"Kesî bi qasî min ji te hez nekir" Seher Resayî (...)

Çand û Huner

Gelek çîrokên Seher Resayî bi vî sernavî hatine weşandin.(...) Bi sê niqte û kevanekê. Dora wan bi kevanê hatîye girtin. Kevan ne dora sê niqteyan digire dora lehengên jin digire. Berî hayê meriv ji naveroka pirtûkê hebe ev sernav (...) beradayî dixuyîn, lê çer ku rûpel li dû hev tên xwendin meriv fêm dike ku ev sernav ne belasebeb in. Lehengên çîrokên ku mêtî ji wan difire dora wan bi kevanê hatîye lêkirin. Gustîla di tilîka wan de hingî teng e hew maye ku xwîna damarên tilîyê bimiçîqine û hew maye movika tilîyê di ber de bişkîne. Xirxal li gûzekê dixîne. Şerpe hingî wer por dijdîne ku serî disincire. Bazin gefa li ruhjenê dikin. Qulika bi derzîyê di nermika guh de hatîye vekirin derzîya tu guharî tê re derbas nabe. Guh ji ber derzîya wan nêmê digire. Tenê derzîya guharên evînê di wê qulikê re derbas dibe. Çîrokên Seher Resayî dixwaze kevanên ku dora nerînê digire rake û birûyan serbest berde da ku asoya çav û hêmayê firehtir bibe. Her ku xwestine bijangên mêtîyê birûçikînin mêtîyê bi evînê bersiv daye: "Niha jî min sar e û ez mecbûr im bi girîyê, xwe germ bikim."

Hemû rejîmên desthilatdar pêşîyê dora jinê digirin. Leşkerên wan pêşî diavêjin ser xewnên keçên xama. Çavên wan tên derabekirin. Laş tê caxkirin. Di bin zordarîyê de dixwazin çavên jinê serma bigirin. Jin jî di nav remzên Zerdeştî de caba xwe didin. "Ev çav li agir in ku ji bo agir netefe." Ço didin ser serê jintîyê û dixwazin hinekî din wê di axê de bidewisînin. Lê dê hertim çavên wan li qundireyên kabikbilind bin ji bo bihusteka dinê jî bejnbilind bin. Seher Resayî di çîroka "Tarîtîyê" de bersivê dide wan gunehan ku ji roja roj ve beşer ji rûyê wan ji bihuştê hatibûn qewirandin. Gunehên sêvê. "Gulên xwe yên sor pelo pelo kirin, zembîlên xwe tije sêv û gulên sor kir û anî, xiste nava otomobîlê. Di nav goristanê de otomobîla xwe sekinand. Heta gihişt serê kaş heft tebeqe xwêdan rijand. Zembîlên xwe gindirandin. Bi carekê sêv gindirîn xwarê. Gelekê wan diketin ser goran û li ba sêvên çilmîsî yên rojên berê dihewîyan. Zembîlên gulan jî bilind kir. Ba ew li xwe birin û li asmanê bajêr firîyan. Difikirî ku kengî dikare bi laşfiroşîyê balafirekê bikire da ku sêv bigihin her malê kes jî bêpar nemîne."  Seher Resayî bi ya şeytên dike û çîrokên wê dekolteya herfên sernixumandî vedike.

 

Fetanê got: "Jinên vê heyamê ji tirsa mêran ji xweşikîyê hez nakin, ez dîn nebûma, min dê hemû mêr bikuştana." Mêr û dewletên deshilatdar ji heman bavî ne. Herdû wexta dilên jina herin hinaran mahdê xwe tirş dikin. Herdu jî dixwazin stêrkên ku dişibin zarokên çavên qereçîyan bi ewran binuxumînin. Jin biresera lîbîdoya wan in. Ji xeynî vê an dixwazin ew bermalî bin û ne li ser hişê xwe bin. Seher Resayî li hember vê serî hildide û pîvazê dide ber pozê jinên ji serhişê xwe çûyî. An jî bi van çîrokan hinek kolonya di kefa destê xwe dide û dide ber pozê jinê.

 

Ji jînenîgarîya nivîskarê ku ev çîrok rêwîtîyeka serxet û binxet kirine. Sînor bi qaçaxî derbas kirine. Ji bo meriv xwendekarîya vê pirtûkê bike divê hinekî eşqîyatî pêre hebe.

 

Navê pirtukê: Kesî bi qasî min

ji te hez nekir

Weşenxane: Avesta

Wergera ji soranî û farisî:

Osman Mehmed

Biha: 10 TL



Kovara Çirûskê


Kovara Çirûskê di şeş salîya xwe de bi hejmara xweya 18an derket pêşberî xwendevanên xwe. Çirûsk ser peyvan xêz dike û derdikeve. Çawa ku Martin Hiedegger X ek avêtibe ser peyva hebûnê kovara Çirûskê jî xêzê diavêje ser hebûnên sexte, ser mejîyên sexte , ser wêjeya sexte û ser zimanê sextê yê serdestan. Girê Çirûskê ji tu zimanî naçe lê ji bilî kurmancî jî tu nivîsan naweşîne. Ji ber ku Çirûsk vê peyva Paul Celan hez dike û rastîya wê erê dike: "Helbestkar di zimanekî bîyan de derewîn e."

Ez ji serî de bibêjim Çirûsk kovara serî ye. Ew digel wêjeyê guh dide ramanê.  Ew xwe li aqilên xwêdandayî digire. Ew bi kurmancî felsefeyê dike û çakûçê wê di destê wê de ye. Li hember pûtên ku dibêjin kurmancî tenê zimanê helbestê, çîrokê û romanê yê. Çirûsk ew ramana ku serdestên me bi şenaqê enjekteyî mejîyê me kirîye û dibêje felsefe bi vî zimanî nayê kirin hûr hûrî dike. Di vê hejmara 18an de nivîsên ramanî li ser Michael Foccault û dibistana Frankfûrtê ne. Di hejmarên berê de nivîs li Suhreverdî, Kant û Gilles Delleuze jî hatibûn weşandin. Ji ber ku Çirûsk xwe li serîyên ronak digire.

Çirûsk guh dide pêşîyan. Pêşîyên ku heya bîra wan bîr dibe. Çirûsk xwe li bîrê digire. Di bîrê de xwe li seydayên xwe, melayên xwe û feqîyên digire. Çirûsk li çepgirîya qelp ya ku neteweyê biçûk dibîne ho venade. Di vê hejmarê de dîrektorê kovarê Rênas Jîyan di bîrê de daqulî Melayê Bateyî dibe û weha dibêje: "Esas zarokên kurdan bi awayekî ji awayan xwendevanên endîrek yên Melayê Bateyî ne. Heçî kesê ku li Mewlûdê guhdarî kiribe xwendevanekî (guhdarekî) helbesta Melayê Bateyî ye. Tiştê ku Bateyî girîng dike ev e;  Bateyî helbestkarê zaroktîya me ye, me bi xêra wî 'helbest' nas kir û me bi xêra wî yekem car li helbestekê guhdarî kir." Kovara Çirûskê li ser koka xwe şîn tê û bi devê Feratê Dengizî helbesta destmêja kurdî dinivîse.

 

Guh dide nivîsa bênderên ciwan. Ew bênder xwe digihîne heya Qereyazîya Erziromê jî. Ji wir Emerîqê Sidîqayê bi vê helbesta xwe tevî senfonîya Çirûskê dibe "Ji Hewla Ruhî Xweparastin."Kovara Çirûskê bi kêmanî heya roja roj bîst heb wêjekar dîyarî wêjeya kurdî kirîye.

Çirûsk aqilê mozkirî ye û di rexneyê de wek mozên sor pêve dide. Bi tiştên sexte vedide û diwerimîne da ku ew werimandin sibe du sibe der bibe.

 

Kovar: Çirûsk

Sal: 6

Hejmar: 18, buha 7,5 TL

Dîrektor : Rênas JİYAN