Kalkûta xeyal dike zêdetir bibiriqe

Paytexta xewar a herêmê
Translator

Herêma mezin a Bengalê li gor Delhî an jî Bombayê ji geşbûna ekonomîk hindiktir îstifade kir. Kêmbûna dînamîzma wê, rê li ber bilindbûna çînên navincî girt. Taxên wê yên xizan hê jî bi xurtî gundîyan ber bi xwe ve dikişîne. Ev hestê rûxîna îzafî têkçûna hilbijartinê ya komunîstan, gulana bihurî, îzah dike, komunîstên ku ji alîyê desthilatdarîya xwe ya zêdeyî sîh salan hatibûn bêzar kirin.

Balefirgeha Kalkûtayê li gor wan ên ku van salên dawîyê bi temamî ji cam û pola hatine çêkirin, gelek kambax xuya dike; li Delhî û li Heyderabadê, heta li Bangalor jî ku herêmên pêşveçûnê yên Shining India (Hinda ku diçirise) ne. Li salona balafirgehê, bi bîrxistina romana Dominique Lapierre (1), panoyek bang dike: "Welcome to the City of joy" (Bi xêr hatin bajarê bextewarîyê). Lapierre di telephone de dibêje ku di romana xwe de bi sernavê "cesaret, berxwedan, dînamîzm" behsa jîyana rojane ya pir zehmet a xelkê taxên xizan dike. Herwiha rojnameya Dantevan tarîfeke wisa dikir: "Wekî Rabindranath Tagore (2) ev tişt digot, fikra reqabetkirinê xurt e, lê mirov hê xurtir e". Ji sisê yek a 4.5 milyon xelkên Kalkûtayê (nifûsa bajêr 13.2 milyon e) di sluman (taxên xizan) de dijîn. Ev rêje li Bombayê digihîje heta %55ê, tevî ku Bombay dilê aborî ya welêt e… (3)

Hêzekêşa mirovî, dûrbihîstiya livbar û McDonald’s

Yekane bajarê mezin ê tevahîya rojhilata Hindê, Kalkûta bi berdewamî gundîyên derdorê bi alîyê xwe de dikişîne û ev ji dawîya sedsala XVIIê, ji dema avabûna wê ya ji alîyê brîtanîyan ve wisa ye: Koçberên aborî, penaberên xelayê (1943) û yên şer (1947, 1971). Lapierre dibêje: "Bajarekî ku dikare sê sed hezar mirovan hilgire, ji ber şer û karesatên hewayî bi milyonan mirov lê tepisîne û hemû kapasîteyên pêşwazîkirinê ji sînor derbas bûne. Carna mirov dinêre avrêjek, kanîyek dikeve para pênc şeş hezar kesan". Pêşketina aborî nekarî rê li ber vê koçberîyê bigire: Sazîya ne dewletî (SND - ONG) Samarîyan texmîn dike ku halî hazir her roj "hezar koçberên nû" tên li bajêr bi cih dibin. Gundî dixwazin ji sekanîya aborî ya gundan birevin, ji nebûna tu siberojê, ji giranîya kast û olê, carna jî ji şidetê –dubendîyên navbera malbatan, tevgerên kêfî yên giregirên civakê, gerîlayên naksal. (4) Hejmareke biçûk ji welatê cîran ji Bangladeşê tê: Bi 3 000 rûpîyan (bi qasî 47 euro) sînor bi qaçaxî tê derbas kirin, ziman wekhev e û bexşîşek ji polîsan re rê li dersînorkirinê digire. Bajar, bi xilasbûna ji komformîzma civakî re sazkirina jîyan û kesayetîyeke nû pêkan dike. "Li vê derê, tenê statuya civakî girîng e, dibêje, Patrick Ghose, mamoste û çavdêrê baş ê bajarê xwe. Ku hûn ji kasteke binî hatibin, hûn dikarin bi awayekî fermî navê xwe bi 700 rûpîyan [bi qasî 11 euro] biguherînin. (5) Îca herkes dikare li vê derê bi cih bibe û xwe wekî li mala xwe hîs bike".

Kalkûta ji alîyê rêjeyê ve ji Bombayê hindiktir xwedî taxên xizan e, lê bêguman xizanî li wir ji cihên din hê beloqtir e. Mînaka herî berbiçav: Ajokarên erebokên bimil. Tam li navenda bajêr, li kolana Dayîk Teresa (6) û ne dûrî restoranta McDonald’s, kalekî pir hejar, qemer, pêxwas, erebokeke bimil dikişîne. Li ser erebokê, mirovekî ciwan î lihevhatî rûniştîye; bi cilûbergên rojavayî, tilîkên wî li ser tûşên smartphoneya wî digerin. Ev dîmen parçebûneke berbiçav a Shining India ye û kedxwarîya herî dilgivêş nîşan dide. Di salên 2000ê de, mercîyên destûrmend hewl da vî awayê debarê ya sedsala XIXemîn qedexe bikin. Lê çare nebû: Ji ber nebûna alternatîfan, bi hezaran ajokerên erebokên bimil bi sedema jiholêrabûna pîşeya wan, li dijî vê qedexeyê derketin.

Makranj, 42 salî, ji panzdeh salan û vir ve ajokarê erebokên bimil, dibêje ku ew berê li dewleta cîran Biharê gundî bûye. Debar û derên xirab berê wî daye vê derê. Ereboka wî tune, lê ew erebokekê ji bo hefteyekê bi 150 rûpîyan (2.30 euro) kirê dike. Bi erebokê kişandina mirov û eşyayan, rojê 150-200 rûpî pê dide qezenc kirin. Ew tevî sê ajokarên din li odeyeke "mala malbateke dewlemend" dimîne. Ew kirêya odeyê nadin, lê paqijîya malê dikin, li bazarê pêwistîyên malê dikirin, li baxçeya malê miqate dibin. Makranj her meh 3-4 hezar rûpîyan kom dike û wî pereyî dişîne gund, ji jin û çar zarokên xwe re. Carna, polîs jê xeracê digirin, hin mişterî bi awayekî xirab li hemberî wî tevdigerin. Dîsa jî Makranj difikire ku "şansê wî heye", ji ber ku kesên ji malbata wî ne li ser peyarêyeke bajarê mezin, lê li gund, di malekê de dijîn.

Hinek wêdetir, Lakshmi û malbata wî holika xwe danî ser peyarê. Piştî ku jinik ji mêrê xwe –yê serxweş– re got bêdeng be, qebûl kir ku behsa jîyana xwe ji me re bike. Jinik, rojê bi 100–200 rûpîyan, "li malên dewlemendan" karên paqijîyê dike. Zarokên wê yên hejar çopan berhev dikin û wan ji hev vediqetînin; kîloyek çop bi rûpîyekê ji nû ve tê firotin. Yek ji wan zarokan ji serê xwe seqet e. Birayê wê yê biçûk jî birîneke xedar heye di çav de. Gelek caran, polîs wan ji cihê wan diqewirînin û ew mecbûr dibin berê xwe bidin cihekî din. Ji 5500 taxên xizan ên Kalkûtayê, zêdetirî 3500 tax derqanûnî ne. (7) Bêyî ku navê xwe bidin, hin mirovperwer bi dizîka eşkere dikin ku hin polîs şantaja dersînorkirinê dikin ji bo ku hin mirovan ji alîyê cinsî ve bi kar bînin.

Jîyana li kolanan her roj bi heman awayî diherike. Serê sibê, mirov li ber tulumbeyan dest û rûyê xwe dişon. Firoşkar û senhetkar, her yek li ser prîketeke rûniştî, malzemeyên wan di nav çenteyekî kendirîn de li ber pîyên wan, li benda mişterîyan in: Berber, solçêker, solboyaxker, necar, cilşo, perakendefiroş… Li gor texmîna sazîyên nedewletî (SND), 250 000 kes bi vî awayî li ser peyarêyan bicihbûyî ne. Zilamên baş traşkirî, gomlek utîkirî, li ber dikaneke kolanê firavînê dixwin. Dezgehdarên seyar dîyar dikin ku "Li Kalkûtayê, mirov dikare bi 5 rûpîyan birinc û sebze, bi 16 rûpîyan jî masî bixwe. Li Delhî û Bombayê ev sê qat bihatir e". Dûre herkes diçe karê xwe. Piranîya xelkên taxên xizan, çi fermî çi ne fermî, di sazîyên biçûk de karê komkirina çopan dikin. Ji ber zêdebûna wan û ji ber erzanîya hilberînê, taxên xizan gelek caran têrî xwe dikin: hilberîn, xizmet û serfkarî ji alîyê xelkên taxên xizan ve tên pêk anîn. (8) Hêza pêwendîyên civakî û mirovî zehmetîya jîyanê nermtir dike. "Li taxên xizan ên Bronxê, li New Yorkê, min mirovên xizan, bêçand û pir bêhêvî dîtin, dibêje, Lapierre. Lê li Kalkûtayê, na. Xelk, tevî xizanîyê, ji hemû deverên din zêdetir tevlî cejn û pîrozbahîyan dibin".

Li ser tengerêyên geşedana aborî

Lê Kalkûta tenê bi xizanîyê nikare bê tarîf kirin. Çînên navincî û bijare xwe gelek aciz dikin li hemberî îmajeke biçûkkirî. Tevî vê yekê, li kolanên bajarê mezin Bengalê, gelek bîranînên Dayîka Teresa li dar in (wêne, tabelayên bihijmet, gotinên li ser mermeran…). Ev jî îmajeke xizan a vî bajarî xurt dike û îhtîmalê dide ku bajar xwe bi xwe karîkaturîze bike.

Aveek Sen, nivîskar û rojnamevanê çandî yê rojnameya The Telegraph, vê dipirse: "Hûn Oryantalîzma Edward Saïd nas dikin? (9) Alîyekî Hindê heye ku xwe ber bi Rojava ve dibe, eynî bi terza ku rojavayî dixwazin wê bibînin". Bi hejmareke zêde bengalî ji komunîstan, ji desthilatdarîya li Kalkûtayê û ji dewleta Bengala Rojava ya ji 1977ê heta gulana 2011ê gazinan dikin, ji ber ku wan qet hewl nedaye îmaja bajêr di çavên cîhana derve de biguherînin. Ha ev e yek ji sedemên têkçûna wan a berî sê mehan (bi tarîxa vê nivîsê), li hemberî Kongreya Trinamool (KTM) a Xanim Mamata Banerjee: Bi bêtevgerîya xwe, hikûmeta komunîst bi awayekî destek daye rûxîna bajêr.

Kalkûta bi rastî jî bi qasî metropolên din ên hindî ji pêşketina aborî ya deh salane îstifade nekir. Gelek xanîyên wê yên ji dewra vîktoryayê hildiweşin –carna dikevin ser serê peyayan– û ev dîmeneke kambax dide bajêr. Karên kalîfîye êdî pir hindik in û li gor gotinên xebatkaran, ji cihên din hindiktir pere tê dayîn. Hunermendên hindî û navneteweyî êdî berê xwe didin Delhî û Bombayê û Kalkûtaya ku demeke dirêj paytexta çandî ya Hindê bû, xwe terikandî dibîne. Çînên navincî yên perwerdebûyî yên bengalî ji vê nebûna dînamîzmê gazinan dikin, û pir caran çêtir dibînin ber bi metropolan ve koç bikin; yên ku zêdetir bersiva xeyalên wan didin.

Dîsa jî li Kalkûtayê metroyeke birêkûpêk heye, navendên bazirganîyê yên biklîma û navendên bazirganîyê hene ku tê de navendên jêveneger ên telefonê û şirketên endezyarîya kompîturê, sembolên mezin ên kapîtalîzma hindî, pir zû pêş dikevin. Ji bo Lapierre, ev pêşketina îzafî qet bi kêrî kesên herî dilnizim nayê: "Modernkirina taxan wan pir bihatir dike ji bo xelkên lê dijîn, û ew mecbûr dibin koçî cihên din bikin. Metro? Pir biha ye. Navendên dêwasa yên bazirganîyê, tenê xerckirina wan a cereyanê ya ji bo hênikkirina hewayê, dibin sedem ku li hemû bajêr cereyan bê qutkirin". Di 1985ê de, gelek mirovên xweşhal ên Kalkûtayê digot ku haya wan ji rewşa taxên xizan nîne. Ev rewş pir neguherî. "Sê sed û pêncî milyon hindî her êvar bi zikê nîvtêr radizin. Realîteyeke ku çînên navincî yên vê Hinda nû "ya diçirise" çêtir dibînin, xeman nexwin. Mirovên rewşkambax jî, bi taybetî bi saya televîzyonê, dizanin mirovên dewlemend çawa dijîn. Ez jî çêtir dibînim nefikirim ka wê çi biqewime roja ku lîderekî bi qasî Gandî mezin wan gazî serhildanekê bike".

Çavkanî

Cédric Gouverneur:
Nûçegihanê Le Monde diplomatique

  1. Dominique Lapierre, La Cité de la joie, Robert Laffont, Parîs, 1985, derxistina ser ekranê di 1992yê de ji alîyê Roland Joffé. Bi saya mafên xwe yên nivîskarîyê, Lapierre torek dîspanser, dibistan û nexweşxaneyên gerok ava kirin. (www.cityofjoyaid.org)
  2. Rabrindranath Tagore (1861-1941), nivîskar, şanonivîsar, resam û fîlozofê bengalî. Xelata Nobelê ya wêjeyê 1913
  3. Daneyên hilgirtî yên jimareyên 2001 û 2011, Census of India
  4. Gerîlayên maoîst ên ku li herêmên gundewarî yên xizan bi hêz dikevin. Bixwînin "Expansion de la guérilla naxalite", Le Monde diplomatique, kanûn 2007
  5. Li Hindê, paşnav pir caran kasta mirovan dest nîşan dike
  6. Anjeze Gonxhe Bojaxhiu, dibêjin Dayîk Teresa (1910-1997). Oldareke hindî, ji koka xwe ve arnawûdî, ji 1948ê û pê ve ji bo mirovên pir xizan kar kir. Di 1979ê de Xelata Nobelê ya Aştîyê wergirt, di 2003yê de wek xoşewîst hatiye îlan kirin. Ji ber fedekarîya xwe tê pîroz kirin, lê belê tê rexne kirin jî, ji ber li dijderketina wê ya li hemberî kurtajê û ji ber ku nexweşxaneyên Kalkûtayê ji dermanan bêpar hatine hiştin
  7. "The Case of Kalkûta", rapora Nitai Kundu, Institute of wetland management and ecological design, 2006
  8. Kolpana Sharma, Rediscovering Dharavi, Penguin Books India, 2000. Analîza aborî ya taxên xizan ên Bombayê
  9. Edward Saïd, L’Orientalisme. L’Orient créé par l’Occident (1978), Seuil, Parîs, 2005

Wergera ji fransî: Aynur Bozkurt