Kapîtalîzm nayê ser rêyê

Exlaq û aborî
Translator

Gelo dema wê nehatiye ku kapîtalîzm biexlaq bibe? Di dema herî dijwar a qeyranê de, ev pirs ji alîyêbirêvebirên me ve hate bilêvkirin, Nicolas Sarkozy di serî de, ango ji alîyê kesên din ve hate rojevê ku berî dabûn paraztineke liberalizmê ya çavgirtî ku weke temsila “dawiya (bextewar) a dîrokê” dihate qebûlkirin. Pirsa ku bi vî awayî hate zimên tev li hev e: ger bivê, mirov wê biexlaq bike, wateya wê ew e ku kapitalizm bêexlaq e; ku mirov karibe wê biexlaq bike, tê wê wateyê ku di eslê xwe de weke sazûman ne bêexlaq e. Bi tenê biexlaqkirina aliyên wê yên tûj mewzûbahs e. Lê belê, berevajiya têgihîştina kesên ku di aboriyê de rastiyeke derexlaqî dibînin, bêexlaqî di haveynê kapitalîzmê de heye.

Ekonomistê ultra-liberal Friecriche Hayek, hîn di destpêka sedsala XX’ê de îtiraza xwe ya di vî warî de diyar kiribû : bitenê tevgerek kesayetî ya bi zanebûn dikare yê biheq an neheq ji hev derxe – belkî sîstemeke civatî ya bi vî rengî nabe ku ji alîyê herkesî ve bê qebûlkirin. Ev yek Hayek heta ber bi redda têgeha “edaleta civatî” ve jî dibe ku Hayek wê tewş dihesibîne, ji ber ku ew tiştê ku nayê pirsiyarkirin jî dide ber pirsan û weke mînak wiha dinivîse: «Pîvaneke ku mirov pê karibe tiştê “ji alî civakî ve neheq e” derxe holê tuneye, lewra kirdeya ku ji aliyê wê ve ev “neheqiya civakî” karibe hatibe kirin tuneye. ». Ew tê de heta bi şopeke antropomorfizmê (mirovteşetiyê) dibîne, ku li ser rastiyeke bêmirov (bi maneya bêkesayetiyê) projeya xwe ya niyetên mirovî pêk tîne; ev antropomorfizm dê cereyana sosyalîst û îddiaya wê, ji nû ve parvekirina bi awayekî adil a dewlemendiyê û navgînên berhênana wê zindî bike. Têgihîştina Hayek, di warê rêxistina aborî ya civakê de xwe digihîne exlaqîtiyeke temam, heta bi awayekî biryardayî, berî her tiştî, derfetên serpûşkirina xirabiya ku maka wê ye ji xwe ra peyde dike û bo vî awayî bingehê wê yê ramanî ji navê dibê û wê inkar dike.

Vê têzê bi saya André Comte-Sponville û pirtûka wî ya bi navê Kapitalizm exlaqî ye gelo? , ji xwe re ciwanine nû û bi saya wan jî serkevtineke medyatîk peyda kir, herçend ku naveroka wê ne li gora qeyranê be jî, ev yek nîşan dide ku îdeolojiya lîberal dîsa jî belav dibe. Gava ku di nava jiyana civakî de pergala zanyarî û teknîkî, ya hiqûqî û siyasî, ya exlaqî û etîkî (rewiştnasî) ji hev cihê dike jî (bi evînî salix dide), ew aboriyê dixe nav rêza yekem û wiha dibêje: «Exlaq ji bo wê ne girîng e û ne xema wê ye jî; ew bi tenê ji bo wê ye ku ji wan çend pêvajoyan têbigihê yan wan rave bike ka kîjan dê di rêza pêşîn de ciyê xwe bigire. Ev yek bi taybetî ji bo aboriyê jî wiha ye ku ew jî beşek ji (wan) e» . Wê gavê exlaq li derveyî dimîne, kapitalîzm xwe li derveyî meydanê dibîne: ne biexlaq ne jî bêexlaq, lê li derveyî herduyan. Ev nayê wê wateyê ku exlaq nikare mudaxeleyî wê bike – êdî kes zêde piştgiriya helwêsteke wiha tûndrew nake. Lê, bi tenê dikare li der û dora wê, bêyî ku karibe, ne jî pêwîst be ku sedemên wê ji holê rake, ji bo ku ziyana wê kêm bike, di nav siyaset û hiqûqê de biçe û bê. Ji aliyê din ve, mirov nikare li ser navê pîvanên heyî ku bi tenê li ser kiryarên subjektif pêk tên, di pêvajoyên aborî de, di derbarê neliserkarbûna tu kirdeyan de, hikum bide: ji nû ve derketina fikra ku, li gora wê, herçend bersiva pîvanên edaletê nede jî, dê wateyeke exlaqî ya adilbûn an neadilbûna civakî, û vatiniyeke guhertina aboriyê hebe. Kapîtalîzm dikare neheq be, ew vê yekê qebûl dike, weke çawa ku xweza di parvekirina şiyanê di nava mirovan de ne adil e, helbet ev yek qet jî ne bêexlaqî ye û wê gavê nayê wê wateyê ku gerek ev ji binî ve bê guhertin.

Axavtinên weha ne bi tenê bi kêrî bêgunehkirina kapîtalîzmê tên ku zirar û ziyana wê ya mezin hê jî li pêş çavên me ye –ji aliyê din ve, bi kêrî piştrastkirina wê ya îdeolojîk ve jî tên- herweha bi ji wê jêbirina bitemamî ya azweriya exlaqî jî, li dijî siyasetê, aciziyeke giştîbûyî xurt dikin. Piştrastkirina wê li ser bingehaê çewtiyeke mezin e, ku pirr aşkere li cem Compte-Sponville û niha li bal hemî partîzanên kapîtalîzmê xuya dibe: entegrekirina aboriyê ya warê zanyarî û teknîkî, bi rastî jî ji aliyê exlaqî ve tiştekî naguhere. Wateya wê ew e ku tiştê ku wan bi awayekî bingehîn ji hev cuda dike were jibîrkirin.

Zanyarî û teknîk (ku aborî bi awayekî vekirî bi wan ve girêdayî ye) ji navgînan pê vê ne tiştekî din in û bi tenê bikaranîna wan a civakî dikare bê muhakeme kirin. Bi vî awayî, teknîkeke nû ya berhênanê ku berhênaniya karî zêde dike, ew bi xwe ne sedema bêkariyê ye û ne jî ne baş e; ew, berevajiyê wê, derfeta kêmkirina dema karî dide, ku ev jî dibe sedema hindikbûna êş û derdê mirovan: mirov dikare di demeke pir hindik de, bi heman karkiran ewqas berheman biafirîne ku ew jî ewçend derfeta başkirina mehaneya karkiran bi saya qezenca afirandinê dide. Buhayê vê yekê jî wê gavê di çawaniya bikaranîna wê bi xwe de ye.

Dijberê wê - û ev doktrîna Marx ya mezin e, jibîrkirina van teoriyên aborî yên fermî heta qeyrana nû-aboriyê ji pratîkên ku bi saya wan hinek (kapîtalist) li hemberî kesên din (karkir an kesên din ên bi mehaneyê dixebitin) bi cure awayekî tev digerrin ku – bi xwarina keda wan, bi xistina wan ya nava sistemeke dojehî, bi jikarderxistina wan ya bi mahneya reqabetê, yan jî bi saya çandeke rikeberiyê ku yekî dike dijminê yê din an jî bi qaideyên birêvebiriya nû ku dizane heta kijan radeyê êş û azara li karê di halê hazir de nayê tehemul kirin, xwe geştir dike . Ev hemû ne ji zanyarî û teknîkê tên, lê ji tedbiqkirina wan a civakî ku karî organîze dike tên, ku weke tê xwestin li ser bingeha armancên berjewendiyê be û ji ber vê jî ravekirina wê pêşkêşî hukmên exlaqî tê kirin: pratîka mirovane yan nemirovane, pratika exlaqî yan a bêexlaqî. Marx jê bi awayekî zelal têgihîştiye û ji bo wê jî wiha dibêje « aboriya siyasî ne teknolojî ye ».
Bi awayekî giştî, –ji ber ku li vir hêza siyasetê mewzûbahs e- ev cûre rastiyek e ku bi awayekî giştî bi deyn didin aboriyê ku divê mirov bi mêrxasî li dij rabe: rastiyeke hergîz û objektîf, ku ji derveyî mirovan hatiye îlankirin (tevî ku ew wê dikin) û girêdayî qanûnên bêperwa, weke yên xwezayê, ku diyar e ku mirov nikare li wan hikum bike: mirov qanûna ketina tiştan rexne nake... ku carinan dikare mirov biêşîne jî! Navekî vê tevgera ramanî heye: ekonomîzm. Ev ekonomîzm, ne bi tenê ji bihêzkirina çalakiyên aborî yên sereke û giranbuha ku beriya her tiştî tên û yên mayî di bin siya wan de dimînin pêk tê, lê ew di eslê xwe de weke ku ji pêvajoyên ji bin berpirsiyariya politikayê derketibin pêk hatibe tê hesibandin.

Tevî vê jî, divê mirov baş têbigihê ku, heger bi rastî jî qanûnên aboriya kapîtalîst hebin, ew teqez yên sistemeke berhênanê yên navxweyî ne ku ji aliyê milkiyeta taybetî ve tên birêvebirin; ew dikarin têr nekin û heta, weke prensîb heger mirov sîstema wan biguhere, dikarin xera bibin ango bi kêr neyên. Wê gavê divê mirov di wan de qaîdeyên likarbûna cûre aboriyeke diyar (helbet ne dawiya dunyayê ye) û organîzekirina cûre raporeke pratîk di navbera mirovan de bibîne ku statuyeke wan ya pratîk bi xwe heye. Ew (niha di mistewaya cîhanî de) hatin qebûlkirin û bi cîh bûn, ji bo wê jî dikarin bên guhertin. Wateya wê ew e ku «qanûnên aborî» yên navborî, weke hemû tiştên ku tekiliya wan bi pratîkê ve heye yekser dikevin nav mewzûata exlaqî. Ji ber wê ye ku «zanyariya aborî» bi xwe nikare bibe zanyariyeke xwerû û ji darizandina nirxî jî nayê şûştin: weke çawa ku zanyariyên civakî bi awayekî giştî û weke pêdiviya xwezaya mijarê –kes jî tev li wê dibin–, nirxan, bi kêmanî nerastarast teahut dikin; ew çalakiya mirov digire û, em bixwazin an nexwazin jî, şiroveya rastiyê bi vî aliyî û wî aliyî de rast dike, dişîne.

Aborînasê amerîkî Albert Otto Hirschman tevliheviya di vî warî de baş diyar dike û destnîşan dike ku, gelek caran mirov bêyî hişê xwe, zanyariya aborî û ya exlaqî tevlihev dike. Ew diyar dike ku « bi şertê ku exlaqê lêkolinerên zanista civakî zindî be, cihekî exlaqê (…) ê taybetî di navenda karê mirovî de heye » ; ew dide zanîn ku divê wê gavê metirsiyên exlaqî bi awayekî pirr vekirî ji aliyê zanyariya civakî ve bên misogerkirin – di vir de xwe dighîne Marx ku di Destinivîsên 1844’an de piştrast dike û dibêje ku aborî «zanyariyeke exlaqî ya rasteqîn, him jî di nava zanyariyan de, zanyariya herî bi exlaq e ».

Li me dimîne ku em zanibin bê gelo ev exlaqê ku ji me dixwaze ku em metirsiyên aboriyê di ser guhê xwe re navêjin û wê weke rastiyeke weha ku divê siyaset bi awayekî sersar serê xwe li ber bitewîne nebînin, ka çi ye. Beriya hertiştî, divê peywendiya mirov bi dîmena bi ser dunyaya têkiliyên nav kesan a bi dilpakî de xwarbûyî û kêmasiyên şexsî re nemîne. Berevajiya vê, divê mirov qebûl bike ku, ev exlaqê ji rewiştnasiyê cuda û di encamê de bandorê li têkiliyên bi kesên din re jî dike , divê li van hemûyan, bi awayekî giştî li têkiliyên civakî, yanî li jiyana siyasî (bi wateyeke teng, li saziyan), civakî (disa bi wateya peyvê ya teng, li mafên civakî) û aborî bê tedbîqkirin. Wê gavê, heger bi rastî jî wê ji Danezana mafên mirovî û hemwelatîtiyê ya 1789’an heta ya 1948’an dest pê kiribe û li herdu qadên sereke şopên xwe hiştibin, mirov dê bixwaze ku ew li ber deriyê aboriyê raweste. Divê mirov siyaseteke exlaqî ku divê di heman demê de bibe aboriyeke exlaqî jî bide ber çavên xwe û vê qedexeyê rake, yanî siyaseteke weha hebe ku nirxên exlaqî heta bi qada aborî pêk tîne.

Lê wê demê pirsa kijan siyaset û kijan nirxî tê rojevê? Bersiva vê pirsê dikare di nav tarîfa ku Kant kiriye de bê dîtin, ku xwe digihîne wateya exlaqê giştî: ev pîvana Gerdûnî ye, ku dixwaze ku mirov rêza kesên din bigire û fersendê nediyê, ku firehkirina sînorên otonomiya xwe li ser mirov ferz bike. Şuştina xwe ya ji hemû paşmaweyê metafizîkî û dînî, mirov mecbûr dike ku serdestiya siyasetê (ku bi awayekî nîvco be jî ji alî saziyên demokratîk ve pêk hatiye), çewsandina civakî (ku bi awayekî qismî bi xêra qanûnên ku bi saya tevgera karkiran ji sedsala XIX’an û vir de hatine bidestxistin pêk hatiye), û herweha, kedxwariya aborî ji holê rake : di vî warî de, hîn pirr karên ku bên kirin hene; bi tenê heger mirov di vî warî de bi ser bikeve, dikare bi alîkariya siyaset û destkevtiyên exlaqî yên di warên din de wî biparêze û hîn pêştir bixe.

Bi rastî jî, derdikeve holê ku biexlaqkirina kapîtalîzmê, hergîz ne mimkun e, ji ber ku di xwezaya wê bi xwe de bêexlaqî heye, ji ber ku xwe dixe xizmeta hinekan, karkiran weke navgîn dibîne û otonomiya wan inkar dike. Ji aliyê kapîtalîzmê ve ferzkirin exlaqekî, dê bi rastî jî wê bigihîne ferzkirina rakirina wê bixwe ya ji holê, herçend ev kar gellekî dijwar be jî.

Bi taybetî li pirtûka F. Hayek, “Droit, législation et liberté / Qanûn, mevzûat û azadî” binêrin, Presse universitaire de France (PUF) c. 3, 1980-1983.
Berhema navborî (Bnb), c. 2, r. 94
Li ser pirsa encamên lîberalizmê yên li ser mirovî jî, Hayek bi rehetî weha dibêje, heger di rêyê de qurbanî hebin jî, «hema de bila ewçend jî hebe ! ».
Albin Michel, Paris, 2004, çapa nû 2009.
Bnb, çapa 2 em, r. 78.
Bnb., r. 238-239.
Bi taybetî li xebatên Christophe Dejours an Jean-Pierre Durand « Nouvelles aliénation » binêrin, Actuel Marx PUF, Parîs, n 39, Gulan, 2006.
Contribution à la critique de l’économie politique / Beşdariya rexneya aboriya siyasî, Editions sociales, r. 151.
Albert O. Hirschman, di L’économie comme science moral et politique / Aborî weke zanyariya exlaqî û siyasî de, Gallimard / Seuil, r. 109.
Marx, passée la période de jeunesse / dema naşîtiyê derbaskirin, ev beş nehatiye teorizekirin : ev kêmasiyeke berhema wî ye.
Ji bo min rewiştnasî tenê jiyana takekesî eleqedar dike û dikare xwe weke forma hişmendiyekê jî nîşan bide, û heger mirov bixwaze wê hîn bibe, dikare bê pêşniyarkirin.

Çavkanî

Yvon Quiniou: Fîlozof. Pirtûka wî ya bi navê Azweriya siyasetê ya exlaqî. Mirov guhertin ?, di nav weşanên L’Harmattan, koleksiyona Raison mondialisée de derketiye.

  • Bi taybetî li pirtûka F. Hayek, “Droit, législation et liberté / Qanûn, mevzûat û azadî” binêrin, Presse universitaire de France (PUF) c. 3, 1980-1983.
  • Berhema navborî (Bnb), c. 2, r. 94
  • Li ser pirsa encamên lîberalizmê yên li ser mirovî jî, Hayek bi rehetî weha dibêje, heger di rêyê de qurbanî hebin jî, «hema de bila ewçend jî hebe ! ».
  • Albin Michel, Paris, 2004, çapa nû 2009.
  • Bnb, çapa 2 em, r. 78.
  • Bnb., r. 238-239.
  • Bi taybetî li xebatên Christophe Dejours an Jean-Pierre Durand « Nouvelles aliénation » binêrin, Actuel Marx PUF, Parîs, n 39, Gulan, 2006.
  • Contribution à la critique de l’économie politique / Beşdariya rexneya aboriya siyasî, Editions sociales, r. 151.
  • Albert O. Hirschman, di L’économie comme science moral et politique / Aborî weke zanyariya exlaqî û siyasî de, Gallimard / Seuil, r. 109.
  • Marx, passée la période de jeunesse / dema naşîtiyê derbaskirin, ev beş nehatiye teorizekirin : ev kêmasiyeke berhema wî ye.
  • Ji bo min rewiştnasî tenê jiyana takekesî eleqedar dike û dikare xwe weke forma hişmendiyekê jî nîşan bide, û heger mirov bixwaze wê hîn bibe, dikare bê pêşniyarkirin.