Karakas li pey stratejiya pêşketinê de ye

Translator

Di serdana Brezîlya ya 2’ê Adarê de Wêzîra Karê Derve ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê Hillary Clinton ji bo mîheke ji keriyê xwe qutbûyî ya li baxçeyê pişta mala xwe waezek kir: “Em hêvî dikin ku hukûmeta Venezûela’yê ji nûh ve (...) mulkiyeta şexsî misoger bike û li aboriya bazarê vegere .” Ti tiştî nû nîne. Ji 2003’an ve Venezûela’yê tevahiya rekorên mezinbûna aborî şikandin. Muxalifên desthilatdariya heyî, di nava wan de Washington û piraniya çapemeniya navneteweyî jî hene, her “dinalin, di xemgîniya xwe de digirîn û hêvî dikin” çawa ku di navê strana rockvanê navdar Buddy Holly “Crying, waiting, hoping (girîn, li bendê mayîn, hêvîkirin)” de jî heye. Wan gelek nivîsî û got, guleya petrolê wê dereng neteqe, bi vê jî bûyerên li gorî dilê xwe anîn ziman.

Lêbelê; di nava 5 sal û nîvan de hilberîna hundir a brut a reel a Venezûela’yê ji sedî 95 zêde bû, xizanî nîvî bi nîvî kêm bû û xizaniya zêde jî bêhtirî ji sedî 70’î kêm bû. Xercên civakî ên serê şênî sê caran ji ya berê zêdetir bû û di heman demê de gihîştina xizmeta tenduristiyê û perwerdeyeke zexmtir jî gelekî baştir bû. Sala 2006’an hilbijêran bi piraniyeke ji sedî 63’an Serok Hogo Chavez hilbijart û minetdariya xwe nîşan da. Ev rêje ya herî zêde bû ku Chavez bi dest xistibû.

Her çawa be, piştî ku aboriya Dewletên Yekgirtî serberjêr çû, ber bi dawiya 2007’an ve, aborî dest pê kir bi pêşket. Di trîmestra dawî ya sala 2008’an de bihayê kurên petrolê bi awayekî gelekî zêde kêm bûn. Ji asta rekorê 99,5 euroyan daket 29,7 euroyan. Ji dema greva mezin a sektora petrolê ya salên 2002-2003’an ve Venezûela careke din bi krîza aborî re rûbirû bû; hilberandina hundir a brut sala 2009’an ji sedî 3.3 paşve ket. Daxwazên dijminên Chavez pêk hatin. Weke dema piştî oforiya di navbera 1973-1977’an ya şoka pêşi ya petrolê de, ev dana Xwedê ya reş (petrol) bi tenê dikare rê li ber hilweşîna aborî veke.

Gelo em dikarin evqasî ji vê yekê piştrast bin? Lêkolînên li ser xisletên vê krîzê nîşan didin ku ev krîz ne bivê nevê bû. Lêçûna sektora taybet ji sala 2008’an ve kêm bûbû. Piştî ku bihayê petrolê gelekî kêm bûn, lêçûna vê sektorê bêhtir kêm bû. Wê wextê hukûmetê dikarî planeke rûhpêanîna sektora enerjiyê bixe dewrê, riya vê jî zêdekirina lêçûnên gelemperiyê bû da ku cihê ku ji daxwaza sektora taybet vala mayî tijî bike. Hukûmetê ev nekir. Berevajî, mezinbûna sektora gelemperiyê bi awayekî hişk kêm bû. Sala 2008’an rêjeya mezinbûnê ji sedî 16.3 bû, di 2009’an de ev rêje daket ji sedî 0.9’an.

Ji bo Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û hin saziyên din ên sektora fînansê, ji mêjve ye misêwa du tiştên bi hevre hene: Welatên dewlemend, yên weke Dewletên Yekgirtî yan jî Brîtanya dikarin bi awayekî rewa destûrê bidin xwe ku bi gelêkî zêdeyî budçeyên xwe lêçûnên wan hebin, da ku li ber tesîrên paşveçûneke aborî xwe bigirin; welatên pêşdikevin divê ya berovajî vê bikin, ango lêçûnên sektora gelemperiyê kêm bikin û zêdeyî budçeya xwe mesrefê nekin. Heçî Çîn bû bi xêra planeke rûhpêanîna aborî ya mezin bi awayekî serketî xwe ji qeyranê xilas kir û tevî aloziya aborî ya global jî di 2009’an de ji sedî 8.7 mezin bû.

Hemin, avantaja hukûmeta çînî heye ku tevahiya sîstema bankeyan kontrol bike: Jê hat ku banke û saziyên malî neçarî dana krediyê bike, hêja ye mirov bizane ku lêçûn û pererazandinên gelemperiyê ji sedî 20’ê hilberandina hundir a brut in. Bolîvya, dewleteke ku qada wê ya watevrayê mezin nîne, jê hat ku di dema rast de siyaseteke ruhpêanîna aborî bixe dewrê ku ger mirov mezinahiya aboriya Bolivyayê li ber çavan bigire ji ya Dewletên Yekgirtî baştir û kerhatîtir bû. Vê planê hişt ku par Bolîvya performansa herî baş a parzemînê bi rêjeya mezinbûna aborî ya ji sedî 3 bi dest bixe. Hilberandina hundir a welatên din berevajî vê kêm bû.
Welatên pêşdikevin yên dixwazin siyaseteke ruhpêanîna aborî di dema serberjêrçûna aborî de bi rêve bibin, bi muhafezekirina rezervên xwe yên dovîzan di asteke têrker de divê tewazûna butçeyê li ber çavan bigirin. Dewletên Yekgirtî ne mecbûr e vê bike, lewra ew dikare lêçûnên kirînên xwe yên ji derve bi pereyên xwe bide.

Tewazûna çûnûhatina pereyan a Venezûela’yê di sala 2008’an de têra xwe dovîz jêre dihiştin, welêt dolar kom kiribûn. Di dema hilweşîna kura petrolê de dovîzên weke kar jêre diman, bi lez veguherîn zirarê... Bi tenê ji bo 6 mehan: Hukûmetê ji van dolarên kombûyî pere birin da ku lêçûnên kirînên ji derve bide. Ti tiştî li ser hukûmetê ferz nedikir ku bihêle aboriya wê têk biçe. Wê dikarî ji rezervên dovîzan ku têra xwe gelek mabû – 30 milyar dolar - hinekî din jî bibe, li dijî reva sermayê têbikoşe û heta eger biviya wê karîbû ji bazarên navneteweyî bi qasî ku jêre diviya deyn bikira. Deynê derve yê gelemperiyê yê Venezûela’yê têra xwe kêm e (ji sedî 11’ê hilberandina hundir a brut) û tevahiya deynên gelemperiyê bi tenê ji sedî 20’ê heman hilberandina hundir a brut in. Ji bo em li ber hev bigirin em li mînaka Dewletên Yekgirtî binêrin; deynên gelemperiyê ji sedî 100’ê hilberandina hundir a brut in.

Weke dewlet di destê Venezûela’yê de ji bo fînansekirina hewcedariyên ruhpêanîna aborî bi xwe têra xwe dovîz hene. Pêdiviya wê bi dovîzan bi tenê ji bo lêçûnên kirînên xwe yên ji derve û ji bo parastina asteke rezervên dovîzan a guncav heye. Ev kirînên ji derve ji ber pêşketina wê ya aborî her diçe zêdetir dibin – berevajî welatekî ku aboriya wê xira dibe, kirînên welatekî wisa yên ji derve wê bi awayekî mentiqî kêmtir bibûya.
Ev çavdêrî hemû nîşan didin ku mezinbûna aborî ya welatekî ne ewqasî girêdayî bihayê petrolê ye, weke ku bi giştî tê bawerkirin. Di destê hukûmetê de navgînên destwerdanê hene da ku li gorî rabûn û ketina bazara petrolê tevbigere, lewra deynda riya wê kêm e û rezervên wê yên dovîzan jî zêde ne.

Ji heft salan û virve Venezûela jixwe bi rewşeke bêhtir bi fikar re rûbirû bû: Nirxê pereyên wê gelekî zêde bû. Di 2003’an de hukûmetê ji bo dolerekê nirxê bihevguherînê weke 1600 bolîvarên wê demê (1.6 bolîvarên îro ) diyar kir. Piştî du devaluasyonan sala 2005’an bihayê dolarekê ji 2.15 bolîvaran bihurî. Heta Çile ya borî jî ev kura bihevguherînê weke xwe ma.
Ji ber vê kura bihevguherînê ya diyarkirî, zêdebinirxbûna pereyê Venezûela’yê her diçe zêde dibe. Înflasyon li Venezûela’yê ji welatên pêre bazirganî dikirin bêhtir bû: Di nava 7 salên dawiyê de navîna înflasyonê salê ji sedî 20 bû. Eger weke hîpotez em bêjin pereyê Venezûela’yê kêliya kura bihevguherînê ya diyarkirî ji bo dovîzan kete meriyetê nirxê wê zêde nebû, hingî li gorî pîvanên reel înflasyon wê bibûya ji sedî 130.
Ev rastî dike ku bihayê berhemên tên firotînî derve xweber zêde bibe û bihayê kirînên ji derve jî kêm dike. Kirînên ji derve bi awayekî lihevçêkirî dibin bazareke baş . Di van şertan de zehmet e, heta ne mumkin e ku Venezûela bi piralîkirina aboriya xwe para sektora petrolê kêm bike. Ya rastî ji heft salan û vi ve ji vî aliyî ve ti tişt neguherî.

8’ê Çile ya bihurî ji bo rûh bi ekonomiya hilberîner bîne, kirînên ji derve yên nelazim kêm bike û firotina ber bi derve ve teşwîq bike, Karakas’ê devaluasyonek kir. Hukûmetê navê “eyarkirina bolîvarê” li vê devaluasyonê kir. Ji bo piraniya kirînên ji derveyî welêt kura 4.3 bolîvar bi dolarekê hat diyarkirin – maşîn, alavên înformatîk û telekomunîkasyonê, alavên elektronîk yên nava malê, xizmet, tekstîl, alavên luks, tutin, vexwarin û hwd. Di heman demê de ji bo tevgera aborî ya ku weke gelekî girîng dihat dîtin jî kura 2.3 bolîvar bi dolarekê hate diyarkirin, ev kur ji bo berhemên xwarinê yên ji cotkariyê, perwerde, çalakiyên zanistî û teknolojîk, tenduristî, mekîne û bi awayekî giştî kirînên derve yên ji bo sektora gelemperiyê derbas dibe.
Ev “eyarkirina bolîvarê” bêguman wê du caran tesîrê li zêdebûna înflasyonê bike. Belê, çawa di dema devaluasyonên mezin ên di salên derbasbûyî (Brezîlya, Rûsya, Arjantîn) de qewimî, mirov dikare li bendê be ku ev bandor demî be. Bi herhal, eger ew heq dike hêza hevrikiyê ya Venezûela’yê baş bike jî, diyar e, ew ne têrker e.

Bayê înflasyon her tê, bi hejmarên reel wê zêdebinirxbûna pereyên Venezûela dîsa qat bi qat zêde bibe. Pirsgirêka înflasyonê ku di navbera 2008 û 2009’an de ji sedî 30.9’an daket ji sedî 25.1’ê, pirsgirêkeke talî ye. Misoger e înflasyon divê were têkbirin, di heman demê de ew xwe nêzî xeta ji sedî 20’an dike ku piraniya ekonomiyên makro bawer dikin, înflasyon rêjeya mezinbûna aboriyê kêm dike .

Bêguman Venezûela’yê rejîmeke bihevguherîna pereyan a nerm û qayîşokî ya ku wê dîsa eyarkirî bimaya, qebûl bikira, ev ê ji bo wê bi xêr bûya. Bêyî ku hêza wê ya hevrikiyê bixe tehlûkeyê, kontrola wê li ser sermayê wê bimaya û wê derfet bidaya aboriya xwe piralî bike. Wateya vê wê bibûya ev; ji xwe re afirandina navgînên stratejiyeke bi rastî ya pêşketinê. Li parzemîna Amerîka’yê ya ku ev bi dehsalan e girêdayî neo-lîberalîzmê ye, ev konsepteke bêhtir egzotîk e.

Di vê navberê de bihayê petrolê dîsa bilind bû û gihişte serê varîlê 80 dolarî. Tevî ku mirov divê bi dîqet nêzî pêşdîtinên bi vî rengî bibe jî, projeyên US Energy Information Administration (USEIA) –yek ji servîsên wezareta enerjiyê ya amerîkî – behsa bi awayekî birêkûpêk zêdebûna bihayê zêrê reş (petrol) dike û bihayê serê varîla petrolê ji bo sala 2020’an weke 98 dolar pêş dibîne . Li aliyê din Înstîtuya lêkolînên jeolojîk a Dewletên Yekgirtî - US Geological Survey (USGS) – di 22’ê Çile de da zanîn ku rezervên petrolê yên Geliyê Orénoque nêzîkê 513 milyar barîlî ne – du caran li texmînên heta îro dihatin kirin gelek e. Ev jî dike ku li gorî rezervên petrolê Venezûela bi gelekî bide peşiya Erebîstana Suûdî (266 milyar varîl) .
Li gorî ya darî çav, Karakas kontrola çavkaniyên petrolê di dest xwe de bigire û tedbîrên makroekonomîk yên xwe ferz dikin qebûl bike, hingî pêşiya wê vekirî û fereh e ji bo ku gelek tecrubeyên aborî, siyasî û civakî biceribîne û ji yên kêrhatî fêr bibe.

Wergera ji fransî:
Lokman Turgut

Çavkanî

Mark Weisbrot *
*Co-Dîrektorê Center for Economic and Policy Research (Navenda ji bo Lêkolînên Aborî û Siyasetê), Washington.

1* Asociated Press, Karakas, 4’ê Adara 2010’an.

2* Li gorî qanûna veguherîna pereyan a ku Çileyê 2008’an kete meriyetê, 1000 bolîvarên heta hingî, ji hingî û pêve bûn bolîvarek.

3* Kêmbûna firotina ber bi derve ve ya berhemên ji bilî petrolê di 2009’an de bi ji sedî 44.7’an gihişte asta herî jêr. Li aliyê din kirînên ji derve di navbera 2004 û 2008’an de ji sedî 190.7 zêde bûn (di sala 2008’an de ev rêje ji sedi 22 bû).

4* Em li vir ta bi derziyê ve bikin û bêjin, ev mijarek e ku ekonomîst li ser qet li hev nakin.

5* http://www.eia.doe.gov/oiaf/forecasting.html

6* BBC Mundo, London, 23’ê Çileyê 2010’an.

7* Di mijara petrolê de “qanûna petrolê” ferz dike ku şîrketa neteweyî ya Venezuelayê PDVSA di projeyên bi şîrketên biyanî gişan re û di her beşa bikaranîna petrolê de (derxistin, veguherîn û firotina berhemên ji petrolê) bi rêjeya herî kêm ji sedî 60’î xwediyê piraniyê be.