Katib Yasîn, têkderê ebedî

Translator

‘‘Helbestvanê rasteqîne, di nav rewteke pêşverû de jî be dîsa divê dijatiyên xwe derpêş bike. Heke bi têr û bêra xwe hizrên xwe dernebirre, wê bixeniqe. Wiha ye şêwaza xebitîna wî. Şoreşa xwe her di nava şoreşa siyasî de dike; di navenda têkdan û şêwandinê de ye ew, heta hetayê her têkder e. Bedbextiya wî ew e ku xizmeta têkoşîneke şoreşger a wisa dike ku ne dikare û ne jî divê hevaheng be digel çerx û bayê rojgarî.(1)”

Romannûs û şanonûs Katib Yasîn, ku bi xêra romana xwe Necma’yê wekî danerê edebiyata modern a cezayîrî tê nasîn, berî her tiştî helbestvanekî serhildêr bû. Bîst sal piştî wexera xwe, li Cezayîrê”wekî efsaneyekê dimîne; mîna ku di nav hemû civakan de diqewime, berhemên wî gelek baş nayêne nasîn di nav cemawera cezayîrî de, lê belê cihê xwe di hizr û têgihiştin û gotara civakî de peyt girtiye (2)”. Herwiha hêj jî yek ji girîngtirîn û diyarkertirîn kesayetên dîroka fransî-cezayîrî ye.

Katib, ku bi erebî tê wateya ‘‘nivîskar”, ji malbateke xwenda bû ji binemala Keblout ya Nadhorê (Rojhilatê Cezayîrê). 8 gulan 1945’an -hêj şazdeh salî jî nîne-, beşdarî dike di serhildana cemawerî û serxwebûnxwaz a Konstantînoisê de. Di hengava zext û êrîşên ku bûne sebebê kuştina çil û pênc hezar kesan, li Setîfê tê girtin û sê mehan di zindanê de dimîne. Dayika wî ya ku ji bo wî ji hemû kesî xoşewîsttir bû –lew dayika wî bû ku berê wî da nav kelepûrê devkî û helbestê- li pêş zindanîbûna wî ve dîn û har bûbû. Wê berwara 8’ê gulanê wê tîn û karîgeriya xwe heta hetayê li ser hebûn, doz û nivîsa Yasîn bihiştaya.

Her meha rezbera wê salê, li Annaba’yê, li dotmama xwe aşiq dibe, lê eşq û evîniyeke şêtane… Zuleyxaya dotmam herwiha dibe best û îlhama Necma’yê (stêrk), romana bi fransî, berhemeke avakar ku nivîsevaniya mexribî di bingehê re hejandiye. Di vê çîroka metaforîk de çar xortên ciwan, Raşîd, Lexdar, Murad û Mustafa li dora Necmayê diçerixin li dû evîneke namumkun û li pey lihevhatina digel ax û pêşiyên xwe; keçika xama, bedew û dûrîdest, herwiha wê Cezayîrê jî dinimîne ku ji zemanê Romanan heta Fransiyan bi berdewamî li hember dagîrkeran li ber xwe daye. Meseleyên nasname, kesayet û neteweyê, di navenda vê berhema pir-rehend û pir-deng de ne.

Necma di sertaserê serpêhatiya nivîskariya Yasîn de wekî referanseke herdemî dimîne, lê bi taybetî di Polîgona zêrîn de û herwiha di şano (Xeleka tolhildanê) û helbesta wî de zaltir dibe. Bi ya Moa Abaïdê şanogerê heyranê wî, Katib Yasîn”derhênerekî nayab û hevalê rastiya heyî bû û wî bi rastî hewl dabû ji bo duristkirina kesayetekê ku bêyî kamûflaj û bêyî makyaj xîtabî gel bike. Derbirrîna wî ya bi metafor û kînayeyan ne bi niyeta xwevedan û strînê ye, lewre jixwe hergav bi dengekî berz û dilêr hizrên xwe derbirrîne, lê belê kana wê tercîha wî kelepûrê kultûrî yê ereb-musulman ye.”

Jiyana Yasîn jî her wekî berhemên wî azad û azadîperwer, cesûr û berhelistkar, sirrdar û şikûdar çû serî. Mîlîtanê dilsoz ê serxwebûnê di nav refên Partiya gelê cezayîrî de, paşî di Partiya komûnîst de, berî her tiştî dibe hevalbendê”le’netiyên serzemînî” û bêsebr û tebat hewl dide da ku wan binase û têkoşîna wan bide zanîn:”Ji bo gihiştina bi asoya cîhanê, divê em behsa Felestînê bikin, di ber Mexribê re Vîetnamê ji bîr nekin.”

Piştî 1951’an mişextî ye û heta dawiya şerê serxwebûnê (1954-1962) piranî li Fransayê û di nav şert û mercên pir hesas de dijî; bi berdewamî li jêr azar û pêdagîriyên Rêveberiya zêrevaniya welatî [saziyeke dewleta Fransayê ji bo ewleyiyê] ye lewma gelek digere û cih diguhure. Di bêserûberiya mezin lê şadker a 1962’an de vedigere Cezayîrê lê belê gelek pê de naçe ku hêvîşkestî dibe. Li wir”xwe wekî Marsiyekî” dibîne û dikeve rêya heyameke din a seferê –Moskova, Hanoi, Şam, New York, Qahire:”Ya rast, min ti caran bawer nekiribû ku serxwebûn wê bibe dawiya nexweşî û zehmetiyan, min baş dizanî ku wê pir dijwar be.”

Gava ku 1970’an biryarê digire ku bo demeke dirêj li Cezayîrê bimîne, dest ji nivîsandina bi fransî dikêşe û xwe dide ezmûneke şanoyî bi zimanê erebiya Cezayîrê ku bi piyesa kult Mihemed, hilgire walîza xwe destpêkeke pir baş dike. Danerê Tevgera Çandî ya Karkeran (TKK), piyesên xwe li deverên herî veder û çaverênekirî pêşkêş dike, wekî kargeh, binkeyên leşkerî, depo, stadyûm, deverên giştî…û vî karî bi derfetên pir kêm û sade encam dide –lewma şanoger li ser sehneyê cil û bergan li xwe dikin û her yek ji wan zêdetir ji qerekterekî berceste dike. Stran û muzîk dibin alav ji bo rîtm û bêhndanê.

‘‘Gava min roman an helbest dinivîsîn, ez hîç qayîl nebûm ji karê xwe ji ber ku peyama min bi tenê digihişte qederê dazdeh hezar fransîaxêvan, halbukî bi şanoyê di nav pênc salan de me xwe gihande nêzîkî milyonek temaşevanan. […] Ez li dijî bikaranîna erebiya klasîk im li Cezayîrê ji ber ku ev ne zimanê gelî ye; ez dixwazim bikarim xîtabî tevahiya gelî bikim, yên nexwenda jî tê de, ez dixwazim têkevime nav cemawera mezin, ne tenê nav ciwanan, bêguman di nav wê cemawera mezin de yên nexwenda jî hene. Divê şoreşeke kultûrî ya rasteqîne bê kirin (3).”

Meyl û layengîriya siyasî ya Yasînî, bi awayekî bingehî karîger dibe li ser tercîhên wî yên estetîk:”Şanoya me, şanoya têkoşînê ye; di şerê çînan [tebeqeyên civakî] de, kes nakeve dû hilbijartina çekê xwe. Şano çekê me ye. Ev ne tenê gotin û axaftin e, em wan gav û serboriyan tînine ber cemawerî yên ku bi serê wan hatine, em hezar ezmûnan têkel dikin û yekê bi tenê jê dertînin, em her bi wêdetir ve dehf didin, her ev e ya em dikin. Em berdestkên jiyanê ne(4).” Bi ya wî, bi tenê helbest dikare derheq wan hemû layenan were lewre ew di navenda hemû tiştekî de ye; û ji bo wî helbest”bi rastî bingehîn e ji bo derbirrîna mirovî”. Bi hêma û sembolên xwe rê û rehendeke dîtir vedike.”Qesta min ne razberkirineke [abstreksiyon] hêvîşkên a helbesteke bi-ser-xwe-de-qetkirî ye, ne jî ewa ku şêwaza derbirrîna bêçaretî û bêhêziyê hilgirtî, belkî her bi yekcarî berevajî wê ye […]. Bi her çi awayî dibe bila bibe, baweriya min bi hêza wê ya têkder heye, her bi qasî ku dilniya me ji derfetên şanoyê yên hişyarane, ji zimanê wê yê çak kontrolkirî û çak birêkxistî (5).”

Yasîn yek ji wan”hêzên têkder” di Cendekê dorpêçkirî de bi kar tîne, ku roja xwînî ya 8’ê gulana 1945’an, digel talankirina sê gundên rojhilatê Cezayîrê bi navên Guelma, Xerrata û Setîf, ji aliyê hêzên kolonyal ve, di navenda wê qiseta şanoyî de ye; bi wî awayî pêwendiyekê durist dike di navbera çîrokeke şexsî û cemawerî de.

Yasîn kolonîgerî û hewlên neo-kolonyalî mehkûm kirin lê belê wî herwiha dijatî li wê dîktatoriya piştî serxwebûnê jî kir ku berdewam bû di şelandina gelî de. Bi awayekî tund fanatîzma ereb-îslamî şermezar dikir û li hemû eniyan tê dikoşiya û digot ku divê”şoreşê li şoreşê bikin”.

Heger çi wî zimanê fransî wekî”xenîmeta şerrî” dîtibe jî, wî hevkat dengê xwe li dijî siyaseta erebîkirinê jî bilind dikir û doza qebûlkirina zimanên erebiya cezayîrî û amazîg (berberî) wekî zimanên Netewî dikir. Yasînê ku nasnavê”Birayên mexber” [wekî rexneyeke xerabker li "Birayên musulman"] li parêzkarên îslamî dikir, doza azadbûna jinan dikir ku ji bo wî jin kirde û barkêşên dîrokê bûn:”Pirsa jina cezayîrî di dîrokê de hergav ez heyirandime. Ji nûciwaniya min ve wekî pirseke serekî disekine li ber min. Kana serekî ya hemû tiştên bi serê min de hatî, hemû tiştên min heta niha kirî hergav dayika min bûye […]. Çi di warê zimanî de, çi di zindîkirina hişmendiyekê de, her dayik e ku peyvên pêşî bi zarokî dide gotin, her ew e cîhana wî ava dike (6).”

Ba û tundrewiya rexneya wî, bi qasî hestên hezkirin û xoşewîstiyê, yên dijminiyê jî li dora wî kom kirin. Yasînê ku ji yên herî baş bigire heta yên herî xerab objeya her cûre nirxandinekê ye, îro wekî”têkderê ebedî” disekine li ser sehneya roşinbîrî û cemawerî ya Cezayîrê û mîna Necmayê, stêrka dûrîdest, bi ti awayî ji payebilindiya xwe danakeve.

Çavkanî
  1. Suhbeta digel Jean-Marie Serreau, di nav: Le poète comme un boxeur, Seuil, Paris, 1994.
  2. Benamar Mediene, mamosteyê zanîngehê, nivîskarê Kateb Yacine, le coeur entre les dents, pêşgotina Gilles Perrault, Robert Laffont, Paris, 2006.
  3. Hevpeyvîna digel Abdulkader Djeghloul, Actualité de l’immigration, n°72, Paris, 2006.
  4. Colette Godard,”Le théâtre algèrien de Kateb Yacine”, Le Monde, 11 Rezber 1975.
  5. Kateb Yacine,”Pourquoi j’ai écrit Le Cadavre encerclé”, France-Observateur, Paris, 1958.
  6. Entretien avec El Hassar Benali (1972), di nav: Parce que c’est une femme, Editions des Femmes-Antoinette Fouque, Paris, 2004.