bêrîka xizanan vala ye. Li vî bajarî muzeyên xweş, konserên pirr awarte û kesên taybet hene! »
Di meha tebaxa 2008’an de, Rêxistina Tendirustiya Cihanê (RTC) raporek weşand. Di heman raporê de tê gotin ku, li Glasgowê, di derbarê hêviyên ji bo jiyana zarokên taxên dewlemendan û ên taxên xizanên de ferqeke mezin heye. Di navbera taxên dewlemendan– li başûr û li rojava– û taxên xizanan- li rojhilat- ferqa jiyana zarokan digihêje 28 salan . Ev rastî weha tê binavkirin « di navbera jenerasyonekê de mezelek heye », ev rapora ku ji aliyê lêkolînerên zanistiya civakî, bijîşk û siyasetvanan ve hatiye amadekirin, diyar dike ku di nava welatên Ewropayê de, hin taxên Glasgowê di warê sînorê jiyanê de xwediyê rekora herî kêm in: Ji bo zilaman 54 sal, ji bo jinan 75 sal. Pêşniyarên ku ji bo têkbirina vê kêmasiyê weha hatine rêzkirin – bidestxistina xwarina bingehîn, (av, xwarin, cihê mayinê, derfetên bidestxistina dermanan, enerjî), herweha perwerde, çand, hînbûna jiyana bi hev re û şertên karî yên baş… –, vê raporê bandora bombeyekê çêkir. Ew bû sedema avêtina hin gavên girîng.

Li gorî Guy, Peter Steven, « yek ji endamên vê klûbê yên dewlemend e », bi zehmetî li gotinên xwe digere. Di odeya ku tê de panoyên daran, ên buhayên wan bilind in, û derî li odeyên din vedibin de, demekê ew difikire û weha dest bi axiftina xwe dike: « Çima di navbera hêviyên di nava jiyana dewlemend û xizanên vî bajarî de ewqas ferq heye ? Ji ber ku xizan baş xwarinê naxwin û ji bapîrên xwe tiştên xerab hîn bûne. Ev jî jiber kêmaniya perwerdehiyê ye. Em, weke Rotary Club, pirr kêfxweş in ku, di dibistanên taxên bajêr xizan de, çalakiyên weke pêşbirka perwerdehiyê, pêk bînin. Pirr ji wan kesên ku hûn behsa wan dikin, bi alîkariya dewletê dijîn, wekî din tu derfetên wan nînin. Ji bo wan kirrîna Fish & Chips, ji ya xwarinê pirr girîngtir e ! » Guyê ku kêr di destê wî de ye, pirr baş behsa vê xwarina skoçî « Fish Supper » dike.

Çend saetan beriya vê xwarina weha fermî, serokwezîrê Brîtanyayê, David Cameron, projeya kêmkirina xercan, ku ji şerrê cîhanê vir ve, ev cara yekem e ku li Brîtanya’yê pêk tê, aşkere dikir: Ji nuha heya 2015’an 110 mîlyar euro wê were qezenckirin . Ji bo ku sekinandina karê dibistanên taxên xizan li derveyê vê projeyê bihêle– 4,1 mîlyar euro–, wezîrê perwerdeyê, (« education secretary »), Michael Gove, 4,7 mîlyon euro pêşniyar kir. Ev pere wê bi rêya rêxistineke alîkariyê ve were dayin ku navê wê Teach First Charity ye û armanca wê « qanekirina profesorên baş e », da ku ew di dibistanên taxên xizanan de kar bikin . Bi destê rastê şûr digire, bi yê çepê jî sedeqê belav dike. Gelo bi vî awayî mirov dikare rewşa Glasgowê rave bike?

George Russelê ku ji şîrketeke telekomûnîkasyona navneteweyî teqawît bûye, li ser podyûmê ye, bi alîkariya xwarina xwe ya bi çîqolatayê, ew li ser xwe ye, weha bangê dike «bi rêya alîkariyeke baş » li dijî « Êrişa koalîsyona li ser desthilatdariyê ku li dijî xizmeta gel e» rawestin. «Digel kêmkirina alîkariya dewletê, a ku hatiye îlankirin, David Cameron hejmarên xwe li ser alîkarxwaziyê çê dike. Ji bo ku em bibin civateke homojen, divê em hemû rola xwe bileyzin. Divê kesên weke me, ên dewlemend, zêdetir fedekariyê bikin, ev rastiyek e û baweriyê dide derdoran». George Russel gotinên xwe, bi « ciwanên sosyalîst » qedand. Lê belê, serokî dixwest bala me bikişîne ser pirsgirêkeke bajêr a din ku xweş dihate guhê me. « Hûn dizanin, pirr kar dikêşe Glasgowê. Navendên bangewaziyê, şîrketên sîgorteyan, navendên xizmeta aborî… Bi taybetî sektoreke otelan ya baş heye. Di van nêzîkan de oteleke 5 stêrkî jî vebû, li kêleka ava Clyde’ê. Oteleke pirr xweş e… »
Di navbera salên 1980-1990’î de, gemareke mezin, a ku ji şewata febrîqeyan derdiket û li ser Glasgowê belav dibû, bi xurtkirina alîkariyê hate paqijkirin. Pîşesaziya deryayê, kanên komirê û karsaziya hesinî hatibû xitimandin. (bixwîne : « Fatoreya salên Thatcherê »). Ji bajarê Skoçyayê yê herî qerebalix, bajarekî huner, çand û cudakariyê hatiye çêkirin. Modelkirina ji nû ve, makyaj, xurandin. Ji vira û bi şûn de hemû afîş, di nava tevahiya sîteya bazarê de û herweha li derveyî wê, bi vî awayî diyar dikin « Glasgow, Îskoçya xwedan stîl ». «Feqîr di nava taxên bajêr de, kom bi kom hatibûn bicîhkirin, malên wan ên şexsî, bi xêra Margaret Thatcher, a ku ruhê wê ji xaniyên sosyalê diçû, hatibûn firotin. “Kapuçînoîzayson” a Glasgowê, weke pêvajoya hevalbendiya pêşxistina şexsiyetê, dikaribû êdî dest pê bikiraya », ev analîz ji aliyê Bridget Fowler, sosyologa zanîngeha Glasgowê, ve hatiye kirin.

Bîst salan piştî ku ev bajar navê « paytexta çandê ya Ewropa’yê » bigire, di sala 1990’an de, bajarê muhendîs Charles Rennie Mackintosh xwe weke yek ji sê paytextên hunera Ewropayê ya hemdem nîşan dida. Ev bajar hertim xelatan digire, (« bajarê brîtanî yê muhendisiyê û dîzaynê » di sala 1999’an de), bala çalakiyên mezin ên sportîf û tûrîstên dewlemend dikişîne ser xwe , bi taybetî bi xêra 7 golfên taybetî û 5 otelên 5 stêrkî, ku xwediyê hezar û sê sed û pêncî û heyşt odeyên luks in. Dikeve serê mirov ku ew hevpeyvînên pesindariyê ku di çapemeniya ewropî de derdikevin berhev bike. Çapemeniya ewropî bi awayekî sîstematîk ji bîr dike ku, di nava jiyana rojane de cur be cur hêviyên jiyanê hene .

Çendî li Glasgowê rêjeya bêkariyê, ya mirina ji ber narkotîkê, ya ji ber nexweşiya kansêrê, û kuştina bi kêran pirr li jor be jî, li vî bajarî pirr dewlemendî jî heye. Sala 2007’an, hejmara 11 288 Glasgowî xwedan « karta milyonerên brîtanî » bûn, ev hejmar di nava Brîtanyayê de xwedî cihê heftemîn bû. Bûrjûvaziya mezin ya Edimbourgê, bi 9 738 milyonerên xwe ve, tenê dikaribû 5 xalan ji wê dûr cîh bigire.

Çawa di bajarekî xizan de mirov dikare jiyaneke dewlemend bijî ? « Ez ji Hîndistan’ê têm, ez dikarim ji we re bibêjim ku, mirov li rojhilatê Glasgowê dikare ji hîndûyan baştir bijî. Rewşa aborî ya xizanên Glasgowê ji ya dewlemendên Malawiyê baştir e ! » William Haugheyê ku 53 salî ye û mûltî mîlyoner e, di qata çaremîn ya împaratoriya xwe de, City Refrigeration Holding – împaratoriya ku di sektora çêkirina xaniyan de hatiye naskirin û di tevahiya cîhanê de 12 000 xebatkarên wê hene – di derbarê encamên RCT’yê de weha digot. « Pirsgirêka xizaniyê û her weha ya tendurustiyê di van taxan de nîne. Em nikarin bi encamên xizaniyê van hejmaran şîrove bikin. Her weha ne bi sedemên civakî jî. Ez bawer im ku ji mêj ve ev pirsgirêk hene. »

Di odeyekê de ku tê de çend xelatên wî hatine rêzkirin (« Karmendê salê», « Xelata bajarê Glasgowê », « Karsazê salê »…), serdaneke kurt li Hîndîstanê, serdaneke kurt li Qatarê û du hefte tehtîla li Las Vegasê, li wê derê ew tev lî tûrnûvaya pokerê jî bûye, Haughey di derbarê çîna xwe ya civakî de diaxife. Ev zarokê ku di nava malbateke karkerên pispor de û di taxeke gelêrî de mezin bûye, piştî ku bûye endamê vê klûba girtî û ya çêkirina pereyan, pirr baş dizane di derbarê dewlemendan de biaxife. « Mirovên ku pereyên wan pirr in, naxwazin ku kes di warê bikaranîna pereyan de şîretan li wan bike. Zêdekirina bacê dê bibe xeteriyek. Ez bawer im ku divê kesên serkeftî û ên ku pereyên wan heye, ên wekî min, werin qanekirin. Belê, divê ew werin qanekirin ku ew tev lî alîkariya ji bo têkbirina xizaniyê bibin. » Haugneyê ku xwediyê 120 mîlyon euroyan e , naxwaze ku kes jê re bêje ka divê ew çi bike. Wî proje çêkiriye ku li Glasgowê « mezintirîn mala Skoçyayê çêbike » – lê belê wî nikariye destûra çêkirina vê malê bigire –. Ew difikire ku, nêzîkî % 8’ê dewlemendiya xwe ya navneteweyî, ji bo alîkariya têkbirina xizaniyê bide.

« Di derbarê xebatên me ên xêrxwaziyê de, em pirr napeyivin. Min bi rêya wexfa xwe a City Charitable Trust, nêzîkê 10 mîlyon sterling [12 mîlyon euro] daye xebatên alîkariyê » Alîkariya ji bo zarokên neçar, çêkirina kaniyan û nexweşxaneyan li Afrîkayê, alîkariya ji bo dibistanên xizanan… Haughey, li Glasgowê û li Malawiyê, ji xwe re xaleke rûmeta « vegera nava civakê » çêkiriye. Herweha ew diyar dike ku, mehê carekê, ew « memûrê mehê û malbata wî » li vîllaya xwe ya luks a li Florîdayê, dike mêvan. Di van salên dawî de, wî xwe bi alîkariya ji bo rêxistineke di nava tengasiyê de daye naskirin ku ew jî partiya karkeran e. Bi alîkariya xwe a ji 1,3 mîlyon euroyan zêdetir, wî xwe kiriye nava Skoçyayiyên ku herî zêde alîkariyê didin vê partiya ku nikarîbû tev li hilbijartinên dawîn bibe. Di sala 2009’an de, serokwezîrê berê Gordon Brown jî hatibû merasîma vekirina bûroya wî a navendî. Rojnameya brîtanîk ya The Times (14 Adar 2010) weha nivisandibû «Dewlemendiya Glasgowê, weke ya birêz Haughey, di nava deh salên dawî de, bi awayekî berbiçav mezin bû. Alîkariya ku, bi rêya birêz Brown, ji bo dezgehên girseyî çêbû, ji wan re weke sedemekê dikare were dîtin »

Li aliyê din yê çemê Clyde’ê, kolana Buchanan’ê ku li cîhanê di nava kolanên ku kirêya wan buha ye de di rêza heftan de ye. Kevin, Michael û William li kêleka rê dimeşiyan, di çenteyê wan de CV’yên wan, di destê wan de jî hamburger hebûn. Çeteyên taxên xizan ên Glasgowê, Castlemilk û Easterhouse, ku çapemenî ji van re dibêje « gangsters », ew jî hene. Ew ji vî navî nerihet nîn in. Ciwaneke 18 salî ku li herderê di derbarê kiryarên xwe ên lihevxistinê û brînên xwe de bêtirs diaxife, weha digot: «Navê çeteyta min The Young Byre Fleeto ye. Navên me ên kurt ev in : YHF, YBF û HF [Tîpa H bi ya F’yê re tevlihev dibe] ». Li gorî çavkaniyên cur be cur, li taxên Glasgowê yên xizanan, di navbera 150 û 200 çete hene.

« Ez bi bêkariyê mezin bûme; min bavê xwe nedît, diya min jî bêkar e », ev gotin ji devê William derdikevin, ê ku naxweze CV ya xwe bide cihên kar ên weke bar û dikanan. Ew tim bi Kevin re digerre ku Kevin hê 18 salî ye û bavê du zarokan e. Wê rojê piştî nîvro du heb whisky-coca û çar qedeh jî bîra di destê wan de bû, vedixwarin. Piştî wê vexwarina wan, êdî xebatkarê wê bîraxaneyê nedixwest tiştekî din bide wan. Lê belê, wan ji xwe re çareyek dîtibû ; ji dikanekê wan hebên Valium û şeraba tevlihev kirrîbûn. Li ser çermê wan şopên brînan dixûyan : « Me bi çar çeteyan re li hev xist. Li vê derê, li Glasgowê, em tenê vê nas dikin: kêr bi herkesî re heye, em tim li hev dixin »

Li ser maseya bara Crystal Palace’ê ku du gavan ji çemê Clyde’ê dûr e, Michael weha digot «Bidûrketina ji çanda çetetiyê ?». Wê navberê de bavê wî hat « Di ciwaniya xwe de ez jî endamê çeteyekê bûm. Wê endametiyê ez kirim zindanê». Di heman demê wî destê xwe li pişta kurê xwe dixist û ber bi cîhê polîsan ve dibir. Di heman demê de Michael di bin çavan de bû, li çavê me mêze dikir û dipirsî: «Gelo tu bawer dikî ku em xirab in ? Ji ber cureyê axaftina me, cilên me û cureyê jiyana me, herkes me xirab dibîne… » Dema me behsa Haughey kir, Michael ji cihê xwe rabû, ji ber ku wî ew nav nas dikir, çimkî Haughey patronê berê yê klûba fûtbolê ya Glasgow Celtics’ê bû, û weha got : «Ew gangsterekî rastîn e ! »

Li Royal Exchange Square, li xwarinxaneya Roganoyê ku yek ji cihên bajêr ên bijare ye û du gavan ji klûba kesên bijare ên Glasgowê « Club 19 » bi dûr e, Tom Hunter behnekê kûr kişand û di derbarê encamên serkeftina xwe de ji me re weha got ; « Min pir pere qezenc kirin, (difikire) ji pêdiviyên min û ya malbata min zêdetir » Di sala 1998’an de, berpirsiyarê zincîreke dikanên pêlavan e « Bi hatina bayekî ve, bi tenê du heb çekên 5000 sterling di destê me de hebû», ev zilamê ku ji xwe re dibêje «kapîtalîstê bi macera » û bawer dike ku ew ê « neçar bimîne ku bibe xwediyê rewşeke guncav », ev zilam para xwe difiroşe reqîbên xwe, JJB Sports. Ew ji 345 mîlyon euroyan 310 mîlyonî dixe bêrîka xwe. Deh salan pişt re, bi dewlemendiyeke 1.3 mîlyar euro, ew dibe mezinirîn mîlyarderê Skoçyayê.

Bê ku bizane bê ew ê çi pê bike, ew biryarê dide ku « xwe perwerde bike » û bi rastî diçe cem Vartan Gregorian, birêvebirê Carnegie Corporation’a New Yorkê. “Wî, li ser slogana Carnegie’yê ku digot “dewlemendên ku bi dewlemendiyê dimirin bêrûmet in” ez girtim. Ev li gorî rastiya min bû û min ji xwe re got : “Çima ez bimirim, beriya ku ez pereyê xwe bixim dozeke bixêr?” Ev tiştekî weha ye ku pirr xweş e û mirov kêfxweş dike. Wê demê, çima ez ê bihêlim ku kesên din li ser hebûna min razên? » Tom Hunter herweha bi « baronê dizan » Andrew Carnegie re jî hin tiştan par ve dike. Andrew Carnegie, dewlemendê amerîkî ye ku bi rêhesinan tê naskirin, wî ji gelê xwe re du hezar û pênc sed pirtûkxane û saloneke konserê a pir baş hiştine. Weke damezirînerê fona razandinê (Private Equity) West Coast Capital, birêz Hunter, di sala 2009’an de, bi buhayê 4 mîlyarî operasyonên kirrîn-ji nû ve çêkirin-firotina fîrmeyên îflaskirî, pêk anî. « Vê gavê, bi awayekî dîrekt, an jî endîrekt, 10 500 kesên bi meeş di bin emrên min de ne »

Lê belê, «wendayiyên temînatan » ên razandinên wî– ji kar derxistin, guherbariya aboriyê û ji nû ve sazkirin–, ji bo vî zilamê ku di sala 2005’an de xelata qralîçeyê wergirtibû, dikevin plana duyem. Di derbarê karê xwe ên mezin de weha digot « Bi rêya Hunter Foundation’ê, min nêzîkî 50 mîlyon sterlîn dane xebatên xêrxwaziyê, ên weke perwerdehî û geşbûna aboriyê. » Nexweşxane an jî karxane li Malawî û li Rûwandayê, alîkariya ji bo dibistanên skoçî yên xizan, damezirandina weqfeke ji bo alîkariya fîrmeyên nû di zanîngeheke Glasgowê de, pêşxistina cihên çandê, di muzeyên bajêr de… « Çawa ku ez ji bo fona xwe a Private Equity hêviyên baş dikim, ez ji xebatên xwe ên razandinê jî heman hêviyan dikim » Hunter kesekî weha ye ku David Cameron lê digerre: multîmîlyonerekî ku dixwaze di qada perwerdehî û di qada tendirustiyê de alîkariyeke baş bike. 50 mîlyon pereyê ku wî da ji bo « dozên baş », bi qasî buhayê mala wî a Cap-Ferrat’ê ye ku beriya krîza aborî ya 2008’an, firotiye Rûsan . Dibêje « Em kesên parastî nînin », herweha bi bîr tîne ku « Ev hemû dikeve xizmeta zêdetir pêşxistina kapîtalîzmê ». Dewlemendiya « sir Tom » dike nêzîkî 300 000 xaniyan, wî hinek ji vê dewlemendiya xwe daye sekinandin – û yata xwe firot, herweha suita xwe ya luks ku li Londonê, li otela Metropolitanê ye.

Dewlemendên bedew, baldar, destvekirî; xizanên berdûş, ên ku narkotîkê bi kar tînin û alkolîk in: dêrên dema Vîktoryayê winda bûn. Lê belê kîjan hêza siyasî dikare belaya xwe di wan de bide ? Li vê derê, niherîna ku dibêje, dewlemendiya hinan bi xizantiya hinine din ve girêdayî ye, nayê qebûlkirin. Xizanî mirovan xemgîn dike, lê belê heya sînorên çînên zana, divê em bingeha wê di nava xizanan de bigerrin. « Çima em tim vedigerrin ser vê îmaja bajêrekî xerabe, bajêrekî xizan û cîwanên ku dimirin ? Ev meteoya BBC’yê, ku her tim bi gotina « li Glasgowê baran dibare » dest pê dike, tîne bîra min ! » Li serê Byres Road’ê, di nava West-Endê de, di bin siya teraseke Oran Morê de, ku dêreke kevin e û niha kirine salona şanoyê û bar-restoranteke luks, Sean Scanlan û Barbara Rafferty ku herdu jî komedyenên profesyonel in, ji lîstika Tartuffe ya Molière derdikevin. Di stûyê wê aktrîsta navdar de kolyeya lûks û li ser wê jî cilên şevê, di destên wan de îskanên bîra û yên ava portakalan heye; hevalê wê jî milê xwe di ser paldankê re dirêj kiribû. Bi bûyera bîranîna nasîna OMS ve, hate dîtin ku xweşê van herdu kesan neçû. Wan xwe weke « bûrjûvayên piçûk » didan xûyan, digel ku vê gotinê hinekê rengê xanim Rafferty xerab jî dikir, ku bavê wî, weke bi sedan hezaran bajariyên Glasgowê, di salên 1970’ê de, di karxaneyên çêkirina gemiyan de dixebitî.
Bi destên xwe yên boyaxkirî, Barbara weke hêzeke « bêexlaq » disekinî. Sedema 28 salên ku mirov dibû xwediyê hêviyên cur be cur, di navbera şêniyên taxa Milngavie, taxa ku ew lê dijîn, û taxên heman bajêrî ên din ku din ên xizanan in, bi sê hevokan xwe îfade dike: alkol, eroîn, û « fish & chips ». Barbara weha dibêje « Ev kesên han tu carî fêkiyan naxwin. Ew xwe bi tiştên ku di karxaneyan de çê dibin û tu qewet tê de nîne xwedî dikin. Ev tiştekî weha ye ku hertim dibe. Di salên 1930’î de karker zêdetir dijiyan, ji ber ku wê demê wan şorbe vedixwar. Niha, tenê sosîs-patat û nanê bi rûn dixwin! » Ji bo ku Barbara û Sean xwe ji vê rewşê piçekî dûr bixin, ew hersal sê an jî çar caran diçin mala xwe ya li Nice’ê (Fransa), li wê derê ew « tiştekî nakin, di kêleka rêyên îngilîzî re dimeşin û fêkiyan dixwin ».

Birêz David Kelburn, di qesra xwe de weha dibêje «Di nava civaka modern de, karmendên dewlemend weke lewend hatine naskirin, arîstokratên weke me, hêdî hêdî weke dijmin têne dîtin. », Kurê Komtê Glasgowê yê 32 salî weha dibêje «divê mirov nebe dewlemend ». « Na, wê demê mirov nikare taştêya xwe bi şampanyayê bike û xulamê mirov yê otêlê jî nabe, herweha kesê ku li pêşiya mirov xwe çongan bide erdê û xizmetê bike jî çênabe! » Ew xwediyê wan derfetan e ku ji bapîrên wî mane. Qesra wî ji 15 odeyan pêk tê, buhayê wê derdora 4 milyon sterlîn e, tevî 3,5 hektar ax. « Ez tim û daîm ji xwe re dibêjim ku şensê min pir e», di vê navberê de ew du caran bi iPhon a xwe mesajan dişîne.

Bi zorê li pêşbirkên televizyonan ku armanca wan xwerxwazî ye temaşe dikin, weke « Live 8 » an jî « The Secret Millionaire », leystoka telerealitê ku armanca wê ew e ku bi dewlemendên milyoner jiyana kesên bê xanî bide jiyîn. Kurê komtê Glasgowê dibîne ku têkoşîna çînan roj bi roj ber bi deriyê wî ve tê. «çîneke nû, a ku li ser pere û li ser serkeftinê çêbûye » roj bi roj mezin dibe. « Bê guman, em, arîstokrat, xwediyê hebûna bav û kalên xwe ne. Lê belê, dema ku karmend dewlemendiya xwe ji zarokên xwe re dihêlin, weke mînak a malên wan ên mezin, mekanîzma ewqasî jî ji ya arîstokratan cuda nîne ! » Xêrxwaz xwediyê tasa xwe a çayê nînin. « Li her deverê ew xwe weha didin xuyanî ku mirov dibêje qey cîhanê diparêzin. Lê belê, ev hewldanên wan tenê pariyek ji dewlemendiya wan e. Ez vê weke tiştekî bê wate dibînim!»

Kelburn xwe weke kesekî liberal humanîst dide xuyanî– ew piştgiriyê dide koalîsyona nû a li ser desthilatdariyê–, û hin deman pirr girîng dibîne. «Bê guman, şêniyên taxên xizan ên Glasgowê nikarin, ji bo min, fêm bikin ku ev qesra hanê herweha sedema xemgîniyeke rojane ye jî, herweha giraniyek ji bo demeke dirêj e. Lê belê, bi awayekî giştî, ev qesreke mezin e û zivistanan sar e, ew li ser me her salê dibe buhayê 60 000 sterlîn, ev tenê ji bo xwedîkirinê ye. Ez dikarim wê bifiroşim, belê. Lê, malbat ji sala 1140’î û vir ve li vira dijî ! » Di sala 2007’an de, David biryar daye ku qesra xwe, bi destê hunermendan, bineqişîne– weke « dijminên » xwe, karmendên dewlemend û xêrxwaz. Rojekê, vî kurê komtê Glasgowê biryar dide ku nexşên qesra xwe ji nû ve bide çêkirin: « Ew hunermendên brezîlî bûn, ên ku ji nava atmosfera civakên xizan ên Rîoyê derketibûn. Lê belê wî karibû bibira dereke din jî. Belê, ji aliyekî ve ew hunereke civakî bû. » Jinên brezîlî bi huner dimeşin, weke pûmayên li ser xaniyan.... « Ev nêrîneke sîstema çînî ye, ji ber ku ev herdu kom bihev re nakevin nava têkiliyan, ew dibe rewşeke rast a jiyana rojane. Belê, ev rewşa me ye. Lê mixabin, binezantî ev rewş her ku diçe kîn û nefreta di navbera çînan de zêdetir dike. »

Digel hemû tiştan, li Glasgowê, tu carî « kîna di navbera çînan de » ewqasî tûj, nixumandî û veşartî nebû ye. 28 salên sînorê jiyanê ku taxên dewlemendan û ên xizanan ji hev qetandine ji cîhana siyasî bi dûr xistine, ji xizmeta dewletê mehrûm hiştine. Li van deveran sînorên coxrafîk nehiştine ku zêde pirsgirêk derkevin. Niherîna xebateke îdeolojîk ku di van sîh salên dawî de pêkhatiye weke celebekî bêmaliya civakî ku, bê girdav, xwe dubare dike. Armanca wan ew e ku pirsgirêkên kevnar ên malbatî formûle bikin: li vê deverê, weke sedsala XIX’an, dewlemendên xêrxwaz û xizan bi hev re dijîn “Ev çareseriya çînan, dide xuyanî ka çima heya niha tu sosyologan di derbarê dewlemendên Glasgowê de kar nekiriye”, Ev gotin ên Paul Littlewood in, sosyologê ku ji Zanîngeha Glasgowê teqawît bûye.

Xitimandina siberoja hinan bersiva siberoja zelal ya hinine din e. Summera Shaheen, ku birêvebira dikana Diamond Studio’yê ye, dikaneke kevirên giranbûha ku li nava bajêr e, balê dikişîne ser van gotinan: “Bazara lûks xwe baş bi pêş dixe. Bajar bi tenê pir xweş e. Dikanên hemû marqeyên mezin li vî bajarî hene: Rolex, Ralph Lauren, Versace… Li Brîtanyayê, di warê dikanan de, piştî Londonê, Glasgow bajarê duyem e.” Destpêka adarê, Shaheen komeleya Love Luxury Glasgow ava kiriye, ev komele weke saziya dostaniya di derbarê tiştên luks de ye, ên weke lîmûzîn, spas, bûtîkên lûksê, cîhên lîstina golfê... “Bê guman armanca me ew e ku em muşteriyên skoçî bikişînin, lê belê em dixwazin herweha ji xwe re muşteriyên nû ên rûs jî çêbikin.” Li gorî teoriya vê xanimê RCT îşê wan xerab dike. “Zêde îhtimala wê nine ku muştêriyên me li her deverê li rastî wan kesên ku hûn behsa wan dikin werin. Pirraniya herêmên xetere li derveyî bajêr in. Û herweha, hûn dizanin ku şêniyên Glasgowê xwediyê dilekî mezin in. Vê hefteyê sê çalakiyên xêrxwaziyê di nava bajêr de hatine sazkirin.” Ji bo ku di nava bajarekî xizanan de, mirov bi awayekî dewlemend bijî, tenê pêdivî heye ku mirov çalakiyan saz bike û li pêşiya kamereyan dilê xwe veke.

Gelo di zirweya dewletê de heman encam pêk tên ? Koalîsyona di navbera muhafazakaran û lîberalan de xwediyê hejmareke mezin ya mîlyoneran e ku ev hejmar heya niha di nava hikumeteke brîtanîk de nehatiye dîtin. Ji 23 parlementeran 18’yê wan, ku ev dike ji 5‘an 4’ê wan, xwediyê hesabên bankeyê yên weha ne ku ji 7 sifiran pêk tên. Li gorî Sunday Times, dewlemendiya wan dike pêncî mîlyon sterlînan . Bê guman, piştî îlankirina projeya birîtanîk ya tevdîrên aborî, wê ev dewlemendî hinekî hebûna xwe ji bo bandora xwe ya siyasî jî bi kar bîne.

Çavkanî
  • Bixwîne : Pierre Rimbert, « “Bêedaletiya civakî dikuje” », Walîza dîplomatîk,, www.monde-diplomatique.fr, 2 îlon 2008.
  • Rêxistina cîhanê a tendurustiyê « Commission on Social Determinants of Health - final report », Who.int, 2009.
  • Xwarina gelêrî a li ser bingeha meşiyan, patatan û sûcûxan.
  • Projeyên civakî, razandinên di nava dibistanên girseyî û çêkirina nexweşxaneyên ku hatine terkkirin, alîkariya ji bo karê ku hatiye wendakirin, bêyî ku zêdebûna bacê were hesibandin, ku ew jî %17,5 bûye % 20.
  • Bixwînê Nicholas Watt, « Michael Gove freezes rebuilding of schools in £3.5bn savings », The Guardian, Londres, 4 tîrmeh 2010.
  • 8 atletên bilind di sala 2010’an de, Lîstikên olîmpîk ên London’ê, di sala 2012’an de jî, Lîstikên Commonwealth di 2014’an de…
  • Ev herwiha « bajarê ku bi pêş dikeve », li gorî Courrier international. Rojnameya hefteyî her wiha nivîsekê ji The Independent jî digire, di wê derê de dibêje « pirr huner, mîmarî, mûzîk û xwarin lê heye. Ev hemû bi xwe re mantiqa pêşbirkê û ya pragmatîk ku wê karakterîze dike jî tîne» (15 cotmeh 2009). « Di nava hefteyê de, li kolanan girseya ku dimeşe, dikeve dikanên marqeyên mezin! ». Gelo em dikarin li radyoya fransî ya France Info guhdar bikin (18 nîsan 2008).
  • « Scottish Snippets », Rampantscotland.com, 11 tebax 2007.
  • Li gorî lîsteya mijarên dewlemend ku her salê ji aliyê rojnameya The Times ve tê weşandin (London), William Haughey xwediyê dewlemendiyeke weha ye ku heya 100 mîlyon sterlînan jî diçe. Di nava salên 2008 û 2009’an de, ew ji cîhê 1446’emîn derbasî cihê 540’emîn bû ye, li gorî rêza dewlemendên Birîtanyayê.
  • Bixwînê Jenny Davey, « The humbling of Tom Hunter », The Times, 4 çile 2009.
  • Daxuyaniya nîvê hezîranê ku dibêje birêz Warren Buffet, ji «% 99’ê dewlemendiya xwe» daye ji bo xebatên xêrxwaziyê û dixwaze çil mîlyarderên pêşîn bicivîne û wan jî qane bike. Herweha, bi vî awayî ew dixwaze piştgiriyê bide Tom Hunter û William Haughey. Weke rizgariyekê, di nava kêmkirina xercên cîhanî de, mirov, bi hêza xwe a çandê û a dolaran, cîhanê diparêze.
  • Di tîrmeha 2007’an de, ji baxçeyê vî bajarî wî bi rêya BBC’ê ve dabû xuyanî ku, ew difikire « di saxiya xwe de mîlyarek sterlîn bide».
  • Konserên Live 8, bi dengê « Na ji xizaniyê re !», her sal hunermendên cîhanê li ser dikan dicivîne û pirsgirêkên civakî rexne dike.
  • Bixwînê Gabriel Milland û Georgia Warren, « Austerity Cabinet has 18 millionnaires », The Sunday Times, London, 23 gulan 2010.