KADEP û DDKD "pêvajoyê" dinirxînin!

Rojnameya Le Monde diplomatique kurdî ku di hejmara xwe ya bihorî de li ser ‘Pêvajoya çareserîyê’ dîtinên Hevserokê Giştî yê BDPyê Selahattin Demirtaş û Serokê Giştî yê HAK-PARê Kemal Burkay weşandibû, di vê hejmarê de jî li ser heman babetê cih dide nêrîn û lênêzîkbûnên Serokê Giştî yê KADEPê Lütfi BAKSİ û Serokê Giştî yê DDKDyê İmam TAŞÇIER. Birêz Baksi û Taşçier ji bo xwendevanên Le Monde diplomatique kurdî ji hêla xwe ve ‘pêvajo’ nirxandin û ramanên xwe bi me re parve kirin.

Hûn meseleya ’’Pêvajoya Çareserîyê’’ ku di 21ê adarê de li Amedê hate eşkerekirin bi alîyên wê yên neyînî û yên erênî çawa dinirxînin?

 

Lütfi Baksi: Têkoşîna sîyasî û demokratîk wê bêtir sûd bide doza rewa ya miletê kurd !

 

Dema ku mijar "pêvajoya çareserîyê" be, berîya her tiştî divê mijara çareserîyê were dîyarkirin. Ji ber vê yekê, dixwazim ji alîyê dîrokî ve pir bi kurtayî bahsa hinek bûyerên sîyasî yên destpêka sedsala 20an bikim, ku ew bûyer bi xwe bûne sebebê peydabûna pirsgirêka kurd û Kurdistanê. Piştî wê jî ez ê gotinê bînim ser banga Ocalan û "pêvajoya çareserîyê".

 

İmam TAŞÇIER:

- Li gora DDKDyê meseleya kurdî meseleya tayînkirina qedera miletekî bi destê xwe û hikimranîya li ser axa xwe ye.
- Divê meriv vê pêvajoya ku destpêkirîye ne zêde mezin bike, ne jî li hember wê leqayît/bêgane bimîne.
- Hin kes ji vê pêvajoyê re dibêjin “pêvajoya çareserîyê” hinek din jî dibêjin “pêvajoya aştî” yê. Di eslê xwe de ev pêvajo ne “pêvajoya çareserî” yê ye ne jî “pêvajoya aştî” yê ye.
- Kes nizane li Îmralîyê çî dibe, lê tiştê berbiçav ew e ku tu daxwazek Ocalan ji hikûmetê tune ye.

Lütfi BAKSİ:

- Divê ev pêvajo bi tenê li ser têkilîyên Ocalan û MÎTê nemeşe
- Divê pêşîyê hemû partî û rêxistinên sîyasî û sivîl ên kurd, temsîlkarên hemû mezheb, dîn, şax û tebeqeyên civata Kurdistanê bi pêşnîyarên xwe yên xas tevlî vê pêvajoyê bibin û bêne temsîlkirin
-Hevdîtinên ku li ser navê PKKyê û bi navê miletê kurd têne kirin, tenê bi rêya Ocalan û biryarên wê tête meşandin. Ev rêbazek ne normal e û em erênî û rast nabînin
-Îro dinya pir piçûk bûye, ketîye dewra kompûter û înternetê û rêya têkoşîna sîyasî û demokratîk hêsantir bûye. Ji ber vê yekê rêbaza têkoşîna çekdarî û şidetê ne pêwîst e.
-Têkoşîna sîyasî ya meşrû û rêya demokratîk û dîyalogê wê bêtir fayde bide doza rewa ya miletê kurd

Mijara çareserîyê, mesela qebûlkirin û nasîna mafê rewa yê milletê kurd e, ku îro roj li dinyayê xwedî nifûseka herî zêde yê bêdewlet e. Ji xwe sedemê herî girîng ê vê meselê jî, di destpêka sedsala 20an de piştî têkçûna Împeratorîya Osmanî, li ser seha desthilatdarîya sîyasî ya Osmanîyan bi dehan dewletên nû hatin avakirin lêbelê rê li ber damezirandina dewleteka kurd nehate vekirin. Di Peymana Sevrê de, ji bo dewletbûna kurdan derî piçek hate vekirin lê paşê bi Peymana Lozanê ew derî hate dadan. Ji ber vê yekê mesela kurdan, ji alîyê dîrokî û sîyasî ve di eslê xwe de mesela bêdewletbûna milletê kurd e. Piştî salên 1920an bi taybetî jî li herêma Rojhelata Navîn gelek dewletên nû hatin avakirin; gelek dewletên erebî çêbûn ku nifûsa wan bi qasê bajarekî Kurdistanê jî tunebû. Ji ber vê yekê, ji destpêka sedsala 20an û vir de yan jî bi damezirandina komara Turkîyeyê re gelek serhildanên miletê kurd çêbûne ji bo bidestxistina mafê xwe yê rewa. Ev serhildanên kurdan bi serneketin û mesela kurdan jî heta îro çareser nebû.

 

Bi taybetî piştî damezirandina Komara Turkîyeyê, polîtîkayên ku li ser înkarkirin, qirkirin, qebûlnekirin, koçberkirin û asîmîlekirina kurdan hatin tetbîqkirin biserneketin. Li hember van polîtîkayan, dem daman kurd mecbur man ku şidetê bi kar bînin û xwe bi çekan biparêzin. Lê îro dunya pir piçûk bûye, ketîye dewra kompûter û înternetê û rêya têkoşîna sîyasî û demokratîk hêsantir bûye. Ji ber vê yekê rêbaza têkoşîna çekdarî û şidetê ne pêwîst e. Têkoşîna bêîteatîya sivîl û sîyasî ya meşrû û rêya demokratîk û dîalogê wê bêtir fayde bîne ji doza rewa ya millet kurd re. Di vê çarçoveyê de, em bi navê KADEPê (Katılımcı Demokrasi Partisi), şerrawestandin û pêre jî bidawîanîna şerê çekdarî yê PKKê, di rêya pêşxistina rêbaza demokratîk, sivîl û sîyasî ya meşrû de erênî dibînin û piştgirîya wê dikin. Lêbelê divê em vê yekê jî bi awayekî zelal dîyar bikin ku pêvajoya bidawîanîna şerê çekdarî yê PKKê tiştek e û qebûlkirina mafê rewayê miletê kurd tiştekî din e. Çimkî PKK, ne sebebê mesela kurd û Kurdistanê ye, ew encama hebûna mesela kurd û Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê mesela şerrawestandina PKKê û çareserkirina mesela milletê kurd wekhev neyê dîtin û neyê nîşandan. Dema ku em di vê pencerê re li "pêvajoya çareserîyê"; daxuyanîyên alîyê hikumeta AKPê, name û daxuyanîyên Ocalan binêrin, ji bo çareserîya mesela kurdan çarçoveyek dîyar nîne û tenê bi awayekî giştî behsa demokratîkbûna Turkîyeyê tête kirin. Herweha ev hevdîtinên ku li ser navê PKKê û bi navê miletê kurd têne kirin, tenê bi rêya Ocalan û biryarên wê tête meşandin. Ev rêbazeka ne normal e û em erênî û rast nabînin. Heman demî mesajên cûda yên ku di vê pêvajoya şerrawestandinê de ji alîyê rêveberên PKKê û hinek sazîyên alîgirên wan ve têne belavkirin, şik û şêlobûnek li nik me û civatê peyda dikin. Ev jî tabloyek neyînî ye, dudilî û bêbawerîyê peyda dike.  

 

İmam TAŞÇIER

: Divê meriv vê pêvajoyê ne zêde mezin bike, ne jî li hember leqayît bimîne !

Divê meriv vê pêvajoya ku dest pê kirîye, ne zêde mezin bike, ne jî li hember wê laqayt bimîne. Hin kes ji vê pêvajoyê re dibêjin "pêvajoya çareserîyê" hinek din jî dibêjin "pêvajoya aştîyê". Di eslê xwe de ev pêvajo ne "pêvajoya çareserîyê" ye, ne jî "pêvajoya aştîyê" ye. Hemû mesele ev şerê çekdarî ku ev 30 sal e ji alîyê PKKyê ve li dijî dewleta Tirk tê kirin çawa bihê rawestandin.

Ev şerê çekdarî ji alîyê PKKyê ve ji bo armanceka ku ew welatê kurdan, Kurdistanê, ji bin nîrê Tirkîyeyê xelas bikin û dewletekê; Kurdistanê ava bikin dest pê kiribû. Lê di pêvajoyê de sîyaseta PKKyê hat guherandin, bi taybet jî piştî ku serokê wê Abdullah Ocalan hat girtin di bingehê de ev sîyaset guherî. Serokê PKKyê bi xwe di sala 1999an de  gotibû ku "êdî çek mîyada xwe temam kirîye". Lê ji ber ku wê demê leşker desthilatdar bûn û li ser Îmralîyê tesîra wan hebû, vî şerî cih bi cih dewam kir û wexta leşkerên tirkan di 2004an de ketin nav planan ku li hember hikûmeta AKPyê darbeyê çêkin, şer careka din dest pê kir. Lê hikûmeta AKPyê  wesayeta leşkeran li ser xwe û li meclîsê dawî anî  û îcar wer xuya ye ew wesayeta xwe datîne.

 

Ji alîyê din ve, îro bi navê "Bihara Ereban" pêvajoyeka nû li Rojhilatê Navîn dest pê kirîye. Ev pêvajo li Tûnisê, li Misirê, li Lîbyayê bi ser ket, yên ku li van welatan bi ser dikevin "Ixwanê Misilman" in û ew hevalbendê xwezayî yê AKPyê ne. Lê "Bihara Ereban" li Sûrîyeyê dirêj ajot û kurdên rojava li vî parçeyî bûn aktorên berbiçav û îhtîmala wan ya ku di vî parçeyî de wekî Kurdistana Başûr statuyekê bi dest bixin gelek xurt û mezin e. Wexta li vir jî "statû" bihê bidestxistin dê Tirkîye bikeve tengasîyê. Ji bona wê jî AKP ket nav hewildanan. Ji xwe gelek caran serokê AKPyê Serokwezîrê Tirkîyeyê Recep Tayyib Erdogan û berpirsên din yên dewletê eşkere dikin ku ew li dij in ku li Sûrîyeyê kurd statuyekê bi dest bixin. Divê bê qebûlkirin ku li vî parçeyê welatê me hêza PYD (Partîya Yekîtîya Demokrat) xurt e û ew di bin bandora PKKyê û Ocalan de ye. Ji bona ku AKP rê li ber vê yekê bigire, Ocalan xist dewreyê û ew mixatab girt. Mixatabgirtina Ocalan ji bona wî û terefdarên wî wekî "serketinek"ê  hat lansekirin, lê mafên kurdan yên esasî nehat bilêvkirin û hat paşguhkirin.

Di encamê de pêvajoya ku îro destpêkirîye ne "pêvajoya çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê" ye ne jî "prosesa aştîyê" ye. Ji ber ku tu "çareserî" di rojevê de tune ye û "aştî" jî bi daxwazên du terefên ku li ser şert û mercên wekî hev in, ava dibe.

 

Kes nizane li Îmralîyê çi dibe, lê tiştê berbiçav ew e ku tu daxwazeka Ocalan ji hikûmetê tune ye. Ev di beyana wî ya ku di Newrozê de hat xwendin de jî dîyar bû. Çek berdan bi temamî teserufa PKKyê ye, ji bona me ya girîng ew e ku mafê xesbkirî yê gelê kurd bê îadekirin

 

Me bi salan daxwaz kir, nivîsan da ku PKK li gora hiqûqa xwe bi xwe dev ji şerê çekdarî berde û bi rêxistinên xwe yên eşkere (legal) kar bike. Lê wisa nekirin û îro mîna ku bi bazarîyekê dev ji çek berdidin. Tiştê ku di vê bazarîyê de bi dest xistine, yan jî kurdan bi dest xistîye ne dîyar e.

 

Loma jî em ne şirîkê vê bazarîyê ne, lê bi dîtina me pêvajoya dest ji çekberdanê  ji bo bidestxistina mafê xwe îdarekirinê (rêvebirinê)  nîne.

 

Dê lênêzîkbûna we ya li hember vê pêvajoyê çi be? Hûn dê helwesteka çawa bigirin?

 

Lütfi Baksi

Herwekî ku me li jorê jî hinekî dîyar kir, nêzîkbûna me ya li hemberê vê pêvajoyê, di çarçoveya qebûlkirin û naskirina mafê rewa yê milletê kurd û bernameya partîya me de ye. Em bi navê partîya KADEPê, ji bo çareserîya mesela miletê kurd li bakurê Kurdistanê, federalîyeka li ser esasê cografîk û wek mînaka Başûrê Kurdistanê diparêzin.  Di vê çarçoveyê de pêşnîyara çareserîya partîya me û BDPê ji hev cûda ye. Lê her tiştê ku herdu alî yan jî grubên din ên kurd li ser wê li hev bikin, em dikarin bi hev re bixebitin jî. Lakin divê em pratîka xebata bi hev ra û biryarên hevpar ên ku hatine girtin bînin ber çavan û bi cidîyet li wê xweyî derkevin; di vê çaçoveyê de biryarên rêxistinên beşdarvanên Konferansa Netewî ya Bakurê Kurdistanê û civîna Aqlê Hevbeş jibîr nekin.

 

Helwesta me ya li hemberê vê pêvajoyê, dê li gor polîtîka partîya me, beşdarbûn û şirîkatîya me ya di vê pêvajoyê de be. Wek partîya KADEPê, pêşnîyarên me ev in:

 

- Divê ev pêvajo bi tenê li ser têkilîyên Ocalan û MÎTê nemeşe;

 

- Divê pêşîyê hemû partî û rêxistinên sîyasî û sivîl ên kurd, temsîlkarên hemû mezheb, dîn, şax û tebeqeyên civata Kurdistanê bi pêşnîyazên xwe yên xas tevlî vê pêvajoyê bibin û bêne temsîlkirin;

 

- Ji bo temsîla alîyê kurd, divê meclîsek bête sazkirin û pêşnîyazên ji bo çareserîyê di vê meclîsê de bên gengeşîkirin û biryardanê;

 

Divê siberoj ev meclîs li ser bingeha prensîbên demokratîyetê, berdewam be û bibe organa temsîlî û sîyasî ya meşrû ya milletê kurd û muzakereyên bi hikumeta Turkîyeyê re bi rêya nûnertîya vê meclîsê çêbe.

İmam TAŞÇIER

 

Bi hin taybemendîyên xwe rewşa Tirkîyeyê ji welatên din yên dagirkeran cuda ye; li dewletên din yên ku Kurdistan di bin nîrê wan de ye, kurd nehatine înkarkirin lê li wan welatan demokrasî tu carî tunebûye. Tirkîye ku bakurê welatê me di bin nîrê wê de ye li gor dewletên din yên derdorê, demokrasîyeka îzafî lê heye û ew berendama Yekîtîya Ewrûpayê ye. Bi taybetî di van 10 salên dawîyê de guhartinên li gora berê giring û berbiçav lê peyda bûne û ji sîyaseta demokratîk ya kurdan re îmkanên baştir derketine holê. Bi şermokî û defakto be jî kurd hatine "qebûlkirin" û di hin waran de gav hatine avêtin.

Li gel ku di van 15 salên dawîyê de PKKyê çitaya daxwazên xwe gelekî daxist jî, lê dîsa hikûmet û dewleta Tirk "mesela kurdan" çareser nekir, hergav sipart bo zeman û demê û nîyeta wê tuneye vê pirsê li gora daxwazên kurdan û pîvanên peymanên navneteweyî çareser bike.. Û îro jî dîsa bi mafê takekesî, demokrasî û aştîyê dixwaze wê bike bin kontrola xwe û xwedîgiravî di vê çarçoveyê de jê re "çareserîyê" bibîne. Gavên ku niha tên avêtin di vê mahîyetê de ne.

 

Pirsa kurdan bi tenê bi "pêşketina demokrasîya Tirkîyeyê" ye û di "radeya takekesî" de nayê çareserkirin. Li gora DDKDyê meseleya kurdî meseleya tayinkirina qedera miletekî bi destê xwe û hikimranîya li ser axa xwe ye.

 

Ango;

 

1- Divê nasnameya kurdî di makezagona nû de bê  naskirin û di bin parastin û ewlehîya makezagonê de be.

 

2- Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê duyem û mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî  bê pejirandin, pêre jî di hemî qada jîyanê de bikaranîna zimanê kurdî bê pejirandin.

 

3- Mafên hikimranî û xwe îdarekirina sîyasî ya gelê kurd ya li ser axa xwe bi statuyekê bê naskirin.

 

4- Divê mafên rêxistinîyê bigihîje standardên gerdûnî, rê li ber partî û rêxistinên bi navê kurd û Kurdistan vebe û bi parastin û ewlehîya zagonî be.

 

5- Di rewşeka demokratîk de, bi referandûmekê gelê kurd biryara çarenûsîya xwe bi xwe bide.

 

Ji bo ku gelê Kurd bi azadî tercîha xwe ya xweserî, federasyon, konfederasyon, serxwebûn yan jî awayekî din hilbijêre, pêkanîna şertê demokratîk yê referendûmê pêwîst e.

Heta miletê kurd negihîje çareserîyeka weha dê nehê wê maneyê ku meseleya kurdan li Tirkîyeyê hatîye çareserkirin.