“Kapîtalîzma ekstrem” ya Birayên Misilman

Li Amerîkayê çanda çekan
Translator

Birayên Misilman ên li Misrê li ser kar in, êdî hew dikarin bi slogana “Îslam Çareserî ye” razî bibin. Lewra sîyaseta wan a lîberal dibe ku rê li ber mixalefetên xurt veke.

Bawerîya aborî ya Birayên Misilman ya ku piştgirîya lîberalîzma aborîyê dike, dişibe fikra neo-lîberal û naşibe şêwazê kapîtalîzma di bin desthilatdarîya Husnî Mubarek de bipêşxistî. Xeyrat El-Şatir, kesayeta girîng ya duyem ya terîqetê û nûnerê beşa wê ya herî mihafezekar ya ku gelekî kapîtalîst e, yan jî Hesen Malik yê pir dewlemend, ku wekî hevkarê El-Şatir dest bi bazirganîyê kir û îro bi kurê xwe re tevneka şîrketên tekstîlê, yên raxistina nava malê û bazirganîyê bi rêve dibe û zêdetirî çar sed kesan dişuxilîne, vê amenaya tevgera Birayên Misilman îfade dikin.

 

Meriv dikarîbû navê "etîka terîqetê û fikra kapitalîzmê" li portreya Malik yê ji alîyê Businessweek ve hatîye çapkirin bike, lewra peyvên bi kar anîn gelekî dişibin yên berhema klasîk ya sosyolog Max Weber. Kovar wisa dinivîse  "Endamên nifşekî mihafezekarên oldar yên di cîhana misilman de mezin dibin in û bawerîya wan biryardarbûna di serketina bazirganî û sîyasî de xurt dike. Wekî ku Malik dibêje: ‘ji bilî xebat û malbatê tu tişt tune ye di jîyana min de’. Li welatên wekî Misirê, ev îslamîst zehmetîyeka mezin didin desthilatdarîyê, ne bi tenê ji  ber mihafezekarbûna xwe lê belê ji ber exlaqê wan yê kar, ji ber biryardarîya wan di xebatê de û tiralnebûna wan. (…) ‘Bingeha fikra aborî ya terîqetê, eger pêwîst be meriv bi awayekî klasîk wê tarîf bike, kapîtalîzmeka radîkal e’, li gorî gotinên kevne-endamê terîqetê Sameh Elbarqy". (1)

 

Ev "kapîtalîzma radîkal" di tercîhên pisporên aborîyê de yên ku beşdar in li meclîsa bi nivîsandina Destûra Bingehîn ya misirî wezîfedar e, xwe dide der. Serdestîyeka eşkere ya Birayên Misilman û selefîstan heye di vê meclîsa ji alîyê mixalefeta lîberal û ya çepgir ve tê boykotkirin. " Tariq El-Desûkî di bazirganîyê de jêhatî ye, ew parlemanterê partîya Nûr [ya selefîst] e. Ew komîsîyona  aborî ya Parlemana nû ye ku bi çareserkirina pevçûnên mimkin e bi wan siûdîyan re ku li Misirê pereyan radizênin pêk werin, wezîfedar e. Huseyn Hamid Hesen, 80 salî ye, pisporekî fînansa îslamî ye ku di birêvebirina Bankeya Navneteweyî ya Ȋslamî de, di ya Bankeya Ȋslamî ya Dubaîyê de, di ya Bankeya Neteweyî ya Ȋslamî Al-Sharja de, di Yekîtîya Neteweyî  ya Bankeyên Ȋslamî de kar kirîye. Maabid Elî El-Garhî serokê Komeleya Navneteweyî ya Zanista Aborî ya Ȋslamî  ye. [Ew di heman demê de xwedî wezîfeyên mezin e di Bankeya Ȋslamî ya Mîrîtîyên Ereb de û di Borsaya Dubaîyê de.] Ibrahîm El-Arabî bazirganekî nêzî Birayên Misilman û endamê Odeya Bazirganîyê ya Qahîreyê ye. Huseyn El-Qezzaz şîrketeka şêwirmendîyê ji bo bazirganîyê bi rê ve dibe, hevalekî namzedê serokdewletîyê Xeyrat El-Şatir e. (2) Lê belê bi tenê sê endamên ku nûnerên karkeran in hene di Meclîsa Damezrêner de ku ji sed endaman pêk tê û ji alîyê Birayên Misilman ve hatî pêşnîyaz kirin.» (3)

 

Kevne-endamê Birayên Misilman yê ku hevpeyvînek bi kovara Businessweekê re pêkanî pirsa rast kiribû:  guman ne li ser wê ye ka Birayên Misilman alîgirê kapîtalîzma serdema Mubarek bûn, lê belê guman li ser wê ye ka çiqasî  ji wan tê dev ji kêmasîyên xwe yên herî xirab berdin. "Em dê bibînin gelo kapîtalîzma hevkarên gunehî (crony capitalism) ya ku bû xisleta rejîma Mubarek wê biguhere bi birêveberên piştgirîya bazirganîyê dikin yên wekî Malik û El-Şatir. Li gorî Elbarqy, tevî ku terîqet xwedîyê adeta alîkarîdana kesên xizan bû jî, ‘ev çîna nû ya bazirganên jêhatî dê zor û zehmetîyê li ser karker û gundîyan ferz bike. Yek ji pirsgirêkên mezin yên terîqetê – niha tiştekî wan yê hevpar bi kevne partîya sîyasî ya Mubarek re heye – bihevre girêdana desthilatdarî û sermayeyê ye. » (4)

 

Astenga herî mezin ya li ber hevkarîya terîqetê bi kapîtalîzma misirî re, ango zexta rejîma Mubarek li serê ferz dikir, niha ji holê rabû. Birayên misilman çav li tecrûbeya tirkan dikin û dixwazin komeleyeka bazirganên jêhatî yên elaqedarê şîrketên piçûk û mezinahîya navîn dibin damezrînin, ango Egyptian Business Development Associationê (EBDA). (5) Wekî Partîya Edalet û Pêşketinê (AKP) û hikûmeta Recep Tayyip Erdogan, Birayên Misilman û Mursî xwe wekî nûnerên tevahîya berjewendîyên kapîtalîzma misirî tevî tevahîya pêkhênerên wê dibînin; di nava vê de piranîya şirîk û hevkarên kevne rejîmê jî hene yên ku jixwe beşeka mezin ya kapîtala misirî pêk tînin, nexasim di asta birêveberîyê de.

 

Dema meriv binêre li heyeta ji heştê bazirganên jêhatî pêk tê ya bi Mursî re tebaxa 2012an çû Ҫînê, tiştê li jor behsa wê hat kirin baş eşkere dibe. Serokdewletê nû yê dixwaze bi zarê serokdewletên rojavahî bike û bi rola xizmetkarê diçe serdana welatan ji bo kapîtalîzma welatê xwe radibe, gelek birêveberên şîrketên bi rejîma berê re xebitîbûn vexwendin da ku tevlî serdanê bin.

 

Di nav wan de, Muhemed Ferîd Xamis heye, patronê Oriental Weavers, yê ku pesnê xwe dide bi bûna mezintirîn şîrketa cîhanê ya merşên bi makîneyan hatî çêkirin hildiberîne. Xamis wê demê parlemanter bû û endamê buroya sîyasî ya Partîya Neteweyî ya Demokratîk (PND) bû, kevne partîya di dema Mubarek de desthilatdar. Endamekî din yê buroya sîyasî ya PNDyê, yê bi nêzîkbûna xwe ya bi Cemal Mubarek ango kurê serokdewletê berê re navdar e jî beşdarî heyetê bû: Şerîf El-Gabaly, endamê Konseya Birêveberîya Federasyona Misirî ya Pîşesazî û Patronên Polîservê, komeka di hilberîna ziblê kimyewî de pispor e. (6)

 

Wekî Erdogan di kapîtalîzma welatê xwe de, Mursî di cihê ku sektorên wê yên cuda dibin de û di rêya globalbûnê ya kapîtalîzma welatê xwe de dewam dike. Cihêtîya herî mezin di navbera Birayên Misilman û AKPyê de – û lewra di navbera Mursî û Erdogan de - ne giranîya burjûwazîya piçûk û ya çînên navîn e ku herdu rêxistinan pêk tînin, lê zêdetir rengê rejîma ku berjewendîyên wê temsîl dikin e: tirk xwedî sermayeyeka welatekî "nû bi pêş dikeve" ne, ku pîşesazî û îxracat lê serdest in; herçî misirî ew xwedî dewletekê ne ku bi saya rantê bi gewde dibe û  xwedî kapîtalîzmekê ne ku zêdetir bazirganî û spekulasyonê dike, ku mîrasgirê gelek dehsalên xizimtîyê ye.

 

Armanca serdana Ҫînê kirina reklama îxracatên misirî bû, ji  bo kêmkirina lihevderneketineka budceya bazirganîyê ya 7 mîlyar dolar di danûstandinên dualî de. Heyet herweha xwedî armanca îqnakirina birêveberên çînî bû da ku li Misirê pereyan razînin– lê biserneketin. Lê belê berdewamîya sîyaseta Mubarek ji alîyê Mursî ve xwe nîşan da bi parastina girêdayîbûna Misirê bi sermayeyên welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendavê (KHK) re – yekane guhertin ew bû ku Qetarê şûna Qraltîya Siûdî girt û bû yekem fînansorê rejîma nû, ev jî li hev tê bi têkîlîyên navbera Birayên Misilman û Mîrîtîyê re. (7) Qetar 2 mîlyar dolar deyn dan Qahîreyê û soza deyndana 18 mîlyar dolaran ji bo 5 salan da, di çarçoveya projeyên petrokîmyayî, pîşesazîyê, turîzmê yan jî avahîsazîyê de da, wê herweha soza kirîna bankeyên misirî jî da. Li alîyê din hikûmeta Mursî 4.8 mîlyar dolar ji Fona Navneteweyî ya Pereyan (FNP) deyn xwestin û da zanîn ku amade bû ji qebûlkirina şertên ferz, heta bi tedbîrên jixwekêmkirina budceyî jî.

Xistina ber lêpirsînê ya azadîyên sendîkayî

 

Di nivîsa  FNPyê ji  bo civîna bilind ya welatên endamê G-8ê ya gulana 2011an pêkhatî de, nîşanên pêşî yên van şertên ferz hene: "Her sal nêzîkî heft sed hezar kes tên bazara kar ya misirî. Ji bo întegrekirina van kesan û kêmkirina hejmara heyî ya bêkaran aborîyeka zêdetir dînamîk wê pêwist bibe. Ji bo wê tedbîrên wêrek lazim in, yên ku gelek ji wan divê îsal bi destê hikûmetên hilbijartî werin pêkanîn. Piranîya reforman girêdayî xurtkirina şert û mercên reqabetê ne, da ku bazar zêdetir vekirî bibin li pererazandinên herêmî û bîyanî; divê çarçoveyeka aborî ya cazib ku pererazandinên şexsî ber bi xwe ve bikşîne û wan di destê xwe de bigire, ya ku piştgirîya şîrketên piçûk dike, were afirandin; divê bazara kar were reformkirin; divê lihevderneketina budceyî kêm bibe, heta bi rêya kêmkirina lêçûnên bêmane yên ku alîkarîyên aborî sedema wan in. (…) Divê hîn çend salên din jî bang li fînansmana ji derve were kirin, heta li sektora şexsî jî." (8)

 

Lê belê ev deynên nû dê barê deynên dewletê girantir bikin, deynên wê ji xwe ji çar paran yek ya lêçûnên budceyî yên dewletê pêktînin, lêçûn jî % 35ê zêdetir in ji hatinan. Zêdekirina deynê dewletê û parastina mentiqekî neo-lîberal tê maneya ku wê dewlet meaşên karmendan, alîkarîya aborî ji bo yên herî xizan û meaşê teqawîtbûnê kêm bike. Di îlona 2012an de Mursî wekî din li pêşberî şandeyeka karsazên amerîkî soz da ku ew dê ji tedbîrên radîkal yên strukturel gavê paş ve neaveje da ku aborî mezin bibe. (9) Meyilên bi vî rengî didin fikirîn ku têkoşînên civatî û karkerî yên bê dê werin tepisandin. Daxwaza hikûmeta nû ya xistina ber lêpirsînê ya mafên sendîkayî yên bidestxistî yên serî hildanê û zêdebûna hejmara sendîkalîstan ji kar derxistî nîşana vê yekê ne.

 

Mursî, hikûmeta wî û Birayên Misilman, Misirê ber bi felaketeka aborî û civatî ve dibin. Di çarçoveya civatî-aborî ya welêt de, hatinîyên kapîtalîzma neo-lîberal îspat kirin ku ji destê wan nayê welêt ji xeleka bêdawî ya paşvemayîn û girêdayîbûnê xelas bikin. Berevajîyê vê ew welat zêdetir xistin nava kûrahîya vê xelekê. Bêîstîqrarîya sîyasî û civatî ku serhildan sedema wê ye, bi tenê dikare zirarê bide projeyeka mezinbûnê ya xwe dispêre pererazandinên şexsî. Pir zehmet e ku meriv bawer bike ku Qetar wê zirara pererazandinên dewletî telafî bike.

 

Di dema Mubarek de, yên xizan dikarîbûn berê xwe bidin wicdanê bi "afyona gel re" tevlîhevkirî  - "Ҫareserî îslam e", ji dehsalan ve Birayên Misilman wisa soz didan û di heman demê de nîşana bikêrnehatîbûna wan ji bo dîyarkirina bernameyeka aborî ya ku ji ya desthilatdarîya heyî gelekî cuda be, dide. Dema rastîyê hat. Wekî ku Xalid Hrûb binxêz kir "di serdema bê de, slogana ‘Ҫareserî Ȋslam e’ û axaftina li ser navê dîn wê rû bi rû bimînin bi ceribandineka gelemperî ya di laboratuwara wicdanê gel de pêktê. Belkî ev ceribandin wê demeka dirêj bajo û belkî wê tevahîya nifşekî derbas bibe; lê wisa xuya ye ku nabe gelên ereb tecrûbeya pêvajoyeka dîrokî bi vî rengî nekin da ku mêjîyê wan hêdî hêdî xwe ji fikra sabît ya nasnameyê bide alî û xwe nêzîkî dîtina rastîya sîyasî, civatî û aborî bike. Da ku zanîna gelan xwe dûrî utopyayê bike, ya armanca wê avakirina hêvîyên xwe dispêrin sloganên xeyalperest e û rû bi rû bimîne bi rastîyê re da ku partî û tevgeran li gorî bernameyên reel ên pêşnîyaz dikin binirxîne". (10)

 

Yên ku "afyona gel" difiroşin desthilatdarî bi dest xistin. Kapasîteya îqnakirinê ya sozên wan lewra kêm dibe, nexasim ji ber ku ew ne wekî birayên xwe yên Ȋranî ne, ne xwedî ranteka mezin ya petrolî ne, ku wê destûr bidaya erêkirin yan jî serî tewandina beşeka mezin ya gel bikirin. Zêdetir ji berîya çaryek sedsalê, Maxime Rodinson pirsgirêk baş îfade kiribû: "Întegrîzma îslamî tevgereka demî ye, ya pêvajoya guhertinê ye, lê dibe ku hîn sih sal yan jî pêncî salan bidome – nizanim. Li cihê ku întegrîzma îslamî desthilatdar nîne, heta ev dilşkestina bingehîn û ev nerazîbûna dike ku meriv xwedî fikrên radîkal be hebe, ew dê wekî îdealekê bimîne. Da meriv xwe jê dûr bixe, divê xwedî tecrûbeyeka dirêj ya klerîkalîzmê be: li Ewropayê, vê pêvajoyê gelekî dirêj ajot! Întegrîstên misilman wê demeka dirêj li vê serdemê serwer bin. Eger rejîmeka întegrîst ya îslamîst bibe xwedî tecrubeyên gelekî dîyar yên bibinketinê, di qada neteweperestîyê de jî û veguhere rejîmeka zilm û zorê, ev yek dikare bike ku meriv berê xwe biguherin û bidin alîyê çareserîyeka alternatîf  ya van şaşîyan rexne dike. Lê wê demê divê bibe çareserîyeka bawerî pê were ya xwedî kapasîteya seferberkirinê – ew dê tiştekî hêsan nebe." (11)

 

 

(1) "The economic vision of Egypt’s Muslim Brotherhood millionaires" (Vîzyona aborî ya milyonerên Birayên Misilman yên misirî), Bloomberg Businessweek, New York, 19ê nîsana 2012an.

 

(2) El-Şateir yekem namzedê serokdewletîyê yê Birayên Misilman bû. Ji ber ku namzedîya wî nehat qebûlkirin, Mursî li şûna wî bi cih kirin.

 

(3) "One sure thing: a pro-market Egyptian Constitution" (Tiştekî vebirî: Destûreka Bingehîn ya misirî ya alîgirê bazarê), Ahram Online,Qahîre, 4ê nîsana 2012an.

 

(4) "The economic vision of Egypt’s Muslim Brotherhood millionaires" (Fikra aborî ya milyonerên Birayên Misilman yên misirî), berhema li jor navbirî.

 

(5)"Senior Brotherhood member launches Egyptian business association" (Kevne endamê Birayên Misilman Komeleya Bazirganîya Misirî didamezrîne), Egypt Independent, Qahîre, 26ê adara 2012an.

 

(6) "Mubarak era tycoons join Egypt President in China" (Mîrên mezin yên serdema Mubarek li Ҫînê tên cem serokdewletê misirî) Ahram Online, 28ê tebaxa 2012an.

 

(7) Gotara li jêr bixwîne: Alain Gresh, "Les islamistes à l’épreuve du pouvoir" (Ȋslamîst di ezmûna desthilatdarîyê de), Le Monde diplomatique, çirîya paşîna 2012an.

(8) "Economic Transformation in MENA: Delivering on the Promise of Shared Prosperity" (Veguhertina aborî di MENAyê de [Rojavayê Navîn û Afrîkaya Bakur]: nivîsa FPNyê ya ji bo civîna bilind a G-8ê li Deauville (Fransa), 27ê gulana 2011an,

www.imf.org

(9) "Egypt vows structural reforms, meets US executives" (Misir dixwaze reformên strukturel pêk bîne, hevdîtîn bi rêveberên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re pêktîne), Associated Press, 9ê îlona 2012an.

(10) Khaled Hroub, Fi Madih al-Thawra: al-Nahr dud al-Mustanqa‘, Dar al-Saqi, Beyrûd, 2012, r. 119.

(11) "Maxime Rodinson: sur l’intégrisme islamique. Entretien inédit réalisé par Gilbert Achcar" (Li ser mijara întegrîzma îslamî. Hevpeyvîneka çapnekirî ya ku Gilbert Achcar pêk anî) , Mouvements,hejmar 36, Parîs, çirîya paşîn-kanûna pêşîn 2004an.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya